Li paytexta
Swêd Stockholmê wekî bi dehan pirtûkxane û weþanxaneyên kurdan “Weþanxaneya
Ketab-î Erzan” jî di warê weþangeriya kurdî de bi qasî deh sal in ku kar
û barên xwe bi çakî û zehmetî dimeþîne. Pirtûkxaneya ku bi hezaran pirtûkên
ku mijarên wan li ser kurdan in tê firotin de, heta niha zêdetirî 60 pirtûk
hatine weþandin. Weþanxaneya navborî ji pirtûkên Abdullah Öcalan bigire
heta pirtûkên Ýsmaîl Beþîkçî, Mahmûd Baksî û Yalçin Kuçuk ku bi tîpên
latînî, erebî û bi zimanên tirkî, erebî, farisî û swêdî hatine nivîsîn
wergerandiye zimanê kurdî zaravayê soranî û bi tîpên erebî çap kiriye.
Li ser kar û barên weþanxaneyê û pirsên pê re têkildar, Nemat Alîmoradî pirsên me bersivandin….
Birêz Alîmoradî hûn dikarin hinek behsa pirtûkxaneya
xwe ji me re bikin? Ketab-î Erzan kengê, çi çax û ji ber çi sedemê ava bû?
Ketab-î Erzan di sala 1990’î
de li dewleta Swêd bajarê Jonkopîngê vebû. Alaqeya min ji Bo pirtûkan hebû.
Hejmarek mezin ji gelê me li Swêdê hebû. Gelek kitêb li derveyî welat
dihatin çapkirin. Lewre me xwest ku em pirtûkxaneya Erzan vekin. Ýsal me ji
bajarê Jonkopîngê bar kir û em hatin Akallaya Stockholmê. 20 sal berê di
Þoreþa Ýranê de ez xwendekar bûm. Her cure pirtûk min hildidan ser milên
xwe û gund bi gund li rojhilatê welat digerandin.
Heta niha di karê weþangeriyê de we ristekî çawa hildaye ser xwe. Heta niha we çend pirtûk weþandine?
Me
heta niha raserî pêncî pirtûkî bi zaravayê soranî û bi tîpên erebî çap
kirine. Bi giþtî jî deh pirtûkên farisî ku mijara li ser kurdan e ji hêla
weþanxaneya Ketab-î Erzan ve hatin çapkirin. Ango bi giþtî heta niha 60
pirtûkên me çap bûne.
Ji
destpêkê hata sala 1994’an ji hêla me ve bi tenê pirtûkfiroþî dihate
kirin. Piþtî 1994’an heta niha em karê weþangeriyê jî dikin. Heta ji
destê me tê, em pirtûkên ku heta niha nehatine weþandin derdixin. Di vî
warî de jî em dikarin bi serbilindî bibêjin ku me karekî pîroz kiriye.
Bi giranî dema mirov lê dinêre, hûn
kar û barên xwe bi tîpên erebî dikin. Ji Bo çi?
Nasrawbûna min ji ber ku bi tîpên erebî bêhtir heye kar û bar jî dimeþe. Her wiha gelê me yê Rojhilatî û Baþûrî bi tîpên latînî ne nasraw in ango nas nakin.
Herger
pirtûkeke baþ be ez hez dikim di heman katê de bi tîpên latînî jî çap
bikim. Niha ferhengeke ji Baþûr heye, wergera wê bi tîpên latînî tê
kirin. Navê wê ‘Ferhengî Nawî Kurdî’ ye. Heger amad bibe emê bidin be
çapê.
Li welatê xerîb zor û zehmetiyê weþangeriyê çi ne?
Pirsgirêka
herî mezin kêmbûna xwendevanan e. Eger xwende hebe wê çaxê jî aborî baþ
niye.
Miþkuley
duyem ew e, çûniyetî belaw kirdiney ketab e. Belam kurd le seranserî Swêd
belaw bûnewe. Hewkat Swêd jî dewletekî gewre ye, ragihandina pirtûkan zor
û zehmet e.
Hûn nêzîktêdayîn û elaqeya kurdan der barê xwendinê de çawa heldi sengînin?
Kurd
li seranserî cîhanê xwedî nifûsekî zor gewre ye. Hunerî gelî kurd zor çak
û ciwan e. Belam le Rojhilatî Nawerast her wekî fars, ereb û tirkan, di nav
kurdan de jî çanda xwendinê zor kem e. Le gava mirov bala xwe bidê, rewþa
kurdên Baþûr hinekî çaktir e.
Ne
di warê xwendin û ne jî di warê kirîna pirtûkan de mirov nikare kurdan bi
Ewropiyan re miqayise bike. Swêdiyek dikare pirtûkek bi 150 kronî bikire, lê kurdek
30 kron jî pê nade.
Têkiliyên we bi parçeyên din ê walat re çawa ye? Di warê danûstandinan de we bi hev re peywendî girê dane an na?
Li
Rojhilatê Kurdistanê peywendiyên me hatine saz kirin. Her wiha li Baþûrê
Kurdistanê têkiliyên xurt in. Wekî pirtûk û rojname; bi Awêne, Sirwe,
Serdem, Awiyer û Zerîbar re têkiliyên me çêdibin. Ew ji bo me pirtûk,
kovar û rojnameyên xwe diþînin. Mixabin
her çend em diþînin jî ji ber sedemên poste û kontrola rayedarên îranî
gelek zehmetî tê derxistin. Lewre jî ew bi hêsanî ji berhemên me sûdê
vernagirin.
Naveroka pirtûkên we bi giþtî li ser çi ne?
Naveroka pirtûkên me bi giþtî li ser mêjû, ziman, helbest û ramyarî ne. Ji bo ku naverok xurtir bibin em dixwazin peywendiyên xwe bo weþanxane, kovar û rojnameyan rast û durûst bikin. Niha te diyar kir ku li Stenbolê di bin banê Rojnameya we Azadiya Welat de bi navê ‘Weþanên Welat’ hatiye damezirandin. Ez wekî weþanger ji vê yekê pir xwoþhal bûm û ez hêvîdarim ku têkiliyên me bi hev re çêbin.