KEWÊ
RIBAT & ÞAHÊ DENGBÊJAN: ÞAKIRO
SALIHÊ KEVIRBIRÎ,
salihkevirbirî@hotmaîl.com
Gava
ku Hesenê Cizîrî li Zaxoyê wefat kir, cendekê wî yê ku sê rojan ji neçarî
li mal ma, ji hêla Belediyeya Zaxoyê ve hate hilanîn û veþartin. Eyþe Þan,
di nav feqîrî û belengaziyê de, li xûrbetê mir. Bi tevahî deh kes li pey
cenazeya wê tunebûn. Nesrîn Þerwan, salên xwe yên dawîn li kûçe û
kolanên Bexdayê ligel dermanên xwe derbas kirin. Tevahiya mal û milkê Nesrînê,
boxçikeke wê bû ku di nava wê boxçikê de bi tenê çend cil û berg û reçeteyên
dermanên wê hebûn. Reso, Þakiro û Mihemed Þexo jî, ligel jiyanên trajîk
xatirên xwe ji me xwestin. Dengbêjên me jiyan, karesat û mirinên bi vî
awayî tu carî heq nekiribûn.
Ji
bo bîranîna Hesenê
Cizîrî, Eyþe Þan, Nesrîn Þerwan, Reso, Þakiro, Mihemed Þêxo û bi dehan
dengbêj, stranbêj û hunermendên ku bi awayên trajîk û karesatî ji nav me
bar kirine……….
Li
welatê bav û bapîran, tesîra dengbêj ango goranîbêjan li
ser gel pir xurt û giran e. Êdî îro ji hêla bi sedan rewþenbîr û
zimanzanan tê saloxdayîn ku çand, edebiyat û zimanê kurdî bi
saya dengbêjan li ser piyan maye û ji tunebûn û piþaftinê rizgar bûye.
Dengbêj li welatê me kaniya dîrok û çandê ne. Ew, di kilam û gotinêri
xwe de carinan dibin Siyabend li ser Xecê dibêjin; carinan dibin Emê Gozê
posteya dewleta Roma Reþ diþelînin; carinan dibin Filîtê Quto, diçin pêþiya
karwanê Mamê Elê Etmankî; carinan jî dibin Biþarê Çeto û li dijî Ûris
þer dikin…
Þakiro,
yek ji dengbêjên me yên bi nav û deng bû ku bi taybetî li Bakur, bi giþtî
jî li seranserê welatê me dihate naskirin. Bêyî mûbalexe em dikarin bibêjin
ku ev naskirin her diçe berz û bala dibe. Bêguman îro lêkolînek bê kirin,
wê bê dîtin ku di her maleke kurdan de
kasetên Þakiro hene.
Li ser vê yekê dixwazim bîranîneke xwe bînim zimên. Di demsalên bihar û
payîza par de, ji bo xebata lêkolînî û rojnamegeriyê ez li Macarîstanê bûm.
Ji bilî paytext Bûdapeþteyê gelek caran ligel heval û dostên xwe yên li vî
welatî, em derdiketin derveyî bajêr. Baþ tê bîra min di rojekê de em li
bajarên bi navê Sentedre, Vîþegrad û Zîgetvarê geriyabûn. Di vê gera me
de, ber bi êvarê beriya ku em vegerin Budapeþteyê, ji bo ku em zikê xwe têr
bikin me xwe avêtibû restorantekê. Li vê xwaringehê ligel xwarineke xweþ
û çêjdar, tiþtê herî xweþ ew bû ku ji fonda muzîkê awazeke kurdewar
bilind dibû:
Rehmetiyê
Þakir, þagirtê dengbêjê mezin Reso bû. Her çiqas
ji Qereyaziya Erzeromê tê zanîn jî, ew bi eslê xwe ji Patnosa Agiriyê ye û wekî "Þakirê Mezin" ango "Þakirê
Bedîh" jî tê naskirin.
(Gelo pêwîst dike ku em bibêjin mamê ‘Ozcan Denîz ê beredahî ye…!?)
Þakiro,
di paþeroj û pêþeroja stran û kilamên me yên klasîk de xwedî kûrahiyeke
dewlemend e û di vî warî de yek ji bingehên qedîmî û pîroz e. Yek ji
dengbêjên bi nav û deng Kazo
di gotûbêja ku me pê re kiribû de li ser
Þahê Dengbêjan Þakiro wisa
digot: “..Li
rûyê cîhanê, Þakiro heger ne
di rêza yekem de
be jî, miheqeq di rêze duyem de ye. Qirok û xûlxûlandina ku bi Þakir re
heye, îro ez ne bawer im ku bi sê-çar dengbêjan re mabe. Nîvrojek em bi hev
re
man. Mirovekî xwîngerm û xweþsohbet
bû. Ji ber ku ew 'dîwanbir' bû, dîwan û
dîwanxaneyan bi rêve dibir...”
Kilamên
wekî 'Gulê Dêran', 'Þerê Mala Nasir', 'Eliyê
Pûrto’, ‘Nêçîrvano', 'Geliyê zîlan', 'Melazgir', 'Þêx Seîd', ‘Dîlber',
'Esmer', 'Kejê' û 'Sebrê' awazên
þêrîn in di devê Þakirê dengzêrîn
de. Bi taybetî gava di kilama 'Esmer' de rêzikên wekî:
bi
awaza Þakiro re dibin yek, mirov dibe bendewarê evîndarê/a
xwe ya zarokatiyê.
