|
|
- DÎROKZAN
Û LÊKOLÎNER CELÎLÊ CELÎL:
-
- ‘DI
DEMA QIRKIRINÊ DE XWÎNÊ LAÞ LI BER XWE DIBIRIN..!’
-
-
-
- SALIHÊ
KEVIRBIRÎ
- rojnameger@hotmail.com
-
-
-
-
 |
- Celîlê
Celîl; dîrokzan, lêkolîner, folklornasê kurd. Di sala
1936’an de li Erîvana Ermenîstanê hatiye dinyayê. Heta
niha 38 kitêb nivîsandine. Ji wan 20 heb bi zimanê kurdî ne.
Kitêbên wî li zimanên tirkî, rûsî, ermenkî, erebî û
zaravayê soranî hatine wergerandin. Tevî wergeran, xwediyê
59 kitêban e. Gelek berhemên wî yên çapnebûyî jî hene.
-
- Di
sala 1963’yan de, di warê kurdnasiyê de dîplomaya doktorayê
wergirtiye. Di navbera salên 1963 –1993’an de, di Beþa
Kurdnasiyê li Akademiya Zanisti ya Ermenîstanê de wekî
‘zanyarê sereke’ –bi rûsî ‘Starshîy Naûchnîy Sotrûdnîk’;
bi ermenkî ‘Avag Gît Ashxatox’- kar kiriye.
-
- Celîlê
Celîl, piþtî
hilweþîna Yekîtiya Sovyetê, derbasî Ewropayê bû. Niha li
Viyanaya Avusturyayê dijî.
|
-
- Wekî
gelek caran, dîsa li Stenbolê em li hev qesidîn. Min pirsî, Celîlê
Celîl bi rûkenî û nefsbiçûkiya xwe li ser têkiliyên kurd û
ermeniyan, karesat û qetlîama êzîdî û ermenan, siyasetmedarên
kurd ên li Parlemana Ermenistanê, mêrxasên kurdan, rewþa wêjeya
kurdî û mijarên pê re têkildar bersivand...
-
-
- ******
-
- Wekî
kurdekî ku li Ermenîstanê hatiye dinyayê û piraniya jiyana xwe li wê
derê derbas kiriye dixwazim pirsa xwe yî yekem arasteyî we bikim; têkiliya
kurd û ermeniyan ji kîjan serdemî destpê dike?
-
- Di
tarîxê de têkiliya kurd û ermeniyan, ji têkiliya gelên cînar ên
wekî azerî û gurciyan cihêtir bûye. Lewre ev têkilî bi hezarên
salan dom kiriye. Li ser erdê ku ermenî hebûne, kurd jî hebûne. Çanda
kî ji wan xurt bûye, yê din ew hebandiye, parastiye û pejirandiye.
Ji ber vê yekê, li ser axa ku Ermenîstan lê saz bûye de bi
dehezaran ermenî hebûn ku zimanê kurdan bi qasî kurdan baþ dizanibûn.
Hê jî li Hayastanê (Ermenîstan) ermenî hene ku zimanê kurdî baþ
dizanin. Her wiha li ser axa kurdan, ermenî jixweber zimanê kurdî
dizanîn.
- Salihcan,
heger tu hê jî dixwazî em pê de biçin, divê em herin destpêka salên
200’î ya xaçparêziyê. Wê demê împaratorê ermenan Tîgran,
welatê xwe saz dike. Tîgran, di serdema xwe ya herî xurt de, gelê
Kardox jî ku kurd bûne, dixe bin parastina împaratoriya xwe.
-
- Heta
serdema ku îslamiyet belav dibe de jî, ev rewþ berdewam dike. Piþtî
îslamiyetê êdî rewþ hinek xerab dibe. Em baþ dizanin ku gelek
ermenî bûne îslam û winda bûne. Lê her çiqas piraniya kurdan bûn
îslam jî, li ser kok ê esasê xwe man.
-
-
- Li
ser axa Ermenîstanê, gelo tu çax û dewran çêbûne ku kurd, ji ber
nasnameya xwe –tenê ji bo ku kurd bûne- rastî pest, kotekî û
tehdayîyan hatibin?
-
- Di
Ermenîstana Sovyetê de, heta salên 1950-1960’î jî em rastî tu
tehdeyiyan nehatine. Bi her awayî nayê bîra min tiþtekî wisa. Piþtî
ku Ermenîstan ava bû, ermeniyên li dîasporayê ku biryar û gazîkirina
Sovyetistanê vegeriyan ser axa Ermenîstanê. Heger çend tiþtên biçûk
pêk hatibin jî di wan deman de pêk hatine. De tu jî dizanî, di nava
her neteweyî de kesên baþ û xerab hebûne, hene û dê hebin...
