STRANBÊJ
GULISTAN PERWER: “STRANGOTIN JI BO MIN ÎBADET E!” *
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ
/ STOCKHOLM, salihkevirbiri@hotmail.com
Gulistan
Perwer; yek ji xweþavazên stranbêjiya kurdewar û hesteberz. Bernameçêkera
Televizyona MEDYA’yê. Pêþkêþvana bernameya ‘Baxçê Gulan’ ku ev
bername bûye zaroka duyem a wê û ‘delalê ber dilê’ hezkiriyên
televizyonê. Ligel ku bi dehan car di bernameyên televizyonê de min dêhn û
bala xwe dayê û çend caran jî bo demên kurt li Belçîkayê em hatine cem
hev jî, di lihevrûniþtin û sohbeta vê carê ku me li paytexta Swêd
Stockholmê kir de min pê derxist ku bi rastî jî zor diltenik û hestiyar e.
Bi rastî jî Gulistan Perwer hunermendeke wisa ye ku her wekî cêjdariya stranên
wê, mirov ji xweþbêjî û sohbeta wê jî têr nabe.
Li
Stûdyoyên Televizyona Mezopotamya û Medyayê ya li Stockholmê Gulistan
Perwer pirsên me yên derbarê huner, stran, dengbêjî, jin, kurê wî Serxwebûn
û plan û projeyan xwe, ligel hêsirên çavan bersivandin...
******
Salihê
Kevirbirî: Di destpêkê
de dixwazim hîn bibim Gulistan di malbateke çawa de mezin bû? Ji kerema xwe
re psikolojiya wê civakê ji me re rave bike. Yanî malbateke çawa,
zarokatiyeke çawa..?
Gulistan
Perwer: Malbata ku ez jê têm,
ji aliyê bavê ve mele ye. Malbat bi alimtiya xwe Îslam belav kiriye. Ji aliyê
dê ve jî ez þêxmalbat im. Ji mala dayika min re ‘Mala Þêxê Zirav’ tê
gotin. Diya min neviya Þêxê Zirav e. Bi navekî din neviya ‘Þêxê
Qerecdaxê’ ye. Mala bavê min bixwe ji Midyada Mêrdînê ne. Tê gotin ku
heft bav berê ilimdarê Îslamê bûne. Kalikê bavê min ê herî mezin
ilimdarê ‘astrolojiyê’ bûye. Piþtre ji wê derê derketine û hatine hêla
Siwêregê, herêma ‘Qeregêçiyê’. Dema mirov vê dîmenê rapêþî dêhn
û bala xwe bike dê bibîne ku malbateke oldar û malbateke ilimdar li ser hûkme.
Tabî divê bibêjim ku aliyekî arîstokrat a van malbatan jî hebûye. Di
atmosfereke wisa de min çavên xwe ji jiyanê re vekiriye. Di malbatê de
zaroka çaremîn im. Di atmosferek wisa de jî mezin bûm...
Salihê
Kevirbirî: Di
malbateke wisa ilimdar, þêx û arîstokrat de, qedrê te her berz û bala bûye
bawer im...
(Dikene.
Piþtî kurtedemek dibersivîne) Mixabin baweriya te ne di cih de ye. Bavê min
bi keçeke wisa re zewicî ye ku armanca wî û ya kalikê min ew e ku diya min
kura bîne. Çavên wan, wekî piraniya malbatên herêmê li benda zarokên lawîn
bûye. Diya min kurek aniye. Pêþî zaroka wê kur bûye. Piþtre keçek çêbûye.
Piþtî vê keçikê, keçikeke din çêbûye. Lê ev her du keç jî mirine. Piþtre
ez ketime zikê diya xwe û ez çêbûme. Wê demê her kesê ji malbat û eþîrê li benda kurekî bûye. Piþtî çêbûna du keçan, çêbûna
kurekî dê prestîja eþîrê yê binpêbûyî rizgar bikira! Bîr û bawerî
ew e ku kurek ji vê jinê çêbibe ji bo eþîrê þerefek e pir mezin e. Û ez
çêbûme! Tabî pir kêfxweþ nebûne. Wekî ku tu difikirî qedrê min tunebû
lê heta kengê? Piþtî min, dayîka min pênç kur anîn. Ango pênc birayê
min çêbûn. Wê demê qedrê min jî her ku çû di nava malbatê de zêde bû.
Heger ez dîsa
vegerim ser pirsa te ya destpêkê dikarim bibêjim ku vê yekê bandoreke giran
li ser min hiþtiye. Ta niha jî li ser vê psîkolojiyê serê xwe diêþînim.
