|
|
- Serokê
Enstîtuya Kurdzaniyê ya li Wiyanayê
- Prof.
Dr. Celîlê Celîl:
- “Pirtûkxaneya
Casimê Celîl milkê kurdan e!”
-
-
-
-
-
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ
 |
 |
 |
-
-
-
- Ev du hefte ne li Wiyanaya paytexta
Austuryayê mêvanê Enstîtuya Kudzaniyê û Pirtûkxaneya Casimê
Celîl im. Serokê Enstîtuyê Prof. Dr. Celîlê Celîl, serê
sibê zû radibe, dikeve nava kitêb, belge, kovar, rojname, deng
û wêneyan. Ji aliyekê ve dixebite, ji aliyê din ve, ji çar
aliyê dinyayê hewl dide li ser kar û barê akademîk, zanyarî
û folklornasiyê danûstandinan birêve bibe.
-
- Xortê 74 salî, wekî ciwanekî 18
salî xwedî enerjiyeke ecêb e. Westabûn pê re tuneye. Bi
yarmetiya xwarziya xwe ya muzîkolog Naza Celîl û Xwarziyê xwe
Cemalê Celîlê ku li ser psîkolojiyê doktoraya xwe dike, hema
bêje tevahiya karên enstîtuyê û pirtûkxaneyê bi dilovanî
û eþqeke mezin dimeþîne. Di nava kitêban de wekî zarokan þa
dibe. Bi kitêban re diaxive, bi wan re radibe, bi wan re rûdine.
-
- Li kitêbxaneya Casimê Celîl, hema
bêje li ser kurdan heta niha çi derketibe mirov dikare bi hêsanî
peyda bike. Nexasim li ser kurdên Sovyetê û Ermenîstanê
materyal û belgeyeke ku mirov li wir nebîne tuneye.
-
- Di rojeke xweþ a sibatê de, li
Eichgrabena li nêzî Wiyanayê, li avahiya Enstîtuya Kurdzaniyê,
di nava bi hezaran kitêbên kurdî de, min pirsî, Mamoste Celîlê
Celîl bi rûkenî bersivand…
-
-
- ***
-
- Ezbenî, li gorî malûmatên min ji
malbata cenabê te wergirtiye, hê dema ku bavê te Rehmetiyê
Casimê Celîl li Bakuya Azerbaycanê li dibistana leþkerî
dixwend, di du rojnameyên bi navê “Baku” –bi ermenkî- û
“Komûnîst” –bi rûsî- de dixwîne ku li Ermenistanê
Alfabeya kurdî hatiye amadekirin û pê pirtûk hatine çapkirin.
Paþê xwe digihîne amadekarê vê alfabeyê Îsahak Marogulovê
Asûrî. Paþê di navbera wan de, têkiliyeke germ saz dibe û ji
wê rojê heta niha -80 sal- serpêhatiya berhevkirina arþîv û
pirtûkxaneya malbata Casimê Celîl destpê dike. Ji kerema xwe
dikarî behsa vê yekê bikî?
-
- Mijareke
gelek balkêþ e, baþ e ku te got. Ji ber ku peywendiya ku te
behs kir, bandora xwe li ser bavê min pir dihêle ku di rojên pêþ
de bavê min vegere Ermenîstanê û bibe yek ji hîmdarên
perwerdehî, rewþenbîrî û weþangeriya kurdî.
-
- Mesele
wiha destpê dike; wekî ku te got, gava bavê min xebera alfabeya
nû di rojnameyan de dixwîne, navnîþana Marogulov peyda dike û
nameyek bi zimanê ermenkî jê re diþîne. Di arþîva bavê min
de, nameya Marogulov heye ku bersiva namê ye. Ji wê bersivê em
pê dihesin ka bavê min di nameya xwe de çi nivîsiye. Di nameya
Marogulov de, helwesta wî ya xêrxwaziya ji bo gelê kurd û çanda
wî eþkere dibe.
-
- Min
ew name, ji zimanê rûsî wergerandiye kurdî û di kitêbeke xwe
de weþandiye. Name ev e.
-
- “Heval
Casimê berêz!
- Îro
8-ê kanûna pêþ nama te gihîþte min û dilezînim bersiva te
bidim. Berî pêþ deynê xwe dibînim ji tera bêjim, wekî nama
te dilê min hingavt. Gava min ew name stand, tê bêjî him qewat
û him hereketê min bona karên nû ji bona xizmeta gelê kurdê
bi siyanet û sempatîk zêde bûn.
