Þivan Perwer, ji bo dosyaya Cegerxwîn pirsên Kovara Esmerê berÞivand…

 

Þivan PERWER:

“Xizmeta Cegerxwîn ji xizmeta Ritsos, Neruda, Nazim û Mayakovsky ne kêmtir e!” * 

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ, salhkevirbiri@hotmail.com  

 

Bi e-nameya kekê Ferzende Kaya, ku dixwest li ser “Dosyaya Seydayê Cegerxwîn” ez bi Þivan Perwer re gotûbêjek cêbikim, ketim nava keftûlefteke giran. Þivan Perwer, li Basûrê Kurdistanê bû û ji aliyê min ve ne diyar bû dê kengî were. Yekser min telefonek ji “Þivan Perwer International Cultural Foundation“ ango “Fonda Þivan Perwer ya Cand û hunerê ya Navneteweyî” re vekir. Yek ji rêveberên fondê “Kek Dilêr” diyar kir ku Mamoste Þivan Perwer dê heta 2-3 rojan were û ewê hewl bide ku ji bo Kovara Esmerê hevdîtinek terxan bike. Pistî du rojan ji heman saziyê telefon hat ku divê yekser di nava 8 saetan de ez xwe bigihînim saziyê da ku em gotûbêja xwe pêk bînin…

23`yê Tebaxê saet li 04:30 ê berê sibê ji Berlînê ketim rê û min berê xwe da Frankfurtê ku Fonda Þivan Perwer ya Çand û hunerê li wir e. Heman þevî Þivan Perwer, ji Hewlêrê vegeriyabû Frankfurtê. Hevdîtina me pêk hat…

Þivan Perwer, pirsên li ser Seydayê Cegerxwîn ku salên dûvedirêj heval-hogirtiya hev kirine, bi dilgermî bersivand…

******    

Cegerxwîn çi tîne bîra Þivan Perwer? 

Hîmê helbest û rista welatperwerî, þoreþgerî, sosyalîstî, civakperestî, rexneya rewþa sosyo-ekonomîk, sosyopolîtîk, sosyo-cendereya Kurdistanê, dîrokzanî, lêkolînerî û fîlozofî tîne bîra min.  

Cara yekemîn we li ku derê hev nas kir? Di hevnasiya we ya yekem de, serpêhatî û diyalogeke çawa di navbera we de derbas bû? 

Seydayê Cegerxwin nêzî 80 salî bû û kocber bibû ji welatê xwe. Hate Swêdê. Min dîtina wî pir meraq kiribû. Ji ber ku derfeta min nebû ez bicûma welat û min ew bidîta. Fersendeke baþ cêbû ku ew (her çendî ji welat qetandina wî ne bi dil bû jî) hate Swêd û li wê derê me hev dît. “Komela Kurdan” konserek li dar xistin. Hemû medya, her wiha weþanên li Swêd, bi rê xistin û konsereke layiqê Seydayê Cegerxwîn amade kirin. Gelek mêvanên me yên hêja û berketî hebûn. Yek ji wan jî “Olof Palme” bû. 

Seydayê Cegerxwîn helbest dixwend, min jî distira. Temaþevan bi coþ û heyecaneke mezin radibûn ser piyan. Ji ber ku repertuareke berfireh û giran ji helbestên Seyda min kompoze kiribûn wê rojê.  

Ez çiqas bi dîtina wî dilxweþ bûbûm,  Seydayê Cegerxwîn jî hewqas bi dîtina min dilxweþ bûbû. Ji min ra digot  “Helbest û risteyên min hemû li ber destên te ne. Tu azad î. Ji ber ku tu bi kompozisyoneke pir baþ divejilînî. Weke mirov di Incîlê de reform bike. Tu li gor melodî û awazê, saz û rêbaz dikî. Ez dikarim bi serbilindî bibêjim ku te yekser ez gihandim gelê Kurdistanê û dam naskirin..!“                     

We kengê cara yekem navê Cegerxwîn bihîst?  