Psîkolojiya zarokatiya min a di malbatê de bûye sedem ku ez her serhildêr û
îsyankar bim. Heger ez qîzeke feqîran bûma gelo dê min reaksiyoneke wisa nîþan
bida an na, baþ nizanim. Li aliyekî min her digot; ‘çima ferqa min û kura
heye. Çima ez jî ne wekî birayên xwe me. Çima heqê wan heye, heqê min
tuneye?’ Li aliyê din ve jî di malbateke wisa nîv-arîstokrat û di
meseleya dînî de serdest de, wekî prensesekê hatime mezinkirin. Dikarim bibêjim
piþtî çêbûna birayan qîmeteke min hebû. Hem li malbatê hem jî li
derdor. Bi kurtasî dikarim bibêjim ku di civakaka wiha de, di nav þert û
mercên bi vî rengî de, ligel lêpirsîn û lêgerînan de mezin bûm.
Salihê
Kevirbirî: Bêguman
di civakeke bi vî rengî de ku te jî bi mînakên balkêþ rave kir de hin beþên
hunerê hene ku bi reaksiyonerî têne pêþwazîkirin. Mirov dikare navên van
huneran wekî þanogerî, wekî stranbêjî rave bike. Bêguman di serdemeke bi
vî rengî de ji kurekî bêhtir, keçek dema rabe behsa hunerên bi vî rengî
bike wê reaksiyon berz û bala bibin. Ez dixwazim vê yekê hin bibim; gelo di
zarokatiya te de bîranîneke te ya wisa heye ku ji bo te gotine; ‘Dengê wê
zor xweþ e û ew dema mezin bibe wê stranbêjek jê derkeve..!’ Di zarokatiyê
de tiþtên wisa hebû?
Gulistan
Perwer: Te dî gava dî jî
min behs kir. Diya min ji malbateke þêxan bû. Di þêxa de sofîzim û mesela
derwêþtiyê bû. Lewre jî zarokatiya min di nava derwêþan de derbas bûye.
Ji hêla din ve jî dengbêjiî, stranbêjî û goranîbêjiya dengbêj, stranbêj
û goranîbêjan hebû. Lê þêwaza hunera ku dikirin gelek durî min bû. Diya
min her daim li erbanê dixist û dengê wê jî pir xweþ bû...
Salihê
Kevirbirî: Hûn
dikarin navê wê bibêjin?
Gulistan
Perwer: Diya min, navê wê
Nesîbe ye. Torîna Þêxê Zirav e wekî ku min berê ji te re got. Ýcar gava
ku dayîka min ligel derdora xwe li ser Hz. Muhemed, li ser kalikê min, li ser
hemû ewliya û enbiyayan digotin, piþt re jî diketin zikrê. Hemû bi zikrê
diketin. Wekî medîtasyona ku îro ewropî li dûv ketine. Hinek lêkolînên
min bixwe jî li ser vê yekê çêbûne. Wekî me behs kir di civakeke wise de
mezin bû Gulistan. Yanî dixwazim bibêjim; dê Gulistan rabe hunerek çêke,
stranbêjiyê bike; ev hûner û stranbêjî bikeve pîlak û kasetan û here
Stenbolan. Di wê demê de nepêkan bû...
Salihê
Kevirbirî: Yanî bi
awayekî henekî be jî tiþteke wisa dihate gotin?
Gulistan
Perwer: Na! Hatibe gotin jî,
ji bo psîkolojiya zarokeke wekî min xweþ bibe hatiye gotin. Tu ji min baþtir
dizanî, ev yek, di civakê de bi rengekî xweþ nayê dîtin. Konsera Eyþe Þanê
tê bîra min. Eyþe Þan hatibû Wêranþarê. Di çadirê de konsêr da.
Tevahiya mêrên bajêr çûn konserê. Lê ji bo jinan qedexe bû. Di malbateke
wisa de, wê çawa qîza wê malê derkeve? Wê çawa dengxweþiya wê li nav
milet, li nav civakê belav bibe. Li gorî bîr û baweriya wan ev yek rûreþî
ye û pir eyb e.
Salihê
Kevirbirî: Lê
dawiya dawî ev deng belav bû. Piþtî 40 salan be jî belav bû. Ev reaksiyona
ku te niha behs kir îro jî hene
gelo?
Gulistan
Perwer: Naxêr! Çima
tuneye? Ez niha nizanim li gundekî Kurdistanê dema min di televizyonê de dibînin
der heqê min de çi difikirin. Ango gava guhdariya kasêta min dikin çi dibêjin.
