|
KULA HELEBÊ: BÊBEXTÎ SALIHÊ KEVIRBIRÎ
Yek ji
motîfên Edebiyata Bidevkî ya Kurdan ‘bêbextî’ bixwe ye. Mirov
dikare bêyî mubalexe bibêje ku di kêm nimûneyên zargotina kurdî de ev
motîf xwe dide eþkerekirin. Nexasim di stran û kilamên herêmên Serhed
û Xerzanê de mirov bi qasî ‘mêrxasî’, ‘jinexasî’, cengawerî’
û ‘bedewî’yê laqeyî vegotinên ‘xiyanet’ û bêbextiyê tê. ‘Þerê
Newala Qeremûsê’, ‘Þerê Xirûcê’, ‘Emê Gozê’, ‘Bavê
Elfezya Siwarê Eznawir: Ferzende Beg’, ‘Þerê Pencînaran û Elikan’
û ‘Emînê Perîxanê û Evdilê Brahîm’ çend nimûneyên hêja ne ku
mirov di serpêhatiya van qewimînan de rastî ‘bêbextiyên giran’ tê.
Carinan ev bêbextî bi riya xal-xwarziyan; carinan bi riya birayan bixwe pêk
hatiye. Mirov
dikare bibêje ku di nava me kurdan de navekî din ê karesatê, ‘bêbextî’
bixwe ye. Carinan wekî ‘Derdê Bêderman’; gelek caran jî wekî
‘Kula Helebê’ hatiye binavkirin. Li gorî baweriya min, heger di qada
edebiyata bidevkî ya cîhanî de lêkolînek were çêkirin, dê bê dîtin
ku rêjeya motîf û diyardeyên ‘xiyanetê’ di nava edebiyata bidevkî
ya kurdan de gelek bilind e. Bêyî
ku em zêde dirêj bikin û serê we biêþînin, nimûneyeke çêjdar ji
zargotina kurdî pêþkêþî dêhn û bala we bikin ku di bingeha wê de
‘bêbextî’ heye. Nimûneya
me ji Herêma Serhedê ye. Mirov dikare bibêje kilam û karesata li ser kuþtina
‘Adil Beg Mîrê Zirav û Fethî Zavayê Teze’ ye. Xwespartina li hêla
Rojhilatê Welêt bo Mala Simkoyê Elîxanê Cazê, di kilamê de hatiye
vegotin. Bêbextî, ji hêla mala pismamê xayîn ku wekî ‘Mala Eliyê
Evdilhemîd’ hatiye bilêvkirin ve hatiye kirin. Niha
jî bifermin kilama serpêhatiya vê karesatê ku min ji devê Dengbêj
Bekirê Îdirî wergirtiye û nivîsandiye... *** Eman
eman eman eman eman eman... Fatmayê
digot lê Siltanê, Muhteberê
digot w’ez nemînim lo gulendamê, Birek
axa û maqûlên me top bûne, Berê
xwe dane Mala Simkoyê Elîxanê Cazê Hidûdê
vê lo vê Îranê. Simkoyê
Elîxanê Cazê digot: ‘Ez
fedaî me lo ji bo Eþîrên Kurdistanê. Du
heb eydê me misilmanan hene; Yek
ya Remezanê, ya dinê ya Qûrbanê. Birên
axe û maqûlên me top bûne, Berê
xwe dane Geliyê Kotorê, Mala
Þêx Litfî lo li vê eydanê. Eman
eman eman eman mîrê min ferman e, Dewlet
e, zor e, ordî giran e. Kula
ku digere belkî têkeve mala sebeban e. Xaliqê
Alemê belkî mala mêrikê xayîn xerab bike, Lo
bike li ber wêran e. Lo
lo mîro dilê min li ber gemiya Behra Wanê serspî kir. Adil
Beg Mîrê Zirav, Fethî Zavayê Teze, Þêrê
bi çargurçik. Ev
serê çend sal e, Li
ser berê qaçax e lo firarî kir. Belkî
Kula Helebê têkeve Mala Eliyê Evdilhemîd, Ji
pismamê xwe re lo bêbextî kir. Eman
eman eman eman mîrê min ferman e. Dewlet
e, zor e, ordî giran e. Kula
ku digere belkî têkeve mala sebeban e. Heyfa
min li wê heyfê nayê, Li
kuþtina mêran û mêrxasan û egîdan, Lo
lawên bavan e. Heyfa
min tê li wê heyfê, Cotê
xaniman li wê aliyê Îranê mane, Lo
li îrana Emerxan e. Lo
lo mîro dilê min Gemiya Wanê, Li
pêþberî lo Qiziltaþê. Xwezila
ji Xêra Xwedê re, Bila
heyama berê bihata destê Adil Beg, Fethî
Zavayê Teze, Dîsa
biçûya ser mîrata hediya baþê, Bila
çendî çend saleka bisekiniya, Ser
xatirê kor û kûlekê rasta vê kewaþê. Eman
eman eman eman mîrê min ferman e. Dewlet
e, zor e, ordî giran e, Kula
ku digere belkî têkeve mala sebeban e. Xaliqê
Alemê belkî mala mêrikê xayîn xerab bike, Lo
bike li ber wêran e. Di
malpera www.netkurd.com de hatiye weþandin.
(S.K)
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org