Kurtehevpeyvînek bi Rêveberê Teknîkî Firat Sporê Veysî Yavþan
Li Xerzan Hemdûna Spor li Celleyê Firatspor:
“Bajo Hemdûna Spor bajo...!”


SALIHÊ KEVIRBIRÎ,
Salihkevirbirif@hotmail.com

Firatspor, wekî bi dehan tîp ango taximên futbolê yê kurdan li Ewropayê hatiye sazkirin. Mirov dikare bibêje Firatspor ‘Hemdûna Spor’ a li Ewropayê ye. Hemdûna gundekî li Herêma Xerzan ku bi ser Misircê (Kurtalan) ya Sêrtê ye. Hemdûna gundekî kurdên me yên êzîdî ye ku niha li Bergena Celleya Almanyayê nêzî 100 malên wan hene. Firatspor jî li Bergenêhatiye damezirandin.

Di meha Nîsanê de hem me seyra maçeke Firatsporê kir, hem jî me bi berpirsê taximê Weysî Yavþan re kurtehevpeyvînek kir

******

Bergen li ser Celleyê ye. Li Bergenê çend malbatên me hene?

Nêzîkî sed malî û heft sed kesî hene ku li Bergenê dijîn.

Veysî Yevþan kî ye?

Ez di sala 1975’an de li Hemdûna hatine dinê. Ez ji mala Mirad im. Ez kurê Ûsibê Simaîlê Mirad im. Min dibistan seretayî li Hemdûna kuta kir. Ez di meha heþtan a sala 1987’an de hatine Almanyayê. Min li Almanyê xwned û xelas kir û pîþeya merangoziyê min xwend. Ji bilî sporê jî ez merengoziyê dikim.

Firat Spor çawa ava bû?

Di sala 1992’yan de gava ku em hatin Bergenê, tu taximên kurdan tune bûn û ciwan jî pir bûn. Bi fikra Nûrî Yewþan me di bin sîwana taximên Bergen de me dest bi organîzeyê kir. Li ser navê Bergenê ciwanên kurd di TûsBergenê de dilîstin. Me hewil da ku em ciwanan bînin bal hev û vê taxima kurdan ava bikin. Heta 2000’an me bi navê TûsBergenê dilîst. Gava ku me dît wisa nadome û zêde guh nadin me. Her çend ku me bi navê wan dilîst jî wan bi çavê taximeke biyanî li me dinêrî. Me jî biryar da ku em çareseriyekê peyda bikin. Me di 01.06.2000’an de taxima Firat Spor ava kir.

Lîstikanvanên we hemû kurd in?

Na! Bi piranî kurd in lê Tomî Astron ku kelehvanê me ye ew îngilîz e. Niha biyanî kêm in lê dîsa hene. Bi giþtî sî lîstikvanên me hene.

Armanca avakirina vê taximê çi ye?

Di destpêkê de ji bo yekîtiyeke kurdan û bi taybetî nêzîkbûna ciwanên kurd e. Yek jî ji bo rizgarkirin û parastina ciwanan ji karên xerab e. Ev yek di pêþxistin û pêþxistina ciwanan  de gelekî girîng e.

Hîn dixwazin bi taximeke ji Batmanê re bilîzin?

Erê em gelek dixwazin ku derfet û imkanên me çêbibin emê vê yekê pêk bînin û emê tornavayekê jî ava bikin.
 

Pîþeya lîstikvanên we ji bilî goglîstinê heye?

Ere her yek karekî dike. Piraniya wan karker in.
 

We çawa kelehvanê xwe transver kiriye. Hûn pere didinê?

Na. Ew ji kurdan û ji yekîtiya wan hez dike. Ew leþker e. Ew bi dilxwazî arîkariya me dike û ji ber ku ji sporê hez dike û dilîze.

Zimanê taximê çi ye?

Hemû bi giþtî kurdî ye. Ji lîstikvanan bigire heya temaþevanan ziman bi kurdî ye û kes ji vê yekê dernakeve. Ji ber ku zimanê me ye û her kesên li vir baþtir fêm dikin.

Di rêveberiya Firat Sporê de çend kes hene?

Panzdeh kes hene....