Rojnameger û Nivîskar Tosinê Reþîd:

‘Piþtî Sovyeta kevin tu navên nû derneketin!..’

 

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

 

Tosinê Reþîd yek ji rojnameger û nivîskarên kurdên li Ermenîstanê ye. Her çiqas berê bi karê rojnamegeriyê rabûye jî, zêdetir bi nivîskariya xwe tê naskirin. Di warê nivîskariya kurteçîrokan de xwedî navekî taybet e. Ev çend sal in ku ew ji welatê bav û bapîran bi dehezaran kîlometre dûr, li welat-parzemîna Awûstralyayê dijî. Her dema ku derfet û mecal dibîne berê xwe dide cihê ku lê ji dayîk bûye.

Her wisa jî serdana Bakur û Baþûrê Kurdistanê dike. Þayanî gotinê ye ku çendek berê, di çarçoveya Festîvala Mestûre Xanima Erdelanî (Kurdistanî) de ligel çend kesan Tosinê Reþîd jî bi xelateke rûmetê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate xelatkirin. Demeke dirêj beriya vê serdan û xelatdayînê, di serdaneke wiha de, li Stenbolê tevî hevalên xwe Mazlûm W. Dogan û Osmanê Mihemed em li Tosinê Reçîd qesidîn. 

Li ser rewþa berê û ya îro ya kurdên Ermenîstanê, helwesta Sovyeta Kevin a li hemberî kurdan û nivîskariyê me pirsî, Reþîd bersivand…

******

Ezbenî her wekî em dizanin piraniya kurdên ku îro li Gurcîstan û Ermenîstanê dijîn, ji Warê Serhedê ne. Ango piþtî pest, kotekî û qirkirinên giran ji aliyekî Arasê derbasî aliyê din yê Arasê dibin. Her wiha piraniya wan kurdan ji kurdên me yên êzîdî ne ku tu bixwe jî yek ji wan î. Me dil heye ku tu bi çend hevokan behsa vê yekê ji me re bikî. Hatina êl, eþîr an jî malbata we bi çi awayî çêbûye?

Belê rast e em bixwe jî Serhedî ne. Her wisa cenabê te jî anî zimên ez bixwe jî ji malbateke kurdên êzidî me. Di sala 1941 an de hatime dinyayê. Malbata me bi koka xwe ji hêla Eyintaba Serhedê derbasî Ermenîstanê bûye. Di serdema rûsan de ku gava di sala 1878 an de Bajarê Qersê desteser kirine, zordariya Osmaniyan li ser êzîdiyan her çîye zêdetir bûye. Ji ber zilma Osmaniyan, êzîdiyên li wê dorhêlê destpêkê derbasî aliyê Qersê dibin. Hikûmeta Rûsyayê 17 gund dide me kurdên êzîdî. Kurdên êzîdî li dora çil salan li wir dimînin. Di sala 1918 an de dema ku Bajarê Qersê dîsa dikeve destê tirkan, kurdên êzîdî jî neçar dimînin ku terkeser bibin û birevîn. Sereta diçin Bajarê Tîflîsa Gurcistanê, li wir bi cih û war dibin. Paþê biryar digirin û qismekî mezin ji wan vedigerin Ermenîstanê...

Heger tu hinek behsa serboriya kurdên Sovyetistanê ji me re bikî dê tu bikaribî çi bibêjî. Bo nimûne we dikarî di bin rêveberiya Yekîtiya Sovyetê de kar û barên çawa bikin?

Heger em rastiyê vebêjin, bi giþtî meseleya Sovyetistanê ev e: Ew sîstema sosyalîzmê wekî dihate gotin û þîrovekirin derneket. Sîstem bû qûrbanê bûrokrasiyê. Lewre jî sîstem fetisî. Lê ev aliyek e. Li aliyê din jî rastiyek heye divê mirov ji bîr neke. Sosyalîzm ji bo kurdên Ermenîstanê gelekî baþ û sûdewar bû. Ji dema ku ez dizanim Dewleta Sovyetê gelek maf da me kurdan...

Ermenî bixwe wan mafan nedidan ne wisa? Mexseda min ji vê pirsê ev e; biryara mafdayînan ji rêveberiya navendî ya Sovyetê dihat ne wisa?

 Bêgûman te rast got! Sîstema Yekîtiya Sovyetê bi xwe biryaran werdigirt û ew maf dihatin dayîn, çi li Ermenîstanê be, çi li Gurcistanê b, çi jî li Kazakîstanê û deverên din be ku kurd lê dijîn. Sovyet maf dida her netewe û hindikahiyên di nav axa wê de ne. Her wekî tê zanîn sîstema Yekîtiya Sovyetê, sîstemeke federalî bû. Her kom û komele, sîstema xwe li gorî Sovyetê dimeþand. Rastiyek heye ku rêveberî û gelê Ermenîstanê jî alikariya kurdan dikir. Wekî mînak; yekemîn pirtûka bi zimanê kurdî di sala 1921 an de ji aliyê ermenekî ve hatiye nivîsîn. Lazo Hako Pazaryan bi xwe di sala 1924 an de yekem car li Tiflîsê Dibistana Kurdî vekiriye. Kurd ji wî re digotin Apo. Her wiha carcaran jê re Lazo jî digotin. Qanadê Kurdo û gelek nivîskarên þagirtên wê dibistanê bûne.