Mamê min Mele Elî, melayekî gelek welatperwer bû. Piraniya helbest û risteyên Seydayê Cegerxwîn ji ber zanibû. Ez hîn zarok bûm, min lê guhdarî dikir û helbestên wî dibihîstin. Di nava helbest û ristên wî de, neqþên rengînî û girîngiya jiyanê hatibûn xemilandin. Bala min gelek dikiþandin rêzik û gotinên wî. Dema min li Rihayê (Urfayê) xwendegeha navîn dixwend, rehmetî Av. Kemal Badilli 3 dîwanên wî pêþkêþî min kirin. Ez hîn 15 salî bûm. Ji ber ku dengxweþî û jêhatîbûna min a muzîkîi bala wî jî kiþandibû. Ji wê demê de min dest pê kir û li ser helbest û risteyên Seydayê Cegerxwîn xebitîm. Helbet li gel van awaz û helbestan, min jî carcaran li gorî zanebûna xwe dinivîsandin. 

Aliyên we yên hevpar çi bûn? 

Welatperwerî, hunerî, riste û helbestwanî, daxwaza xwendin û zanebûnê, rewþên- û ronakbîrbûn, di riste, helbest û stranan de vejilandina rewþa gelê Kurd a sosyo-ekonomîk, sosyo-polîtîk, sosyo-candî, bi taybetî astengî û berberiyên di navbera civaka Kurd û dijminên Kurdan de, aliyên me yên hevpar bûn. Di warê hezkirin û lêxwedîderketina welat, dîrok, eymetên civakî û neteweyî de, ez bawer im em wekî hev fikirîne, saz û riste civandine û xizmet kirine.  

Aliyên ku we qet li hev nedikir hebûn gelo? 

Na na! Bawer bike tunebûn… Ez bi Seydayê Cegerxîn re tu caran neketim nava guftûgo û polemîkan. Ji ber ku rêza min ji wî re gelek bû. Wî di jiyana xwe de gelek nerehetî, êriþ, girtin û zîndan; koçberî û zilm dîtibû. Ristevan, nivîskar û hunermendên Kurd navdar in, xizmetkar in lê nabin xwedî jiyaneke bixêr û ber. Ji ber ku jiyana wan bi zehmet derbas dibe. Ez bi temen û serpêhatî ji wî gelekî biçûktir bûm. Min tu caran nedixwest dilê wî biêþînim. Ji xwe dilê wî herdem þikestî bû…  

Di demên xwe yên dawî de hat Skandinavyayê. Li Swêdê bi cih bû, çima ne li welatêkî din lê Swêd? Der barê Swêd û Swêdiyan de fikir û ramanên wî çawa bûn? 

Gelek kesên ji Kurdên welatperwer, polîtîker, siyasetmedar, nivîskar, rewþenbîr û ronakbîr hatibûn Swêdê. Çendî ji hev kumreþî dikirin, piþtgiriya hev jî dikirin. Yanî carcaran þerê hev dikirin lê li hev xwedî jî derdiketin. Yek ji wan nivîskar û civaknas, hevalê min rehmetiyê Mahmut Baksî bû. Birêz Baksî di wextî de cûbû Baþûrê Rojavayê Kurdistanê û serdana Seydayê Cegerxwîn kiribû. Seyda ji Baksî re dibêje  “Gelek nivîs û risteyên min hene, lê derfet nîne ku ez çap bikim. Ger tu bikaribî alîkariya min bikî û ez werim Swêdê, ezê bikaribim di dawiya temenê xwe de xizmeteke mezin û berfireh ji bo gelê xwe bikim.  

Rehmetiyê Mahmut Baksî gelek jîr û têkilkar bû. Têkiliyên wî heta mercên bilind li gel rêveberên dewletê û medyaya Swêdê hebûn. Baksî pêþîn di medyaya Swêdê de gelek behsa jinenîgarî û xizmeta Seyda kir û piþtre alîkarî kir û bi daxwaziya Dewleta Swêdê Cegerxwîn vexwend. Cegerxwîn li Swêdê yekser ango di cih de wekî hemwelatî hate qebûlkirin.                                                      

Bi taybetî dikarim bibêjim Swêd, di nava welatên cîhanê de welatekî gelek demokratîk û mafnas e. Qedr û qîmeta eymetên civakî baþ nas dike, derfet dide û pêþ dixe. Zor derfet pêþkêþî pêþketina ziman, cand û hunera Kurda jî kiriye û hê jî dike. Li Cihanê ez dikarim bibêjim ku welatê yekem bû ku li ser mafê çarenûsiya gelê Kurd nîqaþên berfireh da destpêkirin. Bo nimûne Serokwezîrê demê Olof Palme bi têkiliya rehmetiyê Mahmut Baksî, li Parlementoya Swêdê di sala 1980 î de li ser kurdan û carenûsiya wan axivî.

