|
Mehmûd
Baksî: Nexþa Jiyana Kurdewarî * SALIHÊ
KEVIRBIRÎ
Nizanim
çiqas heqê min e ku li ser ‘Hosteyê Edebiyata Kurmancî’, li ser
‘Dildarê Welatê Bab û Bapîran’ gotina pêþgotinê binivîsim? Ezê
çawa ji bin vî barî derkevim nizanim, lê xwesteka nivîsandina ‘Weþanxaneya
Lîsê’ bo pêþgotina kitêbên Gorbihuþt Mehmûd Baksî, rûmeteke bêhempa
li min da peydakirin. Helbet
min li ser wî gelek caran, di gelek kovar û rojnameyan de; li ser þaþeyên
Televizyonê û mîcrofonên radyoyê nivîsandiye û axivî me. Piraniya bîr
û boçûnên min ên li ser wî, bîr û boçûnên hestîyarî bûn.
Helbet min baþ hay ji wêjeya wî ya dewlemend hebû. Lê bi rabûn, rûniþtin,
têkilîsazî, dilsozî û cihêrengiya xwe bandoreke mezin li ser min hiþtibû... *** Di
jiyana xwe ya 25 salan de yekem car ezê derketama derveyî welêt. Destpêka
sala 2000’î bû. Sedema derketina min -ku dê yekem car li balafirê
siwar bibûma- serdana nivîskar-rojnameger Mehmûd Baksî bû ku 30 sal bûn
ji welatê xwe dûr hatibû hiþtin. Çend sal berê min di xewna xwe de jî
bidîta, minê qet bawer nekira. Lê niha ez rêwiyê ber bi ‘Lawikê Xerzî’
bûm. Yekem car min zimanê kurdî-kurmancî bi kitêba wî ya bi navê
‘Gundikê Dono’ nas kiribû. Destpêka sala 1991’an bû bawer im. Min
li Edeneyê, li pola dawî ya lîseyê dixwend û li ofîsa Parêzerê Kurd
Kazim Dere min ew pirtûk peyda kiribû. Bi rojan ji destê min neket kitêba
navborî. Bi kurdiyeke ku mirov jê têr nedibû, hatibû nivîsandin. Piþtî
xwendina wê kitêbê, min soz dabû ku kurdiya xwe pêþdetir bibim. Niha dê
bibûma mêvanê nivîskarê kitêba Gundikê Dono. Serpêhatiyên Hacî
Zorav, Filîto, Hesenê Meysê û Zibeyrê Ehmê hê jî li bîra min in!..
Min
romanên wî, nivîsên wî, þîroveyên wî yên televizyonê wekî ‘kêþ’ek
dadiqurtand! Ji ber ku minê ‘Nefesa Kela Siphiyê’, li gorî baweriya
xwe wî ‘efsane’yî ji nêz ve bidîta, tabata min nedibû. Di
balafira ‘Lufthansa’yê ku li Stenbolê siwar bûm de; tevî van hestan,
li ‘Romana Mala Eliyê Ûnis’ -ku emê li Stockholmê bi hev re amade
bikin- fikirîm. ‘Gelo ezê bi ser bikevim?’, her pirsa di serê min de
bû... Piþtî
sekna du saetan li Balafirgeha Frankfurtê, bi Balafira SAS-ê me berê xwe
da Stokholma paytext. Du saet paþê, balafir li Balafirgeha Arlandayê ku
li derveyî Stockholmê ye danî. Ji Balafirgehê tevî Ahmet Baksî û Bedrî
Baksî em ber bi Mala Mehmûd Baksî birê ketin... Û va ye, piþtî nîv
saetê din, bi rûkeniya xwe û bi ‘bixêrhatina’a ji dil em li dîwana
Mehmûd Baksî ne... Mala
wî li taxa ‘Skanstull’ê, li ser kolana ‘Gotgatan’ê bû. Her dema
rojê, ji mêvanan xalî bû. Di mala xwe ya ku ji mêvanên kurd, tirk, swêdiyan
vala nedibû, civateke kurdewar saz kiribû. Bi civata xwe ya xweþ û
kesayetiya nuktedan, mêvan dicoþandin. Bi rastî jî di odeya ku bi destê
xwe raxistibû de, mirov xwe di dîwaneke dengbêjên Xerzan de dihesiband.
