Ez bêjim bîst û
yek
Hûn bêjin bîst û
sê sal berê
Li kêleka ‘Aþê
Zekî’
Nêzî ‘Mala Hecî
Bacet’
Xweþ tê dengê
‘Xenoyê Etar’:
‘Demir,
Baqir,
Naylon,
Elemiyon,
Sifirê kevn,
Elemiyonên þikestî..!’
Heme heft-heþt salî
Hewþa me ji mêvanan
xalî
Li dora bapîrê min
Hacî
Xirecira gundî û
malî
‘Werine sêvan..!’
Ev e dengê Evdilbarî...
Ji wê de tê ‘Xerîban
Ezîz’
Xwediyê ‘simbêlên
sosinî sorhine’
Dengê tiretira
motor-bisqilêta wî ye!
Dîsa wekî her car:
‘Silav Mamê Hacî,
çawayî ezbenî?’
Dibêje...
Li ber deriyê
‘Xalîçefiroþê Xerzî’
Aþxaneya ‘Kazim
Usta’
Çayxaneya ‘Mezherê
Badayî’
Sê zarokên
belengaz
Yek Xerzî
Yek Torî
Yek Botî
Sermayedarên malê
Her yek li gorî xwe
Li dûv nanê xwe
digere:
‘Werinê Xalo,
Dendikê zebeþan!’
‘Ava bûzê, ava
heyatê!’
‘Pelê cixarê,
kevirê çeqmaqan!’
Ji wê te têyo
Evdirezaqê Perîþanê
Çawîþê Belediyê
Derxist rûhê firoþkaran:
‘Nefiroþin li vê
derê qondere û þekalan,
Reîsê Belediyê
aciz e!’
‘Xeraca Midyadê’
serbest e
‘Wesîla’
û ‘Mehfûzê Dîn’
Nav li wan e:
‘Dînên Batmanê!’
Zarokên ‘nehs’
li dor Mehfûz,
Mêrên ‘qehb’
li pey Weso!
Li dora ‘Pasaja Elî
Tewþo’
Her çî
‘Birako’ ye
‘Weliyê Xwedê’
ye dibêjin
Ne dike parsê
Ne zekat divê
Ne jî dide heqê
nanê aþxaneyan
Çend qirûþ perê
çayê!
Dibêjin filîmê
Yilmaz Guney
Hatiye ‘Sînema
Mehtabê’
Zarok li ber afîþên
xemilandî
Ji niha ve bûne du
beþ
Hinek ji wan
‘Yilocî’* ne
Qismek ji wan
‘Cinocî’**..!
Qira hev tînin
Bi demanceyên darîn
Fermo ji we re
Çend dîmen ji
Batmanê
Ji Batmana
Zarokatiya min
Ez bêjim bîst û
yek
Hûn bêjin bîst û
sê sal berê...
*
Yilocî: Alîgirên
Yilmaz Guney
**
Cinocî: Alîgirên
Cuneyt Arkýn. Cino, ji Cuneyt Arkýn re tê gotin ku artîstekî navdar ê
sînema tirk e.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org