Helbestvan
Goran Haco:
'Xwendina
bi kurdî her diçe zêdetir dibe' *
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com
Goran
Haco, wekî ji nav jî diyar dibe ji Mala Haco û kurmamê
hunermend Ciwan Haco ye. Bi
salan e ku li Norwecê dijî. Her çiqas gelek helbestên wî yên
xweþ ji hêla Ciwan ve wekî stran hatibin xwendin jî, ew xwe
wekî helbestvan nabîne.
Li Norwecê yek ji berpirsên 'Pirtûkxaneya Deîchmanskeyê' beþa
'Pirzimanî li derveyî zimanên norwecî' ye. Ji ber ku di wê beþê
de berpirsê beþa pirtûkên bi tirkî ye jî, ji bo ku zimanê
tirkî hîn bibe li Stenbolê dikeve dersên tirkî.
Goran Haco li ser pirtûkxanevanî, rewþa kurdên li Norwecê, bi
giþtî rewþa xwendin û edebiyata kurdî, helbestên wî yên ku
Ciwan Haco xwendine û helbestvaniya wî pirsên me bersivandin.
******
|
-Pirseke
klasîk e lê dixwazim hîn bibim, Goran Haco kî ye ? Ez ji kurdên Baþûrê Biçûk im. Di sala 1958'an de li gundê Dirbêspiyê ya Qamîþloyê ji dayik bûme. Ev 15 sal in ku li paytexta Norwec Osloyê dijîm. Heta sala 1974'an ango heta ku min xwendina lîseyê qedand, ez li Qamîþloyê bûm. Piþtre ji bo xwendina xwe ya bilind ez çûm Helebê û min li wir Fakulteya Endezyariya Elektrîkê xwend. Piþtî çûyîna leþkeriyê, bi qasî du salan li Dirbêspiyê di Daîreya Elektrîkê de xebitîm. Di dawiya sala 1985'an de jî derbasî Ewropa welatê Norwecê bûm. |
-Te
got ev 15 sal in ku ez derbasî Norwecê bûme. Gelo çi bû sedem
ku tu ji axa bav û bapîran veqetiyayî?
Rewþa piraniya gelê me ku ji welatê xwe dûr dikeve çi be, rewþa
min ji ya wan ne cudatir e. Hinekî jî nebûna derfet û îmkanan
bû sedem ku em îro di welatên Ewropayê re derketin. Bi kurtasî
hinek sedemên din hene ku ne hewce ye, mirov darijîne ser kaxizê.
-Çûn û hatina te ji bo welat heye gelo?
Belê, belê! Ev çend sal in ku bi hêsanî diçim welêt û têm.
Heyf û mixabin piþtî ku ez bûm hemwelatiyê Norwecê, ev hêsanîbûna
ji bo çûn û hatina welat pêk hat. Dil dixwaze ku çûn û
hatina welat, wekî ku li seranserê cîhanê mafê herî sereke
û xwezayî ye, ji bo me kurdan jî tiþtekî ji rêzê be.
-Baþ e Kek Goran, tu li Norwecê karê pirtûkxanevaniyê
dikî. Tu dikarî hinekî behsa vê yekê bikî?
Di destpêka hatina min a Norwecê de karê pirtûk û pirtûkxanevaniyê
ne di bîra min de bû jî. Wekî min di destpêkê de jî got,
min li welat Zanîngeha Endezyariya Elektrîkê qedandibû. Li
Norwecê min xwest ku vî karî bikim, lê mixabin ji ber gelek
sedeman demeke dirêj min derfet nedît ku karê endezyariya
elektrîkê bikim. Ya rastî ev bû ku baweriya kesî bi dîplome
û xwendina welatê Sûrî tunebû, lewre jî ez di pirtûkxaneyekê
de bi qasî du salan xebitîm. Ev karê min, bû sedem ku ez bi
awayekî profesyoneltir karê pirtûk û pirtûkxanevaniyê pêk bînim.
Lewre min qeyda xwe li Fakulteya Pirtûkxanevaniyê Beþa înformasyon
û pirtûkxanegeriyê kir û sê salan min xwend. Piþtî
qedandina vê dibistanê li bajarê Osloyê yekser li 'Deîchmanske
Bîblîotekê (Pirtûkxaneya Deîchmanske) ku mezintirîn pirtûkxaneya
Norwecê ye, kar ji bo min hate peydakirin. 14 þaxên wê li
derdora bajêr hene û bi otobûsê jî karê pirtûkxanevaniyê
bi awayekî seyar (mobîl) tê kirin.
