Hunermend Cewad Merwanî: “Firotina çandê firotina namûsê ye!
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com
Cewad Merwanî; dii
sala 1965’an de li gundê Boþata Farqînê hate dinê. Merwanî, xwendina xwe
ya seretayî, nîvî li gund û nivî jî li bajêr bire serî. Xxwendina xwe ya
bingehîn jî li Farqînê domand. Li gorî gotina wî, ‘salên wî yên surgûniyê’
jî çêbûn. Merwanî ji ber van sirgûniyan nîv salekê li Batmanê û nîv
salekê jî li Diyarbekirê xwend. Di darbeya 12’ê Îlonê (Rezberê) de di
dema lîseyê de laqayî pest û kotekiyan hat. Bi qasî sê mehan li Diyarbekirê
di Enstîtûya Perwerdehiyê de xwendina xwe domand. Dema ku li Diyarbekirê bû,
qeyda xwe li ‘Konserwatuara Muzîkê’ pêk anî. Kurtedemek di Radyoya
TRT’ê ya Diyarbekirê de xebitî. Tiþtê ku di radyoyê de jê hat xwestin,
nekarî pêk bîne û dest ji karê radyoyê kiþand. Ji ber ku jê dixwestin ew
gund bi gund bigere û stran, awaz û kilamên kurdî berhev bike, paþî jî li
tirkî wergerîne. Di sala 1984’an de di nava gel de dest bi karê hunerî û
stranbêjiyê kir. Xebatên wî wekî Kaset û sêlik (CD) derketine pêþberî
kurdîguhdaran.
Cewad Merwanî ev çend
sal in ku jiyana xwe li xerîbiyê ango li Almanyayê didomîne û kar û barên
xwe yên huner û stranbêjiyê li ‘Akademiya Çand û Hunera Kurdistanê’
didomîne.
Li bajarê Durena
Almanyayê li avahiya Akademiyê em bûm mêvanê Cewad Merwanî....
******
Kekê Cewad, jiyana te ya hunerî çawa dest pê kir. Cara ewil tu li ku derê ketî nava karê hunerî. Yekemîn kilama ku te got kîjan bû?
Cara ewil ez nizanim ku
min kîjan kilam got. Di malbata me de her kes ketibû bin bandora olî û hemû
hecî û mele bûn. Dengê wan hemûyan xweþ bû. Min jî demekê feqîtî kir.
Ez diçûm ser banê mizgftê û min bang dida. Min qesîde dixwendin. Lewre min
hingê kifþ kir ku dengê min xweþ e. Wê êlhamek da min. Paþê min dest jê
kiþand. Paþê ji bo ku bibim mamoste qeyda min li Enstituya Perwerdehiyê hate
çêkirin. Lê min nedixwest ku ez wekî memûr û karmendekî dewletê
bixebitim. Min dixwest ez serbixwe bim. Lewre jî min dest ji xwendina disitana
mamostetiyê berda. Paþê ez ketim Radyoya Diyarbekirê. Di nava gel de pêþbirk
ango çalakiyeke hunerî çêbû. Min qezenc kir û ez bûm xebatkarê radyoyê.
Armanca wan a bingehîn jî ew bû ku xortên dengxweþ ên kurd peyda bikin,
wan bibin metropolan û di nava çanda tirkî de bihelînin û ji bo xwe û çanda
xwe bi kar bînin.
Paþê teyîbek dan min
û ji min xwestin ku ez di nava gel de bigerim û stranên gelêrî berhev
bikim. Min jî nedizanî û ez li hemû herêman geriyam. Ji Xerzan heta
Diyarbekir, Qulp û Sasonê gav bi gav geriyam û min stranên gelêrî berhev
kirin. Min dixwest ez bidim wan, lê çend heval û dostên min ên bi navê
Berzan, Salih, Mensûr Cahîd, Cewad nehiþtin ku ez wan kilam û stranan bidim
wan. Ji min re gotin: “Tu çawa çanda xwe difiroþî. Çawa ku mirov namûsa
xwe bifiroþe” Wan ez razî û serwex kirim û min ev kilam û stran nedan
wan. Paþê min ji xwe re hildan.
Te çawa dest bi
hunerê kir?
Ez berê diçûm
dawetan. Me bê saz û muzîk stran digotin. Piþtî ku teknîk pêþ ket, ligel
hevalekî xwe me dest bi karê muzîkê kir. Navê hevalê min Hesen bû û ew
kurxalê min bû. Ew hê jî karê xwe li Diyarbekirê berdewam dike. Wê demê
me bala xwe dayê ku bi du kesan çênabe, me þagirtên nû girtin û me ew hîn
kirin. Me di nava salekê de çend þagirt hîn kirin. Me bi kurdî dest pê
kir. Ji ber tirsa ku kurdî qedexe bû hin caran jî me bi tirkî digot. Me
nedikarî em navekî li koma xwe bikin. Ji tirsa polîsan me nedikarî em xebatê
bikin. Li gundan em rehet bûn. Paþê ku gel hinekî em nas kirin û em jî hînî
kar bûn, em bi ser ketin.