-
- Tu,
Casimê ezîz, kirinê min zêde mezin dikî û him jî zêde pesnê
min didî, gava tu ji min re dibêjî profêsor. Ez dersdar im çawa
giþk û ne zêde. Lê belê, þêkirdariya te, dilê min baristan
kir û ew li ser min bargiranî kir, ku ez hemû qeweta xwe, hemû
taqeta xwe bi giþtî amadeyî karê ronakdariya kurdên di tariyê
de mayî bikim.
-
- Ser
hêvîkirina te, li ser kar û kirên xwe bêjim, ez bi dilxweþî
bi cî tînim:
-
- Ji
xeynî pirtûka ‘Hînbûna xwe bi xwe’ cem me usa jî pirtûka
para pêþîn ji bo koma pêþîn -wê van rojan ji bin çapê
derkeve- û para duduyan ji bo koma duduyan çap dibin. Ew jî wê
zûtirekê çap bibe.
-
- Hema
ev pirtûk çap bibin, ezê yekser ji te re biþînim.
- Ji
xeynî pirtûkên dersan, li bal me 16 pirtûkên ji bo xwendina
zarokan li ser çapê hene.
-
- Çapkirina
van pirtûkên biçûk ji ber tunebûna kaxez bi derengî dikeve.
-
- Bi
vê yekê dawîya xebata me nayê. Bernama me ya çapê mezin e.
Êdî bi serhev de tînin pirtûkên dersxana grûbên 3 û 4-a ji
bo dibistanên dereca pêþîn; pirtûkên polîtîkî; pirtûkên
li ser malhebûna gundîtiyê û yên mayîn. Piþtî wê emê
berhemeke taybetî ya stranên gelê kurdan, çîrok û tiþtên
dinê amadeyî çapê bikin.
-
- 15-ê
kanûna pêþin ya îsal li bajarê Yêrêvanê ji bo tevdîra
dersdarên kurd kûrsên heyþt mehî vedibin.
-
- Ji
min re wê bibe þabûn, pevgirêdana xwe bi tera dom bikim û bi
soz, ezê bersiva hemû nameyên te biþînim. Her tenê kêmanî
ji min re nebîne, wekî ez bi zimanê rûsî ji te re dinivîsim,
xwendina min a zimanê ermenî tune.
-
- Îcar
em bêne ser daxwaza te ya paþin, ser wêneyê min. Bi rastî, ez
ne merivekî wiha xuya me ku wêneyê min rewþeke hêja bide oda
te, her weha, ezê bikim ku di nava van rojên nêzîk de, ji bo
yadîgarî wêneyê xwe ji tera biþînim. Hêviyeke min heye;
heger li Azerbeycanê nasên te yên kurd hene, alfabeya me di nav
wan de bide belavkirin.
-
- Bi
minetdarîya dilê sax, dimînim qedirgirê te.
-
- Î.
Marogûlov
- 8.12.1929.
Yêrêvan
- P.S.
Binivîse hema ser vê adresê”
-
- (Celîlê
Celîl, 13 Rûpelên Balkêþ ji Dîroka Gelê Kurd, Weþanên
Enstîtuya Kurdzaniyê-Wiyana, 2002, Rûpel 148-149)
-
- Wekî
em dibînin, ew du her du pirtûkên ku bavê min ji Marogulov
distîne, bûne hîm ji bo dewlemendiya arþîv û pirtûkxane ku
heta îro bêrawestan hatiye û
- berdewam
dike.
-
- Baþ e, em bêne ser Enstîtuya
Kurdzaniyê li Wiyanayê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl. Hîmê vê
saziya giranbiha bi serpereþtiya kî û kê hatiye danîn?
-
- Mirov
rabe bêje: “Erê bi serpereþtiya min e û min kiriye!..”
xelas dibe. Lê rastiya wê lazim e. Gelo çawa havên girtiye.
Helbet pirtûkxaneya malbata me gelek mezin û dewlemend bû.
