NIVÎSKAR-HELBESTVAN KONÊ REÞ:
 
‘KURDÊN BAKUR KOKA DARÊ NE Û EM ÞAXÊN WÊ DARÊ NE!’
 
 
SALIHÊ KEVIRBIRÎ
 
 
 
 
Navê wî yê rasteqîn Selmanê O. Abdo ye. Lê piraniya kurdan wî bi navê Konê Reþ dinasin. Konê Reþ, navê wî yê edebiyat û nivîsandinê ye.  Di sala 1953’an de li gundê bi navê ‘Doda’ ku dikeve navbera Amûdê-Qamîþloyê hatiye dinyayê. Ji malbateke kurdperwer, zimanhez û ronakbîr tê.
 
Salên dirêj e ku daye pey ziman, folklor û toreya gelê xwe. Li gorî bilêvkirina wî, heta niha di 43 kovar, rojname û belavokên kurdî de nivîsiye/dinivîse. Piþtî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Tîrêj, Keleþ û Rezoyê Osê; kesê pêþîn e ku li Binxetê bi zimanê kurdî nivîsandiye. 
 
Konê Reþ, xwediyê kovara ‘Gurzek Gul’ (1989-1992 /Qamîþlo) bû. Tevî A. Baqî Huseynî, heta hejmara 10’an, paþê wî bi tena serê xwe berpirsyariya kovarê kir.
 
Wî heta niha gelek xelat wergirtine. Di sala 1998’de, bi boneya -100’emîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî- Xelata Zêrîn’ ji Hikûmeta Kurdistanê wergirtiye.  Her wiha di sala 2000’î de, ji hêla Wezîrê Rewþenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felekkedîn Kakayî ve, bi helkeftina Festîvala Cizîrî li Duhokê hatiye xelatkirin. Di avrêla 2006 an de, li Festîvala Bedirxan a sêyemîn de – Hewlêr- xelata festîvalê stand. Di sala 2004’an de jî, xelata Festîvala Bedirxan a yekemîn –Silêmanî- standibû.
 
Konê Reþ, wekî yek ji helbestvanên cîhanî ‘Poetas del Mundo’ hatiye destnîþankirin. Di nav 8 helbetvanên Kurdistanî de jê re rûpelek hatiye vekirin. Hêjayê gotinê ye ku yekemîn car e, navê Kurdistanê li cihekî cihanî bi helbestvanên xwe, di nav dewletan de bilind dibe hatiye nîþandan. Ji bo agahiyên berfireh, bifermin bitikînin: www.poetasdelmundo.com
 
Berhemên Konê Reþ ên çapbûyî:
Serpêhatiyên Mîran (1), Beyrût 1991.
Mîr Celadet Bedir-Xan, bi erebî Þam 1992, bi kurdî Stokholm, 1997.
Serhildana Sasonê, 1925-1936, Þam 1995.
Osman Sebrî, 1905-1993, Þam, 1997.
Komela Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Þoreþa Araratê, Hewlêr, 2000.
Pirtûka Qamiþlo, lêkolîn bi erebî, Stenbol 2003 û Heleb 2004.
Welato, helbest, Beyrût, 1998.
Dergehê Jîn û Evînê, helbest, Beyrût, 2001.
Cûdî Çiyayê Miradan, helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm, Þam 2004.
Dara Çinarê, helbest, wergerandina Îmad Elhesen, Þam 2006.
Sîpan û Jîn, I. Beyrût, 1993.
Þagirtê Bedirxan im, helbestên zarokan: II. Beyrût, 1996.
 
  
Konê Reþ Endame PEN’a Kurd e ku navenda wê li Almanyayê ye. Bavê pênc zarokan e, li bajarê Qamiþlo tevî malbeta xwe dîjî.
 
Li ser edeb û wêjeya Kurdî ya Baþûrê Rojavayê Kurdistanê, tesîra Bakurê Kurdistanê ya li ser mijara gotinê,  helwesta Dewleta Suriyê ligel weþanger, edîb, nivîskaran û dabaþên pê re têkildar me pirsî, Konê Reþ bersivand...
 
 
***
 
 
Ezbenî ji kerema xwe re ji me re behsa pêvajoya edebiyata kurdî li Baþûrê Rojava bike.
 
Li Baþûrê Rojava (Kurdistana Suriyeyê) pêvajoya edebiyata kurdî ya nivîsandî, ji weþandina Kovara Hawarê destpê dike. Kovara ku Mîr Celadet Alî Bedirxan di sala 1932’yan de li Þamê diweþand û di nav kurdên Cezîrê de belav dikir.
 
