KARAPETÊ
XAÇO: ‘50 MILYON KURMANC NIKARE LI MIN XWEDÎ DERKEVE!..’
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com
Li
pêþ, þifêrê me Siyabendê Ordî û hevalê me yê kameraman Goran;
li paþ jî, ez û Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo. Em ji Erîvanê
ber bi gundê Solxoza 4’an ve diçin. Egîdê Cimo israr dike ku em li
gundê pêþiya xwe Dengbêj Feyzoyê Riza hildin û wisa biçin. Feyzoyê
Riza biraziyê dengbêjên bi nav û deng Þeroyê Biro û Mecîdê
Faris e. Dostaniya Egîd û Feyzo gelekî baþ e. Piþtî þêwr-miþêwirkirin
û ‘erê’kirinê, seyareya me dikeve gund û li ber deriyê mala
Feyzoyê Riza disekine. Her çi qas li gel Feyzo jin û keça wî jî dixwazin
ku em derbasî malê bibin, çay an qehweyekê vexwin; em doza lêborînê dikin
ku riya me dûr e û divê em zû herin. Piþtî maweyeke kin, Feyzo hat siwar bû
û seyareya me bi gerê ket. Dengê Mihemed Þêxoyê dengzêrîn ji
teyba texsiyê bilind dibe:
Ji
mehan meha berfanbarê. Meha dawî ya sala 2001’ê. 12’ê mehê. Ev þeþ
roj in ku ji Stenbolê hatime Erîvanê. Pênc roj bûn ku min ser û guh ji
dost û hevalên xwe yên Erîvanê biribûn. Sedema vê yekê jî, daxwaza çûyîna
gundê Karapetê Xaço bû. Va ye di
roja 6’an de em ber bi gundê dengbêjê efsaneyî ve diçin. ‘Gelo
niha di çi rewþê de ye?’, ‘Hê
jî dikare stran û kilaman bibêje?’, ‘Dema
ku dest bi gotina kilaman bike, dikare heta kingê bibêje?’, ‘Bêriya
wî aliyê Erezê, ango bêriya Deþta Xerzan û Herêma Reþkotan kiriye?’ Ji
ber ku bi van pirsan serê xwe diêþînim, gotina Egîdê Cimo yê bi rengê, ‘Salihcan!
Malnemîratê Karapet bêyî vexwarina araqê kilaman nabêje. Ji bîr neke em
þûþeyek îçkî jê re bibin!..’ Seh
nakim. Goran dêhna xwe dide ku deng ji min çênabe, berê xwe dide Siyabend û
bi dengê xwe yê bilind gotina Mamê Egîd bi cureyekî din dibêje: ‘Siyabend, li ber dikanekê bisekine em ji Apê Karapet re araqê
bikirin.’
Piþtî
kirîna þûþeyeke lîtreyî ya votkaya rûsan û çend pîl jî ji bo teyba
min a tomarkirinê, me dîsa riya xwe ajot. Navbera Erîvan û gundê Solxozê
bi qasî saetekê dikiþîne. Solxoz girêdayî nehiyeya Eçmîedzînê ye. Eçmîedzîn
navendeke dînî ye û mezinê ruhanî yê tevahiya ermeniyên dinyayê Karekîn
2 li vir e. Ji ber ku gundê Solxozê nêzîkî Balafirgeha Erîvanê ye, bi gurîniya
dengê balafirên ku radibin û datînin em ketin nava gund.
Egîdê
Cimo di sala 1955’an de hatiye gund. Ji bo ku Karapet biwe Radyoya Erîvanê.
Feyzoyê Riza jî, çend caran hatiye civata Karapet. Lê ji ber ku gelek wext
derbas bûye, xwiya ye ku em ê ji hinekan pirsa mala Karapet bikin. Erebeya me
hêdî hêdî diçe, piþt re jî ji bo pirsê disekine. Ez dêhna xwe didim malên
li nava gund. Siphanelah! Tu ferqa van xaniyan ji xaniyên gundê Serhed, Xerzan
û Amedê nîn e... Diyar e gundekî mezin e. Ji sedî zêdetir xanî dixwiyin.
Çend gundiyên ku li devê deriyên xwe kar dikin têderdixin em xerîb in.
Mirovekî ku emrê wî li dora 35-40 salî ye ber bi me ve tê. Bi Siyabend re
bi zimanê ermenkî xeber dide. Egîdê Cimo, Feyzoyê Riza û Siyabend wekî
zimanê xwe bi ermenkî xweþik mijûl dibin. Em dîsa li texsiya xwe ya
jihevketî siwar bûn û li gorî tarîfa mêrikê ermen em çûn û li ber hewþeke
mezin sekinîn. Egîdê Cimo di bin simbêlan re dikene. Berê xwe da min û
got:
-
Ha ji te re mala Karapetê Xaço!..
Belê
ev der mala Karapetê Xaço ye. Mala dengbêjê min ê zarokatiyê. Filehê Eþîra
Reþkotan, Dengbêjê Malbata Filîtê Quto. ‘Kewê Ribat’ û ‘Qulingê Deþta
Xerzan’. Li binxetê ‘Dostê Hesen Axayê Cizrawî’, ‘Lejyonerê Fransayê’
û li Qefqasyayê ‘Xweþawazê Dengê Erîvanê’.
-
Hûn bi xêr hatin, ser seran û ser çavan hatin!..
Ev
deng dengê Sêrop e. Sêrop kurê Karapetê Xaço ye. Emrê wî raserî 60 salî
ye. Çawa ku karkerekî komirê be û çendek berê ji heft qat binê erdê
hatibe, cilê qirêj lê ne. Piþtî 4-5 deqeyan bi kenê xwe yê xweþik
Karapetê Xaço ber bi me ve hat. Li devê dêrî xêrhatina me dike. Ew û Egîdê
Cimo kêfxweþiyê didin hev. Hev qepaçe dikin. Em di deriyê textîn re derbasî
hundir dibin.