Eger ne ji meseleya çepîtiya 60-70’yî bûya û ne ji þoreþa kurd bûya,
Gulistana ku îro tu pê re diaxivî çênedibû. Divê mirov vê rastiyê qebul
bike. Eger Gulistanek wisa heye bi xêra rengê wê þoreþa ku li bakur çêbûye
bixwe ye..
Salihê
Kevirbirî: Her wiha
þoreþ, nêrîna kevneperest ku we behs jî kir guhert?
Gulistan
Perwer: Belê belê guhert.
Di civakê de imkan çêkir ku eger ez li Kurdistanê bimama jî ez bawer im dê
ne wekî berê bûya. Niha em dibihîzin, li welêt ji bo dengbêjên jin qedr
û qîmetek li holê ye. Jin stran û kilamên ku dizane, diçe li ode û dîwanan;
li partî û komeleyan ji sedan kesî re dibêje. Mêr, kur, dê û bavê wê jî
tên û bi þanazî û serfirazî lê guhdarî û temaþe dikin. Ma berê kî
dikaribû behsa bûyerekî wisa bike? Di zarokatiya min de li Qeregêçiyê çend
dengbêjên jin hebûn. Behsa wan dihate kirin ku diçûn li ode û dîwanxaneyên
beg û axeyan de rûdiniþtin. Ev dengbêjên hanê, ligel ku ji þerqa sibê
heta mîla mexrebê ji wan beg û axeleran re, ji bo gezek nan kilam û stran
digotin pênç pere nedikirin li ber çavê wan beg û axeyan. Di ser de jî bi
xerabî navên wan dengbêjên feqîr derketibû. Civak, bi çavê ‘jinên
erzan’ li wan mêze dikir ku îro ez ji guhdariya kilamên ku digotin têr
nabim. Ha min romanek xwendiye, ha min kilameke wan a klasîk guhdarî kiriye.
Hew çend ku qedrê xwe li cem min çêkirine. Ev yek ji bo gel jî wisa ye. Gel
jî êdî qedr û qîmeteke giranbûha dide wan. Tu dibînî ku þoreþa kurd
guherînên çawa di raman û mejiyên mirovan de çêkiriye.
Salihê
Kevirbirî: Tu
beriya min ketî nav mijara ku min dixwest bipirsim; Di zarokatî û ciwaniya
xwe de te guhê xwe dida dengbên çawa? Kî bûn kesên ku tên bîra te? Ji
wan navên navdar zêdetir, ew kesên ku navên wan
zêde nehatiye bihîstin...
Gulistan
Perwer: Ezê niha ji te re
tiþtekî bêjim wê pir li ecêba te biçe. Heta ku em hatin bajêr me hay ji
zimanê tirkî û çanda wê tunebû. Li gund her em di nava çand û zimanê
kurdî de bûn. Piþtî ku me mal bar kir û em hatin bajêr, em bi çand û
zimanekî nû re rû bi rû man. W3e demê tirkî û çand û zimanê wê jî
xwe li me pêça wekî pîrebokan! Mirov diçe mektebê. Televizyon heye. Di
nava serdemeke kurt de tu ji stran û lorikên dayîka xwe, ji stran û kilamên
dengbêjan diqevizî nav çandekî nû. Tu mecbûr dimînî ku qalikê xwe
biguherînî. Tu nexwazî jî diguhere. Wê gavê yekser ji dengê dengbêjan,
meyla min çû ser stranbêjên tirkan. Di radyoya tirkî de ku TRT jê re dibêjin
kesên wekî Sezen Aksu derdikeve, çiqas xweþ dibêje! Tabî ez dixwazim wekî
wan bibêjim. Kesên wekî Zekî Muren, Sezen Aksu, Gulten Karabocek bêhtir
bala min dikiþînin. Diya min li Eyþe Þanê guhdarî dike. Henekê xwe pê
dikim. Dibêjim disa tu li kurmancî guhdarî dikî! Bi vî awayî çend sal
bandora tirkî li ser min çêbû. Þikir ji Xwedê re ku ev tesîr zû ji ser
min belav bû. Ez bêm ser pirsa te, ez bawer im te behsa navên ku bi kurdî
digotin û tesîra xwe li min dikirin pirsî ne wisa?
Salihê
Kevirbirî : Belê
belê pirsa min ew bû...
Gulistan
Perwer: Salihcan straneke
min heye navê wê ‘Sînanê Kirîv’ e. Ez bawer im te guhdarî kiriye.