Qismek jê li Erîvanê mabû, li vir mabû, Ordîxanê birayê
min jî li Lenîngradê bû. Dê û bavê min jî, ber bi mezinbûnê
ve çûbûn. Nexweþ jî bûn. Pirs li me hemûyan peyda bû;
“Gelo wê mesela pirtûkxaneyê çawa çareser bibe?” Ez jî
demek bû ku li vir bûm. Virde-wêde diçûm. Dost, heval û
hogir pirtûkan ji min re dianîn. Bi vî awayî li Ewropayê jî,
gelek pirtûk ketin ser hev. Tu jî baþ dizanî ku gava mirov di
mal û milkên kirê de dijî, gelek caran mal bar dike. Sekna li
cihekê mimkun nabe. Di van veguhastinan de, kitêb xera dibin, ji
hev dipeliþin. Birin, anîn û bicihkirin karekî giran e.
-
- Lewre
jî xeyala min ew bû ku avahiyek ango bingehek hebe ku mirov pirtûkxaneya
heyî lê ji hev belavbûyî bîne li wir bi cih bike. Tê de bêyî
minet kar bike. Ji bo me xewna þevan bû ku li hev bihata û arþîv
û pirtûkxaneya li Erîvanê bihata.
-
-
- Cenabê te kîjan salê ji Erîvanê
derket?
-
- Ez
di sala 1992’yan ji Erîvanê derketim. Wekî mêvan ji bo
Almanyayê hatim vexwendin. Min semîner didan. Paþê gotin li
Austuryayê “Hefteya Çanda Kurdî” ye. Têkiliya min, hê li
Erîvanê ligel profesor û kurdologên ewropî hebû. Paþê
gotin, li Wiyanayê wê konferanseke navneteweyî li ser çareseriya
kêþe û pirsgirêka kurdan çêbe. Li ser vê yekê ez hatim
Konferansa Çanda Kurdî û tevli konferansê bûm. Konferans ji hêla
“Enstîtuya Rennerê” ve hatibû organîzekirin. Axaftina min
a li wir, li ser kurdên dîaspora û Kafkasyayê bû. Wê demê
kurd ji ber zilma Saddam perîþan bibûn. Rûbirûyî gazên kîmyewî
hatibûn. Xwe li sînorên Tirkiye û Îranê xistibûn. Bala
ewropayê li ser vê meselê bû. Gelek alîkarî dihate þandin.
Di serdemeke wiha de, hevalên min ên li Ewropayê gotin; “Divê
tu li vir bimînî. Kurdolog û rewþenbîrên kurdên Austuryayê
xwestin ez bimînim. Bi vî awayî danûstandin çêbû û ez mam.
Malbat hat, kitêb hatin. Lê tiþtek heye, heta niha jî, li ser
pasaporta Ermenîstanê mame.
-
-
- Em dibînin ku Enstîtuya Kurdzaniyê
û Pirtûkxaneya Casimê Celîl, ne li nava Wiyanayê ne, lê li
bajarokê Eichgrabenê ne. Çima Eichgraben lê ne ciheke din?
-
- Sedem
ev e; rojnameger û pisporeka rojhilata navîn û rojhilata nêzîk
heye, bi navê Birgit
Cerha. Dema hatim vir dostaniya me çêbû. Ligel malbatî danûstandinên
me xurt bûn. Heta niha jî ev dostanî heye. Li Almanyayê,
Austuryayê û Swîsreyê, gotar, makale û lêkolînên wê, ji
dehan bêhtir rojname û kovaran de, bi zimanê almanî çap bûne
û çap dibin. Her wiha ew xwediya du kitêban e ku li ser Kerkûkê
û Eskîfê ne.
-
- Di
destpêkê de bingeha wê li Qibrîsê bû. Bi min re gotûbêj
çêkirin. Li ser min nivîsand. Rewþa min ji nêz ve dît. Bihîstibû
ku pirtûkxaneyeka me ya dewlemend heye û haya wê ji pisporiya
malbata me hebû. Paþê wekî mêvandarî çûme Qibrîsê û min
arþîva wê dît. Bi rastî jî xwediya arþîveke pir mezin bû.
