SALIHÊ KEVIRBIRÎ
Ev demek e ku min
dixwest li ser hunermendekî kurd binivîsim. Hunermendekî wisa ku gelek caran
bi mîsyona ‘Evdalê Zeynikê’ û ‘Kawîs Axa’ tevdigere û xwe yek ji
þopînerên van navên pîroz dibîne: Dengbêj Kazo!
Birêz Rotînda Yetkîner,
di qûnciknivîsara xwe ya Rojnameya Yenîden Ozgur Gundemê ku 19’ê Gelawêja
2003’an hate weþandin de, mijara xwe ji bo wî camêrî terxan kiribû. Di vê
nivîsarê de Yetkîner, balê kiþandibû ser piþavtin ango asîmîlasyona li
ser hûner û muzîka kurdî her wiha jî ‘tîr’ên xwe arasteyî Dengbêj
Kazo kiribûn. Li gorî ku ji nivîsarê jî diyar dibe Kazo beþdarî
bernameyeke TGRT’yê bûye û bûye mijara henekan.
Min bi xwe jî temaþe
û guhdariya wê bernameyê kir û min dît ku çand, huner û muzîka kurdî çawa
bi erzanî tê nîþandan û pêþkêþkirin. Di vir de ez tu tiþtî ji bernameçêker
û pêþkêþvanên televizyona navborî re nebêjim. Ji ber ku li gorî wezîfeya
ku wergirtine, tevdigerin! Lê helwesta ku Kazo bi xwe tê de bû, wekî kurdekî
ez gelekî êþandim, pûrtê serê min rabu! Ew bixwe di bernameyê de di nav
psîkolojiyeke wisa de bû ku muzîka kurdî pêþkêþî dêhn û bala gelên
Tirkiyeyê kiriye. Lê tiþtên ku li ber çavên me diqewimîn, berevajî vê
yekê bûn. Kazo di wê bernameyê de çi kir? Ligel çend stranên tirkî (ku
piraniya soz û awazên wan ji tirkî hatine wergerandin) straneke kurdî jî
got. Îcar bi liv û tevgerên wisa erzan, wisa sexte, wisa ‘çêkirî’ ku
mirov di cihê xwe de bizdide. Wey li wî dixwest ku bi tevgerên xwe biþibe
hunermendên paparazî, taverna û gazînoyan. Tiþtê balkêþ ew bû ku di vî
warî de bi ser jî nediket.
Gelek caran, ez bixwe bûme
þahid ku behsa ‘feyzgirt’ û seydayê xwe Mele Evdilkerîm kiriye. Helbet
Mele Evdilkerîm, di warê kilambêjî û strangotina klasîk de þayanî pesnê
bû. Ligel ku xwediyê dengekî xweþ û ‘dawûdî’ bû, her wisa xwediyê
hafizeyeke dewlemend bû û dikaribû di ‘civat’ û ‘caqiyan’ de bi
sedan kilam bibêje. Rehma Xwedê lê be, Seydayê Mele Evdilkerîm heger sax bûya
û temaþeyî wê bernameyê bikira ez bawer im dê gelek hêrs bibûya.
Li gorî baweriya min mafê her hunermendê kurd heye ku beþdarî televizyonên biyanî; her wiha beþdarî televizyonên tirk jî bibe. Ev tiþtekî ne xerab a. Gelek caran jî baþ e. Lê pêwîst e ku hunermend mîsyona ku dilîze baþ bizane. Mafê tu hunermendê kurd tuneye ku wekî Kazo beþdarî televizyonan bibe û çand, huner û muzîka gelê min wisa bi erzanî pêþkêþ bike û bike mijarê laqirdiyan. Mafê Kazo ew bû ku li wê derê ji tirkî bêhtir, kurdî derxista pêþ; behsa zargotina kurdî, dengbêjiya kurdî û hunera kurdî bikira. Wê gavê dikaribû straneke tirkî jî bibêje.

Gelê kurd tiþtên bi vî
rengî dibîne û helwesta xwe jî li gorî vê yekê digire. Ez bixwe bûme þahid
ku kasetfiroþên kurdî gotine; ‘Ez êdî kasetên Kazo nafiroþim!’ Kazo jî
pêwîst e li gorî van nirxan tevbigere û helwesta xwe sererast bike. Nexwe
hunermendên wekî wî heta niha jî daniye ser serên xwe, heger li gorî nirxên
kurdî-kurdewarî tevbigerin di dilê xwe de jî ji wan re cih çêdike.
Pêwîst e ku prêza
hunermend kifþ be. Ango gotin û kirin dema ne yek be, piþtî demek ‘terpilîn’
li dar e. Di vî warî de jî dixwazim bi mînakekê rexneya xwe li Kazo bikim:
Wekî tê zanîn ev demek e Kazo, ligel koma xwe ‘Koma Þîrwan’ li baþûrê
Welêt e. Bi qasî mehek berê, ligel çend hevalên xwe li Stûdyoya MEDYA
TV’yê ya li Stockholmê bûm. Dema me bala xwe dida kanalên kurdî ên
televizyonê, hew medît ku Kazo ligel koma xwe mêvanê bernameyeke KTV’ê
ye. Bernameçêker jê dipirse: ‘Tu ji bilî kurmancî bi çi zimanî distrî
Kekê Kazo?’ Jixwe razî bersiva wî ev bû: ‘Ez bi kurmancî, bi soranî,
bi zazakî û bi tirkî distrêm..!’ Paþê bernameçêker jê xwest ku
straneke kirmançkî (zazakî) bibêje. Kazo destpê kir strana ‘Koyî Dêrsim’
got! Lê bi çi rengî? Yekser falþ stra. Gotinên ku di zazakî de tunene û
bi piraniya gotinên xwerû kurmanciya gewr!
Rawestin! Hûn dizanin
paþê çekir? Wekî tê zanîn çendek berê kazo kaseteke nû derxistibû ku tê
de bi rastî jî straneke xweþ hebû: ‘Felek’. Benda sêyemîn a vê stranê
li ser tevgera siyasî ya bakur û serokatiya wê Abdullah Ocalan e. Kazo wê
bendê serdanpê guhart û veguhest ser tevgera siyasî ya baþûr û Mele
Mistefa Berzanî. Tiþtên wisa ne layîqî hunermendan e û ev kar ne karê
hunermendane ne. Týþtê girîng ew e ku mirov xwedî helwesteke çak, rasteqînî
û yek be. Ne ku mirov here nav kîjan sazî, dezgeh û rêxistînî, ji bo ku sûdeke
berjewend jê wergire tevbigere. Mele Mustefa Barzaniyê nemir serokekî kurdan
e û hurmeta tevahiya kurdan ji bo wî heye. A rast ew bû ku Kazo li ser Barzanî
stran-stanên taybet çebikira, ne ku gotinên straneke heyî biguhere. Tiþtê
layîqê wî û Mele Mîstefa Berzanî bixwe jî ev e.
Ji wî kirî bi vê
helwesta xwe dê qedrê wî bilind bibe...
Na Kazo Beg na! Tu bi
van helwestan qedrê xwe kêm dikî.