NÊÇÎRVANÊ
PEYVÊN KURDÎ: ZANA FARQÎNÎ SALIHÊ
KEVIRBIRÎ “...Hewes
û eleqeya min a bi kurdî re, heta demên dibistana seretayî diçin. Wan
deman, berhemên Kurdî yên bi tîpên erebî hebûn, lê min ew nikaribûn
bixwendana. Ji ber ku min ji alfabeya erebî fehm nedikir. Min ji xwe dipirsî
ku çima berhemên kurdî yên bi alfabeya latînî nîn in. Li derdora min
jî kesên xwenda û zana hema bibêje tune bûn ku bersiv bidana pirsên
min û dilê min rihet bikirana...” Zimanzan
û ferhengsaz Zana Farqînî, di gotûbêjeke ku di sala 2004’an de li
Stenbolê min pê re kiribû, hevnasiya xwe ya bi zimanê kurdî re bi vî
awayî vegotibû. Farqînî, di nav cîhana zimanzanî û ferhengzaniya kurdî
de navekî naskirî û þareza ye. Ligel ku xwediyê temenekî ciwan e jî
mora xwe li bin xebatên hêja û payeberz daye. Beriya bi berfirehî
portreya vî ciwanmêrê hanê raxim ber çavan, dixwazim bidim diyarkirin
ku ew xwediyê dengekî kurdewarî ye jî! Bi gotineke din, di destpêka salên
90’î de, hîn beriya ku Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li Stenbolê
bê damezirandin, ligel çend hevalên xwe “Koma Çiya” ya muzîkê ava
dike û di nav xebata NÇM’ê de cih ji xwe re terxan dike. Heta tevî komê,
kaseta pêþîn a bi navê “Rozerîn” derdixe.
Ji ber konsera komê ya di kongreya awarte ya HEPê de ku li Enqereyê
hatibû lidarketin, doz lê tê vekirin û ceza dixwe. Farqînî,
di heman demê de, di nav desteya karê nivîsaran a Rewþenê de cih digire
ku organa weþanê ya NÇMê bû. Bi vê kovarê re gav diavêje gorapana weþana
kurdî. Piþt re li heman bajarî rojnameya xwerû bi kurdî “Welat”
(1992) derdikeve, Farqînî îcar xwe di nav keftûlefta Rojnamegeriya Kurdî
de dibîne. Piþtî girtina Welat, wekî “Berpirsê Karên Nivîsaran”
di rojnameya “Welatê Me” (1994) de barên giran hildigire ser milên
xwe û di wê demê de, ji ber dozên li ser rojnameyê, bi dadgeh û
dozgeran re rû bi rû dimîne. Li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya
Stenbolê bi Kurdî îfade dide û ji ber vê helwestê tê girtin û 45
rojan di Girtîgeha Bayrampaþaya Stenbolê de dimîne. Welatê Me, piþtî
46 hejmaran mecbûr dimîne ku weþana xwe rawestîne. Azadiya Welat di sala
1995 an de ji xwendevanên xwe re dibêje; “merheba!”, Farqînî li wê
derê wekî Gerînendeyê Giþtî yê rojnameyê demeke baþ karê
rojnamegeriyê berdewam dike. Piþtî ku dev ji karê rojnameyê berdide, zêdetir
bala xwe dide xebata li ser zimanê kurdî û ferhengsaziyê. Bi
qasî 9 salan e ku bi awayekî profesyonel berhevkariya peyvan dike û
xebata Ferhenga Kurdî pêk tîne Zana Farqînî. Gelek caran lê rast
hatime ku di nîveka civat û sohbetan de pênûs û kaxezê xwe derxistine
û peyvek, gotinek an jî biwêjeke ku behsa wê hatiye kirin, bi baldarî
û bi evîneke berz li peyvên ku berhev kirine zêde dike. Ji ber vê
taybetmendiya xwe, di nav derdorên kurdewar û rewþenbîriya kurdî de, bi
navê ‘Nêçîrvanê Peyvan’ tê binavkirin û naskirin. Di sala
2004’an de ferhenga wî ya Kurdî-Tirkî ji hêla Enstîtuya Kurdî ya li
Stenbolê ve hate weþandin. Di
vê ferhenga qirase de, tevî peyvên serê madeyê û berdewamiya wê 166
hezar peyv û biwêj cih digirin. Bi awayekî din 131 hezar peyvên serê
madeyê û 35 hezar jî peyvên berdewamiya wê, di ferhenga Zana de cih
digirin. Ferheng 2132 rûpêl e, ebeda wê jî 23,5x16,5 e. Ev ferheng bi
terzê ferhenga berfireh e, hemû wateyên peyvan hatine diyarkirin û ji bo
serwextbûnê jî hevokên nimûneyî hatine derpêþkirin. Çend
sal beriya vê xebata giranbiha, dîsan ji hêla Enstîtuya Kurdî ya
Stenbolê ve Ferhenga wî ya Tirkî-Kurdî ronahî dîtibû û ez bi xwe jî
beþdarî kokteyla danasîna ferhengê bûbûm ku li avahiya Enstîtuya Kurdî
ya Stenbolê ya li Herbiyeyê, hatibû kirin. Ew ferheng jî, ji 60 hezar
peyv û biwêjan pêk hatibû û eleqeyeke baþ dîtibû. Ev
ferheng ji 40 hezar peyvên serê madeyê û ji 20 hezar bêje û biwêjên
berdewamiya madeyê pêk tê. Nimûneyek ji nimûneya ferhenga berfireh e.
