Newroz-Helebçe-Qamiþlo

 

Salihê Kevirbirî, salihkevirbiri@hotmail.com
 

Gelo wê kengê têr bibin xwînmijên dagirkerên xaka min a pîroz?

Ma êdi ne bes in enfal, talan, malwêranî, derbederî û terkeseriya min? Edî hew dikarim janên Helebçe, Hewlêr û Amûdan ragirim.

Xwînmijên ku çar dilop xwîna paqij di bedena wan de tuneye, îro bajarê evîna min diþewitînin, dixwazin evîna min tê de bikujin.

Dîsa girtin ser qîz, bûk û lawên min. Kal, pîr û navsereyên min.

Ma ne bes bû enfal?

Ma ne bes bû Helebçe?

Ma ne bes bû Diyarbekir, Dêrsim, Nisêbîn û Newala Qesaban?

Hûn çi ji zarokên min dixwazin hovno!

îro Newroz e. Roja Nû ya Biharê. Roja serkeftina li dijî zilmê. Deh roj berê kur û kecên min ên li Kobanê, Efrînê, Amûdê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Dêrikê û Qamiþloyê xwe ji cejnê re amade dikirin.

Her weki ku 16 sal berê keç û kurên Helebçeya rengîn haziriyên xwe dikirin da ku Newroza xwe piroz bikin, Kurdistana min a Baþûrê Rojava jî amade bû ku Newroza xwe bicoþîne...


Lê dîsa xwîn daqurtandin qasidên zilmê.


 Ji wan kirî dê Qamiþloka min, Qamiþloka Rengîn, ji rengên wê yên Gulistanî biþon.

Ji wan kirî dê evinê, ji “Bajarê Evînê” bêpar bihêlin.

 Ne dizanîn ku Qamiþlo; Amed e, Mehebad e, Hewlêr e, Stenbol e, Þam e, Bruksel e, Arnhem e...

Nedizanîn ku “Kurdistan yek parçe ye, Qamiþlo Helebçe ye...”