HOSTEYÊ STRANBÊJIYA KLASÎK DENGBÊJ ZAHIRO:“DENGBÊJÊN ME HEMÛ BIRÇÎ MIRIN...!
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com
Dengbêj Zahiro (Zahir Koçu) yek ji wan dengbêjên me yên
‘zor’ e ku li çarmedorê welatê me tê nasîn. Bi rastî jî, ev ciwanmêrê
hanê, dengbêjekî wisa ye ku li dora 25-30 sal in ku navê xwe di nava lîteratûra
kilam û stranên klasîk de daye peyîtandin. Mirov dikare navê Zahirê Dengbêj,
piþtî Dengbêjên bi nav û deng ku çûne rehma Xwedê Reso, Þakiro, Hacî
Evdilkerîm û Hiseynoyê Orginosî yê Mûþî bîne zimên. Her wisa mirov
dikare wî, di nava kelepora stranbêjiya Teyîboyê Siertî, Salihê Qûbînê,
Salihê Bêynatî û Mehmûd Qizil de bide destnîþankirin.
Zahirê Dengbêj, di sala 1950’yî de li
Diyarbekira Xopan çavên xwe ji jiyana deng û awaza kurdewarî re vekiriye. Hê
di 15 saliya xwe de, tevî malbata xwe, ji Diyarbekirê derketiye û berê xwe
daye Kopa (Bûlanix) Mûþê. Ew bixwe ji Gundê Kinyada Farqîna Diyarbekirê
ye. Li gorî gotina wî, zarokatiya wî li Kinyada Farqînê; xortaniya wî li Bûlanixa
Mûþê derbas bûye.
Ev deh sal in ku Zahirê Hosteyê dengbêjiyê li
Rojavayê Tirkiyeyê, bajarê Aydînê keferata jiyanê dike û hewl dide xwe ku
dang û awaza kurdewariyê, li vê derê bide jiyandin. Dengbêj Zahiro, babê
deh zarokan e. Bi eslê xwe ji ‘Eþîra Bekirî’ ye. Li gorî gotina
hosteyê me, ev malbat, malbateke pir mezin e û li seranserê welêt û
Tirkiyeyê, li bajarên wekî Diyarbekir, Batman, Stenbol, Mêrsîn, Antalya, Bûrsa
û Aydînê belav bûye.
Li Stenbolê û li bajarê Aydînê çendîn car me hev dît. Çendek
berê dîsa li Stenbolê em rastî hev hatin, piþtî xweþbêþiyeke ‘kilamî’
me pirsî, Dengêj Zahiro bersivand. Bi bersivdayînê re jî nema, destên xwe
birin ber guhên xwe, bi sê denga kilam jî gotin....
******
Mamê Zahir, roja ewil
te çawa dest bi kilamgotinê kir? Te li kîjan civatî, kîjan kilam got?
Li derdora sî salî bûm ku derketim û min li
civatan min kilam gotin. Yekem kilama min ku min ji roja ewil gotiye û heta
niha jî ez dibêjim kilama “Heso û Nazê” ye. Ev bû sî û
du sal ku ez kilaman dibêjim. Paþê min kilamên Mamoste “Reso”
û kilamên Xwedê jê razî “Evdalê Zeynikê” gotine. Min
kilamên xwe jî gotine û ez hê jî dibêjim. Ez bi gelek dengbêjî re jî
geriyame.
Hinek dengbêj hene ku
bûne rêber. Kî mamoste û pêþengê te ye? Ango Zahirê Dengbêj þagirtê kîjan
dengbêjî ye?
Ez þagirtê tu dengbêjekî nîn im. Ez xwe wekî þagirt
nadim qebûlkirinê. Ez neçûme ba tu dengbêjan û min ji wan nexwestiye ku
stranekê bibêje da ku ez jê hîn bibim. Lê wekî stîl, rêbaz û deng min
ji xwe re Reso wekî pîr qebûl kiriye. Min Evdalê Zeynê
nedîtiye, min Þêx Silê
nedîtiye lê min Ferzê dît.Ferzê pir pêþketî bû. Reso þagirtê
Ferzê ye. Ez neçûme ba tu dengbêjan û min negotiye ku ezê ji te stran,
kilam û bacî hîn bibim.
Te bi gelek dengbêjan re kilam gotine
ne wisa?
Min bi gelek dengbêjan re kilam gotine û me þevbihûrk
çêkirine. Ez bi Reso re jî ketime þerê kilaman. Lê hemû dengbêj bi
taybetî Reso ew taca serê min in û hemû jî ji min çêtir in. Lê rêbaza
Reso ji min re xweþ bû. Dengê Reso pir xweþ bû. Lê piþtî ku li Qamiþloyê
derman dane Reso dengê wî xera bû. Tu kasetên Reso yên bi dengê wî yê baþ
tune ne. Tenê yek kaseteke wî heye ku ew jî li ba Kazim e. Kazim kurê Þêx
Marûf parlementerê Mûþê ye. Ew nade kesî. Kaseta wî ya bi dengê
wî yê xerabûyî heye. Wî bi dengê xwe yê mirîtî gotiye.