-
- Heta
îro jî, ne þexsê min, ne malbata min ji ber ku em kurd bûne li
Ermenîstanê rastî tu zehmetî, pest û kotekiyan nehatine. Berevajî
vê yekê, qedrê mala me di nava civaka ermeniyan de jî, di nava saziyên
dewletê de jî bilind e.
-
-
- Ezbenî
dixwazim ku cenabê te wekî profesor û akademîsyenekî kurd bersiva vê
pirsê bide. Gelo daneyên akademîk hene ku beriya 1915’an û piþtî
1915’an li vî aliyê Arasê û li wî alî Arasê çiqas kurd hebûne?
Wisa diyar e ku piþtî salên 1915’an ku wekî ‘salên karesatê’
têne zanîn, hejmara kurdan li Ermenîstanê zêdetir bûye...
-
- Helbet
dane hebûne. Ji ber ku ev dane ji hêla keþe û papazên ermeniyan ve
hatine kirin, ji ber ku dêrên ermenan xebatên bi vî rengî kirine
hejmara ermeniyan gelek zêde dane nîþandan. Daneyên ewropiyan ji
daneyên ermeniyan cûdatir in di vî warî de. Ermenî her dem hejmara
xwe zêdetir dana nîþandan. Lê kurd beriya salên tehcîrê li aliyê
ermenan gelek zêde bûne.
-
- Di
vî warî de rûs jî ketine nava kêmasiyên mezin. Dema serjimartin
çêkirine, gotine ‘ermenî’ û ‘îslam’, negotine ‘ermenî’
û ‘kurd’...
-
- Wekî
profesorekî kurd dibêjim, hejmara kurdan beriya 1915’an li Ermenîstanê
zêdetir bûne. Ji ber ku piþtî qirkirin (qetlîam) û tehcîrê, bolþevîk
hatin kurd reviyan. Wê demê Ermenistan jî ne Ermenistana îro bû.
Qers, Qaqizman, Îdir di destên rûsan de bû. Di serdema Kazim
Karabekir de, ermeniyên vê derê reviyan çûn Ermenistana îro, kurdên
êzîdî û misilman jî ji aliyê Ermenîstanê derbasî vî alî bûn.
-
- Ermenîstana
îre herêmeke gelek biçûk e. Gelek herêm hebûn azerî zêdetir bûn.
Lê piþtî ku Ermenîstana îro ava bû, ji gelek aliyên dinyayê
ermenî hatin û rêjeya ermenan zêde bû.
-
-
- Kesên
rastî karesat, qirkirin û koçberiyê bûn, ji kîjan êl û eþîrên
kurdan bûn? Ji kijan bajaran hatibûn û li Ermenyayê li ku derê bi
cih bibûn?
-
- Ji
ermeniyan?..
-
- Na
ji kurdan. em behsa kurdan dikin...
-
- Piþtî
karesata ezîdî û ermeniyan, 14 hezar kurd reviyan, xwe li Çemê Arasê
xistin û derbasî Ermenîstanê bûn. 40 hezar derbasî nav azeriyan bûn.
-
- 40
hezar!? Naxwe kurdê nav azeriyan heliyan?
-
- (Dibiþire)
Bi giþtî 300-400 hezar kurdên li Azerbaycanê heliyan, asîmîle bûn
û winda bûn, çûn... kurdên reviyan hatin Ermenîstanê, piraniya
wan êzîdî bûn. Li Gurcistanê kurd di bajaran de bûn. Li gundan zêde
tunebûn. Hejmara wan jî teqrîben, 5-6 hezar an hebûn an tunebûn.
Kurdên li Gurcistanê vê yekê baþtir dizanin.
-
- Welhasilî
kelam, em li Ermenîstanê bi cih û war bûn. Eþîrên kurmancî
(qesta wî kurdên misilman e) jî hebûn. Ji Celaliyan û ji Brûkan
gelek malbat hebûn. Girêdahiyê rûsan bûn, man. Lê ne zêde bûn.
-
- Piraniya
wan li ser Deþta Araratê gund ava kirin. Li Kuçukwerdî, Basargeçyar,
Li Martunê bi cih bûn ku kurd îro li wan deran nemane. Ji seranserê
Wanê, Bedlîsê, Agiriyê hatibûn. Eþîra Cangîr Axa hebû mesela.