Piraniya civatan bi kurdî bû. Carinan ji dengê Þakiro, carinan jî ji
dengê Salihê Qubînî kilam dihatin guhdarîkirin. Bêhna xwarinên kurdî
ku jê re dihatin çêkirin û þandin, li çermedorê malê belav dibû. Li
ser maseya li ber wî, bi dehan kitêb, kovar û nivîsarên rojnameyan ku
hatine jêkirin, balê dikiþand ser xwe. Tevahiya wan li ser rewþa siyasî,
çandî, ekonomîk a kurdan û tirkan bû. Ligel ku bi salan nexweþ bû û
her diçû nexweþiya wî lê sor dibû jî, bi qasî ‘misqalê zêr’ nîþanî
derdora xwe nedida. Wekî ‘xortekî 14 salî’ ji aliyekî ve ji çend
rojnameyan re gotar-nivîsaran dinivîsand, ji aliyekî din ve jî bi
heyecaneke mezin hewl dida kitêbên xwe yên nîvco bibe serî û temam
bike. Di
nav civaka kurdan de mirovekî cihêreng e Mehmûd Baksî. Bi taybetî di
nava entellektuelên kurdan de, yek ji kesên ku herî zêde dibû hingava
êrîþan bû. Bi qasî hezkiriyên wî hebûn, kesên jê nefretê dikirin
jî hebûn. Yarmet û alîkarê bi sedan rewþenbîr-nivîskarên ku hatibûn
Swêdê, bû. Bi karê gelekan re rabû, kir ku di warê burokrasiya Îskandinavyayê
de neperçiqin û rojek berî rojekê, jiyana wan tekûz bibe. Mixabin ku
gelek caran wan kesan jî êrîþ bir ser wî. Di
demên wî yên dawî de, di rojên ku êdî gelek nexweþ bû de, li ba wî
bûm. Destpêka zivistanê û destpêka havînê de du caran ‘Xalo Baksî’
ez mêvan kirim. Nexweþiya wî giran bû. ‘felat’a wî tunebû. Lê
‘pênç pere’ bi qûna nexweþiyê nedida!.. Lewre ji jiyanê gelek hez
dikir, mirin nedianî bîra xwe. Sedema ku ji jiyanê hez dikir, nivîsandina
wî bixwe bû. Bi gav û saet dinivîsand. Dema nivîsarekî wî di derekê
de dihate weþandin, radihiþt telefonê û derdora xwe agahdar dikir,
digot; ‘bixwînin’. Paþê jî ji wan þîroveyan dixwest. *** Li
gorî baweriya min, di nav kurmancîaxêv-kurmancînivîsaran de yek ji nivîskarên
sereke bû. Xwediyê zarbêjiyeke ku mirov jê têr nedibû. Piraniya kilamên
dengêjiyê yên sereke dizaniya û bi dengê xwe yê xweþ distra. Vê yekê
mirov bi awayeke eþkere di berhemên wî de dibîne. Her dem behsa rola
medreseyan di wêjeya kurdî de dikir û payeyeke mezin dida vê kevneþopiyê:
‘Em gelê kurd ji çavkaniyeke gelek xurt tên û ji kaniyeke gelek bi çoþ
av vedixwin.gava em li rabirduya xwe dinêrin, em dibînin ku piþta me
gelekî xurt e. Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî heye ku ji
bo berdewama kar û xebatên wan bangî me dikin. Melayê Batê heye ku 400
sal berê ‘Mewlûda Kurmancî’ nivîsiye ku hê jî di nav kurdan de tê
xwendin.tevahiya van navên pîroz, nirxên me yên edebî temsîl dikin. Çavkaniyên
me ew in, em ji wan feyzê werdigirin. Me ji wan kesan mîrateke wisa
wergirt ku heger ji sedî yek jî bê bikaranîn, wê berhemên bêhempa
derkevin holê. Ne tenê wêjeya kurdî, her wisa ji wêjeya tirkî jî bi
dehan kes hene ku ji van çavkanî û mîrateyan sûdê werdigirin...’ (Beþek
ji gotûbêja ku min di Tîrmeha 2000’î li Stockholmê pê re kiribû) Mehmûd
Baksî, di jiyana xwe ya 56 salan de 23 kitêb diyarî me kirin. Kitêbên wî
li 10 ziman-zaravayan hatin wergerandin. Di nava van berheman de mirov dibîne
ku Baksî, kedeke mezin daye zarokên kurd û perwerdahiya wan. Hê di sala
1978’an de, kitêba wî ya bi navê ‘Zarokên Ýhsan’, bi zimanê kurdî
û bi piþtgiriya Wezareta Çandê li Swêdê hate çapkirin. Paþê kitêb,
li dibistanên Swêdê di nava þagirtên kurd de hate xwendin. Li gorî bilêvkirina
Baksî, ev yekem kitêba kurdên bakur bû ku ji bo zarokan bi zimanê kurdî
û alfabeya latînî hatibû nivîsandin. Salek paþê ji hêla heman
wezaretê û dîsa bi zimanê kurdî ‘Keça Kurd Zozan’ hate weþandin.
