
(Ozanekî
Cîhanê Þivan Perwer)
Salihê
Kevirbirî
Weþanxaneya
Elma
160
rûpel, bi tirkî
Navê
wî, Þivan Perwer.
Kurd bi salan e ku wî bi saz û awaza wî nas dikin. Her ku li
sazê dixe û distrê, kurd xwe di saz û awaza wî de dibînin.
Þivan; “Heger ez rojek be jî nestirêm dê zimanê min
biwerime, tiliyên min biêþe!” dibêje û li gotinên xwe wiha
zêde dike:“Gava ku zimanê dayîka min, di nav zimanê min de
vedibe, sazê hildidim destê xwe û distirêm. Ew ziman, ji dilê
min ber bi mejiyê min ve wekî þelaleyekê diherike. Wê gavê
tu tiþt nikare xwe li ber min ragire!”
Kê
li ber deng û awazê karîbûye xwe ragire? Saza Þivan, zimanê
gel e, berdevka hestên gel e. Guhdarîkirina Þivan, hezkirina ziman, çand û dîrokê ye. Þivan, saz
û awaz; sê bêjeyên ku ji hev nayên veqetandin bixwe ne. “Ez
evîndarê dengê sazê bûm.
Li ku derê dengê sazê bihata min,
li pey dibeziyam. Carcaran komên muzîkê dihatin gund. Gava min
dengê wan seh dikir, aqil di serê min de nedima, min nizanibû
ji kêfa çawa bikim. Dengê sazê ji bo min, melodî,
hest, delalî,
jiyan û xweza ye. Saz û awaz ji bo min tê wateya pirengî
û pirdengiya jiyanê. Hê zarok bûm dema min rahiþt qevdika sazê.
Piraniya caran, min bixwe tembûra xwe çêdikir” dibêje Þivan
û yekem hevnasiya xwe ya bi sazê re wiha tîne zimên: “Erê,
heþt salî bûm. Rojekê min qûtîkeke ku dims û tiþtên
bi vî rengî dixistin navê vala kir. Min eyarekî ku dayîka min
hiþk kiribû û darek jî peyda kir. Dayîka min diçû bajêr.
Min jê re got: ‘Ji min re têl bîne!’ Diya min ji têlên
tizbiyan ji min re anî. Rûniþtim,
min bi tena serê xwe tembûrek ji xwe re çêkir. Min
nekarîbû akorda tembûrê baþ sererast bikim. Li gorî zanîna
xwe min ew eyar jî kir. Baþ tê bîra min, bavê min hate malê. Tembûra min a li ser barê
dexil dît. Wiha got:
“Xêr e, qey wê kurê min bibe qereçî!?” Rahiþt tembûrê
û henekên xwe pê kir. Dayîka min, tembûr ji destê bavê min
revand û got, ‘dest nede tembûra kurê min!’ Heger dayîka
min negota, ‘dest nede tembûra kurê min!’ niha wê Þivan
nikaribûya li tembûrê bixista!. .”
Weþanxaneya
Elma bi kitêba nû ya Salihê Kevirbirî yekem car portreya Þivan
Perwer pêþkêþî we dike.
Ji
bo têkiliyê:
Elma
Yayýnlarý
80070
Tünel Beyoðlu / Ýstanbul
0090
212 243 77 80
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org