-
- Di
Serhildana Þêx Seîd û Araratê de jî gelek malbat û eþîr, ji ber
zilma ‘roma reþ’ reviyan hatin Ermenîstanê. Kurdên misilman,
ligel gundên azeriyên misilman diman. Li Elegezê kurdên êzîdî bi
cih bûn. Jixwe berê jî li derdora Çiyayê Elegezê kurd hebûn. Li
aliyê Talînê kurdên misilman hebûn, ew reviyan çûn. 12-13 gundên
ku kurdên misilman terikandin, hikûmeta ermeniyan kurdên êzîdî tê
de bi cih kirin. 13-14 gundên kurdan, li aliyê Elegezê jî hebûn, ku
hê jî ew gund hene.
-
-
- Çiqas
kes dema xwe li çol, çiya, çem û çiyan xist, bûne qûrbanî û
jiyana xwe ji dest dan? Ji malbata we kesên wisa hebûn?
-
-
-
- Gundê
me Qizilqule ye. Li ser sînorê îro ye, gundekî Îdirê ye. Ýro navê
gund guherandine. Gund û tevahiya derdora ku kurdên êzîdî lê hebûn
reviyan. Sal 1918 bû. Diya min û bavê min li wî gundê Îdirê
hatine dinyayê.
-
- Dema
derbas bûne, gelek winda bûne, nexweþ ketine, mirine. Trajediyeke
mezin e. Ligel ku gelek kes derbasî Ermenîstanê bûne jî, dîsa ji
kuþtinê rizgar nebûne. Kazim Karabekir Paþa, ji piþta Gumriyê ve
çeper li gelê wê derê digire. Çemekî biçûk hebûye li wir. Tê
gotin ku ji ber kesên xwe ji ser pirê avêtine avê û qetlîameke
mezin pêk hatiye, ‘xwînê laþ bi xwe re birine!..’
-
- Qetlîama
êzidiyan wê zêdetir bûya. Lê zavayekî kurdên êzîdî, ku jina wî
êzîdî bûye fermandarekî osmaniyan bûye. Navê wî Evdilmecîd Beg
bûye. Dema dibihîze ku derdor kurd in, nahêle ku qetlîam zêdetir
bibe. Gelek kesan ji mirinê xelas dike lê mixabin ku
dereng hatiye...
-
- Dê
û bavê diya min li wê derê qetil dikin. Hê zarok e sêwî dimîne.
Mamê bavê min Tajdîn, ji hêla leþkerên osmanî ve dîl tê girtin.
Bavê wî, yanî bapîrê min li pey þopa wî dikeve, diçe lê ew jî
venagere. Diya bavê min nedihat bîra bavê min. Feqîrê hatibû serjêkirin.
Meta min Xecê xelas dibe lê ji ber ku zarok in, rojek destên hev
berdidin ew jî winda dibe... (Çavên wî þil dibin, kurtedemek
disekine, paþê berdewam dike). Heta mirinê jî ew keser ji dilê bavê
min derneket.
-
- Ji
malbata diya min û bavê min 70-80 kesan jiyana xwe ji dest daye di
karesatê de. Nexasim ji malbata diya min tu kes nemaye. Serpêhatiyeke
kezebþewat bibêjim ji te re; meta bavê min, bavê min xelas dike.
Gava av radibe, kur û qîzeke wê hebûye. Destê qîza xwe berdide, bi
destê kurê birayê xwe digire û her du kuran derbas dike.
-
-
- Rayedar
û berpirsên hûkmî ên wê demê rûs bûn. Rêveberiya rûsan û gelên
ermen pêþwaziyeke çawa li we kirin? Pê ve girêdahî, kurdbûn li
ser axa Hayestanê tu caran bû bela serê we?
-
- Dema
Sovyet çêbû, rêveber ne tenê rûs bûn. Ji hemû miletan rêveber
hebûn. Li Ermenîstanê ermenî bûn. Ermeniyên ku ji qetlê xelas bibûn
gelek ji kurdan hez dikir. Ligel ku ermen jî gelek belengaz û xizan bûn,
dîsa jî piþtevaniya kurdan dikirin. Diya min digot; ‘Gava dibû êvar,
di hewþa ermeniyekî de tenûr hebû. Em diçûn ber tenûrê, me serê
xwe datanî em radiketin. Nan didan me, me malên wan paqij dikir!’. Hêsîrî
bûye...
-
-
- Di
sed salên dawî de statûya kurdan, li Ermenîstanê di çi astê de
ye?
