Gli Angeli Non Muoiono *

 

Ji bo þermezarkirina kuþtina ‘bûka îtalî’

Giuseppina Pasqualino di Marineo (Pippa Bacca)

û tevahiya hunermendên rastî ‘kuþtinên xayîn’ tên...

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

 

 

Xeml û rewþa dilpakiyê li xwe kiribû…

Tevli bûkaniya xwe, dixwest bigihêje armanc û mirazê xwe…

Lê rê li ber girtin, bi hovîtiyeke mezin piþt lê þikandin…

Spîtî û spehîtiya wê; bi reþahî û qirêjiya xwe lewitandin…

Ew ferîþteyek bû; melayîketek bû, melekek bû…

Per û baskên wê þikandin!..

Lê ew nemir e!..

Lewre; çawa ku goyende û pêþiyên me gotine;

Dixwazim bi 44 zimanan bibêjim:

“Melek Namirin”: 

 

Angels do not die

Engelen sterven niet

Engel sterben nicht   

Angel ne pas meurent

Angels no se muerent

Gli angeli non muoiono

Os anjos não morren

Engel dør ikke

Ангелы не умирают

 الملائكة لا تموت (Alamalyika la tamut)

Engels sterven niet

Änglar dör inte

Hreþdekneri çen mernîr

Melaiçe va ðurca

Hibridi ne umiru

Milaketu Nemirenê

Firiþtekan Namirin

Firîþteha Nemîmîrend

Melekler ölmez

 

 

‘Bûka îtalî’ Giuseppina Pasqualino di Marineo (Pippa Bacca), ji bo þermezarkirina þer û piþtgiriya mexdûrên þer, ligel hevala xwe ya hunermend Silvia Moro 8-ê adarê ji Mîlanoya Îtalyayê ketibû rê. Armanca wan ew bû ku bi riya otostopê, ji ser balkanan û Tirkiyeyê xwe bigihînin Tel Avîva Îsraîlê. Her du hunermend 19-ê mehê, ji Stenbolê ji hev qetiyabûn da ku li Beyrûda Lubnanê bigihêjin hev. Pippa Bacca ji 31-ê Adarê ve winda bû û ligel tevahiya hewldanan nehatibû dîtin. Cara dawî ew li Gebzeya Kocaeliya nêzîkî Stenbolê hatibû dîtin...

 

Cendekê wê piþtî windabûnê bi 12 rojan ango 11-ê Nîsanê li gundekî nêzîkê Gebzeyê hate dîtin. Dema hate dîtin, nîvtazî di nava axê de hatibû veþartin. Pêþî tecawiz lê hatibû kirin, paþê jî bi awayeke hovane hatibû qetilkirin... 

 

Ya rast, di þexsiyeta hunermenda bi xeml û rewþ de; li ‘civakeke nexweþ’, ji hêla ‘kesekî nexweþ’ ve ya ku tecawiz lê hatibû kirin, ‘aþti’ya ku me bêriya wê kiribû bixwe bû... 11-ê Nîsanê, her wekî per û baskên Pippa Baccayê; per û baskên kevokên remza aþtiyê jî hatibû þikandin...

 

Þermezar dikim!..

Addio Pippa Bacca (Oxir be Pippa Bacca)... 

 

 

* Melek Namirin

 

Jêrenot: Ev nivîsar, bi zimanê kurdî 15-ê Nîsanê (sêþem) di Rojnameya Azadiya Welat de; 16-ê Nîsanê (Îro ango çarþem) jî bi zimanê tirkî di rojnameya Tarafê de hate weþandin. Li ser rojevîbûna mijarê, bi xwendevanên xwe yên hêja yên Netkurdê re parve dikim... (S.K)

 

rojnameger@hotmail.com

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org