|
|
- MEHMED
UZUN Û NIFÞÊN NÛ *
-
-
-
- SALIHÊ
KEVIRBIRÎ
-
-
-
-
-
-
- Ne
þaþ bim 1998 bû. Li Beyogluya Stenbolê, li avahiya Rojnameya
'Azadiya Welat' ku li Kolana 'Ayhan Ýþik’ bû li me qesidî bû. Ji
rojnameyê 3-4; wekî mêvan jî 2-3 kes amade bûn. Temenê me li dora
18-24 bû. Bi dilekî geþ behsa serpêhatiya xwe û zimanê kurdî
dikir. Bi kurmanciyeke 'gewr' û 'çêjdar' dixwest me bibe 'dîwan'a
serpêhatî, kilam û lawjeyên berê. Digot, 'Ji klasîkên xwe hez
bikin! Xwe ji Zargotina Kurdî nedin alî. Guhê xwe bidin awazên dengbêjan!..'
Yekem car min Mehmed Uzun li wê derê dît. Tiþtê ji civata wê rojê
di bîra min de ma, hêviya wî ya ji nifþên nû bû. Hewl dida û
dixwest bide fêmkirin ku 'çîmento' ya zimanê kurdî zarok û nifþên
nû ne. Her wiha carcaran bêjeya 'nifþa 90' î bilêv dikir, dîanî
ziman ku ev nifþa navborî dê di 10-15 salên bê de karên ku di 100
salî de nehatine kirin bike...
-
- Vê
demê di mejiyê me de ekoleke ku her dem me bi þanazî behsa wê dikir
hebû: 'Ekola Swêdê'. Bi awayeke din ev ekol, 'Ekola Kurdî' bû.
Behsa bi dehan navan dihate kirin ku bi salan e ji bo kurmancî, soranî,
hewramî, kirmanckî têdikoþiyan. Me rojnameyeke xwerû bi kurdî
derdixist. Li navenda Stenbolê, car dibû bi hefteyan li avahiya
rojnameyê gotieneke 'tirkî' nediket guhên me! Ev helwestek bû... Her
tiþt bi zimanê kurdî bû. Rabûn, rûniþtin, xwarin, vexwarin,
nirxandin, sohbet her tiþt bi kurdî bû. Em ji rojnameyê derdiketin,
zimanê kurdî 'pere' nedikir! Li saziyên kurdan ku ji bo geþedana
ziman, çand û hunera kurdî hatibûn vekirin, axaftin -bêyî
nepixandin- ji sedî 70-80 bi zimanê tirkî bû. Heyf e ku carcaran
zimanê kurdî dibû mijara gazin û henekan jî! sedem jî, xwedêgiravî
em gelek 'hiþk' û 'tûj' in û çima zimanê kurdî li ser mirovan
ferz dikin, çima carinan em jî tevli nîqaþên bi zimanê tirkî
nabin?! Ji ber vê yekê, ji bilî dewletê; ku bi dadgeh, girtin û
kotekiyên xwe dixwest me ji karê me bike, me bi 'rêhevalên xwe' re jî
gelek caran têkoþîna zimanê kurdî dida!.. Van agahiyan li ser Ekola
Swêdê dibêjim. Ji ber ku me 'xemxuriya kurdî-kurdewarî' hildabû
ser milên xwe, kurdîaxêfek, kurdînivîsarek, kurdîguhdarek, kurdîbêjerek
li ku hebûya delalê ber dilê me bû. Madem wisa bû, kesên di nava wê
ekolê de bûn û bi salan bû ku li 'Skandînavyaya Sar', zimanê dayîka
me geþ dikirin, delalên ber dilên me bûn! Helbet dê yek ji wan jî
Mehmed Uzun bûya...
