QAÞALMASÊ

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com

 

Roja ez mirim

Min ‘terqîn’ û ‘yasîn’ navê!

Xwediyê ‘ta û derziyê’

Ku kefenê min didirû

‘Li ser tenaþo yê;

li ber þûþtinê!’

Bes bila navê te bibêje

Di guhên min de:

‘Qaþalmasê!’

 

‘Melekên Mewtê’

‘Qasidên Xwedê’

Bila xêzek li ser navê min bixin

Gava bibim xerîbanê

Þana li gerdenê

 

Qisedana goyendeyan e:

Xal û xetên sing û berê te

Kaza Zerê

Qaþalmasê

Gustîlzerê

Navê ‘Allah û Ekber’ li serê!

 

Payîz 2004 Stenbol

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org