Rojnameger û Helbestvan Merwan Alî:

“Rojnamegerî û Helbestvanî wekî zarokên min in..!” *

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com  

 

Merwan Alî di sala 1968’an de li Gundê Girsorê ya Qamiþloyê hate dinyayê. Di navbera salên 1987-1992’yan de li Zanîngeha Helebê ‘Aborî û Polîtîka’ xwend. Ji beriya xwendina dibistana bilind heta niha rojnamegerî û helbestvanî dike. Ji sala 1995’an û vir de li Ewropayê dijî.

Ji Rojnameya bi navê ‘El Siyase’ ku li Kuweytê derdikeve de wekî þirovekar di hefteyê de du rojan dinivîse. Her wiha gelek caran ji rojnameyên bi navê ‘El Heyat’, ‘El Nehar’ û yekem rojnameya ereban a li ser înternetê ‘Elaph’ê ku li Londonê tê weþandin re dinivîse.

Merwan Alî, nivîsar û helbestên xwe yên bi zimanê kurdî bi navê ‘Bavê Mîna’ dinivîse û dide weþandin.   

Helbestvan Merwan Alî li mala xwe ku li Essena Almanyayê ye pirsên me birsivandin.. .

***

Birêz Merwan Alî hevnasiya te bi rojnamegeriyê re çawa û bi çi awayî destpê kir. Gelo tê bîra te yekem car nivîsara te çi çax û di kîjan weþanê de derket?

Bi vê pirsa te re, bîranînên beriya 15 salan hatin bîra min. Di destpêkê de, min bi zimanekî ku ne zimanê min bû nivîsî: Zimanê erebî. Lê ev ziman ji min re ne xerîb bû. Tê bîra min temenê min li dora 5-6 sal bû, min pîrika xwe didît, dayîka dayîka min. Rengê wê, çil û bergê wê ne wekî yê kurdan bû. Cil û lîbasên wê, nidiþibiya cil û lîbasên diya min. Min ji diya xwe pirsî ku pîrika min naþibe wê, çima? Got: Dayîka min ereb e! Bi vî rengî nêzîkahiya min ji zimanê erebî re çêbû.

Li aliyekî rejîma Sûrî, rê li ber zimanê kurdî girtibû, qedexebûn danîbû ber zimanê min, lewre jî ji zimanê erebî aciz dibûm; li aliyê din ji ber ku zimanê pîrika min bû, min xwe di nav hevokên erebî de jî didît.

Heta 15-20 sal berê Rojnamegeriya Kurdî li nav welatê Sûrî hema bibêje tunebû. Lewre jî tu mecbûr dimayî ku tu bi zimanê erebî rewþa welat û gelê xwe, rewþa pêþketinên cîhanê bi zimanê erebî binivîsî.

Di destpêkê de wekî helbestvan min dest bi karê nivîsandinê kir. Piþtî kurtedemekê min dest bi rojnamegeriya çand û hunerî kir. Yekem car di sala 1987’an de di rojnameya ‘El Beyan’ ku li Dubaiyê derdiket de min dest pê kir û ji wan re carcaran nivîsand. Nivîsara min a yekem li ser pirtûka nivîskarekî ereb bû. Pirtûk li ser nivîsandinên li zîndanan tê nivîsandin bixwe bû. Heta çar mehan wisa dom kir. Di wê maweyê de ketibûm nava ‘xelîl û celîlê’ ango dubendiyek di min de peyda bûbû. Di nava helbestvanî û rojnamegeriyê de asê mabûm, min digot; ‘Gelo ez rojnameger im an helbestvan im?’ Di wê demê de, ji wê rojnameyê nameyek ji min re hat, tê de wiha gotibûn: ‘Em bi nivîsandinên te gelek kêfxweþ in, berdewam bike û ji me re binivîse!’ Di nava nameyê de ji min re hinek pere jî þandibûn. Wekî telîfa nivîsandinên min. Jixwe rewþa min a aborî pir xerab bû, min wbiryar da ku ligel helbestvaniyê, rojnamegeriya xwe berdewam bikim. Çîroka min û rojnamegeriyê bi vî awayî destpê kir.

Piþtî vê yekê bi 4 mehan, min di rojnameyên herî mezin yên cîhanê de dest bi gotarnivîsînê kir. Bo nimûne; ‘El Hayat’, ‘El Nehar’, El Sefîr’ piraniya wan li paytexta Lubnan Beyrûdê dihatin weþandin û weþangeriyeke azad dikirin. El Heyat, hem li Beyrûdê, hem jî li Londonê derdiket. Sedema vê jî ew e ku li Lubnanê rewþa rojnamegeriyê, ji tevahiya dewletên ereban û Rojhilata Navîn baþtir û azadtir e.