Stran, ji aliyê gel ve gelekî hate hezkirin. Li Qeregeçî du jin hebûn, ji
wan re digotin ‘Salîhaya Mezin’ û ‘Salîhaya Biçûk’. Bandora wan li
ser min gelek çêbû. Eyþe Þana dengzêrîn heye ku ez nikarim qedrê wê bi
gotinan rave bikim. Diya min bengiya Eyþe Þanê bû. Tevahiya pîlakên Eyþe
Þanê li mala me hebûn. Mehmûd Qizil heye ku me tim guhê xwe didayê. Wekî
din stranbêjekî din hebû, navê wî niha nayê bîra min. Pîlakên wî jî
hebûn bi kurdî. Berê pîlakên biçûk hebûn. Çi kasetên bi kurdî, piþtî
derketinê li mala me peyda dibûn. Ji ber ku diya min her li wan guhdarî
dikir, tesîra wan jî li ser min çêbû. Piþtre Radyoya Êrîvanê heye ku
gelek navên wê bi dengên xwe yên þêrîn her roj dibûn mêvanên me..
Salihê
Kevirbirî: Belê ezê
bêm ser wê mijarê ango li ser Radyoya Erîvan. Lê berî wê dixwazim hîn
bibim; stranbêjî û muzîk ji bo te tê çi wateyê? Ji gelek stranbêj û
dengbêjî dipirsim, dixwazim ji te jî bipirsim; heger kesek rabe û ji te re
bibêje ‘dev ji stranbêjiyê berde’ wê bi te re hesteke çawa peyda bibe?
Gulistan
Perwer: Kesek nikare ji min
re bibêje; ‘dev ji stranbêjiyê berde’. Divê vê biryarê ez bi xwe
bidim. Kesek rabe wisa bibêje ezê bibêjim ‘ev camêrê hanê an jî xanima
hanê aqilê xwe winda kiriye!’ Tabî dixwazim ezîziya vê yekê ji bo xwe
rave bikim. Huner û muzîk ji bo min her tiþt e. Lewma min mînakeke wisa da.
Bêguman, ez jina ewilî me ku min strana siyasî gotiye. Hunera min ji stranbêjiya
normal bêtir, stranbêjiyeke milîtanî ye. Bi vî awayî dikarim peywir ango
wezîfeya xwe ya ji bo gelê xwe bi cih bînim. Huner û stranbêjî ji bo min
wateyeke xwe ya zor mezin heye. Bi vê yekê hewl didim xwe qedexebûn, asîmîlasyon
û bindestiya ku bi sedên sala gelê min tê de ye û pir kiþandiye bînim zimên
û di hizr û mejiyên mirovên xêrxwaz û xêrnexwazan de bikolim.
Salihê
Kevirbirî: Bêguman
wisa ye, bêguman jî Gulistan Perwer di çand û kelepora kurdî de, di stranbêjiya
kurdî de þayanê gotin û pesindanê ye ku mirov bibêje naveke sereke ye. Lê
min her meraq kiriye; gelo di jiyana xwe ya hunerî û civakî de, te tiþtekî
wisa kiribe ku piþtre tu jê poþman bûbî heye? An jî ez wisa bibêjim; piþtî
kirin an jî pêkanîna karekî te qet gotiye ‘xwezî min tiþtekî wisa
nekira’?
Gulistan
Perwer: Tiþtekî gelek
xwezayî ye ku insan pirî caran ji bo kiryarên kirî poþman bibe. Em beþer
in û ji bo tevahiya beþeran jî rewþ wisa ye bawer im. Ev yek di jiyana min
de jî pirî caran çêbûye û ez laqeyî pirsên bi vî rengî hatime. Ez bibêjim
‘ji her karê ku min kiriye piþtrast û bawer im, min qet þaþî nekiriye ku
poþman bibim’ ne rast e. Lê tiþtên biçûk, poþmaniyên biçûk ne tê de
ez her ji karê ku min kiriye, piþtrast, jixwebawer û þanaz bûme. Ez bawer
im mesele hinekî jî meseleya wijdanê ye. Dema wîcdana mirovan rehet be, serê
xwe bi pirsên wisa jî naêþîne.
