Hunermend Bawer Can:

“Gelek hunermend îro bûne goþtê ser savarê!..“

 

 SALIHÊ KEVIRBIRÎ

 

Yekem car li Herêma Cukurovayê, li bajarê bi navê Edeneyê min ew di þahiyeke DEP’ê (Partiya Demokrasiyê) de dît. Þahî li Lunaparka ku li keviya Çemê Seyhanê bû dihate organîzekirin. Ne þaþ bim di navbera salên 92-93’yan de bû. Xortekî bejinzirav û hûrik bû. Bêyî nepixandin dikarim bibêjim ku bi awazên muzîkê re diket zikrê. Lêxistina wî ya tembûrê jî xweþ bû lê zêdetir liv û tevgerên wî yên ku kesên li civatê, wekî þefekî orkestrayê bi rêve dibir bala min dikiþand. Bi bîr û baweriya min, piþtî hunermendê bi nav û deng Þivan Perwer, tu kesê ku bikaribe wekî wî strana “Kîne Em!” xweþ, bibandor û hesteberz bibêje, nîne. Gelek caran min lê guh bûye û bi çavên serê xwe dîtiye ku çawa gelê kurdê li Herêma Çukurovayê wekî pêlên behrê, hilperikandiye.

Ez behsa Hunermendê Kurdê Ciwan Bawer Can dikim. Bawer Can, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê di sala 1971’an de çavên xwe ji jiyanê re vekiriye. Xwendina xwe ya destpêk, navîn û lîseyê li Dêrikê kiriye. Her çiqas xwendina zanîngeh ango zankoyê bi dest xistiye jî, ji ber strangotina bi kurdî mecbûr maye þarê ku lê hatiye dinyayê terikandiye, bi vî awayî xwendina zanîngehê jî bi avê de çûye! Destpêka salên 1990’î, wekî penaber koçî bajarê Edeneyê dike û li wê derê xebata xwe ya hunerî berdewam dike.  

Bawer Can, yek ji avakarê “Koma Azad” e ku di sala 1987’an de li Dêrikê hatiye avakirin. Li gorî bilêvkirina wî, kom ji aliyê wî û Turhan Yapiþtiran ku ew jî ji Dêrikê ye û niha yek ji endamê “Koma Amed” e ve hatiye avakirin. Koma Azad, piþtî avakirina “Navenda Çanda Mezopotamyayê (NCM), di sala 1991’an de xebatên xwe di nava vê saziya kurdan de berdewam kir. Di serdema ku Bawer Can di nava komê de bû, di sala 1994’an de kaseteke bi navê “Þemal” derxistin. 

Bawer Can, ji bihara 1996’an ve wekî penaberekî siyasî jiyana xwe li Almanyayê berdewam dike. Ew her di nava xebata muzik û strana kurdewarî de ye. Ligel komeke xurt, beþdarî li þahî, konser û dawetan dike. Li Ewropayê kaset û CD’yeke bi navê “Vegeriya” pêþkêþî guhdarên kurdî kir. Ji tevahiya stranên di kasetê de ne, klîb kiþand û wekî VCD derxist. Gotinên stranên xwe bi giranî ew dinivîse û muzîka xwe jî bixwe çêdike. 

Bawer Can zewicî ye û bi navê Serfiraz (13), Rozerîn (11) û Gulçîn (5) bavê 3 zarokan e. Li bajarê Bielefelda Almanyayê em lê qesidîn ango deriyê mala xwe ji me re vekir, em bûn mêvanê wî. Li ser jiyana hunera wî, zehmetiyên ku dîtiye, hunerpêkanîna li ewropayê me pirsî, Bawer Can bersivand. Carinan bi coþ û peroþ, carinan bi gazindeyî û dilþikestî…

******

Zarokatiya hunermendan her bala min kiþandiye û her ji min re bûye meraq. Tu di  malbateke çawa de mezin bûyî? Nêzîktêdayîna malbatê li ser stran, kilam û muzîkê çawa bû?

Ez li Dêrika Çiyayê Mazî çêbûme. Me 7 bira û xwiþkek heye heye. Navê eþîra me Pîranî ye. Ez di malbatek wisa de çêbûm ku destpêkê her digotin; “Kurê min lawo, muzîk guneh e! Dengê te xweþ e, baþtir e ku tu azanê bixwînî. Here ji bo nimêjê bang bide. Ev xêrek e mezine hem ji bo te, hem jî ji bo me! Piranî dê û bavê min wiha digotin. Wekî din jî ji min re nedibûn asteng. Kekê min piþtgirê min bû her dem. Ew bixwe jî hunermend e. Di albûma min a bi navê “Vegeriya” de, bi navê “Zivistan” min straneke wî straye.