Piþtî sala 1990’î min hem ji gelek weþanan re dinivîsî, hem jî min li Zanîngeha Helebê dixwend. Wê demê rojnameyeke nû derketibû li Bayreynê, navê wê ‘El Eyam’ bû. Di warê polîtîka, çand û hunerê de min nûçegihaniya wan dikir. Heta sala 2000’î jî min bi wan re kar kir.

 

Dixwazim ku tu hinek behsa rojnamegeriyê li Rojhilata Navîn ji me re bikî. Rojnamegerî li nav welatên ereban di çi astê de ye?

Li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li welatên ereban rojnamegeriya ku tê kirin, ji rojnamegeriya welatên rojava cudatir e. Rojnameger tu carî li gorî xwestek û pîvanên rojnamegeriyê nikarin kar û barên xwe pêk bînin. Gelek astengî û kelem hene di vî warî de. Gelek ‘qelem’ têne þikandin. Gelek rojnamegerên ku xwestine bi rengekî azad ragihandina xwe pêk bînin, gotar û nivîsarên xwe rapêþî hemwelatiyên xwe bikin îro di girtîgehên wan welatan de êsîr in.

Mirov bixwaze rewþa rojnamegerî û rojnamegeran baþ binase, pêwîst e bala xwe bide rewþa gelên li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî gelên dewletên ereb...

Tu dibêjî rojnamegeriya li van welatan, bi sîstemên wan welatan ve girêdahî ye. Ango baþbûna sîsteman dê baþbûna sîstema rojnamegeriyê jî bi xwe re bîne ne wisa?

Belê rast e! Kengê girêka li qirika gelên ku em behsa wan dikin bê sistkirin, wê gavê jixweber pirsgirêkên li ber rojnamegeriyê jî dê hêdî hêdî çareser bibin. Rejîmên van dewletan pir bitirs in ji rojname û rojnamegeran. Carinan hin rojnameger û nivîskar derdikevin, hewl didin ku ronahiyek were pêþiya azadiya fikr û ramanê. Tîrêjên vê ronahiyê carinan peyda jî dikin, lê qelenê vê yekê jî didin!

Wekî rojnamegerekî ji kurdên Sûrîiyeyê dikarim bi awayekî vekirî bibêjim ku hejmareke mezin ji rojnameger û nivîskarên li vî welatî di zindanan de ne.

Li ser vê gotina xwe tu dikarî mînakeke berbiçav bidî? Behsa kesekî/ê bike ku ji ber fikr, raman û nivîsandinên xwe ketiye zîndanê an jî laqayî pest û kotekiyan bûye?

Ez dikarim di vî warî de bi dehan mînak ji te re bibêjim. Lê dixwazim bi taybetî behsa rojnamegerekî bikim ku dostê kurdan û dostê min bixwe ye jî. Navê wî Nîzar Neyyuf e. Nîzar Neyyuf, zêdetirî 13 salan di zîndanên Sûriyeyê de ma. Ji ber ku di gotar û nivîsarên xwe de li ser mafên mirovan sekinî bû, ji ber ku behsa kirêtiya rejîma kirêt a Baasiyan kiribû hatibû girtin. Di girtîgehê de bi þkenceyên giran re rû bi rû mabû, nexweþî lê peyda bûbû. Ev 2-3 sal in ku serbest hatiye berdan. Gava ku hate berdan, dîsa ji ya xwe nehat xwarê! Dîsa wekî berê nivîsî. Dîsa doza girtinê lê kirin, le Rojnamegerên Sînornenas (RSF) kete dewrê, bi riya vê rêxistinê ji bo dermankirin û tedawiyê hate Fransayê. Di serdema tedawiyê de dîsa li ser rejîmê nivîsî. Ji dadgehê biryar derket ku dema vegere Sûriyeyê dê li Balafirgeha Þamê bê girtin. Ji ber vê yekê jî Hikûmeta Fransayê diyar kir û got: ‘Ji bo vegerê tu azad î, lê ku tu vegerî dê te bavêjin girtîgehê, lewre mafê te heye ku tu li welatê me bimînî..!’

Her wiha Ferec Beyreqdar heye. Beyreqdar jî rojnameger û helbestvan bû. Zêdetirî 10 salan di de ma. 3-4 pirtûk li girtîgehê amade kir. Va ye te jî bihîst, Dewleta Sûrî îro li bajarê Reqqayê rojnamegerekî bi navê Muhemmed Xannim ku bi eslê xwe ereb e girt û xiste zîndanê. Ji ber ku rastiyê destnîþan kir hate girtin. Çi got du dizanî? Got: ‘Di pêkhatin û Qetlîama li Qamîþlo de tiliya dewletê heye!’