Tim min jê dipirsî, gelo wê çarenûsa pirtûkxaneya malbata
Celîlan çawa be. Wê jî digot, wê rewþa arþîva min çawa
be…
-
- Paþê
ji ber ku bingeha wê li Austuryayê bû, piþtî xebata 30 salan
li ser rojhilata navîn, arþîveke dewlemend jê re komî ser hev
bibû. Min jî ax dikir wê jî ax dikir! Min digot, hema erdekî
biçûk hebe, banekî wê hebe, bila þilî-þilope nebe bes e…
Pêþî ev daxwaz ji bo me wekî xeyalek bû. Paþê min erdekî
ji xwe re dît. Erdekî biçûk bû, erzan bû. Ji ber ku li
Wiyanayê kirîna erd biha bû, min li vir ango li Eichgrabenê ev
bingeh danî.
-
-
- Baþ e mamoste, zor û zehmetiyên ku
di avakirina vê dezgehê de hatine kiþandin çi ne? Bawer im
wisa bi hêsanî ev avahiya qerase bilind nebû…
-
- Helbet
tu rast î, bi hêsanî ev bînahî bilind nebû… Min gelek zor,
zehmetî û çetinahî dît. Çêkirina avahiyê du sal û nîv
ajot. Ji roja ku karker û xebatkar hatin û bêr û kuling lê
xistin, ji wê rojê heta dawiyê, ji sibê heta êvarê min bi
wan re kar kir. Binyatdanîn û plansaziya wê bixwe jî min danî.
Min got û mîmaran plansazî derbasî ser kaxez û kompîturan
kirin. Gava ez li vir bûm, min gelek tiþt diguhertin. Min dîwarên
pirtûkxaneyê bilind kirin. Lazim e hewa hebe, bilindahî hebe. Dîwar
hebûn, odeyên biçûk hebûn. Min ew rakirin û ew fireh kirin.
Min jî, xwarziyê min Cemalê Celîl jî gelek kar kir. Bi kurtasî
di avakirina vê avahiya sê qatî de, xwêdana eniya min gelek
heye.
-
-
- Bi awayeke fermî kengê vebû?
-
- Di
30’ê meha gulana 2008’tan de ev der bi awayeke fermî û bi
beþdariya gelek kes, sazî, dezgehan hate vekirin.
-
-
- Rojeke çawa bû. Atmosfereke çawa
li holê û li ser cenabê te hebû. Kî û kê hatibûn. Kes sazî
û dezgehên ku bi peyamên xwe enstîtu û pirtûkxanê pîroz
kirin kî bûn?
-
- Rojeke
pir xweþ bû. 30’ê mehê wê vekirina fermî çêbûya, 29’ê
mehê hema bêje xew nediket çavên min. Heyecaneke pir mezin li
min peyda bibû. Li ser min hem xembarî hebû hem jî kêf û þahiyeke
mezin hebû. Kêf û þahî hebû, ji ber ku xwesteka dê-bavê
min hatibû cih. Pirtûkxana Malbata Casimê Celîl li ser
bingeheke xurt ava bibû. Xembarî hebû ji ber ku birayê min Ordîxanê
Celîl çend meh berê çûbû rehma Xwedê.
(Çavên wî þil dibin, gotin di qirikê de asê dibin,
kurtedemek bêdeng dimîne, paþê berdewam dike.) Heft meh
berê xatirê xwe ji me xwestibû. Ordîxan gelek dixwest li vir,
tevli min kar bike, lê nebû… Di nava 50 salan de me bi hev re
kar kiriye. Bi kurtasî kêfxweþiyeke nîvco wê rojê li ser min
hikûm kir… Ne diya min, ne bavê min, ne Ordîxan di vekirinê
de amade nebûn mixabin. Her du xwiþkên min, Cemîla Celîl û Zîna
Celîl amade bûn. Ji Erîvanê hatibûn.
-
- Min
gazî tevahiya rewþenbîrên kurd ên li Austuryayê kiribû.
Berpirsiyarên tevahiya hizb û partiyan, gelek profesor û
kurdologên li vî welatî hatibûn. Min gazî serok û zanyarekî
ji civaka ermeniyan, bi navê Pîskopos Mesrob Gregoryan kiribû.
Ew dostekî min e. Ji Australyayê Nivîskar Riza Çolpan hatibû.
Ji Holandayê rojnamegerên holandî hatibûn. Serokê Enstituya
Parîsê, Kek Kendal Nezan hatibû. Þêwekar Malva hatibû.
Berpisiyarên hikûmeta Austuryayê û partiyên wêhatibûn. Nûnerê
berpirsiyarê herêma me axaftineke bi dlovanî kir û got: “Ev
der diyariyek e ji bo welatê me, ku kurdan pêþkêþî me
kiriye.