Di komarên din de jî kurd hebûn. Lê zêdetir em geþedana ziman, çand û edebiyata kurdî li Komara Ermenîstanê dibînin. Sedema vê yekê çi ye? Gelo ji ber ku li komarên din hejmara kurdan kêm bû lewma an sedemeke din a vê yekê heye?

Sedem ne kêmbûn an jî zêdebûna nifûsa kurdan e. Bala xwe bidê di sala 1926 an de li Ermenîstanê 8 hezar, lê li Tirkmenîstanê 22 hezar kurd hebûn. Her wiha li Azerbeycanê 42 hezar û 800 kurd hebûn. Sedema bingehîn ew bû ku li komarên binavkirî kurd bi asîmîlasyoneke dijwar re rûbirû man. Sedema asîmîlasyonê bi polîtîkayên rêveberiyên wan komaran ve girêdahî bû. Ez di wê baweriyê de me ku tesîra Komara Tirkiyeyê li ser wan komarên binavkirî hebûye. Ji ber ku Dewleta Tirkiyeyê ji berê ve tirkmen û azeriyan wekî tirkên resen dibîne.

Gelo kurdên komarên din doza mafê xwe nekirin an kirin lê bi dijwariyan re rûbirû man?

Helbet doza mafên xwe kirin, lê hatin fetisandin. Kurdên Ermanîstanê jî ji ber vê yekê gelek zirar didîtin. Wekî mînak Heciyê Cindî û Ehmedê Mirazî jî hatin girtin ku kurdên Ermenîstanê bûn. Lê Komara Ermenîstanê wekî polîtîka ne dijî kurdan bû. Her wekî ku carinan edîb û nivîskarên kurd dihatin girtin, ermenî jî dihatin girtin. Lê li Azerbeycanê kurd gelek hatin êþandin, bi hezaran kurd hatin asîmîlekirin. Armanca polîtîkaya azeriyan têkþikêna kurdan bû. Tu caran ermenî nebûn helwesteke wisa kirêt û tûndraw.

Di serdema Sovyetistanê de, rewþa edebiyat, çand û hunera kurdên Ermenîstanê çawa bû? Piþtî hilweþîna Sovyetê rewþ çawa ye?

Berê li Ermenistanê her sal gelek pirtûkên kurdî çap dibûn. Piþtre li ser wan pirtûkan gelek gengeþî dihatin kirin. Pirtûkên kurdî, ji hêla dewletê dihatin çapkirin. Her wisa dewletê alîkariyeke baþ dida nivîskarên kurd. Tiyatroyên me hebûn, komên me yên stran û govendan hebûn. Ev komên hanê li gelek deweran digeriyan û hunera xwe pêþkêþ dikirin. Gelek stranbêj û sazbendên me gîhiþtin radeya profosyoneliyeke çak. Ji nav me hunermendên bi nav û deng derketin. Di þanogerî û hunera pandomîmiyê de Arsen Polatov navekî navneteweyî bû. Li gelek welatên Ewropayê li zanîngehan dersdariya þano û pandomîmê dikir. Du sal berê koça dawî kir. Li Tiflîsê Zînê hebû. Li Lenîngradê baletên kurd hebûn. Wiladîmîr Acoyan hebû. Nîvîskarên me yên di warê xwe de naskirî û pênûsxurt hebûn. Bi rasti kurd di serdema Yekîtiya Sovyetê de li Ermenîstan û Gurcîstanê gelek li pêþ ketîn…

 

Piþtî ku Sovyet hilweþiya?

Heyf û Mixabin ku piþtî hilweþîna Yekîtiya Sovyetê tu navên nû derneketin. Hin kesan berhemek du berhem çap kirin. Berhemên gelek nivîskar, edîb û rewþenbîran ku di nav wan de profesor jî hene li holê man. Derfet û mecal nabînin ku bidin çapkirin. Êdî dewlet bixwe jî ne alîkarî dike ne jî berhemên wan çap dike. Bo nimûne ez baþ dizanim gelek berhemên Heciyê Cindî, Ferikê Ûsiv, Þikoyê Hesen û Qanadê Kurdo hene ku hê jî nehatine çapkirin. Di nav rûsan de, di nav ermeniyan de adetekî wan ê baþ hebû. Dewlemendên van miletan alîkarî didan hunermend û nivîskarên xwe. Ev kevneþopî niha jî heye di nav wan de. Lê di nav kurdan de ev adet tuneye mixabin.