Deîchmanske Bîblîotek, baþ nayê bîra min kîjan sal e lê di
salên 1800'î de ji hêla Karl Daîchmanske ve hatiye avakirin.
Lewre jî navê wî li pirtûkxaneyê hatiye danîn. Piþtî wî
ciwamêrî, karê pirtûkxaneyê ji awayê þexsî derket û kete
destê dewletê. Niha ev pirtûkxaneya navborî girêdayî
Belediyeya Osloyê ye. Fînanseya wê ji hêla belediyeyê ve tê
kirin û karmendên wê jî wekî karmendên belediyeyê têne
hesibandin.
-Tu bi xwe li pirtûkxaneyê yek ji wezîfedar û berpirsê
'Beþa Zimanên li Derveyî Norwecî' yî. Tu dixwazî, hinekî jî
behsa vê yekê bike....
Belê, ezê bihatama ser wê yekê. Pirtûkxaneya Osloyê beriya
her tiþtî wezîfe û karê ku dike, bêpere dike. Tevahiya
hemwelatiyên Norwecê; çi norwecî, çi tirk, ereb û kurd
dikarin werin pirtûkan bixwînin, agahiyên înformasyonî ji
kompîtûran hildin û pirtûkan ji xwe re bibin malê û piþtre
bînin. Ev maf, di zagona bingehîn de hatiye eþkerekirin ku tu
kes nikare vê yekê binpê bike.
Ji ber ku Pirtûkxaneya Deîchmanske, mezintirîn pirtûkxane ye
li Norwecê, bêguman barên giran jî hildaye ser milên xwe. Yek
ji wan baran jî ew e ku pirtûkan bi zimanê cuda yên biyaniyan
peyda bike û bike ku her kes jê haydar be. Lewre jî di nav pirtûkxaneyê
de beþeke taybet hatiye avakirin ku navê wê "Beþa
pirzimanî li derveyî zimanên norwecî û medreseyan (The Multîlîngual
Lîbrary)" e. Gava em dibêjin, 'li derveyî zimanên norwecî
û medreseyî, em behsa zimanên îngilîzî, fransizî almanî û
îtalî dikin. Ev zimanên ku me jimartin ne tê de, hejmara zimanên
ku îro di pirtûkxaneya me de têne temsîlkirin 37 in. Ez bi xwe
di nav vê beþê de, berpirsê beþa 'kurdî-tirkî-erebî û
polonî' me. Wekî din, ji bilî van zimanan, li Oslo û li
tevahiya Norwecê çiqas niþtecih hebin, bi zimanên wan pirtûk
li pirtûkxaneyê mewcûd in.
-Baþ e, gelo cihê zimanê kurdî û pirtûkên kurdî li
pirtûkxaneyê li ku ye? Eleqeya li ser pirtûkên kurdî çawa
ye. Hemû bi kurdî ne, an li ser kurdan in, lê bi zimanên din
in?
Ji ber ku ziman beþ bi beþ hatine terxankirin, pirtûkên di beþa
kurdî de hemû bi zimanê kurdî ne. Heger pirtûkek li ser
kurdan be, kurdan bi xwe nivîsî be lê bi zimanê tirkî be, wê
çaxê ew pirtûk wê li beþa tirkî be, ez dixwazim bibêjim ku
zimanê kurdî, îro yek ji wan zimanan e ku ji zimanên mezin ê
pirtûkxaneyê tê hesibandin. Îro wekî nav, raserî 2000 cureyên
pirtûkên kurdî li pirtûkxaneyê hene ku ji her pirtûkê 3-4
heb in. Cihê þanazî û serbilindiyê ye ku ez bibêjim, bi qasî
3 sal in ku li wir kar dikim. Hejmara kesên ku pirtûkên kurdî
dixwînin, sal bi sal zêdetir dibe. Carinan dem çêdibe ku em
pirtûkekê jî di refikên xwe de nabînin. Hemû li derve ne,
kurdan birine malên xwe, da ku bixwînin. Salê bi kêmanî 4
hezar pirtûkên bi kurdî ji pirtûkxaneyê têne wergirtin. Kesên
ku li nava pirtûkxaneyê dixwînin, agahiya me ji rêjeya wan
tuneye, ji ber ku ew nayên qeydkirin. Lê mixabin, bi giþtî rewþa
kurdan di warê xwendinê de wilo ne baþ e.....
-Norwecî dixwînin? Navbera wan û pirtûkan çawa ye?