-
- Di
sala 2000'î de; di demsalên zivistan û havînê de, li Stockholma Swêdê
gelek caran bû qismet ku guh bidim dîtin û ramanên wî. Mêvanê
Rehmetiyê Mehmûd Baksî bûm û me li ser kitêba wî ya dawî
'Serhildana Mala Eliyê Ûnis' kar dikir. Baksî gelek nexweþ bû,
lewra kêm caran be jî hevalên wî dihatin serdanê. Kekê Mehmed Uzun
yek ji wan kesan bû. Terka Baksî nekiribû! Di dema dawî de nexweþiyê
piþt li Baksî þikandibû, lê karesata mezin ew bû ku, bi sedan
'heval' û 'hogir' ên wî piþta xwe dabûnê. Çi jî dibe bila bibe,
kesayetî û pozîsyonên wî yên siyasî çi dibin bila bibin, Baksî
'heta tu bibêjî' kurd bû, kurdewar bû. Bi nêrîna min ev bû sedem
ku heta roja mirinê jî Mehmed Uzun ligel wî ma. Ji çend rojan carek
dihat, tiþtên ku me nivîsandibû dixwend, dîtinên xwe bi me re
parve dikir. Bi taybetî ji beþên ku tê de kilamên dengbêjan derbas
dibû, gelek hez dikir. Carinan di xwendina hinek beþan de wekî
zarokan þa dibû, bi hevokan dilîst. Ji xwe paþê ji kitêba navborî
re pêþgotinê jî nivîsî ku li Stenbolê çap bû. (Serhildana
Mala Eliyê Ûnis, Weþanên Welat, 2000).
-
- Gelek
car çû û hat. Li Stenbolê hema bêje her cara dihat min bi awayekê
xwe digihandê. Li civatan, li þahiyan, li imzekirinên pirtûkan, li
ser piyan be jî me bi hev re sohbetê dikir. Ji min re digot 'Nivîskarê
Dengbêjan'. Pê kêfxweþ dibûm. Dema min jê daxwaz kir ku li ser kitêba
min a li ser 'Karapetê Xaço' pêþgotinê binivîse, bi dilekî geþ
pejirandibû. Min jê re kitêb þandibû Stockholmê. Di nava çend
rojan de pêþgotineke xweþ û herikbar nivîsandibû û þandibû.
-
- Ji
min re bêjin; 'Mehmed Uzun, bi çi awayî ye di bîra te de?' Dê
bersiva min wiha be: 'Mirovê ku ji ciwanan pir hez dike. nexasim ji
ciwanên ku bi kurdî re radibin, bi kurdî dinivîsin û bi kurdî
distrên!..' Tiþtekî din heye di dilê xwe de nehelim. Bi qasî
hezkiriyên wî hebûn, kesên jê nefretê dikirin jî hebûn! Hesûdî
ye an jî tiþtekî din e nizanim lê rastî gelek civatan hatime ku êrîþên
gelek dijwar li ser Mehmed Uzun dikirin. Helbet rastî gelek durûyan jî
hatim ku li cem wî 'heyran' û 'qûrban' bûn, lê li pey wî hewl
dldan gora wî bikolin!
-
- Me
tim jê hez kir. Qesta min ji bêjeya 'me', 'nifþên nû' ye. Nifþên
nû tu caran durûtî li Mehmed Uzun nekir. Li gorî çavdêriya xwe dibêjim;
di nava rêjeya kesên ku pirtûkên Mehmed Uzun dikirin û diþopînin
de, rêjaya ciwanan, rajortirîn rêje ye. Ji îmzekirinên pirtûkên wî,
ji çend semînerên wî yên li Diyarbekir û Stenbolê vê yekê
dizanim. Her wiha ji hatina wî ya dawî bo Diyarbekirê jî ev yek
zelal û berbiçav e. Ciwan û nifþên nû, îro bi saya kesên wekî
Mehmed Uzun, zêdetir ji zargotina xwe, ji dengbêjan û ji serpêhatî
û klasîkên kurdî hez dikin. Ez bixwe hatina wî ya bo Diyarbekirê,
wekî 'Dawet û zemawenda wî ya duyem' dinirxînim. Govendeke gelek
mezin li Diyarbekirê li dar bû ku sergovendên vê govendê ciwan û
nifþên nû bûn!
-
- Gelek
balkêþ e, yekem car e ku kurdan, di saxitiyê de nirxekî wisa mezin
da nivîskarekî xwe... Bi hêviya ku ji îro û pêve jî, kurd nirxa
van nirxan bizanibin...
-
- Gotina
dawî; ‘Mehmed Uzun bi xêr hatî mala xwe’. Em nifþên nû þopînerên
te ne...
-
-
- *
Di hejmara 13’an a Kovara W’ yê, ku bi awayeke sêmehane li
Diyarbekirê
derdikeve de, hatiye weþandin. Paþê di sibata 2007-an de jî di
malpera Netkurdê de, di quncikê nivîskêr bi navê ‘hevîrtirþ’
de hate weþandin. (s.k)
-
- rojnameger@hotmail.com
-
|
|
|