-
- Her
wiha Serokomarê Austuryayê Rêzdar Heinz Fischer, Serokê Herêma
Kurdistanê Kek Mesûd Barzanî, Serokomarê Îraqa Federal Mam
Celal Talabanî, Wezîrê Rewþenbîrî yê Herêma Kurdistanê yê
wê demê dostê min ê hêja Kek Felakedîn Kakeyî û gelek navên
din bi peyamên xwe vekirina enstîtu û pirtûkxaneyê pîroz
kirin.
-
- Di
vekirinê de tiþtekî balkêþ pêk hat. Li ser daxwazan li ser
xanî dûa hate xwendin. Ango dûa hate kirin. Tiþtekî sembolîk
e; pirtûkxana kurdî ye, dûa ji diyaneta Austuryayê ye ku katolîk
in, yê ku dûa kir jî papazê ermeniyan rêzdar Gregoryan bû ku
ew bixwe ortodoks e. Bala gelekkesan kiþandibû û bi dilê
tevahiya mêvanan bû.
-
-
- Em hinekê jî behsa pirtûkxaneya
Casimê Celîl bikin. Ev fikir çawa hate pê?
-
- Fikreke
malbatî bû. Ya rast wesiyeta bavê min bixwe bû. Ez dûr bûm,
diya min ji min re wiha got: “Kurê min, wesiyeta bavê te ye,
bila ev pirtûkxane belav nebe!..” Li ser vê jî, bi biryara
tevahiya kesên malbatê, ev avahiya ku bingeha enstîtuya
kurdzaniyê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl e, hate meydanê…
-
-
- Armanca vê enstîtuyê çi ye?
Dixwaze çi bike, heta niha çi kiriye?
-
- Ya
rast ev der avahiya pirtûkxaneyê ye. Min bingeha enstîtuyê di
sala 1994’an de danî. Çalakiyên me hebûn, lê em nedihatin fînansekirin.
Avahiyeka me tunebû. Gelek caran me çalakiyên xwe di
restorantan de dikir. Me di cafeyên kurdan de dikir. Piþtî ku
di sala 2008’an de bi awayeke fermî ev der vebû, em ji vê rewþa
kambax rizgar bûn. Niha enstîtu di bin banê pirtûkxanê de hêwiriye.
-
-
- Pirtûkxane ji beþên çawa pêk tê?
-
- Ev
der ji sê qatan pêk tê. Qatê binî arþîv e. Bi hezaran
dokument, kovar, rojname, deng û awazên kurdî û wêne di beþê
arþîvê de têne parastin. Qatê duyem pirtûkxane ye. Qatê sêyem
jî, ji odeyan pêk tê, ku carcaran mêvan tên, bêhna xwe
vedin, bixebitin û lêkolînên kurdzaniyê bikin.
-
-
- Armanca pirtûkxaneyê çi ye?
-
- Ev
ne pirtûkxaneyeke ji pirtûkxaneyan e. Ev der pirtûkxaneya
kurdzaniyê ye. Li ser gelê kurd, bi zimanê kurdî û bi her
zimanê li ser kurdan belge, kitêb û arþîv li vê derê hatine
parastin. Deriyê vê enstîtu û pirtûkxaneyê ji her kesê ku lêkolîna
dike, doktoraya xwe dinivîse re vekiriye. Te bi çavên xwe dît,
avahiya me, di nava tebîet ango xwezayeke gelek xweþ de ye. Dorhêl
ji hêla xwezayê ve dewlemend e, çiyayî ye. Kesên ku armanca
wan lêkolîn û xebata zanyarî be, ev der ji bo wan derman e!
Bila werin romanên xwe binivîsin, helbest û çîrokên xwe
binivîsin. (Bi ken dibêje)
Heger hewcedarî hebe, bila çend rojan jî bimînin, mêvanê me
ne, çay û qehweya me jî heye... Lê bi þertê ku armanca wan
kurdzanî, kurdîtî û kurdewarîbûn be…
-
-
- Li vir çalakiyên çawa têne çêkirin?
