SALIHÊ
KEVIRBIRÎ / STENBOL, salihkevirbiri@hotmail.com
Enstîtuya Kurdi ya li Stenbolê kongreya xwe ya 8’emîn pêk anî. Di kongreya ku 24.10.2004’an de li Kadikoya Stenbolê li Avahiya Egitim-Sen Þaxa Duyemîn pêk hat de, zêdetirî 70 endamên enstîtuyê beþdarî kir û di dawiya kongireyê de bi dengên xwe rêveberiya nû hilbijart.
Rûniþtina
kongreyê ji bo tevahiya þehîdên Þoreþa Kurdistanê yek deqe
bi rabûna ser piyan destpê kir. Paþê jî dîwana ku ji Çeto
Ozel, Ýbrahim Gurbuz û Þîrîn Tunç pêk dihat bi giraniya
dengan hate hilbijartin.
Di
kongreyê de xebatên rêveberiya kevin hatin eþkerekirin, rapora
darayî (madî) hate pêþkeþkirin û li ser van xalan gelek
endam mafên axaftinê wergirtin û gilî-gazin, pêþniyaz û
daxwazên xwe rave kirin. Her wiha danezana Enstîtuya Kurdî ya
li Stenbolê bi bi zimanê kurdî zaravayên kurmancî-zazakî û
bi zimanê tirkî li tevahiya endaman hate belavkirin û li dîwanê
ev danezan bi zimanê kurmancî û zazakî (dimilkî) ji mêvan û
endaman re hate xwendin.
Þayanê
gotinê ye ku li avahiya ku kongre lê pêk hat de, tabloyên
Ehmedê Xanî, logoya Enstîtuya Kurdî û pankartên bi rengê
‘nasname; ziman, çand û rûmet e, li rûmeta xwe xwedî
derkeve!’ balê dikiþand ser xwe.
Cîgirê
Serokê Giþtî yê DEHAP’ê Osman Ozçelik, rêveberên
Komeleya KAYY-DER’ê û Endamên Desteya Rêveber ya Bîroya
Navenda PEN’a Kurd ya Stenbolê, ligel komek ji endamên çapemeniya
kurd li kongreya navborî hazir bûn.
Di
encama kongireyê de Þefîk Beyaz careke din weki serokê Enstîtuyê
hate hilbijartin. Rêveberî (5 kes) û Senatoya Enstîtuyê (18
kes) ji van navan pêk hatin:
Endamên Birêvebiriya
Enstîtuya kurdî ya Stenbolê:
Cuma Çiçek, Qahir
Bateyi, Þirin Tunç, Yaþar
Eroglu û Hasan Çeter.
Endamên Senatoya
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê:
Zana Farqînî,
Salihê Kevirbirî, Mulazim Ozcan, Mele Reþid Ýrgat, Kerem
Soylu, Mele Ýsmet Kiliçaslan, Mele Celalettin Yoyler, Mehmet Þafi
Ekinci, Kadirye Alptekin, Ýbrahim Gurbuz, Hasan Baraçkiliç, Eþref
Doganer, Deniz Gündüz, Deniz Çiftçi, Çeto Ozel, Cemal
Piranij, Arzu Civak û Alattin Aktaþ.
Di kongireya ku têrnaverok
derbas bû de, peyama Navenda PENa Kurd ku bi imzeya cîgirê
serokê Navenda PENa Kurd Mustefa Reþîd
û peyama Enstîtuya Kurdî ya li Brûkselê ku bi îmzeya Derwêþ
M. Ferho ve hatibûn þandin, hatin xwendin.
Enstîtuya
Kurdî ya li Stenbolê di 18’ê Nîsana 1992’yan de ji hêla
kesên wekî Ýsmail Beþikçi, Musa Anter, Evdirehman Durre, Ýbrahim
Gurbuz, Ýsmet Þerif Wanlî û çend navên din ve hate
damezirandin. Enstîtuya ku heta niha bi awayeke fermî ji hêla
dewletê ve nehatiye naskirin, gelek caran bi tehdeyî û
zordariyan re rûbirû maye. Lê gelek balkêþ e ku enstîtuya ku
hê jî bi awayekî fermî nehatiye pejirandin, car çêbûn ku ji
hêla Serokomariya Tirkiyeyê ve bo civînên rêxistinên sivîl
hate dawetkirin. Ev dikeve sala 13’an ku Enstîtuya Kurdî ligel
zext û zordariyan li ser piyan e û ji bilî girtina du mehan,
her deriyê wê vekirî maye!
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org