 
Helbet rabirdûyek hebû ku tesîra xwe li Bedirxaniyan jî kiribû, ne wisa?
 
Helbet wisa ye! Akam û bandora yekem ya vê pêvajoyê, bi saya dîwanên Melayê Cizîrî û Mele Ehmedê Xanî; her wiha bi saya tekiyeyên olî bû ku li bajar û bajarokên Cezîrê belav dibûn, þayanî gotinê ye. Heger em van tekiyeyan bi nav bikin, dê ev nav derkevin pêþ: Xizna, Til Merûf, Hilwe, Êndîwerê, Amûdê û Qamiþlo. Li hêla din, rol û akama dengbêjan pir mezin bû di parastina zimanê kurdî de: Silo Koro, Omerê Kor, Demir Elî, Mala Þêxê Nado, Mala Remo û hwd. Piþtî wan, rola nifþekî din hat meydanê. Wekî; Rifetê Darî, Aramê Dîkran, Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Þêxo û gelekên din, peyva kurdî ya resen di nav têlên tembûr û dengê xwe de parastin.
 
 
Piþtî wê pêvajoya ku te behs kir, navên ku derketine û derdikevin pêþ kî ne?
 
Piþtî vê qonaxê rola pênûsan tê. Pênûsên ku beþdarî di ronîkirina rûpelên Kovara Hawarê de kirin: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nûredîn Zaza, Mele Ehmedê Namî, Reþîdê Kurd û gelek kesên din. Mixabin piþtî ku Kovara Hawarê rawestiya, gelek kesan ji van rewþenbîr û helbestvanan dev ji karê wêjeyî berdan û dest bi siyasetê kirin. Hin ji wan jî, ji ber tirsê dev ji karê xwe berdan. Ji bo hin kesan jî feqîrî û belengazî bû kelem. Lê Cegerxwîn ji ber akama êþ û birînên miletê xwe, biberdewamî di afirandina xwe de karkir. Bi wêrekîbûn, bêtirs û bêxem meþiya û giha ku derê û nivîsand.
 
Bi vî awayî em digihîjin nifþê meleyan ku ketin bin bandora Melayê Cizîrî, Melayê Xanî û Feqiyê Teyran. Ew kes jî ev bûn: Mele Nûrî Hesarî, Mele Ehmedê Paloyî, Mele Ehmedê Zivingî, Mele Ebdilselamê Nacî, Mele Tahir, Þêx Ehmedê Þêx Salih û gelekên din. Piþtî vî nifþî em digihîjin van helbestvanan: Tîrêj, Yûsif Berazî, Omerê Leilê, Keleþ, Rezoyê Osê, Derwêþê Derwêþ û ez Konê Reþ.
 
Li vê derê mamoste Cegerxwîn hewl da ku valahiya Hawar û Ronahiyê dagire. Lewre di sala 1968’an de dest bi weþandina kovara Gulîstanê kir. Piþtre di sala 1979’an de, di bin þîreta Osman Sebrî de, Mecîdê Haco û Mele Tahir kovara Gelawêj derxistin. Mele  Hesenê Kurd kovara Agahî di sala 1980’yî de weþand. Mixabin tevahiya van kovaran di  weþandina xwe de berdewam nekirin.
 
 Di destpêka sala 1980’yî de, karwanên rewþenbîrî ji Kurdistana Bakur û Baþûr ji ber zilm, zor û sitemkariyê xwe berdan nav Baþûrê Rojava û li vir qonaxeke din lîst. Gelek ji qamên entelektuelên kurd, bi xwendina bilind xwe berz kirin. Hingê wêjeya Kurdî ji nûve vejiya û geþ bû. Her wiha bi rengekî taybet piþtî vegera rewþenbîrên ku li derveyî welat dijiyan, bi rêka weþandina Kovara Stêr, civiyan û ji bo berzkirin û eþkerekirina dengê wêjeya Kurdî bi saya kesên wekî Rezoyê Osê û Zagrosê Haco ku kursên zimanê kurdî li nav rewþanbîrên Cizîra Binxetê vekirin. Ji aliyekî din ve Kovara ‘Pêþeng’ bi zimanê Kurdî; rojnameya ‘Gel’ bi zimanê Erebî ji rex þehîdê nemir Samî Ebdirehman ve hatin weþandin. Roleke berbiçav ya romanivîs Bavê Nazê heye mesela. Bi taybetî romana ‘Çiyayên bi Xwînê Avdayî’...
 