Tê bîra te, cara yekem te li ku derê stran got? Ango tu bi çi awayî derketî pêþberî guhdaran?

Çawa bîra min tê ez stranan dibêjim! Diya min dibêje; “Kengê zimanê te geriya te dest bi stranan kir!” Li dibistanê min her stran digotin. Rêveberiya dibistanê û mamosteyên min her gazî min dikirin ku ez di þev û þahiyên dibistanê de derkevim ser sehnê û stranan pêþkêþ bikim. Helbet strangotina min li dibistanê tirkan, bi zimanê tirkî bû. Kê diwêribû bi kurdî biaxive? Îcar dev ji strandina kurdî berde! Lewre jî tê bîra min ku li dibistanê min stranên bi navê “Karli Kayin Ormani” û “1 Mayis” ku gotina wan jî qedexe bû, got. Li dawetan min dest bi strangotina bi kurdî kir.

 

Wekî em dizanin tu yek ji avakarê Koma Azad î ku ev kom niha jî xebatên xwe li Stenbolê di bin banê NCM’ê de berdewam dike. Dixwazim tu hinek behsa pêvajoya destpêkê bikî. Koma Azad di nava þert û þirûtên çawa de hate avakirin. Kom ji çend kesan pêk dihat. Zehmetiyên wê demê çawa bûn?

Ligel Turhan Yapýþtýran me di sala 1996-1997 an de kom ava kir. Wê demê navê komê “Grup Özgür” bû. Piþtî ku navê koma me hinek belav bû û em êdî êdî li Kiziltepe, Mêrdîn, Diyarbekir, Mazîdax, Wêranþar û cihên din jî hatin naskirin, di sala 1990’î de me navê komê ji tirkî wergerand kurdî. Lewre jî navê komê bû “Koma Azad”. Me konsera xwe ya yekemîn di sala 1990’î de li bajarê Mêrsînê, bi sazeke emanet û þikestî pêk anî. Ji hêla aborî de em di nava zehmetiyên giran de bûn. Ligel ku bi hezaran kes beþdarî li konser û þahiyên me dikirin, dîsa jî gelek caran di berîka me de heqê riya me tunebû. Paþê koma me li gelek bajarên bi navê Edenê, Tarsûs, Ceyhan, Iskenderûn, Antalya, Ýzmir, Enqere, Stenbol, Denizli, Batman, Adiyamanê konserên xwe pêþkêþ kir. Tê bîra min di wan konser û dawetan de gelek caran hêzên dewletê êrîþ dianîn ser me, amûrên me yên muzîkê diþikandin û em dixistin binçavan. Heta ku ez di nava komê de bûm rewþa me wiha bû. Bawer im niha rewþ ji berê baþtir e û ev zehmetî nemane.

 

Bawer, ev 9-10 sal in ku tu li Ewropayê jiyana xwe berdewam dikî. Sedema hatina te ya Ewropayê her ew þideta li ser huner û hunermendiya te bû gelo?

Belê rast e, ez ne ji bo kêfa dilê xwe hatim Ewropayê. Kêm kes ji bo kêfê tên van welatan. Xasma ji gelê kurd. Gelo kê dixwaze 13 salan ji welatê xwe, ji dê û bavê xwe, ji malbata xwe dûr bimîne. Ev 13 sal bûn ku min welatê xwe û malbata xwe nedîtibû! Bi qasî 4 salan li Edene û Mersinê jiyam. Min nedikarî biçim cihê ez lê hatime dinê. Ev 9 sal in ku wê bikeve sala dehan jî li Ewropayê me. Ango piþtî 13 salan, sala par min derfet û mecal dît ku herim Kurdistanê. Min vê carê jî bi çavên serê xwe Dêrikê û Diyarbekirê dît. Li kurdistanê û li Tirkiyê her çi bernameya ku ez derketime, hema bibêje hatime girtin û binçavkirin. Lewre jî ji bêmecaliyê ez îro wekî koçber jiyana xwe li Ewropayê berdewam dikim…

 

Helbet zehmetiyên Ewropayê jî hene. Lê dîsa jî ez dixwazim ku tu behsa ferqa xebata di navbera welat û ewropayê de bikî. Di warê xebata hunermendiyê de erênî û neyînî li gorî te çi ne?

