ÞAMÎRAN XWEÞ MEKAN E!.. *

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

 

 

Îro 17’ê meha rêbendanê ye. Em bi erebeyekê ji Erîvanê ber bi Þamîranê ve diçin. Em ji gund û mindên piçûk derbas dibin. Tê gotin ku neqeba Erîvan û Þamîranê 25-30 kîlometre ye. Di rê de em qase bi qase sêv; sêvên firotinê dibînin. Demek berê erebeya me hate sekinandin. Hevalên me bi nîþandana rojnameyekê filitîn. Çend roj berê dema em çûbûn cem Karapetê Xaço, du caran em hatibûn sekinandin. Wê gavê zehmetir bû. Em bi dayîna pere rizgar bûn. Berfa spî, hawirdor wekî kincekî spî rapêçandiye. Di teyîba me de kilama Eyaz Yûsiv;‘Bes xwe giran ke’ bala her kesî dikiþîne ser xwe.

Saet, yanzdeh kêm panzdeh e. Gava  Þamîran tê gotin çi tê bîra mirov? Ji aliyê dînî ango ji aliyê olî ve gava behsa Þamîranê tê kirin, çi tê bîra mirovan? Em bi Tîtalê Kerem re ku bi me re rêwîtî dike dikevin nava sohbetê:

­Tîtalcan ka ji kerema xwe re hinek behsa Þamîranê ji me re bike...

Þamîran  gundê kurda ye. Li wê derê giþ kurd in. Dibe ku malek dudu yê ermeniya hebin. Bi piranî kurd in. Li wê derê Ziyareta Melekê Tawûs hatiye çêkirin.

Ji her aliyê dinyayê ve têne wê derê ne wisa?

Belê! Her sal 25’ê meha Îlonê, roja ziyaretê ye. Tên berhev dibin li vê derê. Ji gelek bajarên Ewropayê jî tên. Ji her derê tên…

(Dêhna xwe didimê ku lewheyek û li ser ‘Yewart’ dinivîse. Bala min a li ser lewhê bala Tîtal dikêþe, nîqaþa me berdewam dike)

Li Yewartê labaratûwar heye. Li wir li stêrkan dinêrin.

Astrolojî yanî?

Erê, Astrolojî.

Ev gundê li rastê ye ne wisa?

Erê, ew gund e Yewart.

***

Em ji gund derbas bûn. Di rê de erebeyek xera bûbû. Me silav da wan. Silava me hildan. Di teybê de her dengê Eyaz Yûsiv. Þifêrê me Siyabendê Ordî kifþ e ku ji rê re jêhatî ye! Hew me dît ku em li ber keviya Þamîranê ne.

Piþtî lehzeyekê em dikevin Þamîranê. Em ji yekî pirsa mala Tosinê Kerem dikin. Ji Erîvanê me qirar kiriye ku emê bibin mêvanê Apê Tosin. Gundiyekî bejinzirav û devliken kete pêþiya erebeya me, erebeyê hêdî hêdî da dûv wî. Piþtî sed metroyan em li devê deriyê mala Tosinê Kerem peya bûn. Diyar e jê re behsa me kirine, bi erebeya xwe hat li ber me sekinî. Me li hal û rewþa hev pirsî. Daxwaza dîtina me ya ziyaretê ji hêla Siyabend ve hate kirin. Lihevkirinek pêk hat. Erebeya me da dûv erebeya Apê Tosin û me berê xwe da ziyaretê.

Nêzîkî 25-30 gundî hatin pêþiya me li ber deriyê hewþa ziyaretê. Seremoniya ‘xêrhatinê’ li vê derê jî pêk tê! Ez her di nava meraqan de me. Bi rastî jî gelek xweþ çêkirine. Zor delal e avasaziya ziyaretê. ‘Kengê hatiye çêkirin û muhîmiya wê çi ye?’ ‘Ji ku derê dinyayê tên ser Ziyaretê?’ Her ji xwe dipirsim û bi van pirsan serê xwe diêþînim. Li serê dinivîsîne. ‘Laleþa Nûranî  Ziyareta Êzîdiyan’. Teyîba xwe ya dengirtinê dirêjî Apê Tosin dikim. Li ser ziyaretê jê dipirsim, bersiv dide:

Ev ziyareta Melekê Tawûs e. Em jê re dibêjin ‘Ziyareta Zerdeþtiyê’. Ziyareta Dînê êzîdiyan a Laleþê. Li ser topa dinyayê ev ziyareta duduyan e ku ji bo êzîdiyan hatiye çêkirin. Yek ziyareta Laleþê ye, yek jî ev ziyaret e. Mehmûdê Hesen Begê ev ziyaret ji kîsê xwe çêkir. Qet banotekî jî ji cimaeta me êzîdiyan nestand. Mehmûdê Hesen tevî bab û birayê xwe ev ziyaret çêkir.

