MELKEMOTÊ KÛLÊ
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com
Diyarî
ji bo ‘pênûsxweþ’ê çanda kurdewarî Kakþar Oremar...
Gava te
terka min da
‘Melkemotê
Kûlê’ hate serdana min
Gava te
dilê xwe ji min da alî
‘Kûpê
Xwînê’ fermana min rakir
Li bin
siya dara hejîrê
Daçikand
sêdara min
Badilhewa
negotine pêþiyên me:
‘Mêrikê
xerîb kor e, siûda kuþtiyan tuneye!’
Îro xerîb
im, siûd xwe ji min daye alî
Lew hem
kor im hem jî kuþtî
Gelo heye
ku tu rojekê vegerî?
Heye ku
awirên ‘fêlbaz’ û ‘çavnebar’
Dîsa
‘nezerên sotîner’ pêþkêþ bikin
Min qayîl
e heyran!
Bes vegere
Roja ku tu
hatî bi xêr
Bi biþirîna
xwe yê zirav
Ku di wê
biþirînê de
Awazên
Dengbêjan Xerzan veþarî ne
Êdî
‘Qasidên Zilmê’ jî bên ne xem e
‘Pênç
pere’ bi ‘qûna’ wan nadim!
Bo sedema
ku tu hatî
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org