Xwediyê
Ferhenga Kurdî-Tirkî ya ji 166 hezar peyvî pêk tê
Zana
Farqînî:
“Nêçîrvaniya Peyvan hiseke xweþ li min peyda dike!”
![]() |
![]() |
![]() |
|
***
Sedemên ku tu dest biavêjî xebatên li ser zimanzanî û ferhengê çi bûn?
Hewes
û eleqeya min a bi Kurdî re, heta demên dibistana seretayî diçin.
Wan deman, berhemên Kurdî yên bi tîpên Erebî hebûn, lê min ew
nikaribûn bixwenda. Ji ber ku min ji alfabeya Erebî fehm nedikir. Min
ji xwe dipirsî ku çima berhemên Kurdî yên bi alfabeya Latînî nîn
in. Li derdora min jî kesên xwenda û zana hema bibêje tune bûn ku
bersîv bidana pirsên min û dilê min rihet bikirana.
Min
xwe bi xwe dest pê kir ku bi alfabeya Tirkî ya Latînî hin tiþt bi
Kurdî binivîsînim. Lê ji ber hin dengên Kurdî di alfabeya Tirkî
de tune bûn, ev miradê me di ber me de ma, em bi ser neketin. Lê min
ji kesên li derdora xwe dipirsî ku ka alfabeya Kurdî ya Latînî heye
tune ye. Em kurt lê bixin, piþt re em pê hisiyan ku hem alfabe û hem
jî rêzimana Kurdî heye. Îcar, ji ber qedexetiya zimanê Kurdî,
demeke dirêj em ji van berheman mehrûm man, me nikaribû xwe bigihanda
wan.
Kitêba
pêþîn a Kurdî ku kete destê min, Mem û Zîna nemir Ehmedê Xanî bû.
Di sala 1982’yan de, ew jî bi tesadûfî. Te dît hûn jî dizanin ku
M. Emin Bozarslan, tîpguhêziya wê kiribû. Ji alfabeya Erebî ya Kurdî
zivartibû alfabeya Latînî ya Kurdî. Bi vê yekê jî nemabû berhem
li zimanê Tirkî wergerandibû. A ev berhema hanê, ji bo min bû xala
werçerxê. Ew roj îroj e, pirtûkên bi Kurdî ji destê min nakevin.
Pêþî
me bi meraqkirina zimanê xwe, dest pê kir. Mebesta me hînbûn bû. Paþê
êdî hînbûn têr nekir, a rast min jî qîma xwe êdî bi hînbûnê
tenê neanî. Bere bere bi xwendin û lêkolînên li ser zimanê Kurdî,
em jî gihiyan qonax û merhaleyekê. Me hem xwe di warê rêziman ango
gramêrê de bi pêþ xist û hem jî me gencîneya xwe ya peyvan zengîn
û dewlemendtir kir. Bi van cure xebatan, ên wekî xwendin, lêkolîn
û lêgerînan em hatin astekê.
Heval
û dostên min, kesên li derdora min, tim ji min re digotin ku
behremendiya (qabiliyeta) te der barê zimanê Kurdî de heye. Lê ez vê
bibêjim, ev rewþ hinek jî ji hewcedarî û pêdiviyan qewimî.
Mesela, eger min bizanibûya ku ez dê bi ziman bilî bibim, pê mijûl
bibim, min dê perwerdehiya xwe ya bilind li ser vî warî bikira. Lê
min beþa civaknasiyê (sosyolojiyê) xwend. Îcar haya me jî ji me
tune bû, lê ha me dît ku em bûne dilikiyê zimanê Kurdî. Evîna wê
em bernedan.
Niha
jî dixwazim pirsa te ya der barê xebatên li ser ferhenga bibersîvînim.
Wekî ku tu zanî, tecrûbe û pratîka me ya rojnamegerîtiyê jî
heye. Me çend sal di vî warî de jî kar û xebat kir û em bûn
xwedan ezmûn. Me jî sihêtiya xwe kir.