-
- Em
li vir semîneran didin, konferansan çêdikin. Me bi dibistanên
vê derê re pêwendî girê daye. Girêdanên me bi gelê
austuryayî re gelek baþ in. Tên em ji wan re semîneran li dar
dixin. Çanda me û muzîka me nas dikin. Ji zanîngehan kom bi
kom tên. Li ser doktoraya xwe carcaran tên kar dikin û diçin.
-
-
- Xwediyê arþîveke çawa ye? Wekî
pirtûk, wêne, rojname, kovar, deng û awaz xwediyê
dewlemendiyeke çawa ye?
-
- Salihcan,
taybetiyeke malbata me heye. Li ku derê li ser kurdan, rojname,
kovar, meqale û kitêbek derketa bavê min hildida dianî malê.
Car dibû bavê min ji kitêbekê pênc nûsxe dikirî. Ne tenê
rojname, kovar û pirtûk, her wiha wêne jî. Bifikire bi vî
awayî di nava 70-80 salan de arþîveke qerase berhev bû. Li malên
me yên li Erîvanê, li Lenîngradê, li malên xwiþkên min,
her der tije bibû. Kîler tije bû, salon tije bû. Cih nemabû
em ji xwe re lê rûnin. Di mala bavê min de, binê qenepeyan
bixwe jî tije kovar û rojname bûn. Feqîrên xwiþkên min,
gava dixwestin malê paqij bikin, hema bi saetan nedikarîn
rojname û kitêban ji qûl û qewêran derxin!
-
-
- Te vê arþîva hewqas mezin çawa anî,
ne zehmet bû?
-
- Lê
çawa, helbet zehmet bû. Min ji Erîvanê bi balafirê anî. Di
nava du caran de arþîva me bi zorê hat. Min cara yekê tonekê
anî, cara duduyan jî min du ton anî...
-
-
- Sê ton!
-
- Erê,
erê.. Sê ton!..
-
-
- Niha li vê derê çiqas pirtûk
hene?
-
- Min
gavek berê jî got. Bavê min gelek caran ji her kitêba derketî
5-6 heban dikirî dianî malê. Me digot te çima hewçend zêde
kiriye? Digot, ji bo nevîçîçirkên min. Me digot; de baþ e va
ye yek-dudu nevîçîçirkên te hene, lê yên din. Digot wê sibê
Kurdistan ava be, wê bi deh hezaran zarokên kurdan bi zimanê
xwe bixwînin, ha ev ji bo wan in… Digot xwendekar û rewþenbîrên
kurd wê hewcedarê pirtûkxaneya kurdî bibin, hema bila 2-3 ji
bo wan bin. Bi vî awayî gelek kitêb berhev bûn. Min beþên
girîng anîn. Hê jî li Erîvanê kitêb mane ku ez bînim.
-
- Li
vê derê li dora 20 hezar kitêbên me hene. Em hêdî hêdî
numare dikin û derbasî ser kompîturê dikin. Meqale hene, çi
zanîstî çi li derveyî mijarên zanistiyê. Bi hezaran wêne
hene. 50 sal in ku em zargotina kurdan berhev dikin, dinivîsin,
qeyd dikin û didin çapê.
-
-
- Enstîtuya Kurdzaniyê û Pirtûkxaneya
Casimê Celîl, ji dewletê an devereke din alîkariyê distîne
an na? Hikûmeta Kurdistanê piþtgiriya vê derê nake gelo?
-
- Bi
rastî ji pîrozbahiyê wêdetir, tu alîkarî, ji hêla Hikûmeta
kurdan jî, ji hikûmet û dewleta Austuryayê jî, ji bo me
nehatiye kirin. Heval û berpirsiyarên wan hatine serdana me, ji
wê bêhtir alîkarî tunebûye. Kek Felakedîn, ev çend car in tê,
gelek kêfxweþ dibe dema tê. Kitêbên xwe û gelek
kitêbên din bi xwe re tîne. Pirs û pirsiyar heye, lê tenê
ew!.. Ji bo parastinê û liserpiyanhiþtinê tu kesî ji wan alîkariya
min nekiriye. Ez kitêb nakirim. Kitêban pêþkêþ didine min.