Radyoya Erîvanê bi xwe þoreþeke ji bo kurdan ku li Ermenîstanê wekî maf kurd bi salan bi kar tînin. Di wê radyoyê de ne þaþ bim ermenî bixwe jî hebûn ku xizmeta çand û stranên kurdî kirin…

Belê rast e di vê radyoyê de ne tenê kurd, her wisa gelek ermenî jî hebûn ku xizmetê ji çand û hunera kurdî re dikirin. Gelek stranbêjên baþ ên ermeniyan hebûn ku wekî kurdan baþ stranên kurdî digotin. Di Orkestraya Dewletê ya Ermenîstanê de gelek caran stran û kilamên kurdî yên civatî û evînî dihatin pêþkêþkirin. Piraniya kesên ku di wê orkestrayê de stranên kurdî digotin hunermendên jin û mêr ên ermenî bûn.

Îro dema kurd bixwazin wekî berê dikarin bi hêsanî radyoyên xwe vekin, kovar û rojnameyên xwe çap bikin an jî dibistan ji xwe re ava bikin?

Qanûnên serdema Yekîtiya Sovyetê çawa bûn niha jî wiha ye. Rewþ zêde nehatiye guhertin. Bo nimûne li gundên kurdan dersên kurdî têne xwendin. Tu dikarî rojname û pirtûkên kurdî çap bikî û belav biki. Qanûn ango zagon rê dide. Lê bes tu dikarî di çarçoveya derfetên xwe de van karan bikî. Ferqiyeta berê û niha ew e ku berê dewlet wan karan ji kîsê xwe dikir, lê niha pêwîst e ku tu bikî. Heger aboriya te baþ be tu dikarî berhemên xwe çap bikî an na wê ew berhem di bin dewþekan de bimînin û birizin herin.

Heger kurd doza perwerdehiya zimanê xwe bikin her wekî li Tirkiyeyê ev nabe astengî û polemîk ne wisa?

Na tu caran nebûye û bawer nakim bibejî. Dema kurd wisa bibêjin, wê ermenî bibêjin serseran! Tu problem tuneye di vî warî de. Wekî min berê jî got jixwe kurd li gundên xwe bi salan e zimanê xwe hîn dibin...

Em hinek jî behsa edebiyatzanên me bikin.  Bo nimûne li gorî te rola berhem û nivîskarên klasîk li ser nivîskarên Yekîtiya Sovyetê bi çi awayî ye? Tesîreke çawa li wan kirine?

Li gorî baweriya min Edebiyata Kurdî ya li Yekitiya Sovyetê ji sifirê destpê kir. Tu peywendiyê rewþenbîr û nîvîskarên me yên di salên 1930-40 an jiyan bi Kurdîstanê re tune bû. Berhemên edebiyata kurdî yên klasîk jî hema bêje ji bilî berhemên Ehmedê Xanî û Melayê Cîzîrî di destê me de tunebûn. Kurdên Yekîtiya Sovyetê yên berê di nava vê tûnebûn û zehmetiyê de riya rast dan pêþiya xwe. Beriya her tiþtî li ser Zargotina Kurdî kar kirin, ji ber ku pê hesiyan ku dewlemendiya zimanê wan di folklor û zargotina wan de veþartî ye. Berhemên folklorîk bûn bingeha Edebiyata Kurdên Sovyetistanê. Her wiha Yekîtiya Sovyetê mecal û fersend da ku tevahiya nîvîskarên me yên berê di akademiyan de bixwinîn. Erebê Þemo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Eminê Ewdal desteyek ji van nivîskaran bûn ku di akademiyên zanyariyê de xwendin û bûn navên qerase di nava edebiyata kurdî de.

Bi riya van nivîskarên me gelek berhemên baþ ên zargotina kurdî hatin berhevkirin û nivîsandin…

Belê gelek berhemên hêja ku her dihatin gotin lê nedihatin nivîsandin. Bi giranî berhemên folklorîk bûn mijar ji xebatên wan re. Ji wan destanên kurdî yên edebî û zargotinî beþek gihîþtin roja me ya îro. Her wekî Destana Memê Alan, hinek versiyon ango guhertoyên Mem û Zîn, Zembîlfiroþ, Ker û Kûlîlk, Siyabend û Xecê hatin berhevkirin paþê jî ketin nav xêz û xetên pirtûkan.

Têkiliyên edebiyatzanên kurd bi edebiyatzanên ermen re çawa bû?

Tesîra wan li ser me gelek heye. Li ser min bixwe jî tesîra wan çêbûye. Wekî mînak di destpêka zanîngehê de bêyî Lermotov ku helbestvanekî baþ ê ermeniyan bû þeva min derbas nedibû. Min tevahiya helbestên wî ji ber kiribûn. Ji Ermeniyan dostên min ên gelek nêz hebûn. Azmêkî Davidyan hebû. Êdward Edrêþan hebû. Ew dostên kurdan bûn. Pêwendiyên me bi wan re her hebû û ew pêwendî gelek xurt bûn.

Hêja Tosinê Reþîd, gelek spas ji bo vê gotûbêjê..!

Spasxweþ birayê ezîz!

salihkevirbiri@hotmail.com

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org