|
ÎHD: Wê rojnamegerên kurd bêne îdamkirin, li dij derkevin!
Salihê kevirbirî / Stenbol
Komeleya Mafên Mirovan þaxê Stenbolê bi daxuyaniyeke nivîskî girtin û birîna cezayê îdamê bo rojnamegerên kurd þermezar kir.
Ednan Hesenpûr û Hîva Botîmar, endamên rojnameya bi navê Aso ku di sala 2005-an de hatibû girtin, ev 8 meh in ku li girtîgeha Sineyê girtî ne. Çendek berê cezayê îdamê li her du rojnamegerên kurd hate birîn.
Çav li rê ye ku her duj rojnameger 3-ê Tebaxa 2007-an werin îdamkirin.
Li ser vê yekê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) þaxê Stenbolê bi daxûyaniyekê bûyer þermezar kir û ji raya giþtî daxwaz kir roja 1-ê Tebaxê li ber Balyozxaneya Îranê ku li Cagalogluya Stenbolê ye bi daxûyaniyeke çapemeniyê dewleta Îranê were protestokirin.
ÎHD bang li tevahiya kesên ku mafên mirovan ji xwe re kirine bingeh roja 1-ê Tebaxê beþdarî li çalakiya wan bikin.
Dem : 1 Tebax 2007 Saet : 13.00 Cih : Li ber dergehê Konsolosxaneya Îranê li Cagalogluya Stenbolê
Salihê kevirbirî / Stenbol
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org