Doza
pirtûka ‘Bir Çigligin Yuzyýlý: Karapetê Xaço’ hate taloqkirin
‘Karapetê
Xaço’ û Salihê Kevirbirî li dadgehê bûn!
Endamê
PEN’a Kurd Salihê Kevirbirî ji ber pirtûka xwe ya bi navê ‘Bir Çigligin
Yuzyýlý: Karapetê Xaço’ (Qêrîna Sedsalekî: Karapetê Xaço) li Dadgeha
Ewlekariya Dewletê (DGM) ya li Stenbolê derket pêþberî dozgeran.
Pirtûka navborî
di 21’ê Adara 2002’yan de li Stenbolê ji hêla ‘Weþanxaneya Sî’yê
ve hatebû çapkirin û piþtî çapê bi 15 rojan hatibû berhevkirin û
qedexekirin. Piþtre jî ji hêla DGM’ya Stenbolê ve bi hinceta ku bi riya vê
pirtûkê ‘cûdaxwazî’ û rê li ber rikeberiya di nav nîjad û gelan de
hatiye vekirin, ji xala 169’an doz hatibû vekirin. Li gorî vê xalê ji bo
nivîskarê pirtûkê Salihê Kevirbirî ji salek heta sê salan cezayê hepsê
hatibû xwestin.
Di daniþîna
4’an a dadgehê de ligel Salihê Kevirbirî û parêzerê wî Hakan
Bakircioglu; Xwediyê Weþanxaneya Sî’yê Onur Oztürk beþdarî kirin. Her
wiha ji ber ku Kevirbirî Endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye,
Serokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê Þefîk Beyaz jî wekî guhdar li dadgehê
amade bû.
Ji ber ku di 3
daniþînin derbasbûyî de ji dêvla Salihê Kevirbirî, parêzerên wî baþdarî
dadgehan bûbûn, di danîþîna 4’em de Kevirbirî hatibû vexwendin. (Heger
vê carê beþdarî nekira, dê biryara girtinê ji bo wî bihata derxistin).
Lewre jî Kevirbirî, yekem car îfade da û wiha got: “Ez berpirsiyariya pirtûkê
hildidim ser xwe. Sûcdariyên ku hûn li min dikin, bi tu awayî qebûl
nakim.”
Lijneya dadgehê
ku di danîþînên berê de bi sûcdariyên giran û bi helwesteke tûndraw li
hemberî pirtûk û nivîskarê wê rawestiya bû, bi awayeke balkêþ vê carê
beraeta pirtûk û nivîskêr xwest. Lê ji ber ku heyeta dadgehê di gotinên
xwe de diyar kir ku di pirtûkê de ‘nepixandin’ heye û hinek
‘derdor’an ev pirtûk bi Kevirbirî daye nivîsandin, xwesteka beraetê ji hêla
Kevirbirî û parêzerê wî ve hate redkirin û wan xwest ku di danîþîna bê
de daxwaza wan ew e ku parastina xwe bikin.
Li ser vê
xwesteka parêzer û Kevirbirî, Serokê Dadgehê Þerafettin Ýste dadgeh bo 14ê
Tebaxa 2003’yan taloq kir.
Piþtî dadgehê,
Salihê Kevirbirî daxuyani da çapemeniyê û wiha got: “Karapetê Xaço, îro
103 salî ye, li gundekî Erîvana Ermenistanê dijî. Ji gundekî Batmanê yê
bi navê Bileyder e. Ligel ku 75 sal e terka cihê ku lê bûye û li Erîvanê
dijî, ji zimanê xwe yê zikmakî ermenkî baþtir bi kurdî dizane û ev 95
sal in ku bi deng û awaza xwe edebiyata bidevkî ya gelê kurd zindî dihêle.
Ji ber van egeran du caran çûm Erîvanê cem wî. Ji gotûbêja ku min pê re
kir, li gorî zanîna xwe ya edebî min pirtûkek amade kir. Wî bixwe gotiye ku
‘dê û bavê min li ber çavê min kuþtine’, min jî li gorî pîvanên
rojnamegeriyê ew nivîsandiye. Ez nabêjim Qirkirina Ermenan pêk hatiye, Karapêt
bixwe dibêje. Ji bo min nivîsandina kesekî wiha girîng û pêwîst bû,
heger ji min bihata minê peykerê wî camêrî çêkira, lê ev ji min hat, sûcdariyên
heyî bi tu awayî qebûl nakim. Heger ji ber vê pirtûkê 10 sal jî ceza
bixwim, ezê ji ya xwe neyêm xwarê. Heger ceza bidin, emê serî li Dadgeha
Mafên Mirovan bidin..!”
Ji ber ku
Kevirbirî endamê PEN’a Kurd e; piþtî pirtûk hate qedexekirin, bi hewl û
xebatên PEN’a Kurd û Serokê wê Dr. Zerdeþt Haco, PEN’a Navneteweyî
nameyeke protestoyî ji Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevit re þandibû û
qedexebûn þermezar kiribû.