Textê
vexwarinê hate danîn. Li ser têxt du þûþe votka. Li Ermenistanê, ne kurd
ne jî ermenî, di civata mêvanên xwe de, bêyî araq xwarinê naxwin. Civata
me di demeke kin de kemilî. Egîdê Cimo û Feyzoyê Riza, Karapetê Xaço di
navbera xwe de dane rûniþtandin. Siyabend li aliyekî, Sêrobê kurê Karapet
li aliyê din rûniþtin. Bûk û neviyên Karapet jî, hinekî li dûrî me, li
nêzîkî dêrî rûniþtin. Goran jî, piþtî keftûlefteke giran kameraya xwe
saz kir û ronahiya wê tekûz kir.
Êdî
em dikarin dest bi sohbeta xwe bikin. Feyzoyê Riza û Egîdê Cimo bi kêf û eþqeke
mezin bi Karapet re ketin nava mijûlahiyan. Ez pirsên xwe kontrol dikim. Hewl
didim ku pirsa xwe ya pêþîn ji Karapet bikim, beriya min dest bi van rêzikan
dike:
“50
milyon kurmanc nikare min xwedî bike!..”
‘50 milyon
kurmanc nikare min xwedî bike!..’ Di
destpêka sohbeta me de, bi vê gotina Apê Karapet stûye me xwar dibe. Dike ku
em ji hal û rewþa ku stranbêj, hunermend û dengbêjên me tê de ne þerm
bikin. Dixwazim ku dengbêjê me sedema gilî û gazinên xwe ji me re bibêje.
Dest pê dike li gorî xweþbêjiya dengbêjiyê dibêje:
‘95
sal in ku bi kurmancî dibêjim. Ji bo kurmancan dibêjim hevalo. Li welatê
kurmancan, dê û bavê min kuþtin. Li hafa xwiþk û birayê min. Piþt re
ketim civata mezinên eþîrên kurmancan, min ji wan re bi salan kilam gotin.
Þêx Seîd þer kir, þerê kurdan. Roma Reþ kok lê anî birê min! Ji bo vê
yekê jî, kul û keserên min zêde bûn, di 25 saliya xwe de ez derbasî
Binxetê bûm. Çûm Sûrî, nava kurmancên wê derê. Li Qamîþlo û Hesîçê
mam. Kurê min Sêrop li wir ji diya xwe re bû. Li wir jî, bûm dostê
kurmancan, bûm dostê dengbêjên kurmancan. Ev 56 sal in ku hatime Erîvanê,
dîsa jî ji bo kurmancan û bi zimanê kurmancî dibêjim. Ez li vir im, lê
dil û mêjiyê min li welêt e hevalo. Va ye tu dibînî, ez bi zimanê xwe jî
nizanim. Ez file me, lê xwedî û xwedanên min kurmanc in... Tu dibînî min
çi qas ji bo kurdan kir. Va ye tu halê min dibînî, ne ji bo lixwekirinê, ne
jî ji bo xwarinê heye... Lê dîsa jî, ez nemirime hevalo!..’
Berê
xwe dide Egîdê Cimo, bilûr û fîqên li ser maseyê hildide destê xwe û
didomîne:
‘Tu dibînî,
ev bilûr û fîqên Egîd in. Ev 60 sal in ku Egîd ji bo kurmancan li fîq û
zirneyê dixe. Çi qas dengbêj di radyoyê de gotine, Egîd li pey wan sekiniye
û ji wan re li fîq û bilûrê xistiye. Di tevahiya kilamên min de, fîq û
bilûra wî ya xweþ heye. Lê bi Xwedê, Egîd bêje ne rast e jî, ez dizanim
ku birçî ye. Gilî û gazinên min ji bo vê yekê ne Salihê min... Hewce
nake ku dirêj bikim, va ye tu rewþa me dibînî!.’
Belê,
ji nava odeya ku em lê rûniþtine, rewþa wan zelal û berbiçav dibû. Bêhna
feqîrî û belengaziyê jê difûriya. Du sê rûniþtek û kursiyên kevin û
þikestî. Dolabeke camên wê jê ketî. Sobeyeke teneke ya daran. Ligel ku
hewa gelekî sar e, tîna sobeyê tuneye. Piþt re em hîn bûn ku darê ku
bixin sobeyê jî tuneye. Gava ku derî vedibe, hewayeke sar î cemidî li çav
û birûyên me dikeve. Li erdê, berikeke ku mirov li devê deriyan jî ranaxe
raxistiye. Li dîwêr, çend salnameyên ku du sal berê rûpelên wê qediyane.
Di navbera min û Siyabend de, radyoyeke kevnar... Tiþtên li nava malê ev bûn.
Çavê
min diçe ser Karapetê dengzêrîn. Ligel xizanî û belengaziyê, di rûyê wî
de heybeteke mezin. Kifþ e mêrê berê ye. Zilamê civat û caqiyên giran.
Dengbêjê kilamên mêraniyê. Hindik be jî, rî û simbêlê wî hatiye. Cakêt,
pantor û îþlikê lê ye li hev nakin. Cakêtekî þîn î spîxêz, ji ber ku
cakêt mezin e, destên wî xwiya nabin. Pantorekî reþ, êlekekî gewr û ji dêvla
solê ve þimikek heye di piyan de. Diyar e her yek ji hêla kesekî ve jê re
hatiye kirîn.