Wekî
jineke kurd, wekî miroveke kurd min hewqas êþ jî kiþand ez dîsa dibêjim;
ji bo mileteke ku kole û ji hemû parê jiyanê bêpar mabû, çi fedakarî hebûye
min kiriye û ji îro þûnde jî çi bar bikeve ser milên min ezê bikim. Ev
kar nebe kareke din dîsa ezê bikim, xwe jê nadim alî. Gulistan Perwer
derkeve bi stran û kilamên xwe vê yekê neyîne zimên dê çi bike. Ji bo
min hunera vî miletî, azadiya vî miletî li ser her tiþtî ye. Jixwe ev e û
kurê min Serxwebûn e ku min li ser piyan dihêle. Îro tu bixwe ji welêt, ji
Stenbolê hatî baþ dizanî. Bi hezaran zarokên vî welatî di heps û zîndanan
de ne, bi hezaran kur û keçên vî gelê belengaz li serê çiya û zinarên
bilind dilana jiyaneke birûmet digerînin. Gulistan Perwer derkeve bi stran û
kilamên xwe vê yekê neyîne zimên dê çi bike...
(Bi
van gotinan re hêsir ji çavan dilop dilop têne xwarê. Kurtedemek bêdeng dimîne,
paþê pirseke din arasteyî wê dikim)
Salihê
Kevirbirî: Diyar e
ku êþ û jana gelê kurd tesîreke mezin li te û li karê te
bixwe dike. Ji ber vê hindê girîn û ditenikiya te
ez keserkûr kirim. Li hêla din kurê te Serxwebûn û hunera ku tu dikî ji bo
te her tiþt in. Gava ku tu karê xwe îcra dikî, hesteke çawa bi te re
peyda dibe. Yanî ew kesekê ku gava karê xwe rave bike hesteke wisa pê re
peyda bibe, gava pêk tîne hesteke çawa çêdibe?
Gulistan
Perwer: Bêguman, hestên
bi vî rengî, hestên gelek mezin in. Ev hest nebin, êþeke wekî êþa Qazî
Mihemed nikarin werin nîþandin. Ez gava tiþtekî diaxivim, ez dizanim ku ez vê
yekê bi gelê xwe re parve dikim. Ew ji bo min kêfxweþî û dilxweþiya herî
mezin e. Wekî ku dinya bibe ya min, pir kêfxweþ dibim. Dibim wekî zarokeke
heft salî. Gava ku ez karekî baþ biafirînim ji bo çand, huner û ji bo vî
gelê perîþan. Ji bo min xweþhaliya herî mezin e. Bi van axaftinan tu hestên
min dibînî, îcar gava li ser sehnê, ligel gelê xwe, ligel hezkiriyên xwe
me, were berzebûna hest û ramanên min tu hesab bike.
Salihê
Kevirbirî: Ji aliyê
wicdanî ve jî ez Gulistaneke gelek rehet dibînim. Gava din jî me behs kir,
ku emê vegerin ser rola radyoyên kurdî. Wekî tê zanîn ji bo her dengbêj
û stranbêjî, bi taybet jî tu devê kîjan dengbêjî vekî, yekser dibêje;
‘ez herî zêde di bin tesîra radyoyan de mame, bi taybetî jî Radyoya Erîvanê’.
Vê pirsê dixwazim ji te jî bikim. Mesela di zarokatiya te de ev radyo hebû,
li malê lê dihate guhdarîkirin?
Gulistan
Perwer: Belê çawa! Dihate
guhdarîkirin heta tu bêjî ‘bes’! Radyoya Erîvanê wekî her malbata
kurd, ‘delalê ber dilê malbata me bû jî’. Li gundê me bi taybetî gelek
dihate guhdarîkirin. Li gundê me nezanîna zimanê tirkî dibû sedem ku qedrê
radyoyê zêde bibe. Baþ tê bîra min, li gund havînan em li ser xaniyan
radizan. Radyoya Erîvanê bi stranên xwe yên wisa xweþ, di bin wan stêrk û
heyva xweþ û ronahî de cihê xwe di bîr û hinavên min de terxan kiriye...
Salihê
Kevirbirî: Di nav
wan camêr û þêrejinên dengzêrîn ên radyoyê de navên kîjan stranbêjan
zêde dihate bilêvkirin û kîjan stranên wan ‘birincî’ bûn?
Gulistan
Perwer: Dengên Cizrawiyan,
dengê Îsa Berwarî, dengê Karapetê Xaço, dengê Meryemxanê, dengê Eyþe
Þanê, dengê wan jinên wê hêlê bixwe; Fatma Îsa, Sûsika Simo, Temama Wekîl,
Dîlbera Wekîl û bi dehan navên din. Tevahiya van nav û dengên ezîz di
jiyana min a hunerî de cihê xwe girtine. Bejna xwe li ber tevan ditewînim.
Salihê
Kevirbirî: Ez
bawerim tu bi wan deran ve çûyî?