Xwedê ji wan razî be, weþaxaneyên kurdan yên li Stenbolê,
texsîr nakin. Çi kitêbên derdikevin, an diþînin an jî gava
ez diçim hazir dikin didine min. Tim dibêjin, mamoste fermo çiqas
dixwazî bi xwe re bibe. Carekê xortekî li weþanxaneyekê xwe
þaþ kir, pere girt. Xwedî hat
pê re xeyîdî. Pere li min vegerandin…
-
-
- Naxwe ev der bi hebûna te û bi hebûna
dostên te hatiye pê…
-
- Ne
gelek dost, lê malbatek alîkariya min kir. Her wiha hebûna
malbata me bû. Me malê xwe firotibû, sermiyana bavê min ku ji
me re danîbû, da ser hev û ev der ava kir. Me li vir ji gelek
deverên hikûmî re nivîsî, ji bo ku piþtgiriya me bikin. Lê
heta niha bersiveke erênî ji me re nehatiye. Pirtûkxaneya min
li cem min e, ez kêfxweþ im….
-
-
- Gelek dewlemend î…
-
- Oooo
belê gelek dewlemend im bi rastî… Berê li Erîvanê di mala
me de tije kitêb hebûn û diz jî gelek bûn. Me tu caran deriyê
mala xwe nedigirt. Cînar dihatin, bi diya min re þer dikirin.
Digotin; “Xanim, dizî heye, xerabî heye, tu çima deriyê mala
xwe nagirî?” Diya min dikeniya û digot: “Ji bilî kitêban
di mala me de tiþtek tuneye ku diz ji xwe re bibin. Wê diz çi
ji kitêban bikin?” Dewlemendiya me her ew bûye, wê wiha jî
bimîne…
-
- Îcar
mesele ne tirs û dizî ye, lê meseleyek heye xerabtir e. Di destên
min de gelek kitêbên hêja hene. 200-300 sal berê hatine çapkirin.
Divê ew bêne tamîrkirin. Ji ber ku ji hev ketine, kevin bûne.
Divê kovar û rojname bêne cildkirin. Ji bo vê yekê alîkarî
lazim e. Kesên ku bêne bixebitin lazim e. Her wiha gelek pirtûkên
nû hene ku li Ewropayê çap dibin. Divê bêne kirîn. Ew ne
kurd in ku kitêbên xwe pêþkêþ bikin. Lê ew kitêb jî ji me
re lazim in. Kes nabêje em alîkariya vê saziya kurdan bikin.
Enstîtu jî, Pirtûkxana Casimê Celîl jî milkê kurdan in.
-
- Rehmetiyê bavê te Casimê Celîl
niha sax bûya û li vê derê bûya gelo wê xwediyê hestên çawa
bûya?
-
- Rehmetiyê
bavê min bi kitêban þa dibûn. Ji ber ku serpereþtiya weþandina
pirtûkên kurdî dikir, gelek caran beriya ku nivîskar kitêbên
xwe yên çapkirî bibînin, bavê min ji çapxanê dianî malê.
Nexasim gava kitêbên me derdiketin, datanî ber serê xwe û
radiza. Carinan ji kitêbekê sê heban dianî malê. Yekê
dixwend, yekê datanî ber serê xwe, ya dinê jî dipêça
hildida. Gava ku Ordîxan û Cemîle digot; “Bavo yek ji te re,
yên din jî bide me.” Digot; “Na, herin ji xwe re
bikirin!”helbet li vir bûya wê gelek kêfa wî bihata. Rehma
Xwedê lê be, li vir amade bûya bawer im wê bifiriya…
-
-
- Ezbenî car çêdibe ku cenabê te,
di nava kitêban de bi bavê xwe yê rehmetî Casimê Celîl û
diya xwe ya rehmetî Xanimê re diaxive?
-
- Ew
bixwe jiyana min in, ne ku tenê di nava kitêban de… Jiyana
malbata me her dem wisa bûye. Me hemûyan bi hevre kar kiriye.
Hev temam kirine. Helbet hîmê malbatê dê-bavên me avêtine.
Lewre cihê wan cuda ye. Ji ber ku bêhna dê û bavê min, þikil
û þemala wan ketiye her deverê pirtûkxanê, wêne û dengan,
bikî nekî tu bi wan re dijî…
- Bêriya
wan dikim… (Dîsa xemgîn
dibe) Wekî din her tiþtên min kitêb in.
