Rojnameger-Nivîskar Salihê Kevirbirî:
 
‘Kurd deyndarê dengbêjan û zargotina kurdî ne!’
 
 
Hevpeyvîn: Mîhran Tomasyan

Werger ji Tirkî: Ayhan Geverî

 
 
Salihê Kevirbirî, yek ji rojnameger û nivîskarê ciwan e ku bi salan, ligel temenê xwe yê ciwan rojnamegeriya kurdî dike. Gelek caran bi zordarî û tehdeyan re rûbirû ma. Ji ber fikir û ramanên xwe yên kurdewarî gelek caran derket pêþberî dadgehan û kete girtîgehê. Heta niha piranî bi kurdî, 6 kitêbên wî hatine weþandin. Yek ji wan kitêban, ya li ser Dengbêjê ermen ku bi kurdî vedigot Karapetê Xaço bû. Kitêba navborî piþtî hate weþandin, hate berhevkirin û qedexekirin. Doz li Kevirbirî û Xwediyê weþanxaneya kitêb çap kir hate vekirin.
 
Kevirbirî, di karê xwe yê rojnamegeriyê de bi awayeke taybet li ser ‘Zargotina Kurdî’ ango ‘Edebiyata Bidevkî ya Kurdan’ kar dike. Di vî warî de vê gavê li ser ‘Antolojiya Dengbêjan’ kar dike û ev kitêb li ber qedandinê ye. Nivîskêr her wiha bi wergera ji tirkî bo kurdî-ji kurdî bo tirkî re eleqedar e.
 
Me ji bo vê gotûbêja ku bi giranî li ser zargotina kurdî û jiyaname û dengbêjiya Karapetê Xaço ye pirsên xwe arasteyî Salihê Kevirbirî kirin. Wî jî, ji camêriya xwe bersivand... 
 
******
  
Karapete Xaço ji bo te çima evqas muhîm bû? Ji bo nivîsîna kitêba xwe tu çend caran çûyî Ermenîstanê, te ew bixwe zîyaret kir. Ji kerema xwe re, behsa Karapêt û pêvajoya amadekirina vê kitêbê ji me re bike...
 
Her wekî min di kitabê de jî gotî, min dengê Karapetê Xaço di mêj de bihîstibû û di bin bandora wî dengî de mabûm. Min ji xalê xwe, ku ew bi xwe jî dengbêjekî baþ bû, bihîstîbû ku ji herêma ku ez lê hatime dinyayê, dengbêjekî ermen yê Kurdistanî heye. Li gorî belgeyên fermî, di sala 1900’î de li gundê Bileyderê, -hingî bi ser Dîyarbekirê ve bû- ku niha gelekî nêzîkê Batmanê ye, hatîye dinyayê. Heta 25-26 salîya xwe li vê herêma ku ew gund jî di nav de ye, ango li ‘Deþta Xerzan’ jîyana xwe borandiye.
 
Dayîk û bavên wî, li ber çavên wî û xwîþk û birayên wî di 7-8 salîya wî de di Qetlîama Ermenan de hatine kuþtin. Ji ber ku temenên wan biçûk bûne ew û xwîþk û birayên xwe ji kuþtinê rizgar bûne. Her wisa wan tenê zimanê kurdî dizanibû. Ev jî sedemek bû ku ji mirinê xilas bibin. Jixwe wan zimanê kurdî wek zarokên kurdan baþ dizanibû. Çend salên dirêj wan li gundên derdorê, bi parsekiyê zikê xwe têr kir. Carinan jî, bi dengê Karapetê biçûk di nav hin koman de ‘gezek nan’ û ‘qurçek av’ peyda kirin...
 
Paþî gava nav û dengê wî li gundên derdorê belav dibe, di salên ewil ên ciwaniya xwe de dengbêjîya zarokên Filîtê Quto -ku yek mezinên eþîrên Xerzan e û Serokê Eþîra Reþkotan e-, kirîye û bi salan di dîwanên wan de li koþeya jor rûniþtîye. Li gorî ku dibêje, gava Serhildana Þêx Seîd têk diçe, wekî gelek serokeþîrên herêmê ew bixwe jî demoralîze dibe û ji ber vê yekê di sala 1925-1926’an de, þevekê xwe li sînorê Qamiþlo dixe û derbasî aliyê binxetê dibe. Li wê derê jî demekî dirêj dengbêjî dike. Ji ber ku karekî Karapêt nebûye ku jê pare qezenc bike, di Artêþa Fransiyan ku wê demê li wê derê bû de, qeyda xwe çêdike û nêzîkê 15 salan lejyonerîyê ango leþkeriya bipere dike.
 
