|
|
Qehwexaneya
Kozluxiyan, Kasetfiroþên Seyyar û Karapêtê Xaço
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ
- Xwendevanên hêja;
di nivîsara xwe ya derbasbûyî de, min gotibû ku ezê di nivîsara bê
de behsa serpêhatiya
xwe ya çûyîna Ermenîstanê cem Dengbêjê Nemir Karapetê Xaço
bikim. Lewre Apê Karapet -ku bi gotina wî “ermen e, lê xwedî û
xwedanên wî kurmanc in”- bîranîneke wisa heq dike.
Va ye, min gotina xwe bi cih anî û gotara dabaþa mijarê pêþkêþî
dêhn û bala we dikim. Þayanê gotinê ye ku ev nivîsar, pêþeka kitêba
min a bi navê; “Qêrîna Sedsalekê: Karapetê Xaço” ye ku di sala
2003 û 2005-an de, bi navê “Bir Çigligin Yuzyili: Karapetê Xaço”,
bi zimanê tirkî, li Stenbolê du çap (Weþanxaneya Sî-Weþanxaneya
Elma) kirin.
- Fermo
hûn û nivîsarê (S.K)…
-
- ***
-
-
- Tarix:
7-ê Kanûna 2001-ê…
- Bi
rêketina balafira tîpa Tupolovê ya “Rêhewayên Ermenistanê” ya
ku dê sefera Stenbol-Êrîvanê bike, dîmen û pirsên derbarê Karapêtê
Xaço, di serê min de çêdibin. Ezê bi “Dengbêjê Sedsalê” re rûnim
û bi dûr û dirêjî pê re sohbetê bikim… Ewê biaxive û ezê guh
lê bidêrim. Ji niþka ve diçim beriya 12 salan. Sala min cara yekem
dengê wî nas kir…
-
- Min
dengê Karapêtê Xaço cara yekem di sala 1990-î de nas kir; Dema ez
diçûm “Lîseya Yahya Kemal Beyatliyê” ya li Batmanê. Heta nîvro
em diçûn dibistanê û piþtî nîvro ez û birayê min Þakir, me li
ser erebeya me ya çar-tekerî ku wekî “teble” tê binavkirin çeqmak,
saet û tiþtên wek makîneya hesaban difirotin. Li cihê ku wekî
“Piþta Bankaya Zîraatê” û “Hemberê Qehwexaneya Kozluxiyan”
dihate nasîn, ji bilî me, 3-4 “tebleyên” ku kaset difirotin hebûn.
Di van erebeyan de, teybeke ku kaset bi miþteriyan dihatin guhdarîkirin
û akûmilatoreke ku ew teyb pê ve dihatin girêdan hebûn. Kasetên
dihatin firotin bi piranî kasetên dengbêjên dengê wan bi amatorî
hatibûn qeydirin; yên em dibêjin “qorsan” bûn: Teyîboyî Siertî,
Salihê Bênatî, Mehmûd Qizil, Þakiro, Salihê Qubînî, Eyþe Þan,
Meyrem Xan, Seîdê Cizîrî, Mihemed Arifê Cizîrî û qeydên
hunermendên mehelî yên di wê demê de navdar bûn ên wekî Beþir
Kaya, Bayram Kalkan, Mehmet Þahê Diyarbekirî û Bedrettin Coþkun bûn
ku ji hinek dengên ji tebleyan bilind dibûn…
-
- Di
hawîreke wiha de, ji ber ku ez demeke dirêj li cihê xwe peyitandî bûm,
car dibû min kilamek qet nebe ji 15 caran zêdetir guhdarî dikir. Ez
tu caran ji bîr nakim, min strana Salihê Qubînê ya bi navê “Þerê
Hethetkê” yê bi wan gotinan:
-
- ‘Eyþê
dibê Mihemedo lawo
- Eyþê
dibê Mihemedo lawo
- Mihemedê
min keya ye lawo
- Elî
zava ye…’
-
- dest
pê dike, heta benda dawiyê ji ber kiribû. Her çiqas min dengbêjê
kilam digot nas nedikir jî, min dizanî dê kîjan kilam piþtî kîjan
kilamê bê. Bi saya van kasetfiroþên seyar, bi dehan stran û kilam
heta berî du salan di bîra min de bûn. Ji ber vê “tevlibûna”
min a mecbûrî, ez êdî ji kilaman bêzar bûbûm. Vêca, wexta
dibistan diketin betlaneyê û rojên nobetên me þemî û yekþeman,
dema em her li ber dengên kilam û stranan bûn, nedihatin tehemûlkirin.