   
Ji salên 1990’î û vir ve em pêrgî qonaxeke nû tên. Her wekî li Bakurê Welêt, salên 90’î li Baþûrê Rojava jî ronesanseke edebî bi xwe re tîne. Ne þaþ im bawer im?
 
Heta asîmana mafdar î, rast e û di cih de ye gotina te Salih... Bi salên 1990’î re, qonaxeke nû xwe diyar kir. Hingê ev nivîskar hatin xuya kirin: Rezoyê Osê, Konê Reþ, Derwêþê Derwêþ, Ferhadê Îçmo, Dildarê Mîdî, Xelîlê Sasûnî, Hadî Behlewî, Ebdilbaqî Huseynî, Qado Þêrîn, Ferhad Çelebî, Mihemed Þêxo û Hefîz Ebdireheman, Seydayê Tîrêj, Dr. Mihemed Bekiro, Salihê Heydo, Mehmûd Sebrî, Dr.Mihemed Bekiro, Rêwî û Ebidrehman Alûcî, Yûsifê Berazî, Lawkê Hajî û Dîlan, Xemgînê Remo, Fethela Huseynî û Mahîn Þêxanî. Li bajarê Amûdê; Deham Ebidilfetah, Helîm Yûsiv,  Mala Huseynî. Li bajarê Tirbespiyê; Tengezarê Marînî, Kamîran Haco, Zagros Haco, Ezîz Tûma û Hoþeng Biroka. Li bajarê Dêrikê; Ehmedê Þêx Salih. Li Êndîwerê Omerê Leilê û Salihê Cango.
 
Kurdên ku bi zimanê erebî dinivîsin û di nava ereban de jî baþ têne naskirin kî ne gelo?
 
Di serî de Selim Berekat heye. Camêr xwedî navekî pir bilind e di nava tevahiya ereban de. Mîna Yaþar Kamalê kurdên bakur e! Navê din jî ev in: Taha Xelil, Luqman Dêrikî, Dr. Serbest Nebî, Dr. Farûq Îsmail, Ibrahîm Elyûsiv, Ehmed Ismaîl, Mihemed Afif Huseynî, Xalid Cemil Mihemed, Hewas Mahmud, Mihemed Qasim (Ibin Elcizîre), Ibrahîm Mehmûd, Meþal Temo, Cemîl Darî, Munîr Xelef, Edîb Hesen Mihemed, Abdulrehman Alûcî.
 
 
Helwesta Dewleta Suriyê ligel weþanger, edîb, nivîskaran ji helwesta ku nîþanî gelê ji rêzê ne cuda ye bawer im. Bo nimûne kovarek, rojnameyek, kitêbek di nava þert û mercên çawa de derdikeve?
 
Salihê Delal; hema bi kurt û kurmancî bibêjim. Bawer bike ku li Sûriyê tu þert û mercên weþangeriyê tuneye. Ji bo weþangeriyê bikî, divê di xizmeta Partiya Baas de bî. Weþangerî ji Baas re tê kirin. Sebaretî me kurdan di destpêka salên 1990 û virde, hinekî çavgirtin ji çapkirina pirtûkên bi zimanê kurdî re hate pê. Di wan salan de gelek dîwan, kovar, pirtûk hatin çapkirin. Ew jî bi dizî û heger bihatina girtin cezayê wê mezin bû. Me tevan pirtûkên xwe di rêka çend kesên kurd -ku malên wan li Þamê bûn û çapxane nas dikirin- çap dikirin. Wan jî li gorî kêfa xwe pere ji me distandin. Ango bazirganiya zimanê kurdî dihate kirin.  Ev çend sal in ku yasayên çapemeniyê yên nûh li Sûriyê derketine. Bi van yasayan, ew rêka biçûk jî ji ber me hate girtin.  Ji neçarî em çavê xwe berdidin Baþûrê Kurdistanê, Ewropa û Stenbolê. 
 
Bi baweriya min, li Binxetê gelek asteng û arîþe li pêþ weþangeriya kurdî hene. Weþangeriya kurdî li Binxetê, bi qedexebûna zimanê kurdî û demokrasiyê ve  girêdahî ye. Çendî demokrasî konê xwe vegire û qedexebûna zimanê kurdî rabe, wê weþangeriya me jî, li pêþ bikeve. Em li hêviya wê rojê ne. Ew roj nêzîk dibe!
 