Li
ber destê hebek du hebeb ferheng hebûn. Piçek rê li ber zimanê Kurdî
vebûbû. Lê ferhengên heyî têrî nedikirin. Kêm diman. Pêwîstî
bi ferhengên hîn berfirehtir hebû, nemaze bi ferhengên Tirkî-Kurdî
û Kurdî-Tirkî. Di warê peyvan de civariyek, ku bi Tirkî jê re dibêjin
“birikim”, bi me re çêbûbû. Hizir û ramana çêkirina ferhengê
bi me re peyde bû. Herê, hewce ye mirov hinek nefsbiçûk be, lê min
dît ku ez dê karibim ji bin vê barî rabim. Daxwaziyên hevalan jî
çêbûn. Pirs ji min dihatin kirin ku tu çima ferheng amade nakî. Di
encamê de, me zend û bend badan û xwe li van xebatan qirase kir.
Nêçîrvaniya
Peyvan hestekî çawa li te peyda dike?
(Dikene)
A rast ev aliyekî karê min dide diyarkirin. Ez bi tenê peyvan nêçîr
nakim. Lê dixebitim ku ez zimanê Kurdî ji hêla zimanzaniyê ve hîn
bibim, binasim. Ji rêzimana wî bigire heta bi etîmolojiya wî ve, ji
morolojiya wî bigire nizanim heta bi rastnivîsa wî ve. Bi kurtasî
dixwazim ji her aliyî ve zimanê xwe binasim, hîn bibim. Bi her aliyê
wî eleqedar bibim. Hewldan û kêferata min piralî ye. Nêçîrkirina
peyvan jî aliyekî karên min ên li ser zimanê Kurdî ne.
Ji
bo nimûne, di encama xebat, vekolîn û lêgerînên min ên der barê
zimanê Kurdî de gelek zanyarî li ber destê min civiyan. Yek ji van jî
xebata der barê qertafan de ye. Têra xwe tiþt gihîþtine hev. Ez hez
dikim li ser pêrkît (pêþgir), parkît (paþgir) û navkîtan
(navgiran) xebatekê amade bikim. Wekî din jî hene. Yanê kerese
(melzeme) têra xwe gihîþtine hev. Maye ku ez li ser wan rawestim û
li gorî mijar û dabaþan ez wan ji bo çapê amade bikim. Elbet ji bo
kirina van karan hem pêdivî bi wext û hem jî bi aboriyê heye.
De
îcar, eger mirov ji ber kirin û xebatên xwe bê ecibandin û teqdîrkirin,
wele tiþtekî pir xweþ e. Bi navên wiha jî dilê mirov xweþ û geþ
dibe. Gava ji min re dibêjin “nêçîrvanê peyvan”, ez rast bibêjim,
li xweþa min tê. Lê wekî ku min di serî de jî got, ev bernavk,
aliyekî xebatên ku ez dikim, terîf dike.
Tu
dikarî her du ferhengên ku te amade kirine; nemaze ji aliyê teknîk,
naverok û dîtbariyê ve bi me bidî nasandin?
Xebata
min a pêþîn, ferhenga Tirkî-Kurdî ye. Ev ferheng ji 40 hezar peyvên
serê madeyê û ji 20 hezar bêje û biwêjên berdewamiya madeyê pêk
tê. Awayê wê, awayê ferhenga berfireh e. Me ji yekê zêde mehne û
wateya peyvan hildaye dest û berginda wan a Kurdî daye. Ji bo têgihîþtin
û ronîbûna peyvan, me hevokên nimûneyî jî dane. Me hemû cureyên
peyvan ku Celadet Bedirxan jê re dibêje “birên qisetê” diyar
kirine. Ango peyv ji kîjan cureyê ye, navdêr e, cînavk e, hoker e,
çi zanim nêr e, mê ye û hwd. Ev ferhenga hanê ji 1278 rûpelan pêk
tê û ebada wê jî 23,5x16,5 e.
Ferhenga
nû ya Kurdî-Tirkî ku min amade kiriye, hîn berfirehtir e. Di vê
ferhengê de tevî peyvên serê madeyê û berdewamiya wê 166 hezar
peyv û biwêj cih digirin. Bi gotineke din, 131 hezar peyvên serê
madeyê û 35 hezar jî yên berdewamiya wê tê de hene.