Min
ji bîr kiribû, wê gavê hate bîra min. Yekser rabûm ser xwe û îþlikê ku
min li Stenbolê jê re kirîbû min ji çenteyê xwe derxist û radestî wî
kir û got:
-Ev
pêþkêþî ya te ye Mamê Karapet. Ne layîqê te ye, lê tu li qisûrê nenihêre.
Kêfa
wî hat, kenekî zirav xwe li rûyê wî pêça, got:
-Mala
te ava kurê min, lê te ji min re çima araq neanî. Mirov li vir gava diçe
mala camêrekî, araqê bi xwe re dibe...
Egîdê
Cimo bilûra destê xwe datîne û dibêje:
-Aniye
Gerabêt! Salihê bira ji te re araq jî aniye. Araqeke mosqovî!
Karapet:
-Ê
baþ e heyran, rehma Xwedê li gora miriyên wî be...
Ez
102 salî me dosto!
Berê
xwe didimê, di navbera me de qisedanek dest pê dike:
-Mamê
Karapet, niha tu çawa yî, halê te çi ye?
-Wê
halê min çawa be? Va ye emrê min bû 100 sal, ne wisa?
-Erê,
em bibêjin, nêzîkî 100 sal?
Destê
xwe dirêjî berîka xwe ya cakêt dike, bi awayekî hêrsbûyî:
-Weleh,
102 jî, va ye paseporta min. Wê çi bi min bibe? Xwedê Teala ev kilam dane
min, min ji xwe re çêkirine. Ez camêran ûxraq dikim, kêfa wan tînim. Camêrek
tê mala min, para wî didimê. Ne wisa Egîd? Ez dibêjim, ‘Hûn ser çavan
hatin!’ û ev e min tiþtekî din jî nekiriye...
-Tu
dibêjî, kêf kêfa min e!..
-Heyran,
tiþtekî min tuneye ez bidime we. Ez ev im. Dibêjin, ‘Hinek ji malê xwe,
hinek ji canê xwe.’
Ez
dixwazim ew hêdî hêdî were ser wan rojên berê. Rojên berê yên dengbêjiyê.
Civatên berê. Gelo gava ku Karapetê Xaço li Deþta Xerzan bû, li Kûrahiya
Biþêriyê, li Gundê Bilêder û Hethetkê bû, dîmeneke çawa derdiket holê?
Wê gavê dengbêjên çawa hebûn? Navên wan çi bûn?
Dest
pê dike û dibêje:
‘Dengbêjê
me hebû yekî kor. Fileh bû, navê wî Sako bû, Sakoyê Kor jê re digotin.
Axa û began diþande pey. Yekî extiyar jî, bi destên wî digirt, gund bi
gund digerand. Wî kilam ji ber xwe ve çêdikirin. Sako ji her du çavan hafiz
bû lo! Li gundên Filîtê Quto dima. Gundên Hethetkê û Bolindê. Li Hethetkê
jî, du bavik hene; bavikên Eþîra Reþkotan; Mala Xalo û Mala Quto. Wekî
min got, axa diþandin pey. Di Sala Fermanê de. Behsa sala 1915’an dikim. Li
Farqînê begek heye. Farqîn jî, bajarekî delal e, bajarekî Diyarbekirê ye.
Ji Pira Êlihê heta Farqînê 15 kîlomêtro ye. Li Farqînê, begek heye,
Behram Beg. Beg diþîne pey Sakoyê Kor...
-Fetah
Begê Mîrê Xêrzanê jî heye, ne?
‘Erê
lê. Fetah Begê Mîrê Xerzan li Zoqê rûdinê. Behram Begê li Farqînê ayrî
ye. Hingê hikûmat tunebû. Qaymeqamtî li Zoqê bû. Neyse, ev dengbêj çû
Farqînê mala Behram Begê. Go:
Sako
got:
-Begê
min ev jî tewîna wî ye! Heta vêga kêfa te dihat, tu bi vê xeberê çima
aciz dibî? Ev jî, cewaba wî ye.’
-Wekî
din dengbêj hebûn?
‘Yekî
misilman jî hebû. Xwedêdan bû navê wî. Li gundê me Bilêderê dima. Gava
wî kilam digot, ez biçûk bûm. Min li ber dewar-mewaran kilam digot, kilamên
keçik meçikan. Min ne ji axa û began re, ji xwe re digot. Min kilamên
beredayî digot. Min kilam baþ dizanibûn.’
Gelo Karapetê Xaço dengbêjiya
xwe ji kê girtiye. Wekî tê zanîn, di dilê her dengbêjî de pîrek,
hezkiriyek, dengbêjekî mezin heye. Karapet feyza xwe ji kê girtiye? Di binê
bandora kîjan dengbêjî de maye?
‘Wele
hema ji sê pa temam kilamên min in. Min ji kesî kilam negirtine, exlebî
kilamên min in. Jixwe Sakoyê Kor bû û Xwedêdan hebû. Wan kilam digotin,
min nedigot. Min digot, lê min li civatan nedigot. Min þerm dikir li civata
camêran kilam bigota. Min ji xwe re li ber dewaran digot. Lê dîsa jî, wekî
min nikaribûn bigotana. Çend kilamên wan ên xweþ hebûn. Min zehf zanibû
camêr, qey dikaribûn wekî min bigotana?! Ji bavê wan zêde bû wekî min
bigotana. Lê weleh min þerm dikir li civatan bigota.’
Dîsa
gotinên wî dibirim û dipirsim:
-Tu çend kilaman dizanî, tu
heta kingê dikarî bibêjî?