Bi qasî ku ez dizanim, tu ji malbateke dîndar (oldar) tê. Ligel dengbêjî, awaz û stranên kurdî, sewt û awazên tesewûfî û olî jî bandor li te kirine. Ez þaþ im gelo?
Na! tu rast dibêjî.
Malbata me ligel ku malbateke þoreþger û welatparêz bû, hewçend jî
malbateke oldar bû. Babê min bixwe wekî hunermendekî þareza beyt û qesîde
dixwendin. Ew dengbêj nebû lê dengxweþ bû. Ez hinekî di bin bandora wî de
mame. Melayên gundên me û yên dorhêlê jî bandor li min dikirin. Meleyek jî
xalê min bû.
Me behsa bandorkirinê
kir, hate bîra min. Wekî piraniya dengbêj û stranbêjan tu jî gelek behsa
radyoyên kurdî yên wekî Erîvan û Bexdayê dikî. Ne wisa?
Rast e! Gelek tesîr li
min kirine Radyoyên Erîvan û Bexdayê. Jixwe dengbêj û hunermendê ku bibêja
Erîvan û Bexda tesîr li min nekiriye ne rast e. Min endam, bêjer û
hunermendên radyoyê nas nedikirin lê dengê
wan kesan pir li xweþiya min diçû. Eyþe Þanê jî wekî hunermendeke jin
bandoreke mezin li min kiriye. Mihemed Arif Cizrawî, Hesen Cizrawî, Þeroyê
Biro, Kawîs Axa, Karapêtê Xaço û hwd. navên ezîz in ji bo min. Ez her dem
feyza xwe ji van navan digirim.
Wekî din heger tu çend
navan li van navan zêde bikî, dê tu çi navan lê zêde bikî?
Ji herêmê Mehmûd
Qizil û Husênê Faro gelek bandor li min kirine. Babê min pîlakên wan
distandin û min ku lê guhdarî dikir di hiþê min de diman. ‘Kewê Ribat’
Þakiro hatibû Melezgirê û me carekê hev dît. Hevnasiya min bi Dengbêj
Zahiro, Salihê Qubînî, Eyþeþan û Mehmûd Qizil re çêbû. Bi taybetî
dostaniyekî min û Salihê Qubînî yê baþ hebû. Baþ tê bîra min þeva ku
min terka gund kir, me xatir ji hev xwest...
Te bi kîjanî re stran gotine:
Min bi Eyþe Þan û Xalê
Fewzî re stran gotine. Lê ne tiþtekî wisa wekî bername yan tiþtekî din
tenê em bi hev re rûniþtine û me kilam gotine. Min ji bîr kir ez bibêjim.
Rehma Xwedê lê be, bandora rehmetiyê Þiyar jî gelek li ser min heye. Ew yê
vê dawiyê bû û bandora wî li ser gel jî hebû.
Em werin ser rol û girîngiya dengbêjiyê. Li gorî te çima ewqas girîng e dengbêjî û stranbêjî? Rola wê ya di çand û wêjeya kurdewarî de çi ye?
Salihê Bira wekî tu jî
dizanî, ji ber ku arþîva me tunebûye em nizanin ka kilam û stran kengê
hatine çêkirin û qewimîn kengê pêk hatine. Lê kilaman bandoreke mezin li
ser gel heye.Yanî arþîva zindî ne dengbêjên kurd. Ji ber ku nivîsîn û
tomarkirin li welêt tunebûye barê giran hemû maye li ser milê dengbêjan.
Bi rastî em deyndarên dengbêjan in ku ew dîrok ji me re xwedî kirine.
Li ser wêjeyê jî rola
wan zêde ye. Bo mînak strana Zembîlfiroþ. Berî hezar salan li Farqînê
dewleta Merwaniyan ava bûye û kilama Zembîlfiroþ di wê demê de hatiye çêkirin.
Lê em nizanin ku ew di destpêka avakirina dewletê de yan di kîjan demê de
hatiye çêkirin, lê em tenê vê yekê dizanin ku dengbêj nebûna niha me
kilama Zembîlfiroþ nedizanî. Rola dengbêjan di parastina çanda kurdî de
gelekî mezin e. Gava ku mirov bala xwe dide gotinên strana Zembîlfiroþ mirov
lê dinêre ku wêjeyeke gelekî balkêþ tê de heye.