Gulistan
Perwer: Belê Salih ez çûm.
Ez çûm Ermenistanê, tu dizanî ez çûm radyoyê jî? Li radyoyê jî bi min
re hevpeyvîneke zindî çêkirin. Hestên min gelekî hatin bilind bûn. Li
ciheke wekî Radyoya Erîvanê de ez gelekî hestebar bûm. Tesîreke hewqas
mezin li ser min çêbûye ku ez ji xwe çûme li wê derê. Bifikire Gulistana
ku Radyoya Erîvanê ji bo wê tê gelek wateyan, wekî stranbêja mêvan beþdariya
radyoyê dike. Radyoya zarokatiya xwe...
Salihê
Kevirbirî: Ji ber
ku her û daîm tê gotin, çand û hunera kurdewarî li ser vê bingehê þîn
bûye; kilamgotin, stranbêjî. Dema mirov dêhna xwe didê piraniya kilamên
dengbêjan, yekem car ji devên jinan hatine bihîstin. Qewimînek çêbûye, þerek
çêbûye, qîzek hatiye revandin, mêrek hatiye kuþtin. Tim jinê li xwe
xistiye, porê xwe kiþandiye, çarik ango laçika xwe qetandiye û kilam
gotiye. Lê balkêþ e ku kilam ji hêla zilaman ve, ji hêla mêran ve hatine
gotin. Heger çend navên sereke hebin ew jî îstîsna ne. Bi taybetî ji jinan
çend navên sereke hene ku ji bakur in, lê hunera xwe li baþûr, li baþûrê
biçûk an jî li rojava pêk anîne û berdewam kirine. Tu vê yekê bi çi ve
girê didî. Sedema vê yekê çi ye? Çima jina ku li ser mêrê xwe, li ser
kurê xwe yan jî li ser cînara xwe ya ku di golê de xeniqiye kilam gotiye di
mala xwe de, çima derneketiye derve û di civatê de negotiye?
Gulistan
Perwer: Ez bawerim min di
gelek axavtinên xwe de aniye zimên. Mesele kevneperestiya me ye, jixwe ev yek
di warê mijarên ku jinan aleqeder dike zêdetir xwe dide der. Rola olê jî di
vê derê de diyarker e. Divê mirov lêkolînan li ser vê yekê bike.
Strangotin, hestên insanan ên dizî, ên rûhî derdixe holê. Yanî hestên rûhî
yên mirov, hestên dizî ku bi ziman bi deng tê der. Pirî caran ji ber ku
jin, jina mala xwe ye; tabiê mêrê xwe ye, malê mêrê xwe ye; keç be aîdê
malbata xwe ye, aîdê bav û birayê xwe ye, bi tu kesî re nayê parvekirin.
Di
rewþeke wisa de deng, awaz, qêrîn dibe azadiya jinê bixwe. Tu dibînî gelek
caran jineke 30 salî ku ji gund bixwe tu kesî heta wê demê dengê wê nebihîstiye,
di þîna nasekî xwe de kilamên þînî dibêje û gelek kes dengbê wê bi vî
rengî dibihîzin. Rastiya gotina te jî heye. Gelek dengbêjên jin ên wekî
Eyþe Þan, Meyremxan ku bixwe bakurî ne lê hunera xwe li derveyî bakur, li
baþûrê welêt pêk anîne. Ev yek her çiqas bi kevneperestiya kurdan û rola
dînî ve girêdahî be jî, rola geþedanên baþûr bixwe jî hene. Tu dizanî
ku wê demê li baþûr û rojhilat weþanên radyo û televizyonê hebûn ku
zimanê kurdî jî xwe tê de îfade dikir.
Bi
ya min strangotin azadî ye. Dan û standinek tê de heye. Bi deng dide insanan.
Li ser insanan tesîr dike. Gava ew tesîr çêdibe, pir tesîrên din
derdikevin holê. Ji ber vê yekê jî bi awayê psîkolojîk ez difikirim. Xweþikbûna
jinê, xweþikiya dengê jinê, bedewiya jinê, hem fizîkî û hem jî dengê wê
hatiye qedexekirin. Her dem perde li ber hatiye girtin. Jin kengê dikarin kengê
bibêjin? Dikarin di þînan de bibêjin. Ew jî ku emrê (temenê) wan zêde
be.. Tu caran nayê bîra min ku jineke ciwan kilamên þînî li ser miriyan
gotiye. Hebe jî nexweþik bûye. Wê gavê tu dikarî hawar bikî, fîgan û qîrîn
bikî, porê xwe bikiþînî, haho bikî bigirî. Di wir de hawar heye, qêrîn
heye, îsyan heye, girîn heye, þîn heye, mirin heye, têkçûn heye...