 
Hûn kurdên li Suriyê tîpên latînî bikar tînin. Lewre jî kurdekî bakurî, ji kurdekî baþûrî zêdetir ji we fêhm dike. Li ser zêdebikaranîna alfabeyan di nava kurdan de fikra te çi ye?
 
Xweþ e ku ez bi gotinekî Mîr Celadet Bedirxan dest bi bersiva pirsa te bikim: ‘yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de, gava pêþîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin..’  (Hawar, hej. 10, sal 1932)
Di sala 1932 an de, Mîr Celadet Bedirxan kovara xwe Hawarê li Þamê, bi tîpên latînî weþand û naveroka wê bi berhemên nivîskarên kurmancan û soranan xemiland. Hingê Celadet, li yekîtiya Kurdan digeriya. Ji ber ku wî, yekîtiya kurdan di yekîtiya ziman de didît. Helbet yekîtiya ziman, di yekîtiya tipan de ye. Li Afganistanê mêze bikin; ji ber pirzimaniya gelên Afganistanê û nebûna zimanekî standard, yekîtiya Afganistanî têk diçe. Pakistan jî mîna wê, ji ber pirzimaniya axaftina tê de, biryar hate standin ku zimanê îngilîzî bibe zimanê fermî ji dewletê re.
Ji bo me  kurdan, ne xem e ku kurd du celebên tîpan bikar bînin. Lê cihê daxê ye ku celebek li ser hesabê celebekî mezin û girs bibe.  Xuya ye ku Mîr Celadet Bedirxan 75 sal berî niha; bi tena serê xwe, bê dewlet û hikûmet bîra vê rojê dibir.
Em bibêjin nebêjin cudahiyek di navbera me û birayên me yên kurdên soran de heye. Tevî ku ji çend salan ve ew bi piranî tîpên erebî bikar tînin, kovar û rojnameyên wan rojane bi zimanê kurdî têne weþanadin.  Em bi wan serbilind in, lê kela dilê me kurdên bakur û baþûrê rojavayê welêt hênik nekirine. Lewre me kesayetiya xwe di wan tîpan de ne dîtiye.
 
Ji ber ku em zarokên Melayê Cizîrî ne, zarokên Ehmedê Xanî ne, zarokên Mîr Miqdad, Mîr Celadet, Dr. Kamîran û Ebdulrezaq Bedirxan in, em zarokên rojnameya ‘Kurdistan’a dayik in, em zarokên Kovara ‘Hawar’, ‘Roja Nû’, ‘Ronahî’ û ‘Stêr’ in, em zarokên wan tîpên ku Mîr Celadet Bedirxan ji me re danîne.  Em zarokên Enwerê Mayî, Mûsa Anter, Adîp Karahan, Salih Elyûsifî, Husên Deniz, Qedrî Can, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Goran in ku rojnameyeke rojane bi zimanê kurdî, tîpên latînî ji wan re xewn û xeyal bû.
 
Îro em dilþad û bextiyar in ku piraniya kurdan berê xwe dane nivîsandina bi zimanê kurdî tîpên latînî. Bi vê helkeftinê ev gotina Mîr Celadet Bedirxan, bi xurtî xwe tîne ser zimanê min: ‘Kuro! Eyb e, þerm e, fihêt e!.. An hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin an nebêjin em kurd in...’
 
 
Li ser edebiyata kurdên bakur çi difikirî?
 
Her dem û gav kurdên bakur dimînin koka darê û em þaxên wê darê ne! Rastiyek e ez dibêjim, rastiyeke dîrokî ye. Ew rastî di çîroka Fuad Temo û kovara Rojî Kurd, sala 1913 an de xweþ xuyaye. Di þoreþa rojnamegeriya Bedirxaniyan û berhemên wan de belû ye. Di afirandinên Cegerxwîn, Osman Sebrî, Musa Anter, Edip Karahan û Qedrî Canê Dêrika Ciyayê Mazî de eþkere ye. Keko ez ne bawer im ku di tevahiya cihanê de þerê zimanekî hatibe kirin, wekî ku þerê zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê de hatiye kirin..
 
Tevî rewþa xerab û dijwariyên bêpîvan ên nedîtî, roja îro edebiyata kurdî li bakur, bi xurtî li ser lingan e. Nexasim ji sala 1980 û vir ve. Ez dikarim bibêjim ku ew edebiyat li sirgûnê geþ bûye. Tevî hewldanên Apê Musa Anter û Edip Karahan.
 