Ji aliyê hunerî ve ez li Ewropayê azad im. Bo nimûne, di tu programan de ez li Ewropayê nehatime binçavkirin! Li vê derê nêzî 5 salan min mamostetiya muzîkê kir ji bo zarokan. Her wiha li tevahiya welatên Ewropayê min konser dane, derketime þahî û dawetan. Xwezî min bikaribûya li welatê xwe wiha bi hêsanî hunera xwe pêk bianiya. Lê dîsa jî dil tim ber bi welat ve ye. Bawer im li van deran hest kêmtir dibin. Di aliyê hunerî de jî wiha ye. Dibe ku madiyata mirovan li van deran xurt dibe, lê mixabin ku manewiyat her diçe kêm dibe…

 

Bawer Can heta niha mohra xwe li bin gelek xebatên hunerî daye. Ji bo xwendevanan dikarî behsa wan xebatan bikî? Her wekî cd, kaset û klîp…

Min Kaset-Cd‘ya yekemîn bi navê “Vegeriya” çêkir û ji hemû stranên tê de re video klîp hatin kiþandin. Wekî VCD ewê bêne belavkirin. Kaset-CD‘ya min a nû bi navê “Gulbîn” dê di demeke nêzîk de derkeve. Ev album ji 19 stranên gelêrî û folklorîk hatiye pê. Di vê albumê de ji bo strana  “Gulbîn” û “Silocan“ min video klîbên nû kiþandine. Wê di demeke nêz de ev xebatên min, di televizyonên kurdan de bêne weþandin.

 

Di warê çand û hunerê de dixwazim tu hinek behsa rola çapemeniya kurdan bikî. 4-5 televizyonên esmanî yên kurdan hene. Her wiha hejmareke mezin jî radyo, kovar û rojname hene. Tê gotin ku di sektora medyaya kurdî de hin kes zêde derdikevin pêþ, gelek kes jî cih ji xwe re nabînin. Baweriya te di vî warî de çi ye?

Li gorî baweriya min çapemeniya kurdan çiqas zêde be, hewqas baþe. Ez jî di wê baweriyê de me ku gelek kesên derdikevin televizyon û radyoyên kurdan, cihê ku lê ne heq nakin. Gelek ji wan îro li ser keda me rûniþtine mixabin. Kesên ku di þert û mercên dijwar de, gava ku zimanê kurdî, hebûna kurdan, muzîka kurdî qedexe bû li piyasê tunebûn. Di wan demên dijwar de me bi kurdî muzîk çêdikir û me xwedîtî li kurdayetiyê dikir. Dema me digot; “Em kurd in, zimanê kurdî heye! Bijî kurd û Kurdistan!” Wan kesan nediwêrîbûn bigotana; “Em kurd in!“ Ez eþkere dibêjim û ev rastiyeke li ber çavan e; di dema ku kurdî qedexe bû de, em hatin girtin, em sirgûn bûn, em hatin îþkencekirin. Ewên ku îro her roj di televizyoneke kurdî de ne li ku bûn û çi digotin? Ez bibêjim li ku bûn û çi digotin; “Em tirk in!” digotin. Mixabin gelek kes îro van sazî û dezgehên me bi kar tînin ku bi xwîna þehîdan hatine avakirin. Ew kesên ku ji þoreþê û kurdayetiyê di dema xwe ya pêwîst de dûr diketin, niha bûne “goþtê ser savarê“. Ez keda xwe li wan kesan helal nakim!.. Her wiha ez dikarim li ser wan kesan gelek tiþtên bidelîl bibêjim. Heger careke din kurdî bê qedexekirin ew kesên hanê wê careke din vegerin ser eslê xwe! Dîsa wê bibêjin “Biz turkuz!“ (Em tirk in!“). Vê gotina min ji bîr nekin!

 

Her diçe kesên ku ji xwe re dibêjin em hunermend in” zêde dibe. Lê hejmareke ne kêm ji wan, ji asta hunermendiyê dûr in. Gelo zêdebûna hunermendan bi xwe re qelsî û lawaziya hunerê jî nayîne?

Helbet tîne! Zêdebûna hunermendan ji aliyekî ve baþ e, lê aliyê xerab dejenerasyon jî pê re pê re belav dibe û asta hunerê dikeve.

 

Bawer Can malî ava ji bo bersivdayîna pirsan…

Avatir!

 

salihkevirbiri@hotmail.com

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org