EHMED
GÛNEÞ Û ‘KELEÞO NOBEDARO...!’ *
(Ji
bo bîranîna bi sedan zarokên kurd ku her sal di avên genî de dixeniqin)
Ehmed Gûneþ cîranê
me bû. Kesî nizanibû gelo Ehmed heye an tuneye. Sê roj li ber mirovan rûniþta
kesî jê deng nedibihîst. Feqîr, melûl û devliken bû. Gava ku çend sal
berê bavê wî Evdilkerîm ji ber îtîrafên îtîrafkarekî li taxa ’19
Mayis’a Edeneyê tê girtin, Ehmed di 15 saliya xwe de, ji bo ku dabara
malbata xwe bike, mil dikûte hev û dest bi xebatê dike. Ango ew û dayîka
xwe ya belengaz Hediya bi berbangê sibê radibûn û diçûn karê pembo û çandiniyê.
Bavê Ehmed Evdilkerîm,
piþtî razana 12 mehên li Girtîgeha Konyayê tê berdan. Hal û wextê malbatê
jî ber bi baþiyê ve diçe. Xalê Evdilkerîm jî, di înþeatan dekarê betonê
dike û çend qirûþ tîne malê. Lê belê dawiya vê kêfxweþiyê zû tê...
Piþtî çend mehan evdilkerîmê Heþtvanî, dîsa tê girtin, wê gavê jî 22
meh ceza lê dibirin û wî diþînin Girtîgeha Kadîrlî ya Edeneyê. Piþtî
vê bûyerê Ehmed dîsa dibe sermiyandarê malê. Jî ber ku ew mezinê pênc
zarokan e, pêdivî û hewcedarî bi xebata wî heye.
Ev sê meh bûn ku bavê
Ehmed hatibû girtin. Ehmed, li Kûçûksaata Edeneyê li ber destê terziyekî
diþixûlî, di hefteyekê de du milyon yewmiye ango heqdestê xwe distand.
Roja þemiyê dîsa
pereyên ku keda heft rojan e stand û anî xiste destê dayîka xwe Hediya. Bê
dilê xwe be jî, ji wî pereyî 200 hezar ji dayîka xwe xwest, da ku porê xwe
biqûsîne.... Dayîka qirik bi ya wî kir.. Roja yekþemê Ehmed beriya ku ji
mal derkeve, henek û menekan bi xwiþk û birayên xwe re dike. Kesên di mal
de þaþ û metel dimînin. “gelo vê sibehê çima Ehmed wisa guherîbû...?”
Çû ber neynika ku wêneyê kewê li ser bû, sekinî porê xwe þeh kir, bi
dengekî nermik dest bi strana “Keleþo” kir:
Keleþo nobedaro
wey lo lo lo lo wey lo lo lo
Lawiko nobedaro
yar dilê min wî emrê te...
Heyîrîbûn û metelbûn
di mal de belav bibû ji ber rewþa Ehmed.
Deriyê mezin yê hewþê
bêdeng vekir winda bû. Wext nîvro ye. Kelakela germa ‘Çûkûrovaya
Kambax’ mejiyê mirovan dipijîne. Xwarin û vexwarina nîvro li erdê ye. Lê
belê Ehmed li holê tuneye. Ev cara yekem bû ku Ehmed ne li ser xwarinê bû.
Hediya di qûncika odê de Ehmedê xwe û bavê wî anî ber çavên xwe. Roja
çarþemê, Hediya û zarokên wê, lî pîqaba Þabanê Mazîdaxî siwar bûbûn
û çûbûn Kadîrliyê cem dîtina Evdilkerîm. Lê wê rojê Evdilkerîmê li
piþt hesinê zîndanê, zarokekî xwe nedîtibû; kezeba herî mezin Ehmed...!
Ji ber ku Ehmed diþixûlî, wê rojê neçûbû dîtina bavê xwe, lê silavên
xwe yên germ jê re þandibûn.
Bi dengê kefçî û
firaxan, Hediya ji xeyalên xwe vediciniqe, radibe ser xwe. Di nav hûndir de diçe
û tê. Hêdî hêdî germ û tîna rojê diþikê. Dêhna xwe dide saeta camþikestî
ku bi dîwêr ve daleqandiye... Saet ‘çar’ Ehmed tuneye. ‘pênc’ na,
‘þeþ’ nexêr! ‘heft’ û ‘heþt’ na, na, na...! Hiþ û aqil di serê
Hediya de nemabû. Derziya Xwedê li ber çavên wî diçûn û dihat. Berê xwe
dide mala tiyê xwe Evdo. Evdo û jina wî Menîce mijûl dibin. Hediya serê
xwe dixe derî û bi dengeke lerzok wisa dibêje:
“Evdê! Ehmed
xuya nake, ew wînda bûye, keçê Menîce ocaxê min tefiya!!!”
Evdo pêþî matmayî, piþtre jî bi awayeke hêrsbûyî bersivê dide jinbira xwe:
“Kezîkûrê! Ji
serê sibehê ve çima te nedigot...!?”
Keþmekêþî heta berê
sibê dom dike. Tu cih û war namîne ku lê napirsin. Lê ber bi banga sibehê
xebera nexêr zû belav dibe:
“Ehmed, li
Qeretaþê di avê de xeniqiye...!”
Bîst sal berê ji gundê
Heþtwanê ya Kercewsa Batmanê rabûbûn û hatibûn Çûkûrovayê. Mirina wan
jî wekî jiyana wan ne ji rêzê bû û asayî bû. Jinmama wî Menîce, di cývata
serxweþiyê de bi çavên þil û sorbûyî wisa digot:
“Gelî
Misilmanan! Îro daweta Ehmed e, bavê wî tuneye, xwedî lê derkevin...”
Cînara wan Xezalê ku
beriya þeþ-heft mehan zilamê xwe yî ciwan binax kiribû jî, bi hêsirên çavan
wiha digot:
“Ehmed jî çû
cem Mihemedê min...!”
Belê metrepola kambax
xortekî din jî ji nav me bir. Di nav hewþa mala Ehmed de, wekî hewþa hin
kesan hewiz tunebû ku tê de soberî/avjeniyê bike. Cara ewil çû Behra
Qeretaþê, lê sed mixabin cesedê wî yê sar ji wîr hat. Cesedê ku ji hêla
rayedar û doktorên dewletê ve hatibû qelaþtin....
* Ev nivîsara ku naveroka xwe ji serpêhatiyeke
rasteqînî wergirtiye, di hejmara 57’an a Kovara Nûbiharê (Hezîran 1997)
de hate weþandin. Lê ji ber ku beþek ji vê nivîsarê di kovarê de bi
awayeke teknîkî kêm hatibû nivîsîn, ez tevahiya nivîsarê pêþkêþî
bejn û bala we dikim...