Heta ku Fransî ligel artêþa xwe vedigerin, ew li deverên Qamiþlo, Beyrûd û Hisiçayê dimîne. Li wan deran ligel Yewa (Hewa) yê dizewice û zarokên wan ê ewil Serop, li binê xetê tê dinyayê. Piþtî ku Yekîtiya Sovyetê, gazî Ermenîyên dîasporayê dike, ew jî ligel jina xwe û kurê xwe Serop bi rêya behrê, di ser Batumê re diçine gundê Solxoza Çaran a ku girêdahiyê Eçmîadzîna Erîvanê ye, bicih dibin.
 
Helbet min ev agahî li çar zîyaretên xwe yên Erivanê, di hevdîtinên dirêj de ji Apê Karapet bixwe standin. Berîya sala 2000’î min nedizanî ka Karapet dijî an na. Min ji belgewara “Karapetê Xaço” ku rojnamegerê Kurd Mehmet Aktaþ ji bo Med TV’yê amade kiribû û paþî jî ji meqaleya wî ya di kovara Nûdemê de ku li Swêdê derdiçû, zanî ku ev dengbêjê mezin dijî.  Ev gotina Karapet a ku di vê meqaleyê de derbas dibû, ji bo min bû wesîle ku ez li ser wî lêkolîneke berfireh çêbikim: “Xwedî û xwedanên min Kurmanc in, lê 50 milyon Kurmanc nikare li min xwedî derkeve.“ Bi rastî jî ev gotinên wî tesîreke mezin li ser min hiþt. Divê dengbêj, hunermend û niviskarên me ne di vê rewþê de bûna. Her çiqas ew ne kurd lê ermenek jî bû, bêyî rawestan 95 salan çand û folklor, êþ û keyfxweþî, evîn û xemên kurdan heta îro anî. Lê ez dizanim ku ew ‘birçî’ mir. Ew û ên wekî wî, rewþekî wisa heq nekirine. Dikarim bibêjim ku hinek jî muhasebeya min a wijdanî ez ber bi wê lêkolînê ve birim. Ez bawer im ku ne di cografyaya ermenî û Kurdan de bûya; di cografyayeke din de bûya û ji bo neteweke din ew tiþt bikira, dê niha peykerên Karapet ên zêrîn hatibûna çêkirin. Lê ew hoste û nûnerê dawî yê dengbêjîya Evdalê Zeynîkê birçî mir!.. Em kurd gelek deyndarê wî ne. Ya rast em kurd deyndarê dengbêjan û zargotina kurdî ne.
 
 
Zarokatiya te di ciheke çawa de derbas bû, li derdora we dengbêj hebûn gelo? Firseta te çêbû ku tu wan guhdarî bikî?
 
Zarokatiya min di derdoreke ku kurmancî lê hakim bû de derbas bû. Wekî gelek kesên li herêmê ez jî li dibistanê hînî tirkî bûm. Nayê bîra min ku ez heta niha ligel dê û bavên xwe tenê yek gotin bi tirkî axivîbim. Ev feraset, di civaka ku ez tê de dijiyam “þerm” dihate dîtin. Tirkî tenê zimanê dibistan û eskerîyê bû û divê tenê li wan deran bihata axaftin. Tu caran jî neketim nava komplekseka tirkîaxaftina xerab. Ji ber wê jî ez minetdarê derdora xwe, nemaze jî spasdarê dê û bavê xwe me. Ji ber ku ez bi zimanê xwe baþ diaxivim û baþ bikar tînim. Bi zimanekî ku hin kes dibêjin “Ji 400 kelîmeyan pêk tê” ew 14 sal in rojnamegeriyê dikim. Bi vî zimanî min heta niha ji 1000’î zêdetir meqale, lêkolîn û hevpeyvîn kirine. Kitabên min berîya bi tirkî bêne weþandin, bi kurdî derketin. Ango bi kurtî ez bibêjim hemû gavan derdoreke min a “Kurdewar” çêbû.
 