Salihê
Kevirbirî: Dîmêneke
pir reþayî heye...
Gulistan
Perwer: Rast e her reþayî
ye. Civakê izin dayê vî tiþtî. Lê eger jin biçe li civatekê rûne û
konserekî bide, bi wê bedewiya xwe derkeve, delalekî bibêje yan jî straneke
evînî bibêje hem fizîka jinê, hem estetîka jinê derdikeve holê. Ji ber wê
yekê jî civakê rê nedaye. Perde her bûye para jinê.
Salihê
Kevirbirî: Lê ev
yek zêdetir li bakur heye. Yên ji bakur li baþûr stranê xwe pêþkêþ kirine?
Gulistan
Perwer: Na! Ez vê yekê
qebûl nakim Salih! Çima li baþûr pêþkêþ kirine? Dewlet li, li Bexdayê,
radyo daye kurdan. Mihemed Arifê Cizîrî û ên din li wê derê stranên xwe
gotine. Ma neçûna Bexdayê û di Radyoya Bexdayê de kilamên xwe pêþkêþ
nekirana, min dê ji ku derê bizanibûya Mihemed Arifê Cizîrî heye,
Hesenê Cizîrî heye an jî Meryemxan û Eyþe Þanê heye?
Salihê
Kevirbirî: Li wir jî
dengê wan di radyoyê de maye.
Gulistan
Perwer: Bi
xêra wan ji me re arþîvek çêbû, em pê hesiyan ku hunera van stranbêjan
hene. Em spasiya Bexdayê dikin. Ku wan radyoyan çêkirin.
Salihê
Kevirbirî: Tu dibêjî
radyo tunebûna, wê li baþûr jî stranbêjên jin çênebûna...
Gulistan
Perwer: Jin di civakê de
tunebû lê radyo hebû. Em behsa feqîra Meryemxanê bikin. M êrê wê berdayê
çûye bûye xizmetkar, piþtre ji radyo bang lê kirine çûye di radyoyê de
hem xizmetkariya xelkê kiriye hem jî di radyoyê de stran gotine. Yanî li baþûr
jî ew azadbûn nîne. Li tu civatan, li tu perçeyên welatê me ev azadbûn
tuneye. Þaþ e ku mirov bêje li bakur tune li wir heye.Yanî li Bexdayê wekî
niha televizyon çêbûye. Yanî riyek li wir vebûye ku jin werin stranên xwe
bibêjin. Qîmetek li wir didin jinê ku jin werin li wir stranên xwe bibêjin.
Dîsa xelkê ji me re kiriye. Êdî ez nizanim wê dema radyoya Bexdayê vebû kî
li ser hikûm bû.
Salihê
Kevirbirî: Ez ne þaþ
bim Ebdilnasir bû... Te jî diyar kir; dema mirov li muzîkê guhdarî bike û
analîzek li ser pêk bîne ango gava mirov gava guhê xwe dide muzîka panzdeh
sal, þazdeh sal, hiþdeh sal berê mirov dibîne ku zêdetir ajîte û
propaganda heye, lê mirov dema îro guhê xwe didê mirov dibîne ku di muzîka
kurdî de kurdewarîbûn, zêdetir aliyê evînî û hunerî li pêþ e. Gelo pêdivî
zêde bi ajîte û propagandayê nîn e yan ew merheleya ku berê ajîte û
propaganda dihate kirin êdî peywira xwe biencam kir?
Gulistan
Perwer: Eynî, pirsa te
bersiva xwe jî da! Me encamek baþ girt. Êdî gotina Kurdistanê, ne wekî
mare ku bi zimanê mirov ve vedide, ye. Heke sedî sed nebe jî, sedî heftê yê
niþtecihên welêt dikarin bibêjin ‘Welatê min Kurdistan e’ û ‘ez kurd
im’. Armanceke wisa ku êdî em wan rakin ser piyan ku bi xwe bihesin û bêjin;
‘em ne tirk in, em ne mileteke din in’. Ji îro û pê ve êdî divê em li
çand, ziman û kurdewarîbûna xwe xwedî derkevin. Netewebûn êdî ji bo me
divê bibe karê serêþiyê. Divê kurd serê xwe bi neteweyîbûnê ve bieþînin.