Gava em ji te bixwazin ku tu ji me re ferq û meyliya rojnamegeriya ‘þerq’ê û ‘xerb’ê ango rojava û rojhilat bidî ber hev, emê laqeyî dîmeneke çawa werin?

Bi qasî erd û asîmanan ferq derdikeve holê. Li welatên þerqê tê xwestin ku bûyerên nexweþ di bin heft dîwaran de were veþartin. Dixwazin rojnamegerî bi þiklê ku ew dixwazin pêk were. Rejîm dixwazin rastî û dîrokê biguherin. Lewre jî piraniya rojnamegeran ji bo ku nekevin zîndanan direvin tên van welatên ewropî. Ji ber ku li van deran kar û barên xwe di nav þert û mercên azad de dikin.  Lewre jî gava em rojnamegeriya rojhilat û rojava bidin ber hev, çawa ku em þev û rojê bidin ber hev ferqiyeke mezin derdikeve holê.

Ferq û meyliya ku tu behs dikî, bawer im di warê telîfê de jî heye ne wisa?

Belê wisa ye. Li Rojhila Navîn heger nivîskar an rojnameger, ne navên mezin û xuyayî bin, di warê aborî de gelekî ditengijin. Tiþtekî din heye; gava tu dengê wan rejîman bî, xizmetê ji wan re bikî, bikevî bin siya wan heta hetayê rê ji te re tê vekirin. Lê dema tu berdevkê rastiyê bî, dev ji mafê telîfê berdin, neketina niviskar û rojnameger bo zîndanê nametek e!

Sedema derketina te ya bo Ewropayê ji ber pest û kotekiyê bu bawerim...

Belê rast e. Min berê jî diyar kir. Rejîma Sûrî, ji bo tevahiya gelên li nav welêt rejîmeke xetarnak û tirsnak e. Nexasim dema tu nivîskar, rewþenbîr, helbestvan an jî rojnameger bî, jiyan û kar û lebateke azad, nepêkan e. Malik li van kesan tê mîratkirin!

Di vê çarçovê de du rê li ber te têhiþtin. Yek; an tê bibî berdevkê Beasiyan û pênûs û hibra xwe ji bo wan terxan bikî, dudu; divê tu terka wî welatî bikî, ji malbat û mîrateyên xwe dûr bikevî û bibî xwedî qelemekî penaber!

Min jî got; ‘azadiya mirovan li ser her tiþtî ye’ û min terka cih û warê xwe kir. Di baweriya min de, ji kesê nivîskar re cihê ku pênûsa xwe bi azadî bi kar tîne, welatê wî ew der e.

Kîjan sal bû sala ku tu derketî derveyî welat?

Di nîveka sala 1995’an de derketim hatim Ewropayê. Pêþî hatim Fransayê, ji wir jî hatim Holandayê. Beriya ku biryara penaberiyê bidim, gelek caran dihatim Ewropayê û dîsa vedigeriyam Sûriyê. Lê êdî demek hat ku rê li ber me nema, min got; ‘Êdî nema vedigerim!’ Helbet biryareke zor bû, lê wekî min got, malik li azadiya me mîrat bûbû, lewre jî ev 10 sal in ku wekî ‘Pênûsekî Penaber’ jiyana xwe li van welatan berdewam dikim.

Kak Merwan, wekî tê zanîn ji bilî karê rojnamegeriyê, tu bi helbestvaniyê jî dadikevî. Ji rojnamegerî û nivîskarî bêhtir meyla xwe li ser çi dibînî?

Min berê jî diyar kir; min bi helbestvaniyê destpê kir. Niha jî nivîsandina helbestan berdewam e û ez amadekariya çapkirina pirtûka xwe ya helbestan dikim. Hêviya min ew e ku di dawiya vê salê de pirtûka min amade bibe. Amade ye lê helbestên xwe niha li bêjingê dixim.

Ez nikarim xwe ji herduyan jî bikim. Her yek ji wan ji bo min zarokek e, yekê ji wan datînim ser milekî, yê din jî datînim ser milê din. Gava kurtedemek derbas dibe û pê dihesim ku min li ser beþek ji wan beþan nenivîsandiye, çawa ku min tiþtekî xwe winda kiribi min tê.

Di vî warî de problem û nakokiyek dernakeve gelo? Ji bo vê yekê dibêjim; di helbestvaniyê de hest derdikevin pêþ, lê di rojnamegeriyê pêwîst e ku hest li paþ bimîne... 

Ev gotina te heta tu bibêjî ‘bes’ rast e û di cih de ye. Helbest bi ‘dil’ tê nivîsandin, lê rojnamegerî bi ‘aqil’ tê kirin. Zanebûn û rastî pêwîst e ji bo rojnamegeriyê. Gelek caran, tiþtê tu dinivîsî, ne li gorî dilê te ye, tûj e, bijan e. Lê ji ber ku tu rojnameger î, nabe ku tu nenivîsî.