Belê çawa! Ez ne þaþ bim, li gorî îstatîstîkekê norwecî,
di rûyê cîhanê de kesên ku herî zêde dixwînin, norwecî bi
xwe ne. Ji bilî ku pirtûkan ji pirtûkxaneyan bi demdemî dibin
malên xwe, dikirin jî. Dîsa li gorî lêkolîn û îstatîstîkan,
hejmara pirtûkên ku li vî welatî têne kirîn û firotin, ji
hejmara kesên ku li vî welatî dijîn, zêdetir e. Ev yek cihê
þanazî û serbilindiyê ye. Bi rastî ez wekî pirtûkxanevan
gelekî bi vê yekê kêfxweþ im....
-Li ser navê kurdan jî xemgîn î, ne wisa?
Mixabin erê! Xwezî kurd jî bi vî awayî bûna. Lê rewþa
kurdan jî diyar û berbiçav e. Sedemên vê yekê jî helbet
hene.
-Nifûsa Norwecê bi giþtî çiqas e. Hejmara kurdên li
wir çiqas e, cara yekem kengî hatine wir?
Nifûsa Norwecê bi qasî 4 milyon û nîvan e. Piþtî
norweciyan, texmîn dikim an swêdî an jî hejmara denîmarkiyan
zêde ye. Lê ji welatên cîhana sêyemîn jî bi dehan nîjad û
gel hene. Di vê beþê de, pakîstanî bilindtirîn rêjeyê temsîl
dikin. Piþtî wan jî, ji welatên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê
ku piraniya wan kurd in, tên. Ji ber ku her kurdek li ser yek ji
van dewletan tê hesibandin, mixabin bi awayekî fermî nayê zanîn
bê ka çiqas kurd hene. Lê bi awayekî elebazarkî tê texmînkirin
ku hejmara wan zêdetirî 10 hezarî ye. Kurd
ji her parçeyê welat hatine. Lê
zêdetir, bakurî ne. Di demên dawîn de, ji Baþûrê Mezin
hejmareke mezin ciwanên kurd hatin Norwecê. Hatina kurdan ji bo
Norwecê destpêka salên 1970'yî ye. Piraniya kurdan ji bo kar
û xebata aborî hatibûn. Kurd û tirk bi hev re hatine Norwecê.
-Ev
demeke ku tu li Stenbolê yî. Sedema hatina te bi karê pirtûkxanevaniyê
ve girêdayî ye an na?
Wekî min berê jî got, li pirtûkxaneyê ez li beþa pirtûkên
bi zimanê kurdî, tirkî, erebî û polonî mêze dikim. Lewre jî
divê ez der barê van zimanan de xwedî agahî bim û van zimanan
baþ bizanibim. Jixwe ez kurdî û erebî baþ dizanim. Li wir
tirkî û polonî dimîne. Ji ber vê yekê jî hatina min a ji bo
Tirkiyeyê ji bo hînbûna zimanê tirkî ye. Niha ez li Stenbolê
di dersxaneyeke taybet de dersên zimanê tirkî dibînim.
Sedemeke din a hatina min jî, xwesteka agahdarbûna li ser çand,
huner û edebiyata kurdî ye. Li hêla din jî li Stenbolê bi
gelek weþanxaneyên tirk û kurdan re ketim nava têkilî û dan
û standinan. Ez bi xwe ji hêla pirtûkxaneyê ve hatime wezîfedarkirin
û þandin.
-Çavdêriyên te yên li Stenbolê jî tê de, tu rewþa
edebiyat û nivîskariya kurdî di asteke çawa de dibînî?
Ez ne wêjenas im û bi rastî jî ev mijareke gelekî mezin û
berfireh e. Lewre jî ez naxwazim di vî warî de mijûl bibim. Lê
heger tu israr bikî, bibêjî îlahî divê tu hin tiþtan bibêjî,
ez hez dikim bibêjim ku di wêjeya me de, beþa kurmancî gelekî
qels û lawaz e. Carinan salek derbas dibe, pênc romanên kurdî
bi dest nakevin. Ji gelekî ku ji 40 milyon kesî pêk tê re, pênc
roman bêguman cihê xemgîniyê ye. Rast e rewþ xerab e, lê di
van salên dawîn de tê dîtin ku hindik hindik be jî, rewþ ber
bi baþiyê ve diçe.
-Em werin ser helbestvaniya te. Ji
bo Goran Haco helbest tê çi wateyê. Ji
kengê ve tu dinivîsî. Kesên ku li pismamê te Ciwan Haco
guhdarî dikin, navê te ji nêz ve dinasin. Ji
ber ku Ciwan gelek helbestên te ku yek ji wan 'Generalê
Tirsonek' e, wekî stran xwendine. Helbestên te ji bilî Ciwan
Haco, ji hêla kê ve wekî stran hatin xwendin?
