Helbestvan Gulistan Dêrikî:

‘Pênûsa min li ser kaxez digirî..!’

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com

 

Yekem car li civatên ‘nîgaþî’ (sanal) û nîqaþî rastî navê wê hatim. Ango ew yek ji ‘mûdawîm’ û ‘kevn’ên ‘koçkên kurdî’ yên li ‘Paltalkê’ ye. (Paltalk, yek ji navdartirîn sîteya ‘chat’ê yê cîhanê ye!) Paþê di hevdîtinên ‘Massenger-MSN’ê de em rastî hev hatin. Di van ‘koçk’ û ‘serayên’ kurdewarî de, ligel ku bi dehan nav bikar tîne; zêdetir bi navê ‘Cîcî Terorîst’ hate naskirin û nav da. Wisa bû ku êdî ev nav, derket pêþiya navê wê ya rastî ku li bin wê navê helbestên xwe dinivîse. Belê! Em behsa Helbestvan Gulistan Dêrikî dikin...

Gulistan Dêrikî, yek ji helbestvanên bakurî yên ciwan e. Di sala 1980’yî de li gundekî Dêrika Mêrdînê çavên xwe ji jiyanê re vekiriye. Dibistana seretayî li gund; ya navîn li li bajêr dixwîne. Di 14 saliya xwe de ango di sala 1994’an de ligel malbata xwe derdikeve derveyî welêt. Niha li Bremena Almanyayê jiyana xwe berdewam dike û li heman bajarî li Dibistana Bilind ‘Pedegojiya Civakî û Mamostetiya Zarokên berî Dibistanê’ (Fachoberschule Für Sozialpädagogik) xwendina xwe berdewam dike.

Malperên Tîrêj, Amûdê, Helbestan û Kovara Amara (Köln) çend weþan in ku helbestên Gulistanê lê hatine weþandin. Her wiha wê, bi helbestên xwe beþdarî li Televizyona Rojê jî kiriye.

Xwediya helbesta bi navê; ‘Ez balgîva xwe biguherim tu yê ji bîra min heri!’ Gulistan Dêrikî, ji Bremenê bersiv da pirsên me...

 

******

Gulistan, carinan ez bixwe jî pê dihesim ku tu bi tirkî difikirî, lê bi kurdî dinivîsî. An ez þaþ im?

Ez gelek caran rastî gotinên bi vî rengî têm. Xwendevan bi e-nameyên xwe gotina ku te got, dibêjin. Lê bawer bike ez bi van gotinan xemgîn dibim. Rast e, berê ji ber qelsiya kurdiya xwe, min bi tirkî dinivîsand. Wê demê 14-15 salî bûm. Lê hema bibêje 10 sal çêbûn ku ez bi kurdî dinivîsim. Gava dinivîsim jî, bawer bike ku bi kurdî difikirim!

Tiþtê dixwazim bibêjim ev e; helbesta dinivîsim, her çiqas ji aliyê hevoksazî û rêzimanî xerab bin jî, fikir kurdî ye.

Baþ e Gulê, sedema ku berê te ji tirkî dagerîne kurdî çi bû?

Ahmed Arif e!

Çawa!?  

Her çiqas ez biçûk bûm jî, min fêhm dikir. Di rojnameyan de nîqaþ-nivîsarek derketibû. Tê de dihate gotin ku ‘Ahmed Arif bi tirkî dinivîse, lewre jî helbestvanekî tirk e!’

 

Ne hedê min e ez helbestvaniya Ahmed Arif binirxînim. Jixwe ez bi çavê helbestvanekê jî li xwe nanêrim, carinan hewl didim ji xwe re hinek rêzikan xêz bikim! Lê rastiyek jî heye ku helbestvanek bi çi zimanî binivîse, wî zimanî bi pêþ ve dibe. Ahmed Arif jî, nirxekî kurdan e. Nirxekî mezin! Lê ji ber ku bi tirkî nivîsand, edebiyata tirkî ‘qirase’ kir!

 

Sedem ev e ku min berê xwe ji helbestnivîsîna tirkî da helbestnivîsîna kurdî. Min bi kurdiya xwe ya ‘pînekirî’ ev yek kir! Gelek caran min bixwe jî ji tiþtên ku min dinivîsî fêhm nedikir, ji ber ku kurdiya min gelek qels û lawaz bû.