‘Ku
bêne bîra min, heta heye dikarim bibêjim. Ku bihiþtana, ne du roj, ne sê
roj, min dikaribû heta du mehan kilam bigotana. Min ê kilamên zilaman bigota,
kilamên mêraniyê. Ez dengbêjê kilamên mêraniyê me hevalo! Gazî min
dikirin, ez diçûm Radyo Komîtê. Li vir, ji min re digotin, ‘Vê bêje, vê
bêje!’. Li radyoyê digotin, ‘Ev nabe, ev nabe, ev nabe.’ Ez vê gavê jî
dest pê bikim, ku newestim, heta 300-400 kilamî dikarim bibêjim. Me yê xwe
rehet bikira, saetek dudu me yê dîsa bigota. Gotineke me kurmancan heye; dibêje,
‘Bira biratî ye, bazar beyanî ye.’ Herçî di vê topraxî de, li ti derî,
kes nikare wekî min bibêje.’
Karapetê
Xaço di 25 saliya xwe de Deþta Xerzan, Reþkotan, Biþêrî û Misircê
(Gurdilan) terikandiye û derbasî Binxetê bûye. Heta sala 1946’an, li Qamîþloyê
maye. Di 1946’an de jî, tevî jina xwe Melek Xanim û kurê xwe Sêrop berê
xwe dide Erîvana Ermenistanê. Di ser û binê gotina xwe de, behsa Xerzan û
Reþkotan dike. Gelo çi qas bêriya wan deran kiriye? Îro bihiþtana, gelo wê
biçûya wir? Werin em bi hev re guhên xwe bidin bersiva vê pirsê:
‘Weleh
lawo, ji Diyarbekir heta Biþêriyê, Reþkotan û Pira Batmanê gund bi gund,
kanî bi kanî ez nas dikim. Ha vê gavê camêrekî kurê camêran bi milê min
bigire bibe, ez ê yek bi yek navê çiya, deþt, newal û kaniyan bibêjim.
Hema ew dera roja ku dê û bavê min kuþtine û ji wê rojê ve min nedîtiye,
bêle weleh ku min bidîta, baþ bû. Çawa di sala 1915’an de, bavê min kuþtine,
ez ji Bilêder derketime. Tu zanî, ez ji Bilêderê me Salih... Wan filehên
xwe kuþt, ez derbasî gundê Filîtê Quto bûm, wî filehê xwe nekuþtin.
Dest neda filehên xwe. Em li wê derê xilas bûn.’
Di
vê navberê de, me jê xwest ku ew kilamekê ji me re bibêje. Egîdê Cimo
kete nav gotinê û xwest ku Karapet kilama Filîtê Quto bibêje. Va ye bi bilûra
Egîdê Cimo kilama Filîtê Quto ji wî dengê qirase û efsane. Feyzoyê Riza
jî, destûr digire û benda duyemîn dibêje:
24
saetên Karapetê Xaço
Gelo
24 saet, ango rojeke Karapetê Xaço çawa derbas dibe. Serê sibehê radibe çi
dike? Di baxçe û hewþa xwe de çandinî û kolanê dike? Wekî berê kilaman
dibêje? Civata wî çêdibe? Têkiliyên wî û gundiyan çawa ye? Li gundê
wan, kurd hene, an na? Em dixwazin dengbêjê me bersiva van pirsan bide. Dide jî:
‘Ez
ê çi bikim? Carinan heta êvarê dikevim binê lihêfê û serma ye. Agir
tuneye. Ku germ be, ku dinya germ be, diçim nava gund. Hinek extiyarên wekî
min hene, diçim ba wan. Em bi kaxizan dilîzin. Em wextê xwe diborînin. Wekî
þevbihêrk ha! Te fêm kir? Heta dibe êvar, dîsa em tên mala xwe.’
-Kar û barê nava bêxçe jî
dikî carinan?
‘Çii?’
-Kolanê jî dikî carinan, kolanê?
‘Oho!
Xwedê ji te razî be, tu henekên xwe bi min nakî! Tu dibînî Egîd, Saliho
pirsên çawa dike?’
Li
ser vê gotina Mamê Karapet her kes dikene. Vê carê kurê wî Sêrop jê
dipirse:
‘Nava
baxçeyê xwe da diþixwilî?’, dibêje?’
‘Wileh
lawo, îcar ez hew dikarim! Ez þixwilîme mesela 50-60 sal. Îcar dora xebata
kur û neviyan e.’
Gava
ku behsa xebata nava bêxçe tê kirin, Egîdê Cimo yekser dikeve navê û dibêje:
‘Karapet,
tu zanî hezkirina te di dilê min de çi qas heye. Çaxê ez hatim vir pey te.
Ji bo xebata radyoyê. Kurê te jî, li ba te bû. Bêmane, mer di destê te de
bû ez hatim, rast e?’
‘Wisa
ye Egîd!’ dibêje
Karapet
‘Me
nasiya xwe wê gavê da hev...’
‘Hingê
Casim bû, Xelîlê Mûradov bû di Radyoyê de.’
‘Erê,
lê ez hatim pey te. Piþtî me nasiya xwe da hev, te mera xwe danî, hatî cem
min. Te kilamek got. Min got; ‘Camêr, ez li te digerim!’
Dîsa
kenekî biteql di nava odeyê de olan da.
Gundê
Karapet Solxoz
Solxoza
Çaran, ango bi navê nû Vozkîhader, gundekî ermeniyan e. Bi qasî saetek nêzîkî
paytexta Erîvanê ye. Her wiha gund çend kîlomêtro nêzîkî Balafirgeha Erîvanê
ye. Gund ji 130-150 malan pêk tê. Gund wekî tevahiya gundên li Ermenistanê
di nava xizanî û belengaziyê de digevize. Li gund, çandinî û xwedîkirina
heywanan tê kirin. 6-7 malên kurdên êzîdî jî, li vî gundî hene. Beriya
ku em bipirsin, Mamê Karapet dest pê dike navên kurmancên li gund dijimêre:
‘Mala
Hesen, Mala Dewrêþ hene. Dewrêþ mala xaltiya te ne, ne wisa Egîd? Kurê Paþe
maye. Zarê Derwêþ; Îþxan, E’mer û Ehmed jî çûne. Du kurên wî mane.