Paþê bi zimanê swêdî hate çapkirin, bi awayê xêzefilm di televizyona
swêdî de, wekî sê beþ hate weþandin. Ev yekemîn xêzefîlma kurdî ye
di dîroka weþangeriya kurdî de. Di sala 1986’an de, bi zaravayên soranî-kurmancî,
di televizyona swêdî de derket pêþberî zarokên kurd. Serdanên
min ji bo wî -ku du car bi qasî mehek û nîv dom kir-, ji bo nivîsandina
kitêba wî ya dawîn ‘Romana Mala Eliyê Ûnis’ bû. Heyecaneke mezin
xwe lê pêça bû. Diyar dikir ku dê-bavê wî jê re gotine heta ew serpêhatiya
‘Þerê Sasonê û Serhildana Mala Eliyê Ûnis’ nenivîse, ew tu caran
wî ‘helal’ nakin. Þev û roj me kar dikir. Dema ku kitêb temam bû,
rahiþtibû destê xwe û ji min re wiha gotibû: ‘Êdî bimirim jî çavên
min vekirî namîne!’.. Belê kitêb temam bibû, lê bi awayeke çapkirî
nedît mixabin. Piþtî vegera Stenbolê bi çend mehan Baksî xatirê xwe
ji me xwest. Kitêb piþtî mirina wî bi kurtedemekê ji nav ‘Weþanên
Welat’ ronahiyê dît... ‘Mirin
dayîka te bimire’ gotina wî bû... Li
ser mirina Yilmaz Guney gotibû. Ev gotin çiqas lê hatibû. Rojek
hat, min li ser wî pirsî bû hunermendê qerase Þivan Perwer li ser hevalê
xwe yê qedîm wisa gotibû: ‘Mehmûd Baksî, Nexþa jiyanê… Pir baþ bû,
pir xerab bû! Pir modern bû, pir klasîk bû… Her tiþtê wî ketibû
nav hev… Lê bi her awayî delal bû… Mirovekî wekî wî êdî tuneye,
mixabin nabînim… Terka min kir û çû..! Disa
min ji Þivan Perwer, pirsa ‘Stockholm’ê kiribû ka ji bo wî çi îfade
dike. Ev bersiv jî bi Baksî ve girêdahî bû: ‘Cihê ku min piraniya
jiyana xwe lê derbas kir. Bajarê ku min piraniya xebatên xwe lê kirin.
Û bajarê sar ê ku hevalê min ê herî nêzîk Mehmûd Baksî tîne bîra
min!..’ Rast
e terka me kir lê terkeseriyeke fizîkî... Bi
‘Gundikê Dono’, bi ‘Hêlîn’, bi ‘Lawikê Xerzî’ her bi me re
ye û her di dilê me de ye... *
Pêþgotina çapa nû ya kitêba Mehmûd Baksî ya bi navê ‘Hêlîn’ ku
li Diyarbekirê ji hêla ‘Weþanên Lîs’ê ve hatiye weþandin (S.K)...
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org