Dîsa dixwazim vegerim ser helbestê. Di warê helbestê de çi û kî tesîr ango bandor li ser Merwan Alî hiþtiye?

Helbestvanek heye dibêje; ‘Gelek caran mirov ji bajarê xwe dixeyîde, lê dema mirov dûrî wê dikeve biyaniya heyî wî mirovî li welatê wî tîne!’ Gava em li welat bûn, her çiqas hezkirina mirovan ji welat re hebe jî, mirov baþ nabîne.

Helbestvan Unsî El Hac ereb e û ji Lubnanê ye. Vî cimamêrê hanê tesîreke xurt li ser min kiriye. Her wiha Adonîs û Qasim Heddad ji bo min ‘pîrê helbestê’ ne. Deriyê nû ji helbesta erebî re vekirin. Nêrîna klasîk guhertin. Hiþtin ku sînor li ber deriyê helbestê nemîne.

Ji nifþên nû?

Ji nifþên nû gelek nav derketine û dinivîsin. Ev nifþ, nifþên 60-70’yî ne. Heger em navên çendan bidin; di serî de Selîm Berekatê ku kurd e lê yek ji mezintirîn helbestvanê ku bi erebî dinivîse. Her wiha, Ebbas Beydûn, Bessam Heccar, Emcat Nasir û Lîna Tîbî navên qirase ne di helbesta erebî de ku tesîra xwe li ser min kirine.

Ji van navan Selîm Berekat tesîr li kesên wekî me kir. Ji ber ku ew jî, em jî kurd bûn lê me bi erebî dinivîsand. Lê ev yek nayê wê wateyê ku em pêve werin girêdan û em bibin kopiya helbesta Selim Berekat. Helbesta Selîm Berekat, helbesteke wisa ye ku bêyî ku mirov navê wî bibîne, mirov dizane ku helbesta wî ye. Hewla min ew e ku bidim ser þopa wî.

Vêca helbesta em dinivîsin, helbesta kurdî ye yan erebî ye, em jî baþ nizanin! Gava ereb dixwînin, dibêjin; ‘erebî ye û helbesta erebî ye’. Kurd dixwînin dibêjin; ‘helbesteke kurdî ye, lê bi zimanê erebî hatiye nivîsîn!’

Tesîra Selîm ji me re hiþt ku em bikaribin ku em tiþtek li helbesta erebî zêde bikin. Rûhek tê de hebû, pêwist bû rûheke din lê zêde bikin. Em hilma deþt, çiya û gundên kurdan jî bidin helbesta erebî ya ku ji sehra û çolan hatiye.

Her çiqas ev demek e ku te destpê kiriye û bi zimanê kurdî helbestan dinivîsî jî, piraniya helbestên te bi zimanê erebî ne. Çakî û xerabiya vê yekê çi ne?

Gava ez bi erebî dinivîsim, hevok pêþî diçe serê min tê wergerandin û helbest dirûvê xwe yê dawî digire. Bi kurdî difikirim, di mejiyê xwe de dikim erebî û dinivîsim. Vê yekê ew bû ku di destpêkê de problemeke mezin bû ku me bi zimanê xwe binivîsanda û hestên xwe bi zimanê kurdî derbibira. Bêyî ku em bizanibin ji ber çi ye, em hînî zimanê erebî bûn. Li dibistanê gelek caran ji ber ku me bi hevre bi zimanê kurdî axaftin dikir, koteka mamosteyan dibû para me! Roja yekem a li medreseyê ji me re hate gotin; ‘zimanê we, zimanê erebî ye û nabe ku hûn bi zimanekî din bidin û bistînin!’

Ji ber van sedeman, gelek caran tiþtên ku di dilê min de heye nikarim binivîsim. Ji bo pêkhatina vê yekê hewleke mezin girîng e. Bi rastî jî ez pê dihesim helbesta ku ez bi kurdî dinivîsim, helbesta min e. Lê helbesta erebîgelek di serê min de dimîne heta ku diçe ser kaxezê. Helbesta min a kurdî jixweber qesta li ser kaxezê dike, xwe davêje hembêza kaxezê.

Merwan Alî gelek spas ji bo bersivdayîna pirsan...

Spasxweþ!

* Beþek ji vê hevpeyvînê di hejmara 9’an (Tîrmeh-Tebax 2004) a Kovara du mehi ya bi navê Tîrojê ku li Stenbolê bi awayê du mehî derdikeve de hate weþandin... (S.K)

salihkevirbiri@hotmail.com  

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org