Portreyeke cihêreng ji Tiblîsê ber bi Bûdapeþteyê: ‘Dayê’ ango Altûna Letîf
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com
Kurdên me yên li
paytexta Macaristan Bûdapeþteyê wê wekî ‘Dayê’ dinasin. Ligel ku nêzî
300 kurd li vê derê jiyana xwe didomînin û piraniya wan wê nes dikin jî, kêm
kes navê wê yê rastîn dizane........
Emrê min 54 salî ye. Navê min Altûn e ez keça Letîf im ji Qozilcê me. Paþê em çûne Gurcistanê li bajarê Rûstewî dijiyan û niha ez li vir im. Çar zarokê min hene. Du kur û du keç in. Kurê min zorab doktora xelas kiriye û li ser dîroka kurd û welatê kurdan doktora girtiye. Li vir mamosteyê zanîngehê ye. Wî dersa zimanê îngilîzî jî dida. Ew bi îngilîzî, rûsî, mecarî, gurcî, almanî û erebî dizane. Keça min nazê jî bijîþka diranan e. Ew li Sandîdîborgê ye. Kurê min ê ortê jî li Petersburgê ye. Keça min a biçûk jî li vir e û dixebite û ew bi kumputerê re elaqedar dibe û bi îngilîzî jî dizane. Ew dixwaze xwendina xwe bidomîne.
Dayika Altûn, beriya her tiþtî dixwazim wekî malbat we nas bikim. Malbata Aloyan ji ku ye û ji ku derê hatiye?
Babê zarokan ji
Ermenistanê ye. Eslê me Botkî ye. Navê babê Zorab Eslan e.
Ji Tirkiyeyê tê.
Malbata min ji Serhedê hatiye lê Babê Zorab ez bawer im ji dorhêla Cizîrê hatibe. Ji ber ku xeberdana wan wisa ye. Piþtî Þerê Sala 1917’an ku qira êzîdî û ermenan hat.
Em giþ bi hev re hatin
Ermenistanê lê babê min gava hat çû Gurcistanê.
Em li gundan dijiyan. Em
Kolxoz bûn, Solxoz bûn û dixebitîn. Me abûra xwe dikir.
Kolxoz dema giþt
dixebitin, paþê aþxuran re didan. Paþê hesab didan kî çiqas çi bistîne
hesab dikirin. Paþê heqê xwe distandin. Solxoz jî bi pere dixebitîn û meh
bi meh pereyên xwe distandin. Solxoz hindik bû û paþê jî hemû bû bi
pere.
Rencber cuda ye. Kesê
ku diçe ber pez. Dîsa jî kolxoz e. Karê rojê distînin. Serpayîzê heqê
xwe distînin. Kesên din jî meh bi meh pereyên xwe distînin. Ew jî solxoz bûn.
Hatanî vê gavê jî
neferên me li Gurcistanê hene. Malê me hene hewanên me hene. Em bi mêvanî
hatine vir. Kurê min Zorab li vir dixwîne. Di fonda sorûs a cûda de dixwend.
Li Gurcistanê zanîngeh xelas kir û hate vir ji bo ku dokterayê bixwîne. Li
vir kar dike em hatin vir û me jê hez kir. Li vir jî gelek kurd hene.
Ev bû sê sal em li vir
in. Lê kurdê êzîdî tenê ez û kurê xwe li vir in. Kurê min ev sala
heftan e li vir e. Lê têkiliyên me bi kurdên misilman re gelek baþ e. Tên
û diçin ji axaftinên wan jî em dizanin ku em ji serhedê ne û têkiliyên
me baþ in.
Li bal me germahî zêde
bû û mirovahî hebû. Çi kurd, çi gurcî û çi jî rûs, mirovahî gelekî
pêþ bû û hatin û çûyînên me xurt bûn, di destpêkê de ku em hatin vir
me hinekî di vî warî de zehmetî kiþandin. Lê li vir hinekî sarî di nava
gel de heye. Kes têkilî karê kesî nabe û ne qenciyê dikin û ne jî
xerabiyê.