-
- Di
rojeke wisa de dema nefreta min êdî gihiþtibû radeyeke bilind û min
serî li dijî bavê xwe rakiribû û gotibû “Ez êdî naçim ser
dezgehê!”, kilama ji seyareya ji hemberî me bilind dibû, ya bi “Lê
lê dayikê heyranê…” dest pê dikir, ez bi awayekî kûr û ji dil
hejandim. Xwediyê vî dengî û vê kilama newaze yê ku min navê wî,
cara yekem wê rojê ji kasetfiroþ Seyfo seh kiribû, ji Karapêtê Xaço
pêvetir ne tu kes bû. “Ji Ermeniyên gundê Bileyderê yê girêdeyî
navçeya Biþêriyê ye Karapêt”, Seyfo digot.
-
- Piþtî
demekê, repertuara min a kilaman bi saya Apê Karapêt dewlemend bûbû.
Êdî li gel hevalên xwe yên mektebê; Kelecî Kerem, Topçi Hesen, Emînê
Xerzî û Mihemedê Xalîçefiroþê Kozluxî, me kilam û stranên Xaço
yên wekî ‘Filîtê Quto’,‘Biþêriyo’ û ‘Silêmanê Mistê’
dimirmirandin.
-
- Karapêtê
Xaço, ji wê rojê pê ve bû yek ji çend dengbêjên ez tu caran ji
ba xwe kêm nakim. Lê mixabin, min heta berî du salan nedizanî ka
dengbêjê ji bo min bûbû wekî hosta û ekol dijiya an ne. Ya rastî,
min wisa ferz dikir ku demeke dirêj e, xatirê xwe ji me xwestiye. Wekî
gelek kesên din, min jî piþtî dokumentara Mehmet Aktaþ ya berî du
salan zanî ku Karapêtê Xaço dijî.
-
- Ji
xeynî agahiyên min ji nivîsên Aktaþ bi dest xistibûn, min rewþa
Apê Karapêt ji kurdên Sîbiryayê ku min meha Adara sala 2001-ê dîtin,
pirsîbû. Gelekan
ew nas dikir. Piraniya wan piþtî hilweþîna Sovyetan ji Ermenistana
ekonomiya wê serobino bûyî bar kiribûn bajarê Novosibirka Sîbiryayê.
Ji heft hezar kesan zêdetir kurdên ji Êrîvan û Tîflîsê yên li
herêmên curbecur yên Sîbiryayê bi cih bûne, hema hema di malên
hemû kesên min dîtin de kasetên dengê Karapêtê Xaço yên qeydkirî
hebûn.
-
- Û
dawiya dawî, ez diçûm min ew dengbêjê hosta yê kelepora dengbêjiya
Evdalê Zeynikê dimeþîne û didomîne ku 101 salên xwe xelas kirî
û gav avêtî 102 saliya xwe, yê “ji ber þûran filitî”, dengbêjê
çilekeþ ê “Xeta Biþêrî-Qamiþlo-Êrîvanê” di saxiya wî de
ziyaret dikir.
-
- Demek
piþtî balafir dadikeve ser erdê, li gel Berpirsiyarê Radyoya Êrîvanê
Beþê Kurdî, Keremê Seyadê ku li Firokexaneya Ermenistanê hate pêþiya
min, em siwarî erebeyekê dibin û ber bi mala wan ve rêdikevin.
-
- Di
þeþemîn roja min de li Êrîvanê, li gel hostayê meyê yê bi navûdeng
Egîdê Cimo û Dengbêj Feyzoyê Rizo, em gihan gundê Solxozê ku
saetek ji gundê Karapêtê Xaço dûr bû. Bi
vî awayî me gav avêtibû çîroka kilam û stranên Karapêtê Xaço
yên bi êþan hatiye eciqandin...
-
- rojnameger@hotmail.com
|
|
|