Eger em ji te
bixwazin ku tu behsa bîranînekî xwe yê zarokatiyê ku li ser dengbêj an
dengbêjiyê ye bikî, tê ji me re çi bibêjî?
Gelek bîranîn hene.
(kurtedemek difikire, piþtre bi biþirîneke zirav axaftina xwe berdewam dike)
Rojekê Mehmûd Qizil û Eyþe Þanê hatin bajêr û her kes çû dîtina wan.
Dê li sînemayê konser bidana. Em zarok bûn, em jî çûbûn ser dîwaran ji
bo ku tenê ji dûr ve be jî em bikarin wan bibînin. Çawa ku melayketek
hatibe wir û mirov here dîtina wê. Hewçend ku Eyþe Þanê bandor li gel
dikir. Mehmûd Qizil jî her wisa. Rojekî xweþ bû...
Dibêjin daweta bêdengbêj
ne tu dawet e. Dîtina te çi ye divî warî de?
Daweta ku dengbêj lê
tunebe, kêmdawet e. Baþ tê bîra min, dema dawetek çêbûya û dengbêj û
stranbêjên wê dawetê tunebûya, digotin; “Werin em herin filanderê,
‘daweta bêdeng’ heye...!” Ku dengbêj an hunermendek tunebûya tama wê
dawetê jî tune bû.
Ez vê pirsê ji tevahiya dengbêjan dikim. Lewre jî dixwazim tu jî bersiva vê pirsê bidî; Gava tu dest bi gotina kilaman bikî, wê bikaribî çend kilaman bibêjî. Kilamên ku te bi xwe jî çêkirine hene?
Kilamên ku min bi xwe
çêkirine nêzîkî 55 heb in. Ku hinek kuta nebûne. Min hinek ji wan tomar jî
kirine. Wekî ‘Dayîkê’, ‘Kekê min ê Penaber’, ‘Rojhilata Navîn’,
‘Gelê Kurdistan’, ‘Ew kî bû ev dil þiyar kir?’, ‘Evîndarî ne
wiha ye’, ‘Mezra Botan’ û ‘Sazbendo’
Hinek jî hene ku min ji
helbestên Meleyê Cizîrî, Meleyê Bateyî û Seydayê Dilbirîn girtine. Min
ji wan re muzîk çêkirine. Ez niha nêzîkî 3000 stranî dizanim. Dibe ku ez
hemû strana bi giþtî dizanin lê qet nebe ez muzîk û awayê gotina wan
dizanim.
Min bihîst ku tu
berhevkirinan jî dikî...
Belê xebateke min a
berhevkirinê heye. Min dil heye, stran û kilalên kurdî berhev bikim û bidim
weþandin. Dê ev xebat, ji kilam û stranên gelêrî û folklorî pêk bê. Þêwaz,
nota û awayên reqsên wan hemû dê di vê xebatê de hebin. Ezê heta serê
sala 2003’yan amade bikim. Fikra min ew e ku navê pirtûkê deynim“Stranên
Kurdî yên Gelêrî û Folkolorî” .
Cewadcan, ev demeke
ku tu kar û xebata xwe ya hunerî li miþextiyê ango ji welêt dûr li xerîbiyê
berdewam dikî. Zehmetiya xebata li dereveyî welat çi ye gelo?
Ji bo hunermenedek û ji
bo nivîskarek, gava bixwaze karê xwe baþ pêk bîne, welat baþtir e. Ev deh
sal in ku ez li Ewropayê me. Tu bawer bike, her þeva ku min serê xwe daniye
û raza me, min di xewnên xwe de welat dîtiye. Ez hêjî hînî jiyana li
Ewropayê nebûme. Ez hîn nabim jî. Her tiþt sunî û beredahî ye. Tiþtên
xwezayî li vir tune ne. Ji bo hunermendan jî ev yek gelek zehmet e. Xerîbî
zor zehmet e. Mirov dikeve nava tengasiyan. Li vir her cure derfetên teknîkî
hene lê germahya gel û xebatê kêm e. Lê li welêt ne wisa ye. Ku xebata em
li vir dikin heger me li Diyarbekirê bikira, ez bawer im niha 500 þagirtên
min hebûn.
Mamoste Cewad, zor
spas ji bo bersivdayîna pirsên me. Mala te ava...
Mala te avatir. Bi riya vê gotûbêjê ez dixwazim peyamek jî bidim. Ez hîvîdar im ku kesên li ser hunerê dixebitin, bila li çanda kurdî hûr bibin û lê xwedî derkevin. Bila berhemên xwe nedin talankirin û dizîn. Her wiha bila berhemên xwe yên gelêrî berhev bikin û bi pêþ bixin.