Di dinyayê de tu milet bi qasî kurdan nekiþandiye
![]() |
Mehdî Zana, portreyeke cihêreng e ji siyaset û jiyana kurdewarî ya kurdan. Þaredarê Berê yê Diyarbekirê û Hevserê Siyasetmedara Kurd Leyla Zana bi qasî heft salan li Paytexta Swêd Stockholmê wekî penaberek jiyana xwe berdewam kir. Piþtî 7 salan çendek berê, ji vegera xwe ya bo Brukselê bi Xanima xwe Leylayê re vegeriya Tirkiyeyê. Ev gotûbêj, beriya vegerê bi kurtedemekê li Stockholmê bi Mehdî Zana re hate çêkirin. Hê wê gavê haziriya xwe ya bo vegerê dikir. |
Mehdî Zana pirsên
me yên li ser jiyana zarokatiya xwe, Çarþiya Silîvan, Leyla Zana û
serdema Þaredariya xwe bi diltenikiyeke kurdewarî bersivand...
******
Birêz Zana,
beriya her tiþtî dixwazim ku tu behsa malbata zarokitiya xwe ji me re bikî.
Mehdî Zana di civakeke çawa de mezin bû?
Kurdek li gund û
nehiyeyeke kurdan de çawa mezin dibe, ez jî wisa mezin bûme!. Lê gava îro
dêhna xwe didimê, dibînim ku di nav dewra me û îro de gelek ferq heye.
Di dewra me de însan di nav hev de bûn. Ji malbatê bigire heta cihê
xebatê her wisa bû. Wekî îro televizyon, sîneme û tiþtên bi vî rengî
tunebûn.
Em
þeþ-heft salî bûn. Li
binê mala me Qereqola Cendirma hebû. Gava em zarok, di navbera xwe de
dileyîstin, gelek caran dengê
qarewarekê dihat. Pê re jî, dengê teneke û teqa-reqa deriyan dihat. Em
ecêb diman. Me ji dê û bavê xwe dipirsî:’Ev çi ye, çi diqewime?!’
Digotin:’Lawo li hûndir dîsa li hinek belengazan dixin, ji bo ku dengê
qêrîna wan bifetisînin wisa qelebalixê dikin. Îþê leþkeran e.’
Piþtre
karê terzîtiyê destpê kir. Bûm þagirtê terzî. Serdemekî balkêþ bû.
Însan dihatin li dikanê rûdiniþtin, çixare dikiþandin, çay vedixwarin
û diketin nava sohbeteke gewr! Sohbet têrmijar bûn. Behsa Serhildana Þêx
Seîd dikirin, di Serhildana Qozlûxê (Hezo) de behsa jêhatîbûna
Xerziyan dikirin. Behsa Serhildana Dêrsimê dikirin. Behsa kuþtina dihate
kirin. Behsa cendermeyan dihate kirin. Behsa avêtina li ser gundan dikirin.
Bo
nimûne mirovekî bi navê Xalê Selîmê Xerzî hebû, tim dihate dikanê. Di
Îsyana Sasonê de, di postê de kar kiriye. Tiþtên pir balkêþ digot.
Helbet ez jî zarok im wê gavê. Gava tiþtên ku dibêjin seh dikim, çawa
ku bikevim cezban! Behsa mirovên ku serê wan bi birekê jê dikirin,
dikir. Bi çavên serê xwe dîtiye; leþker dixwazin çavên mehkûman girê
bidin û bi guleyan bikujin. Fermandar, dibêje; ‘Na, gule heyf e, birekê
bînin, bi birekê serê wan jê bikin !’ Wisa dikin jî... Li gorî
gotina Xalê Selîm, mehkûman sero-qûno dikirin, di nîveka çarþiyê de
bi birekê qirika wan jê dikirin. Navê wan li ser kaxezekê dinivîsandin;
‘filankesê kurê filankes’ û bi fîlketeyan bi guhê wan ve girê
didan! Paþê jî dixistin çewalan û teslîmî Qaymeqamê Qozlûxê
dikirin.
Lê
çawa! Kî be wê
guhdarî bike lo..! Bisekine, ez behsa karesateke din ji te re bikim: Li
mintîqeya Þelmoyê, li gundê Rebatê ku di navbera Sason û Qozlûxê de
ye behsa qewimînekê tê kirin. Li wê derê 65 zarok û jin dixin kadînê
û diþewitînin. Di wê bûyerê de, serbazek naxwaze vê yekê bike û
beriya qewimînê, guleyek berdide serê xwe û întîxar dike. Hê jî xelkê
wê derê behsa vê karesatê dikin. Kilam
li ser hatine çêkirin.