Kurên Hesen mane, yên Þerîf mane.’
Dipirsim:
Têne civata te, carinan tu ji
wan re kilaman dibêjî? Li te dipirsin?
‘Na
camêr, çi civat, çi hal? Mirî ne, kesek nemaye,’ dibêje.
Dengbêjiya
berê / Dengbêjiya Îro
Gelo dengbêjiya berê û dengbêjiya îro, gava ku
mirov bide ber hev, wê dîmeneke çawa derkeve holê? Dengbêjî berê baþ bû,
an îro?
Guhê me li gotinên dengbêjê sedsalî ye:
‘Lo
lawo, qey dengbêjiya berê ma? Berê jixwe axa bûn û dengbêjan jî ji wan re
digot. Ku dengbêj li gorî dilê axê bigota, axê dengbêj û jin û zarokên
wî xwedî dikir. Deng tê te? Axa û beg biçûna kû derê, dengbêjê xwe bi
xwe re dibir. Heger li ba axayê din dengbêj hebûya, wê her du dengbêj bi
hev re bigotana, heta zora hev dibirin. Wê dengbêjan kêfa axa û begê xwe
bianiyana. Ev civatên berê bûn. Civatên cimaetî em dibêjin. Vê gavê bûye
hikûmat, bûye radyo.’
Kurê
wî Sêrop dipirse: ‘Tu dibêjî, dengbêjiya berê nemaye?’
‘Na
lo, ka ew dengbêjiya berê? Malnexirabo, wele gava em diçûn civatan, ji heft
gundan dihatin hafa me. Kesî wê rojê li mala xwe nan nedixwar. Her kes dibû
mêvanê mala ku em lê bûn. Dewleta xelqê bû ku civata dengbêjan bidîtana.
Di civata dengbêjan de, mirovan nivîþk dixwar, penêr dixwar, savar û goþt
dixwar. Daweta bêdengbêj daweteke mirî bû.’
Mamê
Karapet nahêle ez pirseke din bikim, þûþeya xwe ya araqê dadigire, dixwaze
Egîdê Cimo û Feyzo jî dagire. Feyzo ji hurmeta xwe naxwaze vexwe. Kurê wî
Sêrop jî, þaþmayî maye çima em araqê venaxwin, bi misilmaniya me ve girêdide.
Karapet þûþeya xwe hildide, bi Egîdê Cimo re sohbet dike û dibêje:
‘Kilam
zilamekî mêrxas e, xelk li serî dibêje.’
‘Egîd
dagire, em 50 gramî vexwin. Feyzo, tu bimirî jî, tu yê kasekê vexwî! Egîd,
hikûmeta ermeniyan guh neda me. Egîd dizane, ez ji vir bi piyan diçûm
Radyoya Erîvanê. Min ê bikira qareqar, heta ruhê min derketa.’
Makîne,
an jî erebe tunebûn ku tu peya diçûyî radyoyê?
‘Makîneya
çi, halê çî? Qey tu pereyê min hebû ez bi makîneyê biçûma? Heger çend
banqinot pereyê min jî hebûya, min ê ji kîsê xwe araq jî bikiriya...’
Egîdê
Cimo: ‘Rast e, araqa xwe dikir cêba xwe dianî. Dixwar, paþê digot.’
Û dîsa jî nedihiþtin ku kilamên
mêraniyê, kilamên zilaman bibêje, ne wisa?
‘Ha
rehmet li gora miriyên te! Wisa bû ha! Digotin, kilamên keçikan bibêje.
Kuro, min çi kilam gotin, haya min ji komûnîstiyê tuneye. Dibêjin, ‘Ev
na!’, ‘Ev na!’ Min kir nekir ne bi dilê min e. Ez çi bêjim heyra?
Kurikek bi min re ye, bi erebî me bi hev re xeber dida. Bi erebî gote min,
‘Xalê Karapet, tu filan kilamî nizanî?’ Min jê re got, ‘Lawo, wele ew
kilam hê di sala 1915’an de min li ber gê, li çolê min digot, lê weleh ne
kilama zilaman bû. Min go, ev ne kilam e, eyb e ez bêjim. Kurikê ereb aciz bû
û ji min re got, ‘Di diya wan nim, bibêje, jixwe ew fêm nakin kîjan kilamên
keçikan e, kîjan yên mêrxasiyê ne.’ Piþt re min dest pê kir, min kilama
Zembîlfiroþ got. Hemû li dora min civiyan. Fileh jî hebûn, misilman jî hebûn.
Ez bi filekî nizanim. Ji hev re dibêjin, ‘Hêdakîrkîr e, hêdakîrkîr
e.’ Ez çi zanim ‘hêdakîrkîr’ çi ye?’
‘Hêdakîrkîr
e’, yanî ‘ecêb e’ dibêje Sêrop.
‘...
Yek ji wan dibêje, ‘Tu çawa hîn bûyî?’, yek dibêje, ‘Yazî û
xwendina te heye?’ Min got, ‘Weleh navê sêv û pirteqalê jî ismetî
nizanim!’ Lê min got, ‘Ez dikarim vê gavê li ser te kilamekê bibêjim.’