Hêj di 15 salîya xwe de min dengbêj nas kirin. Di pêþîyê de min kilam ji xalê xwe Dengbêj Salihê Qubînî bihîstin. Paþî jî bi serûwana min a rojnamegeriyê min ligel 50-60 dengbêjan sohbetên dirêj ên dengbêjiyê kirin, ligel hinan min hevpeyvînên dûrûdirêj kirin. Min hinek ji wan weþandin hinan jî ji bo weþanê amade dikim. Hindek ji wan dengbêjan ji nêv me çûn, kurdîya min a heyî bi xêra wan dewlemendtir bû. Ji ber wê ez hinek ji pênûsa xwe deyndarê wan hostayên deng û gotina kurdî û “Vebêjên Dîroka Devkî” me. Lewra kurd milleteke wisa ye ku, tarîxa wan hemû gavan bi destê yên din hate nivîsîn û gotin. Edebîyat û Tarîxa Kurdan a Nivîskî pir kêm e. Lê edebîyata Kurdan a Devkî gelekî dewlemend e. Edebîyata Kurdan a Devkî jî van dengbêjan heta îro anîye. Ez bawer nakim ku em ji bin deynê wan derketine...
 
 
Birêz Kevirbirî, herçend demeke dirêj di ser re derbas bû jî, dikarî hinek behsa qedexekirina kitaba xwe bikî? Bi qasî ez dizanim, kitaba te ji ber “Talûkeya ku milet bi eþkereyî tehrîkê dijminayîyê dike” hatîye qedexekirin. Ne wisa?..
 
Rast e. Qedexekirina kitabê bi serê xwe ‘sosreteke giran’ e! Kitêb di Adara 2002’yan de hate çapkirin û eger xelet nebim, 15-20 roj piþtî çapê ji ber sebeba ku gel tehrîk dike û bi eþkereyî behsa “Qetlîama Ermenîyan” dike biryara komkirin û qedexekirina kitabê hate standin. Paþî ez ligel hevalê min ê Xwedan û Eedîtorê Weþanên Sî’yê Onur Öztürk, di Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) þaxa Stenbolê de hatin mehkemekirin. Ez xelet nebim 5 celse kêþa û biryara cezayê hate dayîn. Paþî her wekî tê zanîn li gorî Yasayên Guncanîyê (Uyum Yasalari) ên ji bo Yekîtîya Ewropayê hatine amedekirin, belgeyek ji me re þandin ku dosyeya me rêkirine mehkemeyek din. Û paþî jî çi celp ji me re nehatin. Û ez bêjim biryara komkirina kitabê jî li gor van yasayan rakirin. Çapa duyê ya kitabê sala par “Weþanên Elma” yê çap kir.
 
Helbet rojnamegerekî bêteref çawa bike, min jî wisa li gorî çarçoweyên nirxên etîk de hereket kiribû. Qetlîama Ermenîyan berhema min an jî sefseteya min nebû. Karapetê Xaço gotibû û min jî nivîsîbû. Wî bixwe bi halê ku dayîk û babên wî çawa li ber çavên wî hatibin qetilkirin wisa vegotibû, min jî ev gotinên wî neqlê xwendevanên xwe kiribû. Ev yek li alîyekê jixwe wêjevanekî navdarku li ser vê axê mezin bûye û Xwediyê Xelata Nobelê ye îro radibe dibêje: “Me li vê derê 30 hezar Kurd û milyonek Ermenî kuþtin”. Aha mesele eve ye…!
 
 
Tu ji wan kesan î ku di dawîya umrê wî de te Karapetê Xaço zîyaret kir. Nêrîn û dîtinên wî ji bo axa ku lê hatîbe dinyayê çawa bû? Ango dilmayîn û nefreteke wî hebû? An ku hebe xwedî hesreteke çawa bû?
 
Min tu caran îþareteke nefretî di çavên wî de peyda nekir. Bi hesreteke mezin behsa van  deran (Batman-Biþêrî-Diyarbekir) dikir. Heta dema min jê xwest ku vê hesretê rave bike gote min: “Çavên min bigirin, ez dê Xerzan, Biþêriyê,  Êlihê (Batmanê) ango ji Pira Malabadê heta Dîyarbekirê, gund bi gund û kanî bi kanî binasim!”. Ligel ku 75 sal bûn ku terka wan deran kiribû wisa jixwe razî digot.
 