Te behsa zarokatiya
min kir. Zarokatiya min, bi guhdarîkirina van meseleyan re derbas bû. Tiþtên
bi vî rengî, dikin ku tu bi gelê xwe ve werî girêdan. Lewma jî hê
gava ez zarok bûm, dema li Çarþiya Silîvan (Farqînê) yekî tiþtekî
giran hilda, min jê re digot: ‘Xalo ez alîkariya te bikim?’ ji ber vê
yekê li çarþiyê hê ji wê gavê ve ez bi navê ‘Þêx Mêhdo’ tême
naskirin. Hingî ku min dixwest alîkariya mirovan bikim, ev nav li min
kiribûn. Kêfa xelkê ji min re dihat.
Bi vî awayî; ango
bi van serpêhatiyan, bi van têkilî, kilam û çîrokan hikmek li ser
zarokatiya min peyda bû û ez kiþandim ser vê rêçê...
Wisa diyar e ku
hestên kurdewarîbûnê di serdema zarokatiyê de li te peyda bûye...
Belê
belê wisa ye!
Wê gavê tu þagirtê
terzîtiyê yî. Di wê navberê de medrese an dibistana te jî tuneye?
Ez neçûme
medreseyan. Ez tenê çûme dibistana seretayî. Ya rastî min ji dibistan
û xwendinê hez ne dikir. Lê di mekteba yekemîn de ez pir bi hereket bûm,
bi rûh bûm. Tiþtên
leystikê, top û mopê min saz dikirin. Lê
min ji xwendinê hez ne dikir. Nikaribûm
li ber masê rûnêm. Jixwe min terzîtiya xwe jî li ser piyan kir.
Rehmetiyê Nîyazî, Hostayê
min bû. Ji min re digot:“Lawo tu nizanî rûnê ji bona Xwedê, îca rûnê
bixebite!“
Mamoste
hinek jî
ji me re behsa atmosfêra 35-40 sal berê ya siyaseta Farqînê bike. Li gorî
tê zanîn, li temamê welêt de di warê zanebûna siyaseta kurd de navekî
cihêreng e Farqîn. Dema tu 35-40 sal berê bidî ber çavên xwe, atmosfêrekî
çawa derdikeve holê?
Silîvan
ango Farqîn ji berê ve bingeha kurdayetiyê bûye. Di bîranînên min de
jî hene. Di kitêba ‘Çarþiya Silîvan’ de min behs kiriye. Tevahiya
jinên mamûr û zabitên tirk li Silîvan hînî kurdî dibûn. Ji ber ku
li Çarþiya Silîvan, li Erasa Silîvan danûstandin her bi kurdî bûye.
Ji bo ku bazara xwe bikin, mecbûr diman xwe hînî kurdî bikin. Ji ber ku
tu kesî bi kurdî qise nedikir.
Ev
yek helwest bû an bi rastî jî Farqînî bi tirkî nizanibûn?
Helbet
ne wekî îro be jî, bi tirkî jî dizanibûn, lê kurdîaxaftin ji gelê
Farqînê re her bûye helwest. Bûye nîþaneya Kurdewariyê. Têkiliya vê
yekê ji dîrokê jî tê. Gava em li diroka kurdan dinêrin, hezar sal berê
em rastî dewra Merwaniyan tên ku li Silîvan hikûmdarî kirine. Ev
helwesta kurdewarîbûnê hê jî xurt e li Silîvan. Ez carinan dibihîzim;
hinek hevalên min ên niviskar diçin û tên ji min re dibêjin: “Xalê
Mehdî li tevahiya Bakurê Kurdistanê bi tirkî xeberdan heye, bi tenê li
Silîvan xeberdan bi kurdî ye!” Ji
ber vê yekê ye dewleta Tirk texrîbatên mezin li Farqînê çêkir. Di çend
salên dawî de bi tenê li Farqînê 835 kes di êrîþên çekdarî yên
kontrayî de hatine kuþtin. Ev hejmareke mezin e.
Te
behsa 35-40 sal berê kir. Ji sala 1963’yan û pêve Silîvan pêþengiya
mîtîngan jî kiriye. Bo nimûne ‘Mîtîngên Dogu’yê 1967, ‘Mîtînga
Petrolê’ 1966, mîtîngên li ser Doza Kurdî yekem car ji Silîvan destpê
kirin.
Dixwazim
werim ser serdema Þaredariya we. Gava
Mehdî Zana ‘Reîsê Belediyê’ bû, navbera we û erka resmî çawa
bû?
Gava
ez Reîsê Belediyeya diyarbekirê bûm, navbera min û erka resmî qet
tunebû! Herkes vê yekê baþ dizane...
Tu
meziyeteke min a berbiçav tunebû gava ez ketim hilbijartinan. Li ser navê
kurdîtiyê ez ketim hilbijartinan. Partiya min jî tunebû. Bi tenê min ji
gel re digot: ‘Ez Kurd im!’ Di axaftinên hilbijartinan de, bi kurdî
diaxivîm, kêfa xelkê zehf dihat. Lewre jî gel xwedîtî li min kir.