Min jê re got, ‘Tu dizanî kilam çi ye? Zilamekî mêrxas e, xelk li serî
dibêje.’ Kilamên miriyan baþqe ne û kilamên zilaman baþqe ne, min ji wan
re got. Wele min got. Ez bi piyan dîsa hatim malê. Hinek hevalên min hebûn
li nava gund. Ji min re gotin, ‘Me got, vê kilamê, vê kilamê bibêje, te
çima kilamên ku me xwest negot?’ Min ji wan re got, ‘Lawo nahêlin, qêy
ez çi zanim. Ez rebenê Xwedê bi hikûmatê nikarim!’ Wisa em ji hev xelas bûn,
îcar em vêga azad in. Kîjan em dixwazin em dibêjin, ne wisa Egîd?’
Dîsa
þûþeyên xwe li hev dixin. Di vê navberê de, Karapetê Xaço berê xwe dide
Feyzoyê Riza û jê re dibêje:
‘Malnexirabo,
min digot, tê berxekê ji min re bînî...’
Feyzo
lê vedigerîne:
‘Biharê,
biharê Apê Karapet.’
Pirseke
din lê dikim:
-Mamê
Karapet, va ye li ba me rûniþtiye, Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo. Ji bo te
mirovekî çawa ye?
Dibersivîne:
‘Egîdê
Cimo, ez çûme daweta kurê wî jî. Li Zeytûnê. Rast e, Egîd mîrê bilûrê
ye. Birinciyê wan Egîd e. Vê paþiyê yekî misilman jî hebû. Navê wî Xelîlê
Evdile bû. Bes wekî lal digot, çend meqam digot û disekinî. Bilûra Egîd
xurt e, bilûra adetî ye. Li vî welatî Egîd e. Digotin, Þamîlê Beko lê
dixe. Piçekî kubar bû. Xwedê ji kubaran hez nekiriye. Rojekê hat mala min,
wê li mala min razê. Jê re distrêm jî. Ji min re dibêje, ‘Karapet, nebêje
yekî biçûk hatiye mala min.’ Min jê re got, ‘Heyra, Xwedê mezin e.
Xwarina me ev e, va ye ev jî ciyê te ye tê razê.’ Egîd ev 60 sal e lê
dixe û baþ lê dixe.’
Dipirsim:
Em kilameke din nebêjin?’
Kêfa
wî tê, dest bi kilama Îzet Begê dike:
Dengbêjê
Malbata Filitê Quto
Hêdî
hêdî em tên ser Eþîra Reþkotan û serekê wan Mala Filîtê Quto. Wekî ku
Karapetê Xaço dibêje, bi salên dûvedirêj ji Malbata Filîtê Quto re dengbêjî
kiriye û li gorî gotina wî, bi xêra kilam û dengbêjiya xwe ji mirin û kuþtinê
rizgar bûye. Behsa wan rojan dike:
‘Piþo
û Hesen kurê Filîtê Quto ne. Birayên hev in. Ew axa û beg bûn. Memleket
di destên wan de bû. Ez ji te re dibêjim, her yekî ji wan xwediyê 25-30
gundî bûn. Ez yekî fileh bûm. Min cotê wan dikir, li ber ga û gamêþên
wan bûm lawo!.. Diçûn pêþiya terþ û talanên xelkê. Jêhatî û tifingçî
bûn. Wele camêr ji min re baþ bûn, min dewarên wan xwedî dikir. Min nedikuþtin.
Min ji wan re kilam jî digotin, gezek nan didan min ha!..
Di
van salan de, min li ser bavê wan Filîtê Quto kilam çêkir û got. Kilama
Filîtê Quto û Mamê Elê Etmankî. Ev kilam kilama Reþkotiyan û Etmankiyan
e. Þer li ser Bazinbeleka milê Elê pêktê. Li Kevanê Qîre, Delana Paþo þerekî
giran pêktê. Filîtê Quto li wir ji hêla Etmankiyan ve tê kuþtin. Ev jî,
dibe sedem ku Eþîra Reþkotiyan li Eþîra Etmankiyan were xezebê. Etmankî
ji Bedlîsê hatibûn. Barê wan xwê bû û ji ser Deþta Xerzan û Reþkotan
barê xwe ji bo firotanê dibirin Diyarbekirê. Welhasil, piþtî ku Filîtê
Quto tê kuþtin, Reþkotî ji Etmankiyan 52 kesan dikujin. Jixwe 55 kes di
karwanê Etmankiyan de hebûn. 3 heb ji wan sax difilitin. Ew jî; Ji Mala Xizê
Reþûlê Þênî, Ji Mala Seydê Silêmanê Têlo û ji Mala Emê Resûlê Bêlik.
Kilam ji devê diya Filîtê Quto Þemê ve tê gotin, ku cara ewil min gotiye
û îro gelek dengbêj jî dibêjin.’
“Dengbêjiya
bêaraq ne xweþ e.”
“Ez
pîr dibim, dil pîr nabe!”
Di
vê navberê de, dibe teqereqa þûþeyan. Karapet û Egîdê Cimo dest bi
vexwarinê dikin. Bi kêf û eþqeke mezin þûþeyên xwe li hev dixin. Mamê
Karapet dêhna xwe didê ku bi mereqeke mezin li wî û þûþeya li destên wî
dinihêrim, gotinê tîne ser vexwarinê û serpêhatiyeke xweþ vedibêje:
‘Misilmanan
araq venedixwar. Ne wan dixwar, ne jî dihiþtin ku em bixwin.’
Bi
vê gotinê re dîsa dibe hîrehîra me, em dikenin. Dipirsim:
Tu heyfa wan salan hiltînî Mamê
Karapet?
Axaftina
xwe didomîne:
‘Ji
Îdirê du kes hatin, hatin Korbilaxê, mala Þêx Elî. Þêx Elî þêxê
misilmanan bû. Kurê þêx hate pey min ku ez li civata wan kilaman bibêjim.