Te got li Qamîþloyê derman dane ji bo ku dengê wî
xerab bibe. Çima gelo. Kê ev yek kir û ji bo çi?
Belê derman danê. Li Qamiþloyê, dengbêjên Mala
Haco hebûn wan gazî wî kir. Wê çaxê ez hijdeh (18) salî bûm. Gazî wî
kirin û birin dawetê. Li wir derman dane wî û dengê wî xera bû.
Madem te behs kir, ezê bipirsim. Ji ku
derê bû Reso? Rewþa wî jî wekî tevahiya dengbêjên me xerab bû gelo? Rewþa
dengbêjên ku tu dinasî bi çi awayî bûn?
Hey rehma Xwedê li miriyên te û yên wî be! Erê
weleh dengbêjên me hemû birçî mirin û yên mayî jî, birçî ne. Tu çûyî
Ermenîstanê ber Karapetê Xaço û tu rewþa wî
dizanî ku çawaye...! Te got Reso ji ku derê bû ne wisa? Ez ji biraziyê xwe
re bibêjim; Reso bi eslê xwe Elesorî ye. Rehmetî berê li Gopala
bû. Hate Mele Dawûdê û ji wir jî hat û çû Koxakê
cem Mala Þêx Marûf. Ji ba Mala Þêx Marûf çû Piyongê,
ji wir hat çû Akragê, ji wir çû Melekorkê,
ji bilî Gopala, tevahiya gundên din, gundên Bulanixa Mûþê
ne. Ew li gelek gundan geriya. Gopala gundê Qereyaziyê ye.
Reso ji Melekorkê jî çû Mûþê û li Pagê
ma û li wir li Reso xistin. Ji ber ku navberkariya þerê zilaman kiribû
kevirek li wî ket û bû kula þêrpence. Þêx Kazimê Þêx Marûf li wî
xwedî derket û wan jê hez kir. Emegê dengbêjan, emegê bersîs e. Dengbêjên
kurd giþt di feqîriyê de mirin. Reso nedikarî îdareya xwe bike. Þakir di
kirêya xelkê de mir. Hiseynê Orginosî yê Mûþî ji gundê xwe derneket û
neçû tu cihekî heta ku bimire. Feloyê Melekorkê îdareya xwe
nedikir. Fîlîtê Axtepe dîsa wisa, Siloyê Gulê
dîsa wisa, ez kîjanî bibêjim? Dengbêjên wekî Reso û Þakiro ku nikaribin
îdareya xwe bikin ez dikarim çi bibêjim. Ez dîsa bejna xwe li ber wan ditewînim
û wan bi rêz bi bîr tînim. Dilê min diþewite
û ez bi halê wan digirîm. Gava ku zilam kira xwe ji Þakir dixwaze ji ber ku
tune bû ji qehra mir.
Reso ji wir hate Golmarmarayê. Çend
salan li wir ma. Piþtî ku ji wir çû Pagê (Pak) û piþtî bûyerekê nexweþ
ket, li Enqereyê û mir. Kazim tabûta wî çêkir û ew li Paka Mûþê veþartin.
Ji malbata wî dengbêj derneketin.
Sê jinên wî hebûn. Navê yekê ji wan Emê
bû: “Emê rebenê sibe ye çavê te reþ e ji çavê fêrîkê…”
vê kilamê Reso li ser Emê gotiye. Kilama Gulê jî li ser Gulê
gotiye:
Ez dame kotî miskînî heramî çerpelî mêran
Jina wî ya herî biçûk jî Saniye bû. Ew jineke
malbatþêx bû. Ew pir li gundê Þêxgoliyê jî ma.
Gava ku dibêjin Reso, kîjan kilam tê
bîra te?
Kilama Reso ya bi navê ‘Metê’ pir deng
veda. Ku gotinên vê kilamê wisa ne...:
Kilama Heso û Nazê ji aliyê kî ve
hatiye çêkirin?
Ji aliyê Mistefayê Heyran ve hatiye
çêkirin. Ew ji Elaþkirê bû.
Tu dikarî navê çend dengbêjên xas
û baþ bijmêrî?
Evdalê Zeynê pîrê degbêjan e. Piþtî wî Þêx Silê
û piþtî wî jî Ferzê û piþtî Ferzê Resoyê Gopala
an jî Resoyê Qilîwelo û piþtî wî jî Mistefayê
Heyran. Heta tê gotin Reso bi Mistefayê Heyran re ketiye
ber hev û sê þev û sê rojan Reso tenê du hêk û îskanek þîr vexwariye
û di dawiyê de bi gotina kilama Metê cihê Mistefa jê standiye
û ketiye pêþ.
Þahidê Reso hene ku çavên wî di xewê de, dîsa
kilam gotine. Ango razayî kilam gotine. Þakir jî heta ku tu bibêjî dengbêjekî
baþ û hêja bû. Dengbêjekî hok bû. Ez dikarim bibêjim hem þagirtê Reso
bû û hem jî ne þagirtê wî bû. Piraniya kilamên wî yên Reso bûn. Hiseynê Orginosî þagirtê Sidîq bû. Dengê
wî pir zelal bû.