Erê! li sirgûne Edebiyata Kurdî ya bakur ketiye qonaxên nû. Afirandin durêzî hev bûye û niviskarên binirx û cidî di warê kurdewariyê de serê xwe bilind kirine wek; Mahmûd Baksî, M. Emîn Bozarslan, Mehmed Uzun, Malmîsanij, Rohat Alakom, Laleþ Qaso, Rojen Barnas û gelek navên din. Bi baweriya min, di salên 1990’î de careke din Stenbol bûye navenda rojname, kovar û edebiyata kurdî. Ango wekî salên 1908-1919’an, di destpêka salên 1990’î de bi navê ‘Welat’ yekemîn rojnameya kurdî bi tîpên latînî li Stenbolê hatiye çapkirin. Her wiha gelek kovar jî hatine çapkirin. Wekî nivîskar û xemxurekî zimanê kurdî, min edebiyata kurdên bakur di rêka çapemeniya wan de þopandiye. Kêfa min gelekî ji nivîskar, helbestvan û rojnamevanên wan re hatiye ku tu yek ji wan î Kek Salih... Nivîsên wan li ber dilê min xweþ in. Lê mixabin ku nivîsên beþekî ji xort û ciwanan, tevî spasiya min ji wan re, di warê ziman ango peyvên kurdî yên resen de feqîr in. Ya xerab ku bi tirkî difikirin û bi kurdî dinivîsin. Lê rastiyek jî heye ku ez dilbijokê çelengiya wan im....
 
 
Hevnasiya te bi Osman Sebri û Seydayê Cegerxwîn re jî çêbû. Rola wan di edeba kurdî de çawa dinirxînî?
  
 Di sala 1984’an de Apo Osman Sebrî pirtûkeke bi navê ‘Çar Leheng’ li Þamê çap kir. Hingê min ew nas kir. Berê jî li ser gotinên Mamoste Cegerxwîn min nave wî dibihîst. Vêca her ku ez diçûm Þamê, min riya xwe pê dixist, min li gotin û pendên wî guhdarî dikirin. Wî jî, ji me re digot; ‘Ez ji nav welatiyên xwe nalivim An Kurdistan an  goristan!’  
 
Di wan deh salên dawîn de, mala wî ya li li Þamê ji kurdan re bibû wekî qiblegehekê. Nemaze rewþenbîr û welatparêzan, xwe li mala wî digirt, piraniya wan hevpeyvînan pêre çêdikirin û bîranînên wî tev didan.
   Hingê Apo Osman hin bi hin li xwe diþikand, pîrbûnê zoriya wî dibir, lê di cewherê xwe de her ew wek xwe bû. Têkoþerekî serbilind bû. Xemxur û zikêþê gelê kurd û zimanê kurdî bû. Ew navekî sereke û belû ye di nav tevgera rizgarîxwazî ya gelê kurd de. Tevî ku wî kovarên Bedirxaniyan bi berhemên xwe dixemiland, her wekî siyasetmedarekî kurd derdikeve pêþ. Bi tenê rola wî di warê fêrkirina zimanê kurdî de hebû, lê wek helbestvan tu bandora wî tunebû. Bi van salên dawiyê ji nû em bi giringiya helbestên wî hesiyan.
Ji mêj ve min mamoste Cegerxwîn nas dikir. Naskirineke ji dûr ve.  Heta ku here Swêdê, gelek caran pê re rûniþtim. Bê guman Cegerxwîn rolek mezin di helbesta kurdî de lîstiye. Em bibêjin nebêjin ew bûye ‘stûneke zêrîn’ li ser zîlana helbesta kurdî û di her çar perçan de digere. Di wê heyama xerab de ku zimanê kurdî qedexe bû û kesî newêrîbû bigota kurd û ereb an kurd û tirk bira ne, Cegerxwîn helbest bi kurdî diafirand û bi mêranî û dengekî bilind helbestên xwe di nav gel de digotin û belav kirin. Ta radeyekê ku nexwendiyan helbestên wî ezber kirin û di civatan de gotin. Hêjî wek wan kesan peyda dibin mîna Salihê Silo û Hesenê Gemo.
Ji rexekî din ve, Cegerxwîn þagirtekî zîrek bû ji þagirtên Þêx Ehmedê Cizîrî. Ev þagirt bû pirek di navbera helbesta kilasîk û nû de. Ango Cegerxwîn kevin û nû yên me bi hev re girêdaye.
 
Hêja Konê Reþ, malî ava ji bo van bersivên têrtije û xweþ!..
Avatir Kek Salih. Spas ji bo ku te ev derfet da min...
 
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org