Min
di vê xebata xwe de, ji yekê zêdetir cih da mehne û wateyên peyvên
Kurdî û min berginda Tirkiya wan da. Wekî ferhenga Tirk-Kurdî, bi
hevokên nimûneyî me xwest ku em wateyên peyv û bêjeyên Kurdî
fehmbartir bikin. Divê ez bidim zanîn ku hevokên wek mînak hatine
dayîn jî, bi Kurdî û Tirkî ne. Heman teknîk min ji bo vê ferhengê
jî bi kar anî.
Ev
ferhenga dawî jî xwedî heman edadî ye, tiþtê ku heye hejmara rûpelên
vê ji ya din zêdetir in. Ev ji 2132 rûpêlî tê pê. Pûntoyên
karakterên vê ferhengê ji ya din hûrtir
û gramaja kaxizê vê ji ya din hindiktir û pelên wê jî jê
teniktir in.
Bi
awayekî giþtî, xebatên li ser ferhengan, ji aliyên kesên pispor ve
di bin banê akademî, unîversîte û saziyên dewletê de tên kirin.
Lê te bi piþgiriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û bi tena serê xwe
amade kir. Gelo ne zor bû?
Rast
e, wekî ku te çawan got, bi giþtî wisan tên amadekirin. Li dinyayê
nimûneyên vê yekê pir in. Kes jî bi tena serê xwe ferhengan amade
dikin. Ev hinek meseleya tercîhê ye jî. Baweriyek bi me re heye,
xebatên kolektîf her tim ji xebatên kesane çêtir in. Bi ya min ev
fikir, ji sedî sed ne rast e. Takekes jî xebatên hîn hêjatir, hîn
tekûztir kirine. Li Tirkiyeyê jî mînak gelek in. Îro çapemeniya
Tirk bi giþtî rîayetî ferheng û rastnivîsa Saziya Zimanê Tirkî
(Türk Dil kurumu) nakin. Pêþî divê em vê yekê bizanibin. Dixwazim
dubare bikim, ev hinek jî meseleya tercîhê ye.
Heke
ji min bê pirsîn, ma tu ji xebatên pevreyî û komisyonî re tune yî,
ez dê bibêjim ez heme. Min xwe ji van cure xebatan nedaye alî û
nadim alî jî. Lê divê mirov hin rastiyan jî bide ber çav. Ji bo
amadekirina ferhengên ji van cureyan, divê kadro, þert û mercên madî
û fizîkî hebin. Eger hûn ji van derfetan bêpar bin, hûn dê
karibin çi bikin? Ma divê mirov li hêviya çêbûna van mercan be an
jî bi derfetên heyî lê bixebite ku ferheng amade bike. Em dê kîjanê
tercîh bikin?
Gava
ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ava bû nebû, serê pêþîn
amadekirina ferhenga Kurdî wek armanc da ber xwe û xist rojeva xwe.
Heta komisyonek jî hate sazkirin da ku vî karî bike. Lê mixabin kar
neçû serî. Komîsyon nekarî ku bi karê xwe rabe.
Min
pêþî bi tena xwe dest bi amadekirina ferhenga Tirk-Kurdî kir. Paþê
li ser daxwaza Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îcar min xebatên xwe li
ser navê Enstîtuyê û bi piþtvanekiya wê meþandin.
Bi
rastî jî bi tena serê xwe, pêkanîna xebatên wiha berfireh hem zor
û hem jî bigazin û lome ne. Tu bikî nekî dê hin kêmasî û þaþî
çêbin. Her wiha ne gengaz e ku tu karibî dilê her kesî xweþ bikî.
Jixwe tu angaþteke min ango îdiayeke min a welê nîn e ku ez bibêjim
ev xebatên min bêkêmasî ne, bêqusûr in. Min bi zanebûn li vî karî
qirase kiriye. Ha ji bo ku þaþî û kêmasî kêmtir bibin, çi ji
destê min hat, min kir. Mayê ku hatiye milê min, min texsîr
nekiriye. Bi hendaze, bi zanebûn û heta bi tirs û endîþe ez
tevgeriyame. Ez pir lê xebitîm û min pir hewl da xwe ku ez hejmara þaþî,
çewtî û kêmasiyên heyî kêmtir bikim. Lewma jî min serî li raman
û hizira gelek kesan da. Min girîngî û pûte bi nirxandin û nêrînên
kesan dan ku baweriya min bi zanebûna wan hebû. Min xwest ez ji sihêtî
û ezmûnê wan sûd û havil bigirim. Bi gotina kin û kurt, ez tenê
bi zanebûnên xwe nemam, bi wan kesan jî þêwirîm.
