Bi Serpereþtiya Enstîtuya Kurdzaniyê û moderatoriya Prof. Dr. Celîlê Celîl
 
Semînera Salihê Kevirbirî
li Wiyanayê pêk hat
 
 
 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

 

Ji bo Rojnameger û Nivîskar Salihê Kevirbirî, roja þemiyê ku “Roja Zimanê Zikmakî” ye, li Wiyanaya paytexta Austuryayê semînerek pêk hat. Semînera ku ji hêla Prof. Dr. Celîlê Celîl ve hate birêvebirin, bi serpereþtiya Enstîtuya Kurdzaniyê ya li Wiyanayê li dar ket û bêhtirî 50 kesî beþdarî li semînerê kir.  

Semînera navborî, li Favoriten, Volkshochschuleyê pêk hat. Endamên ji Enstîtuya Kurdzaniyê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl, ji bakur û baþûrê rojava xwendekarên asta bilind, berpirs û endamên komeleya kurdî, berpirsiyarên rojnameya Zeitung Kurdî ku li Wiyanayê nûh dest bi weþanê kiriye, beþdarî li semînerê kir.

Semînera ku bi qasî du saetan ajot, bi axaftina vekirinê ya Prof. Dr. Celîlê Celîl destpê kir. Celîlê Celîl, di axaftina xwe de, xebatên Salihê Kevirbirî bilind nirxand, behsa keftûlefta wî ya li ser rojnamegerî, nivîskarî û berhevkariya zargotinê kir û wiha got: “Bêhtirî 15 sal in ku bala min li ser Salihê Kevirbirî ye û ez nivîsar, berhem û xebatên wî diþopînim. Di temenê xwe yê ciwan de, di nava þert û mercên gelek dijwar û zehmet de, karên hêja kiriye û dike. Salih, kurekî kurdewar e, hiþ û ramanê wî her li ser kurdî ye.”

Prof. Dr. Celîlê Celîl, di serî de kitêbên li ser Karapetê Xaço, Þivan Perwer û Filîtê Quto, yek bi yek behsa berhemên Kevirbirî kir.

Herçî Salihê Kevirbirî ye, di axaftina xwe de behsa serpêhatiya rojnamegerî û nivîskariya xwe kir û da zanîn ku rojnamegerên kurd di nava þert û mercên gelek giran de karê xwe dimeþînin û balê kiþand ser rojnameger û kevneberpirsê Karê Nivîsaran ê Azadiya Welat, Vedat Kurþun ku ji ber nivîsarên kurdî di rojnameyê de çap bûne, 525 sal ceza jê re tê xwestin. Kevirbirî, her wiha da zanîn ku semînera wî rastî “Roja Zimanê Zikmakî” hatiye, ji ber vê yekê jî ew gelek kêfxweþ û serbilind e û vê roja watedar pîroz kir. Kevirbirî bi munasebeta “Roja Zimanê Zikmakî” xwest ku malbatên kurd, ne tenê li malê, lê divê li her qadê jiyanê bi zimanê kurdî biaxivin û feraseta xwendin, nivîsandin û axaftina kurdî fêrî zarokên xwe bikin. Di mijara dabaþa semînerê de, Salihê Kevirbirî, ji 10 kitêbên çapkirî, behsa 7 kitêbên xwe yên hazir axivî û ji berhemên xwe yên bi navê Karapetê Xaço û Filîtê Quto hin beþ xwendin. Bi taybetî xwendina wî ya li ser “Serpêhatiya Bavê Fexriya” û “Emê Gozê” bi baldarî hate guhdarîkirin.

Prof. Dr. Celîlê Celîl, paþê mafê axaftinê da beþdaran û kir ku di navbera xwendevan û nivîskarê mêvan de gotûbêjeke pirs û bersivî pêk were. Beþdar, bi boneya “Roja Zimanê Zikmakî” rexneyên xwe yên derbarê qîmetnedayîna zimên de rave kir û perwerdehiya zimanê kurdî xwest. Her wiha mêvanan, li ser berhem û rojnamegeriya wî de, pirsên xwe arasteyî Salihê Kevirbirî kirin.

Celîlê Celîl, li ser heman rojê wiha got: “Heger kurd mehek zarokên xwe neþînin dibistanê û li ser vê yekê kampanyayeke zexim li dar bixin û bala çapemenî û medyaya kurd û cîhanê bikiþînin ser rewþa heyî, ez bawer im wê rê li ber meseleya perwerdehiya kurdî vebe.”

Piþtî ku Salihê Kevirbirî kitêbên xwe îmze kirin, dawî li semînerê hat.

 

 
  
 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org