-
- Vê
dawiyê ermenî wisa kirin ku statû nehiþtine. Kapîtalîzm wisa hat
ku dibêje ‘here xwe biparêze, li çara serê xwe bigere!’ dibêje
serbest î çi bikî. Rojnama xwe derxe, saziyan ava bike, lê bi derfetên
xwe bike! Ê dema mirov birçî be, dê çawa jiyana rewþenbîrî xurt
bike? Berê pir baþ bû... heta salên 1960’î tu problem tunebû,
statûya kurdan baþ bû. Piþtî ku Kruþçev hat, hinekî azadî da.
Ji ber ku Stalîn, neteweperestî qedexe kiribû. Gelek kes hatibûn
sirgûnkirin ji ber ku kurdîtî dikirin. Dema Nikita Kruþçev,
axaftinek kir û doz li rewþenbîran kir ku li ser bingeha xwe dikarin
xebatên rewþenbîrî bimeþînin, hinek rê vebû. Lê dîsa jî di
Sovyetê de kesî newirîbû li ser neteweyetî karên xwe bike. Di dema
Brejnev de êdî bû bazar...
-
-
- Di
jiyana akademîk û rewþenbîrî de, ermeniyan derfetên çawa bo
kurdan dane afirandin?
-
- Têkiliyên
ermeniyan û kurdan taybet e. Di dostaniya xwe de gelek nirx didan çanda
me. Perîþaniya me didîtin. Gava Sovyet hate avakirin, gelek rewþenbîrên
ermenî hebûn ku çand, huner û zimanê kurdan baþ dizanibûn.
Xizmeta zimanê kurdan kirin. Rojnameya Riya Teze avakirin di sala
1930’yî de. Avakar û xebatkar di destpêkê de ermenî bûn, paþê
kurd hatin rojnameyê. Di salên 1950’yî de radyo vekirin ji bo
kurdan, ocaxên çandî vekirin, kitêb çapkirin li ser kurdan.
Yekitiya Niviskarên Kurd dane avakirin. Dema tu komarên cînaran
bidî ber hev, di warê xizmeta ji bo kurdan de ferqeke mezin derdikeve
holê. Hinek maf zêde dikaribûn bidana nedan lê dîsa dengê me hebû,
qedrê me hebû. Me kurdîtiya xwe bêtirs diparast. Kurd di doza xwe de
gelek xurt bûn, lê hinek bêtifaq bûn...
-
-
- Di
jiyana rojane de têkiliyên kurd û ermeniyan çawaye? Kurdek dikare
bibe her tiþt? Mesela kurdek dikare bibe serokomar, serokwezîr?
-
- Na
nikare bibe her tiþt. Ez bawer nakim kurdek bikare rojek bibe serokwezîr
û serokomar. Lê di dema berê de wezîrên kurd hebûn...
-
-
- Kî
bûn?
-
- Nado
Mahmûdov wezîr bû. Wezîrê çandîniyê bû. Salên 1950-60 filan bû.
Kurdekî misilman bû. Parlamenter hebûn. Yek ji wan Mîroyê Esed bû
ku kurdekî êzîdî bû. Siyabend Siyabendov hebû. Mêrxasekî Þoreþa
Sovyetê bû. Bavê Sîma Siyabend (Semend) e. Wekî din wezîfeyên baþ
bi dest xistin, bi taybetî jî di navbera salên 1930-1960’î de. Lê
niha kurd êdî hinek zehmet e werin ser karên mezin. Carek Levon
Petrosyan (Serokdewletê berê) wiha gotibû: ‘Em kêfxweþ in ku em bûne
dewleteke unîter!’ bi ya wî ew tiþtekî baþ e, lê ev yek ji bo
her miletî tiþtekî ne baþ e... Îro azadiyeke vala heye li Ermenîstanê.
-
-
- Di
nava kurd û ermenan de zewac heye an na?
-
- Hene
lê hindik in.
-
-
- Di
warê edebî de jî kurdan ji xwe re qadek afirandin. Giraniya edebiyata
nivîskî ya kurdan li Ermenistanê çawa þîrove dikî? Çiqas kovar,
rojname û kitêbên kurdî bi zimanê kurdî an bi zimanên din
derketine?
-
- Di
warê çand û edebê de kurdên Ermenîstanê gelek
bi pêþ ketine. Bi taybetî þiîr û roman gelek xurt e. Bi
zimanê kurdî bi sedan kitêb derketine heta niha. Em behsa wergeran
nakin. Heger em behsa wergerê bikin hejmareke gelek mezin derdikeve holê.
Bo rûsî bo azerkî hatine wergerandin. Kovar derneketin. Weki rojname
ji Riya Teze derket ku ev 77 sal in derdikeve...
