PENA KURD CAREKE DIN ROJÊN WÊJEYÎ PÊKANÎN
SALIHÊ KEVIRBIRÎ / HAMMINKELN-WESEL, salihkevirbiri@hotmail.com
PEN’a Kurd ku yek ji endamên PEN’a Navneteweyî ye, li gorî þert û mercên
giran û derfetên teng hewl dide xwe ku salê çend caran nivîskar, helbestvan
û rojnamegerên kurd bîne cem hev.
Cara dawî li bajarokê
Hamminkelnê yê nêzî bajarê Weselê ku li sînorê Almanya-Holandayê ye civîneke
wêjeyî pêk hat. Li cihê civînê bixwe mêvanan li wir razan, li wir xwarin
û vexwarin. Beriya ku ez hinek behsa vê civînê bikim, dixwazim li ser du civînên
berê çend agahiyên kurt bidim:
Ez
bixwe yek ji wan kesan im ku sala par beþdarî civînên PEN’ê ku li Mülheim
Ruhr (Almanya) û Dresdenê (Almanya) bûm. Civîna li Mülheim Ruhrê bi boneya
bîranîna Qedrî Can pêk hatibû. Di vê civînê de ligel bi dehan nivîskarên
kurd, kurê helbestvanê gewre Qedrî Can jî beþdar bûbû û hestên xwe yên
dildarî bi me re parve kiribû. Di civîna navborî de beþdarên civîna sê
rojî, hin beþ ji berhemên xwe xwendibûn, maweyên xweþ bi hev re derbas
kiribûn û dema stêrkan xwe li asîmanan geþ dikir jî, awaz û sewtên
‘kurmancî’, ligel dîlana ‘gewr’ li der û dorê olan dida.
Herçî civîna li
Dresdena Rojavayê Almanyayê bû, bûbû qada hevnasiya nivîskarên kurd û
alman. Ev civîn jî her wekî civîna berê ‘kurdewar’ û ‘têrbêje’ bû.
Li vî bajarê kevnar jî zêdetirî 25 nivîskarên kurd û alman li hev qesidîbûn,
bi zimanê hev êþ û janên xwe bi hev didan nasandin.
Em werin ser atmosfera
civîna dawî. Her wekî me ragihand, civîn li bajarokê Hamminkelnê, di
navbera rojên 7-8-9’ê vê mehê (sermawez) pêk hat. Civîn bi boneya
‘Sedsaliya Cegerxwîn’ hatibû sazkirin. Li ser vê mijarê jî pêk hat.
Roja yekem gotar û gengeþî li ser Seydayê Nemir Cegerxwîn bûn. Roja duyem
û sêyem jî, beþdarên civînê li dorhêla 20 deqeyan ji berhemên xwe; çi
pexþanî, çi nesrî xwendin. Di navbera de jî gengeþî li ser van xwendinan
dihatin kirin.
Þayanî gotinê ye ku
em mafên Serekê PEN’a Kurd Dr. Zerdeþt Haco, Cîgirê Serek Mustefa Reþîd
û Sekreterê PEN’a Kurd Dr. Zorab Aloian bidin ku bi serfirazî civîn birêve
birin. Mala wan ava!
Beriya ku ez navên beþdarên
civînê rave bikim, dixwazim xweþhalî û spasiya xwe bi taybetî bo xweþawazên
kurd Þêrîn Perwer, Hozan Birader, Þehrîbana Kurdî û Hozan Xebat Þakir
bikim. Ev navên muhteber, ligel beþdariya xwe ya li civînan þevên me jî bi
awaz, stran û têlên tembûrên xwe geþ kirin.
Ez bawer im di nivîsareke
wisa de em navên nivîskar, helbestvan, rojnameger û hunermendên xwe yên beþdar
nedin, emê neheqiyeke mezin li wan bikin..!
Nivîskar, helbestvan û rojnamegerên ku beþdarî li civîna PEN’ê kiribûn ev bûn:

Dr. Zerdeþt Haco, Mustefa Reþîd, Dr. Zorab Aloian, Salihê Kevirbirî, Eskerê Boyîk, Kakþar Oremar, Seydayê Dilbirîn, Bedirxan Epozdemîr, Qado Þêrîn, Muruvet Cacim, Huseyin Duzen, Ferîd Xan, Xiyasedîn Zaroj Stêrk, Rukiye Ozmen, Merwan Alî, Enwer Ahmed, Emer Cengiz, Nazîf Telek, Fûad Sîpan, Sîrwanê Hecî Berko, Stranbêj Þêrîn Perwer, Hozan Biraderê Mûsikî, Nedîm Tolan, Stranbêj Þehrîbana Kurdî, Stranbêj Xebat Þakir û Þêrgo Ehmed.