Kengê hatiye çêkirin?

Di sala 1997’an de hatiye çêkirin; ji bo dînê Zerdeþtiyê hatiye çêkirin. Miletê me ji berê ve Zerdeþtî bûye. Xwedê sihetê bide Mehmûdê Hesen.

Ew li ku dimîne?

Mehmûd muxtarê gund e.

Mehmûdê..?

Mehmûdê Hesen Begê. Ew ji Mala Hesen Axa ye. Kalikê wî Ûsiv Beg di sala 1920’î de di parlamentoya Ermenistanê de rûniþtiye. Mehmûdê Hesen kurê wê mala hêja ye. Seba ku ev ziyaret ji kîsê xwe daye çêkirin, mirovekî biqedr e di dilê me de.

Apê Tosin kar û þixulên we li vir çi ye? Hûn bi serê xwe çi karî dikin?

Ez bi xwe betal im. Wextekê ez gelekî dixebitîm. Di dema Rûsyayê de, di dema komûnîstan de gelek xebitîm.  Bi qasî 20-25 sal li ser hev min kar kir. Niha kar û xebat tuneye. Vê gavê bi karê axê ve mijûl im.

Çandinî filan dikî?

Belê çandiniyê dikim. Heywan xwedî dikim. Gelek heywan xwedî dikim. Bax, rez di mal de hene. Zarên me terkeserê dinyayê bûne, belav bûne. 600-700 malên me kurdan hebûn, niha kêm kes mane.

Bi ku ve çûne?

Çûne Rûsyayê, çûne Ewropoyê. Kesên li vê derê mane hemû birçî ne. Kar û þixûl tuneye.

Bila xalo xeber bide. Navê te bi xêr xalocan?

Keremê Ereb e navê min.

Apê Kerem, sedema çûyîna milet ji gund çi ye gelo?

Cimaet di tengasiyê de bû. Di pey xerabûna Sovyetê, belavbûna Sovyetê halê cimaetê xerab bû. Cimaet jî belav bû. Wisa jî ermenî diçin, cimaeta me tenê naçe. Vê gavê ji mala min 60 nefer li Rûsyayê ne.

60 nefer?

Ji 60 neferî jî zêdetir in.

Gundê we ango Gundê Þamîranê kengê þên û ava bûye?

Di sala 1918’an de, piþtî ku em ji ber qira fileh û êzidiyan reviyan û hatin vê derê gund þên û ava ye.

Piþtî hûn hatine we ava kiriye ne wisa? Berê ermenî hebûn li gund an we bi xwe ava kir?

Na! Berê dîsa ev gund hebû û ava bû. Dîsa kurd li vir hebûne. Lê ew kurd, kurdên misilman bûne. Wexta em hatine, ew jî revîyane çûne Tirkiyeyê.

Sala 1918’an de ne wisa?

Belê di tîva (sala) 1918’an de ev qewimîn pêk hatiye.

Xalê Kerem çend mal hene li vir?

Wekî mal bimana niha ji 500 malî zêdetir hebûn.

Niha çend mal hene?

Niha 100-150 mal hene.

Hemû malên kurdan in? Di gund de ermenî hene gelo?

Hene, 3-4 malên ermenî jî hene.

Navbera we û wan çawa ye?

Zehf baþ e. Em zehf razî ne. Ermenî ji me re tiþtekî nabêjin. Min bi xwe nêzîkî çil salî li ser gundê ermeniyan kar kiriye.

Li ser kar?

Erê! Li ser kar mame wekî muxtar. Ez muxtarê çar gundên ermeniyan û gundekî kurda bûm. Qet ferq û meylî di navbera me û ermeniyan de tuneye.

Kîjan gund?

Gundê Þamîranê, Gundê Arûçê, Þolpeza Kêrûþka jê re dibêjin. Wisa jî Þolpeza duduyan.

***

Di vê navberê de dixwazim ciwanek qise bike. Teyîba xwe dirêjî yekî ji wan dikim:

Ji kerema xwe, nasîna xwe bide me.

Ez Miraz im. Mirazê Kurê Gogo. Ji Mala Axê, kurapê Mehmûd im.

Halê we çi ye, hûn bi çi ve mijûl in? Wekî cahil hûn çi karî dikin?

Em li vê derê betal in. Bi pêz mêz ve mijûl in.

Çûn û hatina we ji bo nav bajêr heye? Hûn carinan diçin nav bajêr?

Erê em diçin nav bajêr û tên. Alvêra xwe dikin li Erîvanê.

Alvêr û danûstandinên we li ser çi ne?

Mesele malê me ye, penîrê me ye. Goþt e, hirî ye.

***

Ber bi yekî din ve diçim û jê dipirsim:

Bira navê te?

Navê min Awasê Esko.

Awasê Esko, li ser gund tê ji me re çi bibêjî?

Ez çi bibêjim biracan? Jixwe seba gund Xalê Kerem got.