Rojekê ez çûm dikanê
ji ber ku min zimanê wan baþ nedizanî min nedikarî ez tiþtekî bidim fêmkirin
û tiþtekî bikirim. Min çi digot ew dikeniyan ez pir hêrs bûm û qehirîm.
Ku
em bibêjin malbatên kurd li vir tunebin, ji bilî wan qet têkiliyên we bi
malbatên mecar an yên din re heye?
Niha çêbûye û cîranên
me jî dizanin û qedrê me digirin. Gelê vir dixwazin silavê bidin mirov. Tenê
silavê didin mirov, ji bilî silavê tiþtekî din tune ye. Tiþtekî din ne.
Lewre kesê ku xerîbn in li vir gelekî zehmetiyan dikiþînin. Qanûnên vir
cihê ne û li bal me cihê bû em hîn bûbûn lewre ji mirov re zehmet e.Li
vir her tim li gorî qanûnan tevdigerin. Heya ku mirov hîn dibe zehmet e. Du
sal pêwîst in da ku mirov hîn bibe.
Na hinekî zehmet e. Em
naçin lê em ji bo Rûsyayê diçin ji ber ku li vir sifaret û baylozxaneya Rûsyayê
heye hinekî çûn û hatin rehet e.
Ev yek derdekî pir
mezin e. Bi taybetî gava ku bavê min dikeve bîra min, bavê min nexweþ bû
di nava cihan de bû, me digot bavo ku rê vebe tuyê herî Kurdistanê? Dgigira
û digot: “Ku rê vebûya ezê bi çarlepiyan jî biçûma welêt.” Di sala
17’an de gava qirkirinê de ji 80 kesî 6-7
kes xelas bûn. Wê çaxê bavê min 13 salî bûye ku ji welêt derketiye. Babê
min di sala 1982’yan de koça dawî kir û di sala 1990’î de rê vekirin.
Navê babê min Letîfê Fêro ji Qozilcê bû. Kurdistan ji me re wekî
hesretekî ye. Babê min li wan deran çi bixwariba digot ne wekî ya Kurdistanê
ye. Ji me hemûyan re hersret e ku em li Kurdistanê bijîn û welatê me hebe.
Gava ku em xaniyekî çêdikin em bizanin ku ew heta hetayê ye û ne demî
ye.Em bi rehetî bijîn. Em li Ermenistanê çêdikin, li Gurcistanê çêdikin
li Rûsayê çêdikin hemû demî ne û em koçer in û jiyana me her tim koçerî
ye. Ne wekî welatê me ye. Heta kengê dê wisa be ez nizanim.
Guherînên gelek mezin
çêbûne. Ji bo minak berê ku kurdekî êzîdî biçûba mala yekî misilman
digotin bila destê xwe nede tu tiþtekî ku destê xwe bide çi ew tiþt heram
dibe.Lê niha bi xwe têne mala me dibêjin ku te tiþtekî xweþ çêkiriye em
bixwin. Niha em jî diçin malê wan û ew jî tên malê me û hatin çûyîna
me germ e ev yek jî pir xweþ e bêhna me fireh dibe. Gel mezin bû û xwe nas
kir ku ev yek jî pir baþ e.
Kurê min li vir dixwend
em jî hatin vir. Dibe ku kurê min li Rûsyayê bixwenda em nedihatin vir.
Sedemeke taybet tune ye ku em hatibin vir.
Erê rûniþtina me li vir heye. Kes tu tiþtekî nabêje û em hemû dikarin li vir bimînin û bixebitin.
Em li vir jî þahiyê
xwe çêdikin û rojiyên êzîdîtiyê digirin lê wekî ku mirov bi gelê xwe
re pêk bîne nabe û em tenê ne.
Ez
ji bo gelê kurd yekîtiyekê dixwazim. Bila li hev haydar bin û qedrê hev
bigirin. Bila hev baþ binasin û ji hev fêm bikin. Koka darê yek e û em kurd
yek in divê em li hev xwedî derkevin.