Dengbêjên zarokatiya xwe yek bi yek nas dikir û navên wan hêj jî di hizra wî de bûn. Xwedî hizr û hafizayeke ecêb bû. Li gor belgeyên fermî, dema mir 105 salî bû û min ew du sal berîya (Hezîrana 2003yê) mirina wî di zîyareta xwe ya dawî de dîtibû. Di 103 saliya xwe de jî ji bo hafiza xwe wek insanekî 35-40 salî bû. Her tiþt di bîra wî de bû. Tenê hizir na, dengê wî jî ecêb xweþ û zîz bû. Bi dengê xwe yê zelal bi saetan kilam gotin, behsa meseleyan kir. Digote min: “Salih, bi rojan bibêjim kilamên min xilas nabin!” Bi rûkenîyeke ku rûyê wî geþ dikir, wek ku duh jiya be, behsa rojên xwe yên li Xerzan, Qamîþlo û Beyrûdê dikir. Bi rastî jî ez di bin bandora wî de mabûm.
 
 
Girîngiya Radyoya Erîvanê ji bo kurdan çî ye, hûn dikarin bahsa wê bikin?

Radyoya Erîvanê ji bo kurdan her dem wekî “nefesa jiyanê”ê bû. Radyoya Erîvanê “Neynika Dilê Kurdan” bû. Radyoyek bû, kurdên bûne çar parçe û di nava sînoran de hatine zeftkirin, digihande hev. Hawara kurdekî/a Erîvanî yê êzidî gihande tacirê Mahabadê; dengê hesinkarê Dîyarbekirî gihande xwendevanê Zaxoyî.
 
Piþtî 1955’an li ba rejima Yekîtiya Sovyeta Sosyalîst ev îmkan bo kurdan hatin terxankirin. Min di ziyaretên xwe yên li Ermenîstanê mecal dît ku ez Radyoya Erîvanê û pêþengên wê bibînim. Bo nimûne, bi qasî sê hefteyan bûm mêvanê kurdperwerê mezin, zehmetkêþê zimanê þêrîn, berpirs3e beþa kurdî ya radyoyê Keremê Seyad. Ez ked û emega Apê Kerem, kurê wî Tîtalê Kerem û keça wî Leyla Kerem tu caran ji bîr nakim. Mala wî û mala yên berî wî hezar caran ava be... 
 
Her wisa ez gihiþtime qeydên Beþa Kurdî ya Radyoyê û ligel radaktor û xebatkarên wê axivîm. Min ji wan agahî wergirtin û min ew di kitêb û gotarên rojnameyan de weþandin. Di Radyoya Ermenistanê de eger ez xelet nebim zimanên kurdî û tirkî jî tê de, bi 14 zimanan weþan dihate kirin. Ev, ji bo van miletan nimeteke mezin û mînakeke baþ a demokrasiyê ye. Di pêvajoya ku li Tirkiyeyê gengeþiya weþana kurdî tê kirin, li Ermenîstanê ji 1955’an û vir ve weþana kurdî tê kirin.
 
Gava ku li Tirkiyeyê kurd ji ber “bi kurdî fîtikfîkanê!” dihatin cezakirin, heqeret li wan  dihate kirin, Radyoya Erîvanê di dilên kurdan de bi ziman, kilam, çîrok û nûçeyên kurdî bûye xwedî texteke zêrîn. Ji ber wê yekê di hizra kurdan de vegotina “Erîvan xeber dide guhdarên ezîz!” wek gotineke pîroz ma li ser zar û zimanan...
 
 
Rojên Karapetê Xaço yên dawiyê çawa derbas dibûn, hêj kilam digotin?
 
Min berê jî behs kir. Jîyana gundîyekî normal dijîya. Lê belê di bin þertên xerab ên aborî de bû. Bo nimûne li erdê nîv metre berf hebû lê wî tayek darik tunebû ku bavêje sobeya xwe. Behs dikir ku ew carcaran ligel hevalên xwe bi kaxezan dileyîze. Hin caran jî ji wan re kilam digot. Carcaran jî bi xemgînî, behsa xwedîderneketina kurd û ermeniyan dikir. Gava ku min kaseta wî ya ji Kom Muzîkê li Stenbolê derketî dayê, gelek kêfa wî nehatibû! Wiha gotibû ji min re: “Ev zikê min têr nakin kurê min!” Hingî min bawerî pê anî ku em hemû sûcdar in û min gelek þerm kiribû...
 
Wekî min got, hafizeya wî gelek baþ bû. Hingî jî bêrawestan û bi saetan dikarî kilaman bibêje. Bi girnijîn, henek ligel derûdora xwe dikir.
 