Farqînî di vê xebatê de, ji yekê zêdetir wateya peyvan hildane dest û
bergindên wan ên kurdî jî dane. Ji bo têgihîþtina peyvan, hevokên
nimûneyî jî dane. Tevahiya cureyên peyvan ku Celadet Bedirxan jê re
“birên qisetê” gotiye, diyar kirine. Bi gotineke din, peyv ji kîjan
cureyê ye; cînavk e, navdêr e, hoker e, nêr e, mê ye hatiye diyarkirin.
Agahiyeke teknîkî; ferheng ji 1278 rûpelan pêk tê û firehî û rûberê
jî 23,5x16,5 e. Farqînî,
di serdemeke ku gotinên bi rengê; ‘Kurdî ne ziman e!’ û ‘Kurdî ji
600 gotinan pêk tê!’ dihate kirin de, dest bi karê ferhengê dike. Li
Welatê Me, Azadiya Welat û li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, bûm hevparê
wî yê kar ango me bi hev re kar kir. Lewre jî piþtî çapa her du
ferhengan min pê re gotûbêjên dûvedirêj kirin. Ez ê behsa çend
agahiyên balkêþ ji wan gotûbêjan bi we re pareve bikim û hewl bidim ku
nivîsarê dewlementir bikim. Di
sala 1982’yan de, bi awayekî tesadûfî, Mem û Zîna Ehmedê Xanî ku
Mihemed Emîn Bozarslan tîpguhêziya wê kiribû wekî pirtûka pêþîn a
kurdî ya bi tîpên latînî dikeve destê wî. Ev kitêba hanê ji bo wî
dibe çavkaniyeke bingehîn. Ji wê
rojê heta niha çi pirtûkên kurdî ku derdikevin, ji destê Farqînî
nakevin. Bi
armanca hînbûna zimanê kurdî, dest bi xebata xwe dike Farqînî. Di gotûbêjeke
ku min di sala 2004’an de li Stenbolê pê re kir, li ser vê mijarê wiha
gotibû: “Pêþî me bi meraqkirina zimanê
xwe, dest pê kir. Mebesta me hînbûn bû. Paþê êdî hînbûn têr
nekir. Ya rast min jî qîma xwe êdî bi hînbûnê tenê neanî. Bere bere
bi xwendin û lêkolînên li ser zimanê kurdî, em jî gihiyan qonax û
merhaleyekê. Me hem xwe di warê rêziman ango gramêrê de bi pêþ xist
û hem jî me gencîneya xwe ya peyvan zengîntir û dewlemendtir kir. Bi
van cure xebatan, ên wekî xwendin, lêkolîn û lêgerînan em hatin astekê.
Heval û dostên min, kesên li derdora min, tim ji min re digotin ku
behremendiya (qabiliyeta) te der barê zimanê kurdî de heye. Lê ez vê
bibêjim, ev rewþ hinek jî ji hewcedarî û pêdiviyan qewimî. Mesela,
eger min bizanibûya ku ez dê bi ziman bilî bibim, pê mijûl bibim, min dê
perwerdehiya xwe ya bilind li ser vî warî bikira. Lê min beþa civaknasiyê
(sosyolojiyê) xwend. Îcar haya me jî ji me tune bû, lê ha me dît ku em
bûne dilikiyê zimanê Kurdî. Evîna wê em bernedan!..” “Evîna
te” li te û li me pîroz be Zana Farqînî. Destê te ter, pênûsa te
her geþ be di riya kurdewarî, rewþenbîrî û zimanzaniya kurdî de.
Siheta te xweþ, mala te ava..!
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org