HARMONIYA
DENGBÊJIYA KLASÎK Û STRANBÊJIYA NÛJEN: ÞIVAN PERWER
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com
Dawiya
salên 1980’yî ye. Li Batmana Kambax em li lîseya bi navê ‘Yahya Kemal
Beyatli’yê dixwînin. Ligel ku ciwanên ‘kurdçî’ û ‘welatparêz’
hene; her wisa jî xortên ‘sûtal’ û ‘beredahî’ ku ji
çand, ziman, hebûn, nasname û þexsiyeteke pak bêpar in, ne kêm in. Aliyek
ji van koman kovar û rojnameyên wekî ‘Halk Gerçegî’, ‘Serxwebûn’
û ‘Berxwedan’ tînin, bi dizî be jî dixwînin û didin
xwendin; carinan jî bi Salihê Reþî ku þirîkê qantîna dibistanê
ye þewr û miþawirên giran pêk tînin. Aliyekî din ji ciwanan jî, di
dersan de þelafiya mamosteyan dikirin di tenefûsan de jî di nava toz û telazê
de bi gogê (fûtbol) dileyistin. Piraniya wan, ji bilî leyistina gogê,
diketin pey nêçira keçikên delal! Piþtî dema dibistanê heger bikaribûna
biçûna ‘Sînemaya Mehtabê’, ji bo wan kêf, ‘kêfa gurê pîr’
bû.
Tegmen
Demîr
du sal li pey me dixwend. Bi bejn û bala xwe ji me girtir û qelewtir bû. Bi
pozê tivingê li min dinihêrî. Yek ji þagirtên ‘kurdçî’ bû. Li Qantîna
Remezanê Boz ku li hemberî hewþa dibistanê bû, min Emînê Xerzî,
Qudbedînê Ezexanecî û Mihemedê Xalîcî zorê dabû cixareya dûviksor
û guhê me jî li dengê Îbrahîm Tatlîses bû:
Bîr
kulunu çok sevdîm / O benî hîç sevmiyor / Kalbîmî ona verdîm / Artik gerî
vermiyor... (Min ji evdekî te gelek hez kir / Ew qet ji min hez nake / Min dilê
xwe daye wê / Êdî bi paþ de nade...)
Tegmen
ket hûndir bêyî ku silavê bide, ber bi teyîba qirêj ve çû û qaseta Tatlîses
ji teybê derxist avêt çopê. Bandeke nû ji berîka xwe derxist, xiste teybê
û pê li piþkova ‘playê’ kir:
Hey
felekê xayînê te çima li me wiha kir / Te konê me ji nava konan rakir / Te
mala me xera kir / Te dilê dostan þikand / Dilê dijminan bi me þa kir /
Felekê yeman, xayînê yeman, bêbextê yeman....
Belê
ev deng, dengê Þivan Perwer bû. Bêyî ku em tiþtekî bibêjin me serên xwe
berjêr kir û me jî guh da vê kilama kezebþewat.
Çendek
berê li Batmanê nêçîra mirovan dest pê kiribû. Roj tunebû ku 3-4 kes li
kuçe û kolanan neyên kuþtin. Wê rojê dîsa bi bêbextî ciwanek bi guleyên
qirêj hatibû kuþtin. Ev çi zebanîtî bû? Çima herikîna xwînê ew qas
erzan bû? Çend roj berê jî li pêþiya deriyê mala mamê min Silêman ku nêzîkî
Aþê Zekî bû, 3 hevalên dibistanê bi hev re hatibûn kuþtin.
Jinikeke ji hewþa Hacî Bacet serê xwe di derî re derxistibû û ji wan re
gotibû: ‘Wele we dîsa mala çend dayîkan mîrat kir...Þahê Nexþebend
jî mala we mîrat bike!’ Bi van pirs û xeyalan ez jî ber bi cendekê ku
jin li serî kom bûne ve meþiyam. Çentê di destan de ji destan pekiyabû,
ligel defterên dibistanê û çend rojname kaseteke ku li ser ‘Þivan
Perwer - Konser’ hatibû nivîsîn, kezeba min anî ber devê min. Min
cara yekem ji þexsiyeta xwe û rewþa ku ez tê te bûm, þerm dikir... Ciwanê
rûken û bejinbilind ne xerîb bû. Ez ne þaþ bim daweta xwe jî nû kiribû.
Ew Tegmenê me bû, Tegmen Demîr....
Ez
bi xwe yek ji wan þagirtan bûm ku min hay ji ‘kurdîtî’ û ‘kurdewarîbûnê’
nîn bûm. Dev ji van bêjeyên pîroz berdin, îmana min ji van gotinan diçû
û min xwe yek ji endamên sadiq ê bîrdoza fermî ya tirk didît. Ez yek ji
wan beredahiyan bûm ku min ji bo xwesteka rakirina ala tirk serê hevalê xwe
þikandibû û çend sal berê jî helbesta min a bi navê ‘Çanakkale Þehîtlerî’
(Þehîdên Çanakaleyê) di pêþbaziya helbestan a roja mamosteyan de bûbû
helbesta yekemîn. Lê dîsa jî ez yek ji bêsiûdan bûm ku ne leystika gogê
dibû para min ne jî ez bi kêrî gera pey keç û qîzan dihatim. Ji xwe çend
kesên wekî ‘Kerem Çiftçî’ ne tê de, rewþa tevahiya sinifa me
wiha bû. Kerem car caran bi hinek gotinên felsefîk behsa bindestiya kurdan
dikir. Piþtre min bihîst ku hatiye girtin û demeke ne kin jî di girtîgehê
de maye. Carcaran em li hal û wextê hev dipirsin. Ew jî evîndar û bengiyê Ahmet
Kaya û Þivan Perwer bû.