-
-
- Di
Sovyeta berê û Ermenîstanê de þovalye ango mêrxas3en kurd hene
gelo ku dewletê bixwe jî pejirandiye?
-
- Her
kurdek mêrxasek e! (em dikenin). Gelek betal û mêrxasên kurdan di Þerê
Cîhanê yê Duyemîn de xuya bûn. Yek ji wan Siyabend Siyabendov e ku
madalyaya mêrxasiya bilind standiye. Ew mêrxasê Sovyetê bû. Wekî
din gelekên din hebûn ku bi singê wan ve gelek madalya hebûn. Di
merasîmên ‘altýndariyê’ ku 9’ê gulanê çêdibin de, gelek mêrxasên
kurd jî beþdar dibin û dimeþin...
-
- Xalid
Muradoviç Çetoyev li ser vê yekê kitêbek çap kir. Bi navê ‘Kurd
û Þerê Cihanê yê Duyemîn’. Di kitêbê de behsa mêrxasên
kurdan dike.
-
-
- Li
gorî te di qetlîamê de tiliya kurdan heye gelo?
-
- Ji
berê heta niha kurd hebûne ku piþta dewletan girtine. Lê bi ya min
hatin lîstikê, bi wan hate lîstin. Lê ez ne li ser wê fikrê me ku
dibêjin, kurdan jî weke tirkan kir. Wekî dîrokzanek dibêjim ku rola
kurdan di þerê cîhanê yê yekemîn de bi awayeke objektîf nehatiye
vekolandin. Divê bê vekolandin. Yekalî hatiye nîþandan. Nifþên tên
divê li ser vê yekê rawestin...
-
-
- Motîvên
kurdan di edebiyata ermenan de û motîvên ermen di edebiyata kurdan de
çi ne?
-
- Hene.
Gelek in. Edebiyata Kurdî li ser bingeha bav û kalan bi pêþ neket.
Li ser folklorê pêþ ket. Ji folklora kurdî gelek motîv hene ku bûne
nexþ û nîgara edebiyata ermenkî. Mesela ‘Lûr de lûr’ heye,
‘Memê û Eyþê’ heye, ‘Siyabend û Xecê’ heye. Carinan qebûl
dikin ku ji kurdan anîne, lê carinan jî nabêjin mixabin. Li ser rûdinên.
Ermenî, Siyabend dikin ermenî, Xecê jî dikin kurd. Hovhannes Þiraz
li gorî xwe þirove kiriye û berhemekî mezin e di nava ermeniyan de.
Li dijî vî camêrî, bavê min Casimê Celîl nivîsandiye, lê hê çap
nebûye. Kurd di wê destanê de bi nebaþî hatine nîþandan. Di warê
gelêrî de, tiþtek ji wan re xweþ were, ji sedî 90 li ser navê xwe
formûle dikin. ‘Lorke lorke’ heye, ‘Nexþê Mîrzo’ heye ku li
ser navê xwe çêkirine, lê motîfên kurdan in.
-
-
- Dengbêjî
di nava ermeniyan de jî heye?
-
- Na,
dengbêjî tuneye di nava ermeniyan de. Ji kurdan hîn bûne û bi kurdî
strane. Dengbêjên ermenî ku bi kurdî strane hebûne. Hovhannes
Badalyan hebû, Karapetê Xaço hebû, Aramê Tîgran heye. Hovhannes
Badalyan, ermeniyekî ji Îranê bû. Bavê min anî radyoyê û dengê
wî girt. Dostekî kurdan bû. Dengbêj Îskender hebû (Hovsepyan
Hovhannes), dostê min bû. Ji Reþkotana Biþêriyê bû. Ohanyan Îsraîl
hebû, jê re Apê Îso digotin. Ew jî ji Reþkotan bû.
-
-
- Kesê
ku li ser kurdan nivîsîne, wekî rewþenbîr, kompozîtor û nivîskar?
-
- Garo
Zakaryan heye, Romanos Melikyan heye, Samson Gasparyan heye. Ev kompozîtor
in û bi çavê dostanî xizmeta kurdî dikirin. Avetîk Îsahakyan hebû,
lêkolîner bû, dostekî kurdan bû. Raffi heye, Dêrênîk
Dêmirciyan,
Sîraz, Soxomon Taronçi, Sarmên. Ev camêrên hanê di nivîsar û lêkolînên
xwe de behsa kurdan gelek kirine. Ev dostanî heta niha jî berdewam
dike.
-
-
- Mamoste
Celîlê Celîl, spas bo vê sohbeta xweþ û bersivên te. Malî ava...
-
- Avatir,
Salihê bira...
-
-
-
-
-
|
|
|