Ji
aliyê din ve, ji bilî xebat, lêkolîn û lêgerînên ku min bi xwe
kir, min ji ferheng û xebatên li ser zimanê Kurdî, ku ji hêla sazî
kesan ve hatine kirin jî, sûdeke mezin wergirt. Ligel vê yekê di
henga amadekirina her du ferhengan de hin kesan ji der û dorên xwe
peyv û biwêj berhev kiribûn û ji min re þandin. Ew jî pir bi kêrî
min hatin. Zengînî dan xebatê. Ez dikarim bi dilekî rihet bibêjim,
eger ew ferheng û xebat nebûna, ferhengeke wiha berfireh pêk nedihat.
Ez þêkirdarê wan im. Mala wan hezar car ava be.
Tu
gotina bi rengê “Zimanê Kurdî têrî wêje û perwerdehiyê
nake”, çawa dinirxînî? Her wiha
ji wê daxuyaniya Bedrettin Dalan a ku gotibû “Kurdî ji 600
peyvî pêk tê”, re çi dibêjî?
Carek
ev kes der barê zimanê Kurdî de ne xwedî agahî ne. Jixwe, bi ya wan
zimanek bi navê zimanê Kurdî jî nîn bû. Piþtî ku di pêvajoya têketina
Yekîtiya Ewrûpayê de, di qanûn û maqekanûnê de hin sererastkirin
hatin kirin, îcar jî gotin ku nizanim zimanê Kurdî paþvema ye,
nizanim têrî perwerdehiyê, lo weþanê nake. Bi ya min ev kes
niyetxerab in, lewma wisan dipeyîvin û daxuyaniyên bêbinî didin.
Ez
meraq dikim, gelo rêzdar Bedrettin Dalan bi xwe jî, ji van gotinên
xwe yên kelevajî ku dibêje Kurdî ji 600 peyvî pêk tê, bawer dike?
Ev
her du ferhenên min, nemaze ya Kurdî-Tirkî ji van kesan re bersîveke
mezin e. Ez zêde naxwazim tiþtên din jî bibêjim. Ev e zimanê kurdî
li ber çavan e. Kesê ku bixwaze rastiyê bibîne dê bibîne.
Ji
bo zimanek wekî zimanekî serbixwe bê pejirandin pîvane çi ne? Aya
zimanê Kurdî xwedî van pîvaneyan e?
Bi awayekî gelemperî, zimanzan ji bo serbixwebûna zimanekî pênc pîvane girîng dibînin. A li gor van pîvaneyan ango krîteran biryar didin ku ka zimanek serbixwe ye an na. Îcar ev pîvane çi ne, em wan aþkera bikin.
1)
denganî (fonetîk)
2)
teþezanî (morfolojî)
3)
hevoksazî (sentaks)
4)
gencîneya peyvan û
5)
kirpandin (derplêdan)
Eger
zimanek van her pênc pîvaneyan di nav xwe de bihewîne, ew zimanekî
serbixwe ye. Zimanzanên ku li ser zimanê Kurdî xebatên zanistî
kirine, dane xuyakirin ku Kurdî zimanekî serbixwe ye û di nav Malbata
Zimanên Hind-Ewrûpî de cih digire. Kurdî, di nav vê malbatê de jî
mensûbê koma zimanên Îranî ye. Kurdî û Farisî tev de di heman
komê de ne û Kurdî ji milê bakurê rojava, farisî jî ji milê baþûrê
rojava yên vê komê ne.
Hemû
zimanên ku ji heman komê ne xwedî taybetiyên hevpar in. Ev dibe ku
hem peyvên wan ên hevpar ango muþterek hebin û hem jî dibe ku hin rêzikên
wan ên rêzimanî biþibin hev. Jixwe ku ne wisan bûya, di heman komî
de cih nedigirtin, an jî zimanzanan ew di heman komî de nedidan
diyarkirin.
Zana
Farqînî, gelek spas ji bo bersivdayîna pirsan. Mala te ava..!
Avatir!
*
Rojnameger-Endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org