-
- Me
ev bingeh ji bo vê daniye. Ji bo ku zarokê me bikarin xebatên
xwe tê de bimeþînin. Avahiyekî me heye ku gava baran û þilî
bibare, emê þil nebin. Ji her kesê dilsozê kurdî re, deriyê
me heta taqê piþtê vekiriye. Salihcan, bawer bike îro tu hatî
vir, ji min re “dawet” e. Em li ser ziman diaxivin, li ser rewþenbîriyê
diaxivin. Em li ser kitêbên min diaxivin. Em li ser kitêbên te
diaxivin. Em li ser folklorê diaxivin. Ne ku tu li vir î dibêjim,
berê jî min ji te re gotiye; li dor min çend kesên wekî te
hebûna, ezê rehet bimiriyama! Lê ka?..
-
-
- Xwedê neke ezbenî. Xwedê temeneke
dirêjtir bide te… Ez bêm ser enstîtuyên din… Gelo têkiliyên
te û enstîtuyên din çawa ne?
-
- Bi
hemûyan re jî têkiliyên min baþ in. Ez endamê Enstîtuya
Kurdî ya Parîsê me. Tim diçim û têm. Karê wan pir pîroz e,
pir mezin e. Kek Kendal Nezan bingeha enstîtuyê rast daniye,
rast jî dimeþîne. Ne tenê li Fransayê, li seranserê Ewropayê
û li Kurdistanê jî bi qedir û qîmet e. Siûda Kek Kendal hebûye
ku naskiriyên dîroka me, li Parîsê li dora wî bûne. Wekî
Kamûran Elî Bedirxan e, wekî Yilmaz Guney e. Wekî Evdirehman
Qasimlo ye. Gelek in. Kendal Nezan karekî mezin dike.
-
- Li
hêla din Li Stockholmê, li Brukselê enstîtu hene. Bruksel
gelek caran çalakiyên baþ dike. Li Kolnê heye. Li Stenbolê
heye. Berhemên wan li serçavan. Berhemên zargotinê û lêkolînê
hene dikevin destê min. Ferhenga Zana Farqînî gencîne ye,
serbilindahiya çanda me ye. Kovara Zend derdikeve. Samî Tan
kurekî baþ e. Xebateke baþ dimeþîne. Texmîn dikim mecalê
wan kêm bûne. Li Washingtonê enstîtu heye. Necmedîn Kerîmî
serokê wê ye. Ez nas dikim. Jêhatî, dîrokzan, siyasetmedar û
zana ye.
-
-
-
- Plan û projeyên enstîtuyê çi ne?
-
- Plan
û proje gelek in. Di Sovyetê de jî plan gelek bûn. Kesî planê
xwe nedigot. Ji ber ku xêrnexwaz gelek bûn û karê te xerab
dikirin. Lê niha Sovyet nema bi eþkereyî dikarim bibêjim ku li
ber destên min gelek tiþt hene ku çap bikim. Zargotin hene. Kitêbên
zarokan ku bavê min amade kiribûn hene. Þano hene. Kar gelek
hene ku bêne kirin. Di demeke nêz de wê plan û projeyên me eþkeretir
bibin.
-
-
-
- Bangawaziya cenabê te?
-
- Bangawaziya
min ji kurdan bila werin serdana enstîtuyê û pirtûkxaneyê.
Min berê jî got, çaya me jî qehwa me jî heye. Serçavan! Lê
bi þertekî; bila destvala neyên. Kesên tên bi xwe re kitêban
bînin û pirtûkxana xwe dewlemend bikin... Bila kurd li zimanê
xwe xwedî derkevin. Bila hay ji cewherên xwe hebin. Gencîneya
me hem tê kuþtin, hem jî bixwe dimire. Divê kurd bixwe hay ji
çanda xwe hebe, ne ku kesên xerîb. Kurt û kurmancî, divê em
bixwe piþta xwe bixurînin…
-
- Ezbenî malavahiya te dikim…
-
- Zehf
razî me Salihcan…
-
-
- Ji
bo têkilî û serdanê:
- Enstîtuya Kurdzaniyê & Pirtûkxaneya
Casimê Celîl
- Eichgraben, Bergstrasse 4
- 3032 Austria
- www.kurdologie-wien.at
–Austrî-
- http://www.kurdologie-wien.at/index.php?lang=ku
–Kurdî-
-
- ©
Salihê Kevirbirî
- ©
rojnameger@hotmail.com
-
-
-
-
-
|
|
|