Dewlet jî ji vê yekê hadar bû. Min dizanibû ku dê min bigirin. GIrtin
jî! Di sala 1977’an de hilbijartin pêk hat. Rojek beriya hilbijartinan
hatim binçavkirin. Ji ber axaftineke li bajêr ku min bi kurdî kiribû,
hatibûm girtin. Gel seh kir ku ez hatime girtin, xirecir çêbû. Gel ber
bi Qesra Hikûmetê ve meþiya, qelebalix zêde bû. Nîvê þevê mecbûr
man ku min berdin. Roja hilbijartinan bi qasî tevahiya raqîbên xwe min
ray wergirt.
Piþtî
ku ez hatibûm hilbijartin. Fermandarê Leþkerî yê Diyarbekirê, ne þaþ
bim navê wî Ýsmail Hakki Akansel bû. Wiha gotibû: “Pîrozkirina
kurdekî qomûnîst, ez li ser navê xwe wekî þermezarî bi nav dikim!”
Lewre jî kesî ez pîroz nekirim ji saziyên dewletê. Ji tirsa daîreyên
din jî nehatin serdana min.
Gelek
astengî ji me re çêdikirin. Polîs xwe diavêtin pêþiya me. Ji min re
digotin: “Tu nikarî di vê kolanê de herî!” Nedihiþtin erebeya çopê
kar bike, telefon dikirin ku li filan deverî agir bi deverekî ve ketiye,
erebeyên me diçûn, tiþtekî wisa tunebû. Ji bo ku em kar nekin, dilê
gel ji me sar bibe, dewletê her tiþtî dikir.
Carek
ez çûm pîrozbahiyên 23’ê Nîsanê. Derbasî ‘Trîbûna Þerefê’
bûm. Walî û Fermandarê Leþkerî li wir bûn. Ne wan silav da min, ne jî
min! Me bi destê hev jî negirt. Piþtre mamûrek hat û got: ‘Kerem
bikin, pîqaba merasîmê amade ye!’ Ez, Walî û Fermandarê Leþkerî em
li pîqabê siwar bûn û hêdî hêdî pîqaba me di ber gel re meþiya. Ji
ber ku gel zanibû ez li wir im, wê rojê gelek zêde hatibûn merasîmê.
Gava em hatîn nîveka rê, gel çepikan ji min re lê xist û bi yekdengî
got: ‘Bijî Mehdî Zana’, Bijî Baþkan (Serok)’ Gelek kêfa min hat wê
demê. Aliyê dewletê þermezar bibû. Welhasilî kelam têkiliyên min ên
bi dewletê re her bi wî awayî berdewam kir. Elek caran erebeya min
nedixistin protokolê, digotin em wî nas nakin!
Lê
têkiliyên me bi gel re gelek xurt bû. Deriyê belediyê ji gel re heta
dawiyê vekirî bû. Kursiya min kursiya gel bû...
Pirsa
min a vê gavê li ser hevnasiya te û Leyla Xanimê ye. Hevnasiya we
kengê û çawa dest pê kir. Jineke zehmetkêþ, siyasetmedareke
navdayî û dayikeke zarokan. Hinek jî ji me re behsa Leyla Zanayê bike
mamoste.
Leyla
Zana Keçeke kurd e. Mirova min e. Ya rastî divê min zewac nekira! Wê jî
dizanibû ku li pêþiya min heps û zîndan heye. Di pirtûka xwe de ez ez
iþaretan vê yekê didim. Hinek teredutên min hebûn. Leyla hê zarok bû
bi rastî. 16 salî bû gava em zewicîn. Ez 35 salî bûm. Lê min gotibû
jê re bibêjin, bila haya wê pê hebe. Di nava mehekê de em zewicîn, sal
1975 bû. Min dixwest dawetekî mezin a kurdewarî bikim, me dawet jî
nekir. Nexweþiya Qansêrê li Nîyazî hoste peyda bibû, doktoran roj dabûnê.
Di wan rojan de hevalekî me yê parêzer bi navê Yucel Onen krîza dil
derbas kir, ew rakirin nexweþxaneyê. Lewra me jî dawet nekir. Çûn
Leylayê anîn malê, jixwe roja dawetê, li nexweþxaneyê ez li ber serê
Yucel Onen bûm. Paþê Yucel Beg xwe aciz kir, got here daweta te ye,
Leylayê tenê nenêle, ez çûm di nîvê rê de giham Leylayê û min ew
anî malê.
Piþtî
zewaca me bi demeke kurt, me çalakiyek li dijî Alparslan Turkeþ pêk anî.
Lewra jî em mecbûr man bi qasî mehekê li devereke din bimînin.