Edî
wisa bûbû ku min ji kurdiya dayîka xwe, sola piyê dayîka xwe û fistanê wê
þerm dikir. Yekem car di wan salan de bêjeyên wekî ‘serxwebûn’,
‘berxwedan’, ‘þoreþ’, ‘þoreþger’ û ‘têkoþîn’
ketin nav lîteratûra min.
Ne
tenê ‘kurdçî’ û ‘welatperwer’ her wiha ‘beredahî’
û ‘sûtalên’ me jî behsa karesata 1988’an dikirin. Çivîkên
hesinî jehrên ‘xerdel’ û ‘sarînê’ li ser deþt û
newalên Helebçeyê reþandibûn. Wê êdî bi dehsalan kesî behsa heþînahiyê
li Helebçe û derdora wê nekira. Kilama Þivan Perwer a bi navê ‘Helebçe
- Ferman e’ bûbû benîþt û ketibû devê her kesî:
.......
........
Mamosteyê
zikmeþk û serkeçel heta jê hatibû sîleyeke têrteqil û kafirane di rûyê
min de teqandibû. Yekser bûbû herikîna xwînê û serê û çavên min di
nav xwîna sor de mabû. Dilê wî rehet nebûbû, gezika di destê Remezan
Efendî de kiþkiþandibû û darê wê ya dirêj di serê min de þikandibû.
Pîrika min Þefîqe li ber serê min, bi qasî hefteyekê di nav nivînan
de mam. Min sûcekî gelek giran kiribû û 12 rojan jî ji dibistanê hatibûm
dûrxistin.
Spas
û Mala te ava Þivan Perwer...!
Dengê
te yê zêrîn her li dinê be!
Sedema
vê karesata ku bi ser min de hat, peydakirina kaseta te û ev kilama jorîn bû.
Mala
te ava, ji ber tu bûyî sedem ku ez bi ser xwe ve hatim. Min qalikên xwe yên
gemar bi saya serê te þikandibûn. Êdî min ji ziman, cil û berg û sola piyê
dayîka xwa Fatîmeyê þerm nedikir. Ji wê rojê ta îro min deng û awaza te
ya zêrîn ji guhên xwe, kaset û sêlik (CD) ên te jî ji çentezenda xwe kêm
nekirin. Soz ezê kêm jî nekim.
Min
berê jî bihîstibû ku ji ber peydakirina kaseta te, Metînê kurê þifêrê
Qaymeqamê Misircê (Qurtelan) laqeyî îþkenceyên giran hatibû û 6 meh jî
di Hepsa Sêrtê de raza bû. Lê wê gavê min oxweþikên xwe pê anîbû.
Piþtî
lêdana mamoste, min fêhm kiribû ku gohdarîkirina li Þivan Perwer xwedî
berdêleke giran e û bi dayîna vê berdêlê bi hezaran kesên wekî min ji
kurdîbûn û þexsiyeta xwe haydar bûne. Þivan Perwer yek ji qasidên hiþyariyê
ye li welatê me. Þivan Perwer qêrîna bindestiyê, awaza xeml û coþa welatê
bab û bapîran e.
Ji
ber vê yekê ez ji awaza Þivan Perwer hez dikim.
Þivan
Perwer harmoniya dengbêjiya klasîk û stranbêjiya nûjen a muzîka kurdî ye.
Li
welatê me kêm stranbêj hene ku vê harmoniyê wisa bi hostane bi kar bînin.
Þivan
di goranîbêjiya kurdî de ekoleke nûjen e. Ji bo min ‘xozan daxê’
û ‘Dêrsim e xweþ Dêrsîm e’ ya Evdalê Zeynikê çi be, ‘Ferman
e’ û ‘Zembîlfiroþ’a ku Þivan bi Gulistanê re dibêje jî
ew e. ‘Lawikê Metînî’ û ‘Silêmanê Mistê’ ya Karabetê xaço çi
be, ‘Bavê Fexriya’ û ‘Bilbilê Þeyda’ ya Þivan Perwer
jî ew e.
Min
aleqa ji kesayetî û siyaseta Þivan Perwer nîn im. Piþtî ku ne neyarê
tevgera kurd be, hûrmeta min ji dîtin û ramanên wî re heye. Meseleya min bi
muzîka wî ya qerase û dengê wî yê kafirstanî! heye.
Min
ne bawer e ku li çarmedorê welatê me û Qefqasyayê kurdekî ku nav û dengê
Þivan Perwer seh nekiribe, hebe. Wekî rojnamegerekî kurd, bêyî mûbalexa
dikarim bibêjim ku di çend salên dawîn de rastî bi hezaran gotinên bi rengê:
‘Yek ji sedemên xwenaskirina min, Þivan Perwer e’ hatime.
Spas
Þivan Perwer spas....
Deng
li dinê be..
Bihar
2002, Stenbol