 

Wekî þair, herî zêde kesên bandor li ser te dihêlin kî ne?

Divê mirov rast bipeyivê û rast bimire! Ji ber ku di destpêkê de min bi tirkî dinivîsand, pirtûka Ahmed Arif ‘Hasretinden Prangalar Eskittim’ (Ji hesreta te min qeydan kevn kir) û çend pirtûkên Nazim Hikmet ji bin balgîva min dernediketin. Her li ber serê min bûn û min ew dixwendin. Niha dîsa jî bi þanazî û bi dilgermî dibim mêvanên wan!

Piþtî ku min dest bi nivîsandina kurdî kir, bala min çû ser helbestên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Seydayê Cegerxwîn. Ev nav gelek tesîr li ser min dihêlin. Rehma Xwedê li wan be, cihên wan bihûþt be

Yekem car helbestekî te di kîjan weþanî de hate weþandin?

du sal berê ev yek pêk hat. Bi navê www.bulican.com malperek hebû. Di wir de beþa helbestê jî hebû. Kê çi biþanda li wir dihate weþandin. Min jî helbesteka xwe ji wê malperê re þand. Bi navê ‘Azadî’ ev helbest hate weþandin.
Ev helbest ji hêla gelek kesan ve eleqeyeke baþ wergirt...

Hestên te yên wê rojê çawa bûn?


Bi rastî hestên tevlihev li min peyda bûbûn. Pir kêfxweþ bûbûm dema ew helbest hatibû weþandin. Rastî kî dihatim min digot; ‘Te helbestan min xwend, di filan derî de derketiye!?’ Li aliyê din ve, ji ber ku min xwe wekî helbestvan nedidît, þerma min jî hebû. Bi amatorî min dinivîsand û her wekî niha jî nêrîna min a li ser helbestê wekî ‘hobî’ bû.

 

Piþtî ku min dît hin kes radibin li ser helbesta min þîroveyan dikin, min zêdetir xwe da helbestê. Helbet hesta nivîsînê, bi ser de jî dema ku tê weþandin gelek bilind e li ba min.


Ji bo helbestnivîsînê dem û psîkolojiyeke çawa ji te re pêwîst e?

 
Gelek nivîskar û helbestvanan diyar dikin ku ji bo nivîsînê ‘îlham’ giring e, dema ew îlham hat, ew dinivîsin. Bi ya min tu dem ne girîng e ji bo helbestnivîsandinê. Cih û dem di dilê mirov bixwe de ye.

Ez bixwe dema diêþim, wexta kêr digihe hestî, wexta dil diþoje û çav digirî, wexta jiyan melûl dibe dinivîsim. Wê gavê pênûsa min li ser kaxez digirî! Gotinên min ji êþê, hevokên min ji hêsiran çavan pêk tên!

Ji van gotinên te ‘jehr’ difûre. Gelo dê tu qet behsa bêjeyên xweþ jî nekî? Wekî nimûne eþq ango evîn?

Ez jî ji goþt û hestê pêk hatime. Min jî dilek heye. Helbet ez jî evîndar bûme wekî her mirovî. Ev yek di helbestên min bixwe de jî diyar e. Li gorî min helbest bixwe evîn e. Evîna min a herî mezin helbestên min bixwe ne! Ji ber ku ew sadiqê evînê ne.

Wateya helbest û hestan ji bo te çi ye?


Wateya helbestê ji bo min barkirina hestan bixwe ye. Biryara wê barkirinê ez didim. Bi kurtebirî bibêjim, helbest pariyek ji jiyana min e. Helbest zaroka min a hê newelidiye! Dema digirî, dizê û derdikeve holê! Her wiha helbest ev rêzik in:

Helbest; kenê Zînê ye wexta li Mem dinêre
Helbest; hêsirên Xecê ye li Sîpanê dibare
Helbest; parîyek ji jiyanê ye her mirov jê têr dibe....


Gulistan Dêrikî siheta te xweþ! Dest û pênûsa te her ter be ji bo hest û helbestê!

Xweþtir, spas ji bo vê fersenda ku te da min...

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org