Navê helbestvaniyê navekî giran û mezin e. Ez xwe wekî
helbestvan nabînim. Lê min çend helbest nivîsîne ez wê jî
înkar nakim. Helbestên ku min nivîsîne jî, wekî te got, ji hêla
Ciwan ve hatine strandin. Heger tu bixwazî ez navên çend ji wan
helbestan bidim ev in: "Generalekî tirsonek",
"Diyalog", "Bera xeynî min bistrên" û çendên
din jî ku Ciwan di kasetên xwe yên kevn de gotine mirov dikare
lê zêde bike. Ez bi xwe ji van helbestên xwe ne razî me û
heta ji min tê ez dixwazim xwe ji wan dûr bikim. Wekî ku destpêka
her helbestvanî heye, ev jî destpêka min bû û hê jî ev
destpêk ji bo min xilas nebûye. Bi tenê ev helbest bi riya
Ciwan hatine belavkirin. Ne wekî pirtûk û ne jî di kovar û
rojnameyan de çap bûne. Jixwe
niyeteke min a wisa jî nîn e.
-Me got helbest ji bo te çi îfade dike. Diyar e ku tu zêde
serê xwe bi helbestan re naêþînî û wekî ku tu jî dibêjî,
tu ji wan ne qayil î. Lê helbestên navborî jî ne helbestên
xerab bûn... Helbest
ji bo te hobî ye çi ye?
Helbest, ji bo her kesî tiþtekî îfade dike. Lê ew helbestên
ku min di wextê xwe de nivîsîn, beriya her tiþtî pêwîstiyeke
demê bû.
-Di gotûbêjekê de te diyar kir ku di destpêka sedsalê
de di navbera entelektueliya kurdî û entelektueliya tirkî de zêde
ferq tunebûye. Gelo tu îro entelektueliya kurdî çawa dinirxînî?
Belê, pirs li ser lêxwedîderketina zimanê kurdî bû. Behsa vê
yekê jî hate kirin. Beriya sedsalê û di destpêka sedsala borî
de bi rastî jî zêde ferq di navbera entelektueliya kurdî û
tirkî de tunebû. Ji ber ku îro ew ferq di navbera me de
firehtir bûye, bareke giran ketiye ser milên me ku em kelepora
xwe, zimanê xwe, çanda xwe ji xilasbûn û tunebûnê rizgar
bikin û bi pêþ ve bibin. Roj bi roj ew ferq jî mezintir dibe.
Sedema vê yekê jî bêguman nebûna dewleta kurdan û pêþketina
dinyayê ye. Navgînên ragihandinê û pêþketinên teknolojîk
jî di vî warî de girîng in. Ji ber ku gava hêlek teknolojiyê
heta dawiyê bi kar bîne, wê ji kesê ku bi kar neyîne pêþketîtir
û xurtir be. Entelektuelî jî ji vê yekê ne dûr e.
Em behsa tirk û kurdan dikin. Li holê îro du çand hene. Yek ji
wan serdest e, ya din bindest e. ‚anda serdest, bi qest û mexsûs
dixwaze çanda bindest winda bike. Yek ji wan tim di bin tehdîdê
de ye û aliyên ku xwe lê bipêçe jî nîn e. Berevajî vê yekê,
îmkan û derfetên di destê çanda serdest de gelekî zêde ne.
-Baþ e Kekê Goran, tiþtê ku tu li gotûbêja me zêde
bikî hebin, kerem bike.....
Wexta ku ez hatime baregeha Azadiya Welat, cihek ji wan cihan bû
ku li Stenbolê bêhna kurdî jê dihat. Li vir her kes bi kurdî
diaxive û her tiþt bi kurdî ye. Mirov li vê derê bi dilxweþî
li xwe dihese. Di rewþeke gelekî dijwar de karekî pîroz li vir
tê kirin. Em wekî kurd û wekî xwendevan bi vê yekê serbilind
in. Pêþketinê
ji we re dixwazim.
*
Ev
gotûbêj di sala 2000’î de li Stenbolê hate çêkirin. Goran
Haco ji bo serdanekî hatibû Stenbolê. Wê demê min li
Rojnameya Azadiya Welat kar dikir. Di serdana Haco bo rojnameyê
de, min li ser navê rojnameyê ev pirs jê kirin û gotûbêjeke
bi vî rengî derkete holê. Divê bidim zanîn ku ev gotûbêj di
heman salî de di Azadiya Welat de hate weþandin. Bêyî ku dest
bidim gotûbêjê, ji bo giringiya zimanê kurdî rapêþî dêhn
û bala we dikim. (S.K)
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org