Semînerên Kevirbirî li Mêrdîn û Qoserê pêk hatin:
“Divê her kurdek xwediyê dengirekê be û zargotina kurdî berhev bike”
 
 
 

Revend Xerzî

 

 
 
Rojnameger û nivîskarê kurd ê ciwan Salihê Kevirbirî, piþtî ku çar pirtûkên wî bi hevre hatin çapkirin û belavkirin, lez da semîner û sohbetên xwe.
 
Kevirbirî di meheke dawî de, li Kurd-Kav’a Stenbolê, li Kitêbxana Kurdî ya Stockholmê, li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, li Egitim-Sen’a Mêrdînê û Egîtim-Sen’a Qoserê li ser berhem û xebatên xwe semîner da û pirtûkên xwe yên nû û yên berê derketî îmze kirin.
 
Qoser û Mêrdîn
 
Semînerên dawî yên Kevirbirî dawiya hefteyê li Qoserê û Mêrdînê pêk hatin. Semînerên ku bi piþtgiriya ‘Leylan Kîtap-Cafeyê’, li Egitim-Sena (Sendîqeya Mamosteyan) Qoser û Mêrdînê pêk hatin, siyasetmedar, nivîskar, helbestvan mamoste jî di nav de ji hêla 100 kesî ve hatin temaþekirin û þopandin.
 
Modeatoriya semînera li Qoserê ji hêla rêveberê Egitim-Sen’ê Mamoste Kerîm ve hate kirin. Kevirbirî, di axaftina xwe de bi giranî li ser rojnamegerî-nivîskariya xwe rawestiya û pî da ser zor û zehmetiyên xebata xwe. Her wiha Kevirbirî li ser rol û giringiya Edebiyata Bidevkî ya Kurdan du gotar pêþkêþ kirin. Salihê Kevirbirî, diyar kir ku divê her kurdek xwediyê dengirekê be û li her qad, civat û rûniþtinê de –çi çirok, çi kilam, çi pêkenok, çi zêmar- divê zargotina kurdî berhev bike. Kevirbirî di semînera li Qoserê de xizmeta her kurdê li ser zargotinê xebitiye bilind nirxand û malavahiya wan kir.
 
Semînera duyem dotira rojê li Mêrdînê, li þaxê Egitim Sen’ê pêk hat, Nivîskar û berhevkarê zargotina kurdî Çiya Mazî moderatoriya semînera li Mêrdînê kir û beriya mafê axaftinê bide Salihê Kevirbirî, behsa nivîskar û berhemên wî kir. Piþtî axaftina Çiya Mazî, Kevirbirî kêfxweþiya xwe ya li herêmê anî ziman û rave kir ku ew cara yekem e tê Qoser û Mêrdînê û wî ev yek wekî kêmasiyeke mezin nirxand: “Ez çûme heta Sîbiryayê lê yekem car tême Mêrdîna li ber pozê xwe!..”
 
Kevirbirî, her çiqas yek bi yek behsa berhemên xwe kir jî, giraniya axaftina xwe da ser naveroka kitêbên xwe yên bi navê “Filîtê Quto” û “Karapetê Xaço”. Kevirbirî, behsa hin serpêhatî, qewimîn û kilamên di berhemên xwe de kir û wiha got: “Herkes navê kilama Bavê Fexriya dizane, heta dikare çend bendan jê bibêje, lê Bavê Fexriya kî ye, li ku jiyaye, kê li ser çi gotiye nizanin. Her wiha Emê Gozê bi tena serê xwe serpêhatiyeke mêrxasiyê ye. Ji bo ji þer nerevin, Emê Gozê, ligel du kesên din lingên xwe li qeyd û zincîran dixin û mifta qeydê jî davêjin. Çima? Ji bo ku nerevin. Dibêjin, ‘Bila mirina me hebe, reva me tunebe, navê revê pîs e, giran e bila li pey malbata mala bavê min nekeve!’ Herçi Edûlê û Genç Xelîl e, yek jê fermandara artêþa jinan e, yê din fatihê heft bajaran e. Bi vî awayî serpêhatî û qewimînên gelek balkêþ hene. Di wan qewimînan de mêrxasî heye, xiyanet heye, evîn heye, trajedî heye…”
 
Ji bilî Çiya Mazî, Îrfan Amîda û Dr. Kamuran Yildirim gelek kesan di semînera li Mêrdînê de fikir û ramanên xwe bi mêvanan re parve kirin.
 
Li Mêrdînê jî, li Qoserê jî piþtî pirs û bersivan. Salihê Kevirbirî 4 jê nû ku ji Weþanxaneya Do-ye hatin çapkirin, 7 pirtûkên xwe îmze kirin.    
 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org