SALIHÊ
KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com
Dema
mirov bixwaze li ser dîroka gelekî lêkolînekê çêbike beriya her tiþtî
serî li berhem û çavkaniyên nivîskî û bidevkî dide. Gava ew gel, ji
aliyê berhemên nivîskî ve qels û lawaz be, wê çaxê rola berhemên
çîrokî, zargotinî û hunerî zêde dibe. Tiþtê balkêþ ew e ku gel û
welatên di bin esareta dagirkeran de ne, par û nesîbê xwe ji vê yekê
gelek giran û xedar distînin! Her tim rastiya wan tê berevajîkirin, çanda
wan tê ‘tune’kirin ew dibin xwedî çand, huner û dîrokeke biyan û
nerast.
Gelê
kurd jî, ji ber ku bi sedan sal e hatiye dagirkirin û tarûmarkirin, zimanê
wê hatiye qedexekirin, terþ û talanên wê hatiye talankirin û ji ber
gelek sedemên bi vî rengî, heta îro jî ji aliyê çavkanî û berhemên
xwe yên ‘nivîskî’ an bêpar in; an ku hebe jî, mixabin wekî tiliyên
destan kêm in.
Lê
siûda gelê kurd ji aliyê çand, huner û zargotina bidevkî ve vekiriye
û di vî warî de rewþa wê zor çak û dewlemendiyeke bêhempa di nava
xwe de dinimîne (dihewîne). Bi rastî jî zargotin ango folklora kurdî;
bi gotineke din ‘Edebiyata Kurdî ya Bidevkî’ þayanî pesindanê ye.
Helbet,
‘bingeh’ û ‘ferþ’ên sereke yên ‘Edebiyata Kurdî ya Bidevkî’
Dengbêj in. Dengbêj, bêyî mubalaxa ‘Pirtûkên Zindî’ ne. Heger em
navekî ‘teknolojîk’ û serdema îro li van ‘camêr û canik’an
bikin, li gorî bilêvkirina Nivîskarê Kurd Muhsîn Kizilkaya emê ji wan
de bibêjin ‘Hard Dîsk’ên kurdan!
Bi
sedan, bi hezaran qewmîn û serpêhatinên karesatî, mêrxasî, evînî,
civakî û tarîxî ku ji sedî yekê wê bixwe jî heta niha nehatiye nivîsîn,
bi saya serê van dengbêj, goranîbêj, çîrokbêj û derwêþan bi riya
‘zargotin’ ango vegotinê hatiye parastin û heta îro hatiye.
Pirsek
heye: Heger ne ji dengbêjiyê bûya, gelo wê þer û aþtiya bab û bapîran,
kiryarên beg, axe û þêxan û ji mêrkujiyên eþîran emê bi çi rengî
agahdar bibûna? Ango ne ji çîrok û loriyên dapîrên me bûna, gelo wê
me þexsiyetên mîna ‘Mîrze Mihemed’, ‘Keçelo’, ‘Kûmreþ’,
‘Derwêþê Evdî’, ‘Gênc Xelîl’, ‘Emê Gozê’, ‘Biþarê Çeto’
û Koçero’ nas bikira an na? Îro jî dema kesek bixwaze ‘singûyên
bixwîn’ û ‘þikeftên tarî’ hîn bibe, guhên xwe dide lorikên dayîkan
û awazên ‘Kawîs Axa’, ‘Karapetê Xaço’, ‘Þakiro’,
‘Reso’, Hiseyno’, ‘Zahiro’, ‘Salihê Qubînê’ û gelek dengbêjên
‘xweþawaz’ ên wekî wan.
Dengbêjî
li çar aliyên welatê me; li herêmên bi navê Serhed, Xerzan, Botan,
Soran, Behdînan, Mêrdîn û Diyarbekirê, di warê kemilandin û
xemilandina çand, ziman, wêje û hunera kurdî de tesîreke ‘baleberz’
û xurt kiriye. Bo nimûne ji ber ku ez ji Herêma Xerzan im dixwazim bi çend
vegotin û mînakan behsa tesîra dengbêjan li vê herêmê bikim.
‘Deþta
Xerzan’, ‘Qubîna Þewitî’, ‘Hezoya Kevin’, ‘Filehên Koxan’,
‘Êzîdiyên Hemdûna’, ‘Xetmeya Xopan’, ‘Çiyayê Zenga’, ‘Bîra
Kurêdiya’, ‘Çemên Baþûr û Xerzan’, ‘Germavên Xêsta û Bilorîs’
di kilam û lawjeyên dengbêjan de rûh dibîne. Di ‘lê lê’ û ‘lo
lo’yên van ‘qiraseyên kilaman’ de ev cih û dever ji nû ve zindî
dibin! Helbet ev cih û dever, di devên van ‘qiraseyên mêran’ de
carinan bi þermî, carinan jî bi serbilindî têne bilêvkirin.