Leylayê
gelek zehmetî û astengî kiþand. Keseke din bûya dê qebûl nekira. Xwe
baþ gihand. Mala dewletê ava be! Em xistin zîndanan, li me xistin. Ew jî
li devê deriyên hepsan pijiyan û heta vê derecê hatin Leyla û kesên
wekî wê! Kesî ji faþîzmê re negotiye ‘spas’ lê ez dibêjim. Doza
kurdî bi kiryarên xwe 20 sal bipêþ ve birin.
Tabi ez li ber
Leylayê dikevim. Dayîkeke kurd e. lê heyran doza kurdî ye! Ji aliyekî
ve jî kêfa min tê ku Leyla Xanim hate vê derecê. Ez pê serbilind im.
Zarokên xwe baþ nedît, min jî nedît. Ronay çar salî bû ez ketim zîndanê
û Rûken piþtî þeþ mehên din hate dinyayê. Gava ez ji zîndanê
derketim Rûken 11 salî; Ronay bûye 15-16 salî. Piþtî hilbijartinê ez
hatim girtin dîsa. Leyla jî hate girtin. Ez hatim berdan derketim Ewropayê.
Zarok bi serê xwe mezin bûn. Mesela Leyla deh salan Ronay nedîtiye. Hê jî
Ronay nedîtiye. (dema ev hevpeyvîn hate çêkirin, Leyla Zana hatibû
berdan lê hê nehatibû Ewropayê ku Ronay bibîne) Rûken çend sal in diçe
Enqerê bo dîtina diya xwe, bi vî awayî dev ji dibistanê jî berda.
Þerê Neteweyî bê
berdel nabe. Ev ji bo mirovan þerefek e. Ez loma jî nakim. Ji ber ku di
her malbatekî kurdan de berdelên giran hatine dayîn. Kêfa min tê, ez
mirovekî kurd im. Ez jî parçeyek im ji vî gelî.
Hindik maye ku 30
sal li ser zewaca we derbas bibe...
Salih ev 29 sal in
ku em zewicî ne, lê 24 sal em ji hev dûr mane!
Yanî
hûn bes 5 salan bi hev re mane?
Belê
rast e, di vî warî de rekor di destê me de ye (dikene)
Mamoste
Mehdî qet rojek çêbû ku te got: ‘Ma qey barê kurdîtiyê tev ketiye
ser milên min!?’
(Piþtî
vê pirsê hestiyar dibe, bo kurtedemek gotin jê çênabe û paþê jî çavên
wî þil dibin, dengê wî dilerize!) Na min tu caran tiþtekî wisa
negotiye. Dê û bavên þehîdan têne bîra min. Malbat hene nas dikim, çar
þehîdên wan hene. (Digirî) Çi hatiye serê me kurdan bavê min
kes nizane! Di dinyayê de tu milet bi qasî kurdan nekiþandiye. Mala xelkê
xerab bûye. Li Sûriyê, deriyê kîjan malê vedikî, þehîdên wan,
girtiyên wan, þerwanên wan hene.
Ez
ne þaþ bim ev 6-7 sal in ku tu li derveyî welat i. Divê navberê de
peywendiya te bi nivisandinê re çawa ye? Hinek plan û projeyên te di vî
warî de hene gelo?
Ez
li ser doza kurdî radiwestim. Dinivîsim ji bo ku vala nesekinim. Li zindanê
jî min her dinivîsand. Min di sala 1988`an de dest bi nivisandinê kir. Li
ser bîranînên xwe rawestiyam. Hê jî li ser kar dikim wekî proje ku ji
çapê re amade bikim.
Pirtûkên
te yên çapkirî?
Kitêbên
min ên çapkirî 8 heb in. Du heb ji ji çapê re amade dibin. Min dest bi
romanekê jî kiriye.
Ji
van berhemên te ‘Çarþiya Silîvan’ gelek bala min kiþand. Dema tu li
vir î (Stockholm) gelo ew portreyên berê yên çarþiyê têne ber çavên
te?
Erê
çawa? Hemû portre yek bi yek têne ber çavên min. Vê carê ez herim, ezê
herim ber dikana xwe û rehmetiyê Nîyazî. Bilindcih e ew der. Ezê rûnim,
çayekê ji xwe re bixwazim û li tevahiya çarþiyê temaþe bikim. Ezê
wan dikanan, wan xebatkaran yek bi yek li ber çavên xwe derbas bikim. Ev
ji bo min hesret e.
Min
bêriya hevalan kiriye. Carinan telefon dikin, girîn dikeve qirika min
nikarim biaxivim.
Mamoste
gelek spas ji bo bersivdayîna pirsan...
Spasdarî
ji min. Hêvîdar im di demeke nêz de em li ’Çarþiya Silîvan’ hev
bibînin!
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org