Ez çûm, ez ê ji wan re bistirêm. Ez ê ji wan re du þevan kilam bibêjim û
ew ê peþkek araq nedin min, qey wisa dibe? Tiþtekî tewþ e, ne wisa Egîd?
Di bextê min de, min dît du heb pakreþîþ (leþkerê ser sînor) hatin.
Esker rûs in. Du þûþe jî araq bi xwe re anîn, li ser maseya ku ez lê me
danîn. Ez jî fileh, ew jî fileh in lo! Me her siyan araqên xwe vexwarin.
Dengê min jî vebû. Her du eskerên rûs rabûn çûn. Ez mam bi tenê di nava
wan de û kilamên xwe dibêjim. Di wê navberê de, jinên wan hatin û þûþeyên
ku me pê araq vexwaribûn birin avêtin poxanê. Ez jî dibînim. Þex Elî wê
gavê çûbû destmêjê. Çend deqe þûn de hat. Ez li teniþta wî me, ew þêx
e, ez jî meriv im, ne wisa? Ji ber ku jinên wan þûþeyên ji devê me birin
avêtin, ez aciz bûbûm. Min got, ‘Þêx Elî.’ got, ‘Lebê.’ Min got,
‘Þêx Elî, tu dimsê dixwî?’ Got, ‘Dixwim.’ Min got, ‘Tu mewîjan jî
dixwî?’ Got, ‘Çawa mewîjan naxwim?’ Min got, ‘Tu sincoq mincoqan jî
dixwî?’ Got, ‘Erê, dixwim!’ Min þûþeya araqê hilda destê xwe û jê
re got, ‘Ha ev jî, ji wê ye ha; ev jî, wekî mewîja ye!’ Min got, ‘Þex
Elî, ka çi di vê þûþeyê de hebû, jinên we bir avêt. Tu herî malekê,
tu zanî tu kî û çûyî mala kê. Wekî qeweta xwe bixwe, xwe serxweþ neke.
Çêrê xelkê neke. Þer neke. Dêhna xwe bide xwe. Ev av ne heram e, ev jî,
ji mewîjan çêbûye. Hûn ne baþ in, ne baþ?’ Du rojan li wir mam. Me
qareqar kir ji wan re, têra dilê xwe kilam gotin û ez hatim mala xwe.’
Gava
ku mijûl dibe, kuxtekuxt pê dikeve, li ser hev dikuxe. Berê xwe dide Egîdê
Cimo û jê re wisa dibêje:
‘Ez
pîr dibim, dil pîr nabe Egîd, di diya xweyî nim!...’
Dixwazim
pê li damarê mêraniya wî bikim, dipirsim:
Ji te re bibêjin, ‘Dev ji
dengbêjiyê berde, êdî kilaman nebêje.’, tu yê çi bikî?
Dikene,
çav lê zoq dibin. Bersiva wî pir balkêþ e jî:
‘Yê
ku wisa bibêje, ismetî aqil di sêrî de tuneye. Kuro, jixwe ne def bi min
dibe, ne jî zirne. Egîd li mey, fîq û zirneyê dixe, ez jî kilaman dibêjim.
Ev bi min dibe. Xwedê Teala dengek daye min û sermiyanê min jî ev e. Baþqe
tiþtek tuneye... Dengbêjî û zirnelêxistin bi para me ketiye, em dibêjin û
lê dixin. Yê te jî, qelem û nivisandin e, ne wisa Salihê min. Hê jî hûn
lave nakin, hûn ne qayîl in, em we ûxraq dikin hevalo!.. Ez ê çawa dev ji
dengbêjiyê berdim, min çawa 101 sal kiriye? Ji dengbêjiyê! Tu jî, kilam û
stranên xweþ bibêjî, tê jî, 100 sal bikî... Heta ku li ser piyan bim û
heta ku bikaribim, ez ê bibêjim.’
Gelo
ji dengbêjan kê diecibîne. Ji bo wî kîjan dengbêj zor û jêhatî ne? Em
kesên li civatê bi bersiva wî þaþ û metel dimînin:
‘Li
vî welatî, dengbêj li ser xwe nabînim. Li welatê derve jî, yê baþ jî,
jixwe çûne ber rehma Xwedê. Li Arakîs Solxoz, Feyzo li malekê got, xweþ
kir camêr. Marûfê Dengbêj jî hatibû wir. Gava Feyzo got, dengê wî yê
cehalan bû ha, wekî dengê min ê berê. Min Þeroyê Biro jî dîtiye, min
rehmetiyê Mecîdê Faris jî dîtiye. Ew ne dengbêj bûn! Mihemed Arifê
Cizrawî ‘Xezal xezal.’ dibêje, hew! Ew dengbêjê min got hebû, Sakoyê
Kor, ji zû ve miriye. Seîdê Cizrawî hebû, ji Dêrikê, gundê Endîwerê bû.
Wî jî, çend heb kilam digotin. Li Tiblîsê hevalekî min hebû, hema heval bû
ha! Þeroyê Biro jî, li wir bû; dengbêjî dikir. Em ê bi hev re li Tiblîsê
biçûna mala êzîdiyekî dewletî, ango dewlemend. Heta 11’ê þevê me yê
ji wê malê re bistira. Tevî Koma Sûsika Simo jî me digot. Koliya Naftalyan
jî hebû di nava komê de. Me ew deranî. Rojekê min ji Þeroyê Biro re got,
‘Þero, rehme li bavê te, em herin malekê kilaman bibêjin.’ Weleh camêr
nehat...