Dema li Swêdê bû gelo behsa gundê Hesarê, bajarê Qamislokê dikir? Bêriya welat dikir?  

Helbet! Seydayê Cegerxwin xwediyê ramana civaki bû. Sistemeke bas ji bo gel û welatê xwe dixwest. Xelasiya Kurdistanê û azadiya gelê Kurd ji bo wî li ser her tistî bû. Ji xwe bi vê xizmetê nav û deng dabû û di dilê gelê xwe de cih girtibû. Her weke min li jor got, ji bo ku ji berhemên xwe re derfet û pêdivi bibîne, hatibû Swêdê.  

Herdem behsa diroka serpêhatiyên di jiyana xwe de, dost û heval, henek û laqirdi, ser û êsa gelê Kurd, gundê xwe û welat dikir. Sohbet û mazûvaniya Seyda gelek sên û gês bû.  

Heri zêde bi kî/ê re digeriya? Kesên ku herdem dixwest wan bibine ki bûn? 

Seyda ji mirovan hez dikir. Nedixwest dilê kesêki biskîne. Ji laubalitiyê hez nedikir. Gava gotinên bêmebest dibihist, sohbet diguherand, li ser mebestên giring û parabolik bêtir disekini. Li gel her rûnistinek bi mirov yan  mêvanan re wekî mamosteyekî bilindzane diaxivî û mirov der heqê fêrbûnê de serwext dikir. Li konferans, hevditin an hevpeyvinekê de herdem di seri de Mahmut Baksi, Mehmed Uzun li nik xwe dixwest. Digot: „Kesekî weki Mahmut Baksi xwesziman û pesindar nebe ne xwes e!“ Helbet bi laqirdî digot:  “Baksi dizane pir xwes mirovan bipesinîne!..” Her wiha Seyda ji hevaltiya min pir hez dikir. Ji ber ku min jî rêz û hûrmeteke bêpayan jê re digirt. 

 Di nav rewsenbirên Kurdên li Swêdê de, xwedi ciheki cawa bû?

Her kesek dixwest here serdan û sohbeta Seyda. Rêzeke mezin jê re digirtin. Her dem wî mezin û rispiyê gel dihesibandin. Hezkirineke mezin ji bo Seydayê Cegerxwin hebû.  

Qet tu lê rast hatibû ku kilam an ji stran gotibe? Dengê wi xwes bû?

Belê. Gelek car ew, Rehmetiyê Baksi û Ez tev derdiketin derve, me piyase dikir û Seyda jî ji me re stran digot. Dengê wî zêde ne bas bû, lê pir hez dikir bistira. Minak strana  “ Ez ji xew rabûm min gulfirosêk dit “,“Ev milkê Kurda pir xêr û bêr e “ û hin wekî din, awaz û melodiyên wan ji hêla Seyda ve hatibûn guftekirin. 

Em hinek behsa helbestawaniya wi û bestekirina helbestên wi bikin. Beriya her tisti cima helbestên Cegerxwin? 

Ji ber ku her mezintirin helbestvanê Kurd ê sedsala bistan e. Cegerxwin rewsa gelê xwe û Cihanê di nivisan de berbicav kiriye. Hevalê doza gelê xwe ye. Ew jî Mele bû. Lê weke meleyên din, bi tenê xwe bi dîn (ol) ve girê neda. Ji diroka dînan bigire heta dirokên hemû gelên cihanê, di serê xwe de kombîne kiribû û bi helbestan fêri gelê xwe dikir. Niviskarekî pir mezin bû. Wekî rewsa Kurdan, mixabin qedera wi jî her wekî kurdan bû.  

Ez ji wekî hunermendekî Kurd sahnaz bûm ku wan helbestên giranbiha û bi mebest bînim ziman. Ji bo min zor giring bû, him bi wan helbestan gel siyar bikim û him ji mezinatiya Cegerxwin bidime nasim. Ez bawer im her jî wisa bû. Heger hûn bibêjin; „nebûye!“ ez herdem amade me ku careke din vê xizmetê bikim. 