".....Þakir,
þêrînahiya dinyayê bû. Ronahiya çavê min bû. Mirovê
dîwanxane û civatan bû. Sercivat û serbêje bû. Gelek dengbej
ji ber ku nikaribûn wekî wî bibêjin, jê dihesidîn. Ji hevalên
xwe hez dikir. Rehma Xwedê lê be. Ji me dengbêjan, dengbêjtir û çêtir bû..."
Belê,
ev gotinên hanê jî, gotinên Dengbêjê
navdar Zahiro
ne ku li ser Þakirê Nemir ji me re gotine.
Wekî
di destpêkê de jî hatibû diyarkirin, Þakiro ne bi tenê li
Bakur, her wisa li çar taqên welatê me 'þêrînê
ber dilan'
bû. Bi
taybetî li nav kurdên rojhilatî Þakiro tê wateya jiyanê. Kurdên
Rojhilatî bi Þakiro re radibin û bi Þakiro re rûdinên. Yek ji
rojnameger û rewþenbîrê rojhilatî Îkram
Balekanî
ku bi eslê xwe ji Urmiyeyê ye, der heqê vî dengbêjî de wisa dibêje:
"….Li
tevahiya bajar û gundên kurdên me yên Îranê
de, kasetên Þakiro hene. Ez bixwe bi
Þakiro re mezin bûm. Ew ji bo gelê me yê rojhilat 'Kewê Ribat'
bû. Dengê wî wekî dengê 'Kewê Nêr' bû. Her çiqas dengbêjê
bi nav û deng 'Xalê Birê' ango ‘Birahîmê Newrozî’ li Urmiyeyê dijiya,
dîsa jî
wekî Þakirê Rehmetî nedihat hezkirin. Bi kurtasî ew ji bo birîna
keç û xortên evîndar derman; ji bo kal, pîr û navsereyan jî
efsane bû….!"
Her
çiqas piraniya dengbêjan ji hev hez nakin û gelek caran dikevin nava hewldanên
ku hev dihetikînin jî, mirov nikare vê yekê ji bo Þakiro bibêje. Werin em
li ser vê yekê dêhn û bala xwe bidin awazxweþe herêma Xerzan, Dengbêj
Salihê Qubînî:
"…Piþtî
mirina wî kilam û stran sêwî man! Piþtî Þakirê rehmetî, min ne bawer e
ku çend kesên wekî wî ji nav me rabin. Þakiro kilamên xwe bi du ‘hawînî’
yan digot. Dengbêjên ku bi vê terz û þêwazê kilaman dibêjin, gelek kêm
in. Bi rastî jî dengbêjekî gelek þareza û zana bû. Li gorî baweriya min,
du dengbêj didin pey rêç û þopa Evdalê Zeynikê, Ferzê û Reso. Yek ji
wan Karapetê Xaço yê ermen e, yê din jî rehmetiyê Þakiro e. Temenekî
direj ji Mamê Karapet re dixwazim û ji bo Þakiro jî dibêjim ‘Rehma Xwedê
li te be Kekê Þakir…. ”
Tu
caran ji bîra min naçe; Beriya ku ji nav me bar bike û rehma Xwedê xwe lê
bipêçe, nexwestibû
pirsên rojnameger Rahmî Batur bibersivîne. Her çiqas Rehmî, ji bo ku pê re
hevpeyvînekî pêk bîne, piþta serê xwe jî dîtibû, lê wî daxwaza
hevpeyvînê nepejirandibû. Sedema vê yekê
jî ji Rehmî re wisa anîbû ziman:
"…Ez ji kurdan dilþikestî me. Kurd, li dengbêjên xwe
xwedî dernakevin. Ka dêhn û bala xwe bide tirkan. Aþiq Weyselekî wan hebû
ku te bîdîta, dilê
te li hev diket, sê roj te nikaribû xwarin bixara, lê Resoyekî me
hebû, hostayê me tevan....Birçî mir..! Ka bibêje ezê çawa bi te re mijûl
bibim û dilê xwe ji te re vekim…!?"
Belê
rast e, gilî û gazincên wî gelek bûn. Dengbêjekî wekî wî
ku li seranserê cîhanê li nav kurdan tê nasîn, ne xwedî çend
dîmen e ku di televizyonên me de bên nîþandan. Gelo heta niha nivîsên ku
li ser vî camêrî hatine nivîsîn, wekî tiliyên destekî jî hene? Mixabin
tunene û min ne bawer e ku ji îro pêve jî bêne nivîsandin….
Mamê
Þakir! Çend sal bêyî te derbas bûn. Her çiqas em li xwe mikûr neyên û
li ser te çend rêzikan nenivîsin jî (!) Lê dê tu bi deng, awaz
û kilamên xwe yên mêraniyê, bi kilamên xwe yên dilan, bi
kilamên xwe yên mêrxasî û welatperweriyê her bijî û her bistirî….
Kerem
bikin ji bo yad û bîranîna wî, em bi hev re guhê xwe bidin beþek ji kilama
wî ya bi navê ‘Nêçîrvano’
ku
heta niha ji hêla gelek dengbêjên me ve hatiye gotin:
……