‘Þêxên
Zoqeydê’, ‘Seyîdên Badayê’, ‘Begên Eyndarê û Zoqê’, ‘Çiyayiyên
Motka’, û ‘Koçerên Miradî û Kanîgewrkî’ di devê dengbêjan de
bûne ‘benîþt’ û heta îro hatine. Bi saya ‘kilam’ û gotinên
van dengbêjan em dizanin ku 70 sal berê ‘qereqol’ û ‘nehiye midûrtî’
li kîjan gund û navçeyên li Xerzan heye. Her wiha dîsa em bi xêra wan
dizanin li mintiqeya ‘Biþêrî’ û Reþkotan’ çend malbatên êzîdiyan
hene. Li aliyê din ‘Þerê Mîrzikê Zaza û Derwêþ Nebî’ ku di dîrokê
de wekî ‘Þerê Qewalê Êzîdiyan û Sofiyê Misilmanan’ jî tê
naskirin û di wê pevçûna ‘brakujî’ de ‘xwina bira’ wekî
‘gola xwînê’ diherike ango ‘xwîn laþan bi xwe re dibe!’ jî ji
dengbêjan bo me wekî ‘mîrateya wêjeyê’ maye.
Li
hêla din þexsiyet û malbatên bi nav û deng mîna; ‘Hacî Zorav’,
‘Filîtê Quto’, ‘Eliyê Ûnis’, ‘Silêmanê Mistê’, ‘Brahîmê
Mehmûd’, ‘Reîsê Derwêþ’, ‘Emînê Perîxanê’, ‘Evdilê
Brahîm’, ‘Zibeyrê Ehmê’, ‘Cemîlê Çeto’; ‘Biþarê Çeto’,
‘Derwêþê Sado’, ‘Silhedînê Hacî Reþîd’, ‘Seyîdê Mamo’,
‘Mala Dîbo’, ‘Mala Faro’, ‘Mala Þemdîn’, ‘Mala Reman’ û
þerên eþîrên ‘Mala Faro û Seyîdên Badayê’, ‘Þerê Hethetkê’,
‘Þerê Eynqesrê’ di nav berhem û gotinên dengbêj û dengbêjiyê de
ciheke girîng digirin.
Dengbêj,
goranîbêj, stranbêj, çîrokbêj, heyranokbêj! Sewtên ‘fêlbaz’,
gotinbêj û xweþawazên ‘qulingî’. Her dem bi ‘sê dengan’ gotin.
‘Tewînî’ ya wan geh kezeb þewitandin, geh ‘dil û evîn’ an geþkirin!
An li ‘dîwanxane’ û ‘seydvaniyê’ de bûn mêvanên me an jî bi
awazên ‘Keremê Seyad’, ‘Aznîva Reþîd’, ‘Kubara Xido’, ‘Lûsîka
Hiseyn’ û ‘Leyla û Tîtalê Kerem’ yên bi rengê ‘Guhdarên Ezîz
Vira Dengê Erîvanê ye!’ ketin mal û ‘dil’ên me! Carinan jî, ji
‘piþkovên’ Radyoya Urmiyê û Bexdayê pêl bi pêl li nav ‘cerg û
hinav’ên me geriyan!
Ya
Star! Ew çi deng û sewtên dilþewat û diljen bûn? Kê bûn ew? Ew ên
ku ‘Filîtê Quto’ bi ‘Mamê Emê Etmankî’ re didan þerkirin? Kê
bûn ew ên ku berê ‘Edûlê’ didan ‘Xeta Sûrî’ ku li þopa
kurmamê xwe ‘Gênc Xelîl’ digeriya? Kê bûn goyendeyên ‘Lawikê
Metînî’, ‘Biþarê Çeto’, ‘Mîrzikê Zaza’, ‘Emê Gozê’,
‘Rizgan û Nûrê’, ‘Siyabend û Xecê’, ‘Meyrema Fileh û Eliyê
Qolaxasî’, ‘Mem û Zîn’, ‘Xozan Daxê’, ‘Derwêþê Evdî’,
‘Salih û Nûrê’, ‘Heso
û Nazê’, ‘Bavê Fexriya’ û bi hezaran stran û kilamên din?
Ew
‘Þeroyê Biro’ bûn, ‘Efoyê Esed’ bûn, ‘Karapetê Xaço’ bûn,
‘Aramê Dîkran’ bûn, ‘Xana Zazê’ bûn, ‘Aslika Qadir’ bûn,
‘Egîdê Cimo’ bûn, ‘Asa Evdile’ bûn. Piþtre ‘Eyþe Þan’,
‘Meyremxan’, ‘Þakiro’, ‘Xalê Birê’, ‘Mihemed Arifê Cizrawî’,
‘Hesen Cizrawî’ û ‘Îsa Berwarî’ gihîþtin hewara wan.
Di
rastiya xwe de ew ‘delalên ber dilên me’ bûn!
Ji
yên heyî re, saxî û silametî,
Ji
yên mirî re ‘Rehma Xwedê’ dixwazim...
Dengê
we her li dinê be DENGBÊJNO..!
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org