Heta niha te cend helbestên Seydayê Cegerxwin kirine beste û stran? 

Ez nizanim ciqas, lê yên ku min beste û kompoze kirine pir zêde hatine hezkirin. Wekî “Kine Em“,“Kurdistan Baxcê Gulan “, “Ey Ferat“, „Kurdistana min ka“, “Gelê „Soresvan”, “Bi Ser Ciyan” û hin û hin.. Gelek ji wan jî hene ku min beste kirine, lê hin di arsiva min de ne û nehatine xwendin…  

Reaksiyona wi ya li ser helbestên wi ku te beste dikir cawa bû?  

Seyda her tist li gorî daxwaziya min serbest kiribû. Ji min û dengê min gelek hez dikir. Carinan zikres û kumresan ji wi re digotin: “Seyda, Þivan helbestên te diguherine” Seydayê Cigerxwin jî bersiva wan weha dida: ”Bila li gor dilê xwe biguherine. Ji ber ku  tistên min negihand we, Þivan digihine we!“. Bi vî awayî wî gotinên bi vî awayî pûc û vala derdixistin…

Ezbenî, gelek kes – di seri de ji ez – meraq dikin ku te „Kine Em“ cawa cê kir? Dikarî cîroka „Kîne Em“ ji me re vebêjî?  

Ji 16 saliya xwe min dest pê kir û xebitîm li ser bestekirina strana „Kine Em“. Wekî tu jî dizanî ev helbest ji hêla Seydayê Cegerxin ve bi navê „Kime Ez“ hatiye nivisandin. Seyda bi taybetî nivisandiye lê min bi sêweyekî gelemperi formeke nû da helbestê. Yani „Kime Ez“ ji cem Cegerxwin hate ba min û bû „Kîne Em!“ Vê helbestê ji 16 saliya min heta 24 saliya min, diroka bestebûna xwe temam kir. Ez bawer im vê helbestê li gorî xwe beste, melodi û kompozisyoneke taybet dixwest. Ez gelekî li ser xebitîm ji ber ku di sêweya musiki de formêke nû bu. Dibe jî, heger ez hunermendê welatekî modern an azad bûma, li ser nûjeniya forma vê helbestê dê ji min ra bigotana; „Bavê rap-muzikê!“. Ji ber ku ta wê demê rap music li holê tunebû. Lê disa jî ez serbilind im wekî hunermendekî Kurd bi stran, helbest û xizmeta xwe. Ji ber ku ez bawer im wê dirok rojekê rastiyê binivisine…                                     

Navbêra Cegerxwin û xelkê Swêdê cawa bû? 

Seyda kesayetekî têgihistî, zana, sosyal, mamoste û rêber bû. Ji têkiliyên sosyal û hevaltiya xelkên pêsketî pir hez dikir. Sireta wi ya ji xelkê Kurd re herdem nûjeni û pêsketin bû. Heyraniya wi ji Swêdiya re gelek bû. Ji modernizmê û pêsketinê re vekiri bû. Lê herdem parastina eymetên kevnareyên giring jî dikir. Dosti û hevaltiya Kurd û Ewrûpiyan pir dixwest.      

Di helbesta wi ya ku ez bersiv didim de

“Êy dengbêjên zana / Wey dilgesên cana / Sazên we kevnar in /  Lewra hûn bêzar in / Sazên nû  derînin xizmetê pês xinin / Li xan û eywanan bixwinin xosxwanan /

wekî tê dîtin, beyaneke taybet li ser modernizm û nûjeniyê heye.  

Tê gotin ku têkiliya te û zarokên Cegerxwin ne bas e, ma rast e? 

Na na na!.. Tistekî wiha qet tuneye! Navbêra min û zarokên wi gelek bas e. Kur û kecên wi û neviyên wi gelek ji min hez dikin. Gava firsend cêdibe, ez her gav serdana wan dikim, halê wan dipirsim û bersiva dostiya xwe ji wan re pêskês dikim. Kurên wi, Kek Keyo Cegerxwin û Dr. Azad Cegerxwin, li cem min min, dost û hevalên xwe û hezkiriyên Seydayê Cegerxwin, gelek rêzdar in. Neviyên wi jî gelek biaqil, canik û camêr in. Û tevahiya wan gelek welatperwer û xizmetkar in.  