Kawîs
Axa beriya me kilam digotin. Gava Kawîs Axa kilam digot, ez 4-5 salî bûm. Di
sala 1924’an de, mir. Kawîs Axa kilamên zilaman digot. Li ba min kî kilamên
zilaman bibêje, ew dengbêjekî baþ e. Kilamên keçikan ne tu kilam in lo.
Dengbêjê kilamên eþqê û keçikan bêje, ew ne dengbêjekî baþ e. Li van
çiyayên hanê, dengbêjên baþ hebûn, lê min tevan nedîtine. Dixwazim bibêjim,
li ser xwe vê gavê jî dengbêj nabînim. Bi kilamekê du kilaman dengbêjî
nabe hevalo! Dengbêj ew e 7 þev û 7 rojan kilaman bibêje, lê hê jî kilamên
wî xelas nebin. Ez mehekê li ser hev jî bêjim, kilamên min xelas
nabin...’
Karapet
wekî zarokan kêfxweþ e. Ji kêf û henekan nizane çi bike. Berê xwe dide
Feyzoyê Riza û jê re dibêje:
‘Feyzo,
ka kilameke xweþ ji mamê xwe re bibêje, min tu hîn kiriyî, divê tu îro ji
min re bibêjî. Ez ê bimirim, divê tu rêça min biajoyî. Her du mamên te
Þeroyê Biro û Mecîdê Faris jî xweþ digotin. Dengê wan xweþ bû ha...’
‘Wele
rast e Apê Karapet, tu mamoste û hosteyê min î.’ dibêje Feyzoyê Riza.
Feyzoyê
Riza dest pê dike, bi bilûra Egîdê Cimo kilama Salih û Nûrê dibêje. Di
benda duyem de, Karapet mafê gotina kilamê hildide destê xwe:
Serê
sibehê, em ketibûn rê, hew me dît ji ber civata xweþ a Mamê Karapet bûye
êvar. Em ji sohbeta wî têr nebûn. Beriya ku roj here ava, ez dixwazim ku em
derkevin derveyê malê û li der û dorê bigerin û bi hev re wêneyan bikiþînin.
Em derketin derve, hewayeke sar î cemidî heye. Gundê Karapet nêzîkî sînorê
Tirkiyeyê, li hafa Çiyayê Agiriyê ye. Lew re jî, têlefûna min a ku piþtî
hatina Ermenistanê nedixebitî, sînyal da. Min dêhna xwe dayê ku ji wî gundî
xeta Turkcellê dikiþîne. Yekser min xwest ez sûrprîzekê bikim û li Dengbêj
Salihê Qubînê yê li Batmanê bigerim, da ku bi Karapet re bidim
xeberdan. Dengeki qiciq ji telefonê hat: ‘Aradiðiniz kiþiye þimdi ulaþilamiyor.
Lütfen daha sonra tekrar arayiniz.’ (Em niha nikarin xwe bigihînin kesê ku
hûn lê digerin. Ji kerema xwe re paþê careke din bigerin.)
Em
ê gaveke din vegerin Erîvanê. Ji ber ku rê ne xweþ in. Çûna þevê
xerabtir e. Lewma li ser piyan dixwazim Karapet çend tiþtên din bibêje. Dîsa
behsa wan rojên berê dike. Behsa Seîd Axayê Cizrawî, behsa þerma xwe ya
kilambêjiyê dike:
‘Li
Sûriyeyê, li bajarê Qamîþloyê, min bi Seîd Axayê Cizrawî re digot. Min
li welatê me, li Diyarbekir, heta Binxetê û ji wir jî heta Ermenistanê min
li her derê kilam gotine.
‘Li
Reþkotan, em ê herin ji kurê axayê me re keçikekê ji gundekî bînin. Min
jî, bi serê hespê jina axê girtiye. Yekî fileh û yekî misilman hevalên
hev in. Wekî koçekan direqisîn jî. Ew diçûne dawetan, ez jî bi xwe re
dibirim. Yê fileh kilaman nizane, yê misilman kilaman dibêje. Dizanin ku ez
li çolê, li ber dewaran kilaman dibêjim. Kilamên beredayî ha, kilamên keçik
meçikan. Her du hatin dora min, vir de wê de gotin. ‘Kurik, tu di diya me nî,
tê kilamekê bêjî!’ Ez þerm dikim. Ez û kilamên li nava mirovan?! Min
kir nekir, heyra fêde nake. Rabûm min kilamek got. Wê çaxê 15-16 salî bûm.
Nayê hiþê min min kîjan kilam got. Ew dawet xelas bû, em hatin.
‘Dîsa
li wir dêreke filehan tenê hebû. Îdeka filehan heye 50 roj. Ya misilmanan 30
roj e rojiya wan, ya filehan 50 roj e. Li Reþkotan û Biþêriyê, çi qas qîz
û xort hebûn, hemû hatibûn wê dêrê. Dêreke zehf mezin bû. Temamê dengbêjan
jî diçûn wê dêrê. Kî ku biçûya, nan û xwarina xwe bi xwe re dibir. Yê
ku neaniya jî, li wir dêrê nan didayê. Ode jî zehf bûn, her kes li wan
odeyan radiza. Li wir, dîsa kilam bi min dane gotin. Kêfa wan zehf ji min re
hatibû. Ez zaro bûm û min kilamên kurmancî digotin. Jixwe gotineke jî, bi
filehkî nizanim.
Rêbendan
2002 Êrîvan – Ermenistan
Jêrenot:
Beþek ji wergera pirtûka ‘Bir Çigligin Yüzyili: Karapetê Xaço’ ya
Salihê Kevirbirî ku di adara 2001’î de li Stenbolê ji hêla Weþanên Sî
ve hate weþandin...