Nameyeke
vekirî ji Þemdînê Dengbêj re........
‘Salihê
Qubînê û Zahiro hetka min bir...!’
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ,
salihkevirbiri@hotmail.com
Kekê Þemdîn rojxêra te dikim
û bi vê nameyê gilî û gazincên xwe rapêþî bejn û bala te dikim. Birayê
min qey li Stenbola xopan ji bilî min tu kes tunebû ku te bela van dengbêjan
xiste stûyê min. Mûrad Batkî li vir bû, Ehmedê Neco li vir bû. Hema te ji
wan re bigota…!
Çawa ku ez miqaledar, menejer
û organîzatîtorê Dengbêj Salihê Qubînê û Zahiroyê Mûþî bim, ligel
ku ev hefteyeke qûn li min çiriya û zik jî li min qetiya, ez nagihîjim lez
û beza wan.
Mala min ne ava ku min pêþniyara
te qebûl kir û ez bûm navbeynkarê te û wan! Ev bîst roj in, vexwendnameya
ku te ji bo wan þandiye, hatiye. Serî lê bidin, wê di nava sê rojan de vîzeya
xwe bistînin û werin Brûksela xopan da ku tu bi wan re rêzebernameyan çêbikî
û ez jî ji wan xelas bibim. Lê tu were ‘Vî kerî di vê bihûrî de derbas
bike…!’ Hatine vê derê xwe ji her tiþtî þûþtine. Geþt û gera li kûçe
û kolanên Îstîklalê gelek li xweþa wan çûye ku her du bi hev re dibêjin:
“Pereyên mirov hebe, kes nan û av ji me nexwaze, hema ji þerqa sibê
heta mîla mexrebê mirov li wî serî heta vî serî li vê kolanê pîyase
bike çiqas xweþ e…” Êêê keçikên delal dîtine!
Malnemîratan, ji bilî serdan
û danûstandinên li Navenda Çanda Mezopotamya, Azadiya Welat, Jiyana Rewþen,
Weþanên Sî, Weþanên Pêrî, Demos û Orîon Cafeyê; ji min daxwaza dîtina
gundiyên xwe yên ku li Turkcell û Vakiflar Bankasiyê dixebitin, dikin. Ya
Rebbî gunehê min çi bû? Hema maye ku bibêjin em herin Vakkoyê cem dîtina
Vîtalî Hakko!? Wê rojê emê biçûna Jiyana Rewþenê cem Kawa Nemir da ku
ewraqeke wan ji tirkî wergerîne ingilîzî. Heta ez ji avdestxanê hatim, hew
min dît ku gihîþtine Brahîmê Sûryanî û bazara zêr, marq û dolaran
dikin. Mamê Brahîm hey dibêje: “Marq li piyasê nemane, ji dêvla wan ve
‘euro’ derketine…!” jî, nexêr feyde nake.
Ez behecîm bi van re hevalê Þemdîn. Niha pereyên wan hebe, li zora
min naçe! Ez zêde serê te neêþînim, em ji dikana Brahîm derketin ber bi
tunelê ve diçin. Zahirê me qîrek da xwe: “Ho! Kazim Abê nassin
qurban…?”
Tu nabêjî di rê de Kazim Kartal dîtiye, gazî wî
dike. 78 deqe li ser piyan jî pê re sohbet gerand. Çi ye, di fîlmê Ganî
Rizgan Þawata ya bi navê ‘Doz’ de bêyî ku dîmenên wî hebin kilamekê
gotiye. Di nava sohbetê de, 6 kilam jî bi mêrikê reben re da guhdarîkirin.
Kazimê reben î ku levzek bi kurdî nizane, bi hinceta dagirtina Akbîla xwe,
xwe ji Zahirê min û te xelas kir…!
Neyse ez zêde serê te neêþînim. Em çûn Jiyana
Rewþenê ango bi navê xwe yê nû Rewþennameyê. Hêviya min ew e ku karê
wan rojek berî rojekê biqede da ku ez jî serê xwe deynim û têra dilê xwe
razêm. Hefteyeke misqalek xew bi çavên min neketine! Bi saya serê kilam û
stranên wan em her þev li tax û kolaneke Stenbolê ne û min êdî riya mala
xwe ji bîr kiriye. Li Rewþenê nehiþtin ku xebatkar karê xwe bikin. Ji kilamên
wan di avahiya 5 qatî de ji bilî Mûslûm Yûcel û xebatkarên kovarê tu kes
neman. Xwezî gava kilam digotin tu li cem me bûya û te bidîta. Bi navê Makîko
keçikeke feqîrokî yê japon heye. Tê Nûrê cend levzan kurdî hînî wê
dike. Qubînî destê xwe avêtiye stûyê keçikeke reben, kilama ‘Evdalê
Zeynê’ dibêje. Zahiro jî jê dexesiya dike û bi awayekî acizbûyî zoq li
nîvê çavê Qubînî dinihêre. Xwedê topa îlahî li Zahir Kayan jî bide.
Ew jî serê lehzê çawa ku tu karê wî tunebe dibêje: “Mamoste, hûn bi
çend varyantan vê kilamê dibêjin?” Kuro lawo dev ji varyantan berde,
bila karê xwe bikin.
Heta me xwe ji wê derê avêt derve, min piþta stûyê
xwe bi çavê serê xwe dît. Pêr telefon dane min. Ez çûm ku li kokteyla
‘Orîon Café’yê ne û dest bi kilaman kirine. Ha ji xwe ev kêm bû.
Nizanim kê ev der þanî wan daye? Tirsa min ev e ku sibê bibin mûdavîmê
Qehwexaneya ‘Qaçax Çayê’ Axirî kilamên xwe qedandin. Hew me dît ku polîs,
qûnde û reþikên Beyogluyê li ser serê me civiyane!
Hevalê Þemdîn çîroka min û dengbêjên te ev e.
Ji kerema xwe re ku me vîzeya wan stand û hatin, êdî wan bi ser me de neþîne.
Helaka me birin babê min. Tu li wir ji Cahît Merwan re bibêje, ezê jî ji
vir e-maîlek jê re biþînim belkî karek di ‘Sêla Sar’ de ji wan re
peyda bike.
Silav li te û mêvanên te dikim…
Azadiya
Welat Hejmar 329 (18-24 Gulan 2002)
Hîwa
(24 Gulan 2002)