Wê gavê tiþtekî wisa bibêje; dema Sovyetê û vêga tu bidî ber hev tuyê çi bibêjî? Çi ferqî heye. Berê baþ bû yan niha baþ e?

Halê me dema Sovyetistanê baþtir bû bira. Çimkî cimaet tev wekî hev dijî. Ferqî tunebû.

Wê çaxê hûn zêde bûn jî?

Erê lê çawa! Gund mezin bû, cahilên (xortên) me zaf bûn. Ew qas kar zêde bû, dîsa jî têra cahilan nedikir. Roj bi roj pêþdeçûna cahilên me hebû. 15-20 cahilên me xwendina bilind standin. Cahilên me gelek bi pêþ de çûbûn.

Niha îþkol (kurdên li Ermenistanê ji ‘dibistanê’ re ‘îþkol’ dibêjin) hene li vê derê?

Îþkol heye, erê.

Heta çendan heye?

Berê wekî koma yekê du dersxane hebûn, niha yek maye. Xwendin jî kêm bûye.

Em dîsa vegerin ser ziyaretê. Kombûna we ya mezin kengê çêdibe. Hûn çawa dikin wê demê?

Roja Newrozê em giþt kî rastî hev tê bi hev re diçin ser ziyaretê. Em def û zirne tînin ber ziyaretê. Li gund heger ‘dilþikestî’ (þîn) tunebe, wekî ku dawet be, def û zirnê her lê dikeve. Heger di mal de dilþikestî hebe, her kes diçe mala kesê dilþikestî. Kesên nelihev û dilê wan ji hev maye, li hev tên û bi hev re xeber didin. Wekî din jî em her sal di 25’ê meha îlonê de li Þamîranê civîn û kombûneke mezin a olî dikin.

Hûn dawet mawetên xwe jî dikin? Hûn þahî û dawetan li derve dikin an li malan?

Em di malan de dawetên xwe dikin. Em textên xwarin û vexwarinê yên zehf baþ datînin. Sifrên baþ datînin.

***

Dêhna xwe didimê ku apekî 60-65 salî li quncika ziyaretê bi awayekî hûr û kûr difikire. Carinan mijên dirêj li cixareya xwe dixe, carinan jî bi kuxtekuxt li civata dor me mêze dike lê qet napeyive. Ber bi wî ve diçim. Ji niþka ve radibe ser xwe. Jê dipirsim:

Mamo tu gelek kûr difikirî! Gelo carinan tu dibêjî ‘gelo rojek heye ez herim wî milî’ ango wî aliyê Serhed û Arasê?

Pêþî axînek ji kezebê dikiþîne, piþtre bi biþirîneke geþ bersiva min dide:

Biracan çawa naxwazim? Em giþ jî dixwazin wekî xwelî hebe, erd hebe. Em li ser axa bavkalan bin. Kê naxwaze li wî aliyê Arasê be?

Em we nas bikin?

Navê min Emo ye. Emoyê Qaçax.

Emoyê Qaçax, hûn bi xwe ji ku derê hatine vê derê?

Em ji Welatê Romê hatine.

Ji kîjan bajarî?

Em ji alî Sînekê hatine. Di tîva 1917’an de em dûz (rast) hatine vî gundî.

Bavê te hatiye yan bapîrê te?

Kalikê min hatiye. Bavê min hatiye. Bavê min wî çaxî deh salî bûye. Ji gundê Qeraxtînê hatine vira. Qeza Sînekê.

Hûn dixwazin wan deran bibînin?

Ax, ax... Niha jî rê hebe, ezê bi bazdan herim ser axa welatê bavkalan..!

***

Hew me dît ku ronahiya rojê kêm bûye. Em li dora nîvro ketibûn gund. Lê niha wext, ber bi esir ve ye. Ligel þifêrê me Siyabendê Ordî, kurê Keremê Seyad Tîtalê Kerem û çend hevalên ku bi me re ji Erîvanê hatibûn gund, em berê xwe didin mala Apê Tosin, Tosinê Kerem. Em îþev mêvanê wî ne. Ji niha ve bêhna goþtê biraþtî, tirþik û birinca gundane xwe li der û dorê belav kiriye. Apê Kerem difikire ku îþev dengbêj jî li civata me amade bin. Ev bi dilê min e jî. Çend xortan diþîne nav gund da ku ji me re kesekî ku kilaman bibêje û civatê þên bike, peyda bikin. Diyar e ku dê îþev civata me, civateke ‘dîwanî’ be û heta ‘þerqa sibê’ bidome.

Rêbendan 2002, Þamîrana Erîvanê-Ermenistan

rojnameger@hotmail.com

 

 

* Ji kitêba nivîskar a bi navê “Gera Pênûsê” ku di sala 2002-yan de li Stenbolê ji hêla Weþanxaneya Sî-yê ve hatiyhe çapkirin…

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org