 
Di hevpeyvîna ku te pê re kir û paþê bû kitêb de Apê Karapet wisa dibêje: “Eger bê hiþê min ez dikarim bi rojan kilaman bibêjim. Heger bihiþtana, dema berê ne rojek, ne du rojan, min dikarî heta bi du mehan kilam bigota... Ez îro 101 salî me, ez niha jî dest bi gotinê bikim û ez newestim, dikarim 300-400 kilaman bibêjim.” Gelo di dengbêjiyê de bi saetan kilamgotin çiqas girîng e? An ev rewþ tenê taybetmendiya Karapetê Xaço ye? Di romana Yaþar Kemal de jî derbas dibe ku dengbêj bi rojan kilaman dibêjin...
 
Belê hin tiþt hene ku divê di dengbêjîyê de hebin. Mesela yê ku kilaman dibêje û distrê dikare bibe stranbêj lê bi hêsanî nabe dengbêj. Lewra dengbêj kilamekê bi hemû alîyên wê yên sosyolojîk/civakî ve ji me re vedibêje. Bûyer li ku, çawa, di navbera kî û di çi rewþê de derbas bûye, bi vebêjiya wêjevanekî hosta pêþkêþî me dike. Dengbêj tiþtekî dibihîse, þahidê wê dibe û di heman demê de di hizra xwe de kilama wê çêdike û vedihîne. Ji bo wê jî dengbêjek pêdiviyê wextekê û haziriyekê nîne. Niha gelek insanên ku ji xwe re ‘dengbêj’ dibêjin hene lê bi rastî ew ne dengbêj in, ew ‘stranbêj’ in. Eger em ligel navê Karapetê Xaço dengbêjên rasteqîn bibêjin, hin dengbêjên ku bûne efsane ev in: Evdalê Zeynikê, Reso, Ferzê, Þakiro, Hiseynoyê Orginosê yê Mûþî, Baqî Xido û çend dengbêjên wisa...
 
 
Qet tu caran vegeriyaye gundê xwe?
 
Nexêr! Qet venegerîyaye... Di zîyareta xwe ya dawîn de min -ligel du hevalên hunermend- me gelekî hêvî lê kirin lê nexwest vegere. Gotibû ez naxwazim li teyarê siwar bibim. Eger siwar bibim ezê bimirim. Me dixwest ku em wî bînin Stenbolê û ji wê derê jî bibine Festîvala Dîyarbekirê ya Çand û Hunerê. Heta organîzeya wê jî hatibû kirin. Paþî me soz dayê em dê wî bibine gundê wî, lê wî qebûl nekir... Ya rastî kurd dereng mabûn! Divê me ev yek gelek pêþ de bikira. Lê gelek dixwest ku van cihên ku lê hatîye dinyayê bibîne...
 
 
Ezbenî te qet jê pirsî ka der barê Tirkîye û rewþa kurd û ermeniyan de çi difikire. Rewþa heyî çawa didît?
 
Li ser mesela kurdan gelek hesas bû. Dizanî ku kurd jî ermenî jî di bin zilm û zordariyê de ne. Lê behsa kêmasiyên kurdan dikir ku kurd ji bo yekîtiya xwe bêxîret in. Digot; ‘Ez wê yekê fêhm nakim. Di nav kurdan de hisa neteweyî tuneye!::’ Ji ber wê, li ber xwe diket. Li ser meseleya ermenîyan jî, yekî ku dayîk û bavê wî li ber çavên wî qurbanbûyî çi hîs bike, wî jî ev hîs dikir...


Di naveroka kilamên wî de, bi piranî çi hebûn, behsa çi dikir di van kilaman de? Di Radyoya Erîvanê de kilamên li ser eþqê negotiye û nexwestiye bibêje...
 
Belê rast e... Her çend baþ jî dizanî, nedixwest kilamên evînî bibêje. Kilamên evînê “biçûk û þerm” didît. Kilamên wisa li gorî wî, di zarokatiyê de, li ber pez û dewaran dihatin gotin. Ew ne kilamên civatan bûn. Ew “Dengbêjê Kilamên Mêraniyê” bû. Dengbêjên dîwan û civatên giran... Li gor wî, divê dengbêj kilamên mêrxasîyê bibêjin. Lê gava hatiye Radyoya Erîwanê, rêveberên radyoyê yên sosyalîst jê re qedexe kirine ku ew kilamên pesnê axa, beg û mêrxasan dikin bibêje. Ew jî ji ‘mecbûrî’ kilamên wekî “Zembîlfiroþ”, “Endîwer e paytext e“ ku evînî ne dibêje.  Jixwe kilamên wî yên di Radyoya Erîvanê de gotine hema bêje hemû kilamên evînî bûn...
 
 
Werger ji Tirkî: Ayhan Geverî
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org