Li Brukselê di gotûbêja me ya 2004 an de, te diyar kiribû ku Cegerxwin careki ji te re gotiye: “Dewreki nû dest pê dike, keda me vala derneket!..”. Bi vê gotinê dixwest ci bibêje gelo? Car hebû ku xemsar dibû? Ya din pistrastiya wi li ser ci bû? 

Raste, ji ber ku li raseri cihanê êdi gelê me siyar bibû, behsa Kurdan ketibû pirtûkan, dostên Kurdan gelek bibûn û li her car parceyên Kurdistanê raperinek hebû. Ez bawer im li dawiya temenê xwe Seyda êdi kul û hesret bi sunve berda bû û moraleke germ xwe lê pêcabû. Bang û hawara wî gihistibû herkesî, daxwaziyên wî bere-bere (hêdî-hêdî) bi cih dihatin. Gava wî me li kêleka xwe didit, dilsa û pistrast dibû. Heger li jiyanê bûya û rewsa îro dîtiba, bawer bike wê Doza Kurdistanê gestir kiribûya.  

Bi qasi dizanim dengê Mahmud Baksi û Sebri Botani bi awayên orjinal di albûmên te de hene. Gelo Cegerxwin jî bi dengê xwe ked dabû berhemên te an na?  

Belê belê, cawa?!.. Dengê Seyda jî li gel min heye. Lê dengê wi ji xwendinê re pir ne xwes e. Heta di derheqê hunerê min de jî gelek tistên xwes gotiye. Min car bi car dengê wî tomar dikir lê her dem cewtiyek cêdibû. Vê gavê jî di arsiva min de hem li ser audio û hem jî li ser vîdeo dengê wî heye… Di tomarkirina albûmeke taybetî de li ser helbestên Seydayê Cegerxwin ezê rojekê dengê wi bikar binim.    

Ji Kurê te Serxwebûn hez dikir? Cawa bangî Serxwebûn û Gulistan Xanimê dikir? Seyda tê bira Serxwebûn? 

(Dibisire) Belê... Ji Gulistan û  Serxwebûn gelek hez dikir. Yanî ez dikarim bibêjim ku ji kecên xwe bêtir ji Gulistanê hez dikir. Serxwebûn ji 2 saliya xwe ve Seydayê Cegerxwin nas kir û terka wi nekir. Ji Seyda re digot « Kalo ». Gava em dihatin malê Serxwebûn digiriya û digot “Zu min bibin ba Kalo, min bêriya Kalo kiriye !”.. Em dicûn mala Seyda, Serxwebûn dida ber singê xwe û li gel wî yari û henekan dikir. Serxwebûn ji fîlan gelekî hez dikir û wi jî fermanê dabû Nalin Baksi ku ciqas cureyên bibloyên fîlan hebin ji Serxwebûn re berhev bikin. Vê gavê jî ew fîl hemû li ba Serxwebûn vesartîne. Dema Cegerxwin cû ser dilovaniya xwe, em cûbûn mala wan û Serxwebûn li hemû kockên malê digeriya û digot “ Ka Kalo, ka Kalo.. Ka Kalo? Kalo bi ku ve cûye..?” Me jî, jê re digot ku ew cûye gerê…

Di pêserojê de fikr û ramanên te hene li ser Seydayê Cegerxwin? 

Belê, bi riya fonda me, heta ji destê min were, ezê bi helbestan navê Seydayê Cegerxwin bilindtir û bilindtir bikim… Ji ber ku xizmeta wî ji bo gelê Kurd û mirovatiya cîhanê ji Yannis Ritsos, Pablo Neruda, Nazim Hikmet, Vladimir Mayakovsky û ji her weki din ne kêmtir e. Ji bo civaka Kurd gelek giring e ku  nifsên nû jî Seydayê Cegerxwin bas binasin û ji wi sûdê (istifade) wergirin…

Gelek spas ezbenî ji bo bersivdayîna pirsan… 

Spasî ji aliyê min ve. Hêviya min ew e ku Kovara Esmerê hîn xwesiktir, ciwantir û rengîntir bibe…

salihkevirbiri@hotmail.com

* Ev gotûbêj, di hejmara Îlonê ya Kovara Esmerê de ku li Stenbolê bi awayekî mehane tê capkirin bi wergera kurdî hate capkirin. (S.K)

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org