Ez dikarim vê yekê jî bibêjim ku Salihê Qubînî jî heta ku tu bibêjî dengbêj e. Reso kilama Quling li Îspaya ku gundekî Bulanixê ye gotiye û þahidê wî hene ku quling bi ser serê wî hatine û çûne:
Mamoste Zahir kilamên ku te bi xwe
çêkirine çend heb in û kîjan in?
Kilama “Þêx Seîd Efendî” min çêkiriye.
Min ev bûyer ji meleyekî bi navê Mele Evdilrehmanê Palî yê Cizîrî
fêhm kir û min strana wê çêkir....
Gelo tu dikarî beþek ji vê kilamê
ji me re bibêjî?
Wey ser serê xwe!
(Piþtî vê gotina kezebþewat, Zahirê Dengbêj mijûlahiya
xwe berdewam dike...)
Wekî din min kilama “Tayê Taloriyê”
gotiye. Min li ser mala Seydo gotiye. Mala Seydo Seyîd in. Ew Seyîdên Mûþê
ne. Wan li dijî Roma Reþ serî hildabû.
Min nêzîkî bîst
kilam çêkirine. Lê heta ku rûh di can û cesedê min de hebe ez dikarim
kilaman bibêjim û kilamên ku ez dizanim xelas nabin. Lê wekî min got kilamên
ku min bi xwe çêkirine, nêzîkî bîst heb in.
Tu dengbêj î, çi navî li hunera xwe
dîkî?
Ez dengbêj im. Ez dengbêjê dîwanên giran im. Çawa
ku di pirtûkxaneyekê de divê li ser her mijarekê pirtûkek hebe her wisa divê
li ba dengbêjan jî her cure huner, kilam û stran hebe.
Dibêjin ku dengbêj derwêþ in. Gelo
ev yek rast e?
Salihcan, li bakûrê welatê me gav bi gav geriyame.
Ya rastî cihê ku kurd lê hebin, ez lê geriyame.
Li kîjan herêmê elaqeyeke mezin nîþanî
kilam û dengbêjan didin?
Ez dikarim bibêjim li her cihê ku ez çûme,
elaqeya zêde nîþanî min dane lê herî zêde li Diyarbekirê. Paþê jî li
Batmanê, Sêrt û Mêrdînê zêde elaqe nîþanî min didin.
Li ser dengbêjiya kevn û ya îro tu çi dibêjî?
Jixwe îro dengbêj nemane. Ez dikarim bibêjim ku îro
dengbêjî jî nemaye. Mesela berê digotin; “Îþev Zahirê Dengbêj
hatiye mala filankes... !” Dê gel li wê malê kom bûba. Wê çaxê
tek-tûk teyîb hebûn, tiþtê din tunebûn. Dê dengbêj heta serê sibê yan
heta nîvê þevê kilam bigotana dê her kesî lê guhdarî bikira, kêfa xwe
bikira û lê bixista biçûya mala xwe. Dengbêj dê piþta stûyê xwe
bixwiranda. Tu kesî nedigot; “Ha camêr mala te ava ha ji te du qurûþan…!”
Lê li Diyarbekirê, bi taybetî li Hezro û Lîceyê
ez çûme û pir baþ vegeriyame. Li Batmamê jî wisa ye. Demekê gramofon
hebûn lê niha tenene. Ku mirov lê bigere mirov nikare hebeke wan bi pêncî
mîlyarî jî peyda bike. Ev dengbêjî jî dê demekê wisa pê bê. Lê ew çi
dem û çi sedsalekê de çêbe ne
kifþ e. Berê zilaman teyîba xwe dida milê xwe ji gundekî heta gundê din
peya dimeþiyan û diçûn ba dengbêjekî, rica jê dikirin ku jê re kasetekê
dagire, lê niha kes guhê xwe nade wan…
Ev deh sal in ku tu li bajarê Aydînê dimînî. Ji
bilî dengbêjiyê kar û xebateke te heye gelo? Ango tu dabara malbata xwe bi
çi dikî...?
Kar û xebata min tune ye. Xebata min tenê li ser
dengbêjiyê ye. Dengbêjî jî nemaye. Hama Xwedê îdare lo...!
Carinan derûdor gazî te dikin û dibêjin were
kilaman bibêje?
Erê hin caran gazî min dikin. Piþtî ku mirov yek
du kilaman dibêje ev nifþê nû tê û dibêje: “Heval zor spas ji bo we.
Saz û amûrên me hene dê hunermendên me bistirên. Biborin.”
Baþ e Mamê Zahir, em
naxwazin kul û dertên te zêdetir bikin. Beriya ku em xatirê xwe ji te
bixwazin û malavahiya te bikin, me hêvî ye ku tu kilama Evdalê Zeynê ku li
ser kurê xwe Temo gotiye, bibêjî...