Armanc û pêdivî bi propaganda û ajîtasyonekê nema. Bêhtir bi hunereke bihêztir
ku em karibin asta xwe ya hunerî bînin asta cîranên xwe. Niha lêgerîn û
xebat di vî warî de ye. Em dikarin çawa di wê astê de bilivin. Lê mirov
nizane pêþeroj çawa çêdibe. Niha Rojhilata Navîn dikeve pêvajoyeke nû.
Di nava vê pêvajoya nû de rewþ çawa dibe mirov nikare rave bike. Lê ez
bawer im karê me yê hunerî û strangotina me, karê hunerî bi giþtî di
stranê de, di þiîrê de, di þanoyê de, di hemû tiþtî de bi sosyalîte û
bi jiyana gel ve girêdahî ye.
Salihê
Kevirbirî: Çend
pirsên min mane Xatûn Gulistan. Lê, dixwazim bi taybetî li ser bernama
‘Bexçê Gulan’ jî bipirsim. Ji ber ku ez ji bakur hatime, ez baþ dizanim dêhn
û bala me bakuriyan li ser çi ye. Dikarim bibêjim ku bernama ‘Bexçê
Gulan’ yek ji bernameyên ku herî reytînga wê zêde ye. Dema mirov li
bernameyê temaþe dike, wekî temaþevanekî heger ez bibêjim, ez ji hestên
we derdixim ku bûye zaroka we ya duyem. Ev hezkirin bi we re, hesteke çawa,
hiseke çawa dide peydakirin. Mesela bername heta tê pê di merheleyên çawa
de derbas dibe.? bêguman karekî kolektif e, lê tiþtê berbiçav ew e ku
hezkirineke mezin di vî karî de heye...
Gulistan
Perwer: Hinek tiþt hene
mirov nikare rave bike. Rojekî yekî tirk ji min pirsî got; ‘sira vê yekê
çiye?’ Min got; ‘ez heyfê distînim!’ Ez heyfa çi distînim tu zanî
Salih? Ez heyfa heþtê salî distînim. Aliyek e e; neyfa heþtê salî. Tu kêmasiya
me ji tu kesî tune lê xelkê xwest me kêm bibînin. Aliyê duduyan, hewqas ez
ji zimanê kurdî hez dikim, hewqas pê ve girêdayî me, nizanim herkes ji
zimanê xwe hez dike. Her milet bêguman ji zimanê xwe hez dike. Bi zimanên
din jî dizanim. Di þazdeh saliya xwe de derketime Ewropayê. Pênc-þeþ
zimanan dizanim. Ez bawer im meseleya bindestî û perçiqandinê jî heye. Yanî
ev tiþt hewqas li cem min hesas in. Hesasiyeteke mezin. Ji bo min axaftina
zimanê kurdî îbadet e. Heger ez bikarim vî zimanî di televîzyonan de bidim
hezkirin ev yek ji bo min xweþhaliya herî mezin e. Li hêla din ev bîst û þeþ
sale ku ez ji Kurdistanê derketime. Di zarokatî de ez derketim. Ez bi welatê
xwe þa nebûm. Pir ciyên Kurdistanê min nedîtine. Min çend bajarên
Kurdistanê dîtine û di çardeh
saliya xwe de dûrî welatê xwe mame. Hatime mecbûrkirin. Ligel ku li tevahiya
dinyayê geriyame û min hemû parzemînên dinyayê dîtine. Bi hemê çandên
cîhanê re nasrawbûna min çêbûye lê mixabin ez nikarim herim welatê xwe.
Gava
behsa Cizîra Botan dikin, dema behsa bedewiya Behdînan dikin, gava behsa xweþikiya
Serhedê, delaliya Deþta Xerzan û Batmanê dikin derd û kuleke mezin bi min
re peyda dibe. Ev yek bi mirovan re evîndariyeke bêhempa çêdike. Ez evîndar
im, evîndarê wê axê me.Her jixwe dipirsim; ‘gelo dê rojek were ku ez wê
axa pîroz careke din hembêz bikim?’
Salihê
Kevirbirî: Ku tu
rojek çûyî wê derê, tiþtê ku tu di destpêkê de bikî çi ye?
Gulistan
Perwer: Ez bawer im ezê pêþî
axa wê maçî bikim. Ezê têrn ava wê vexwim. Ezê bibêjim; ‘Xwedêyo! þikir
ji te re ez gihiþtim gelê xwe, axa xwe ya pîroz..!’ Wê demê çawa ku ez
ji nû ve ji diya xwe bûme dê bi min were ez bawer im.
Ez wê axê pir pîroz dibînim. Wê rojê min di bernamê de jî behs
kir, ez vê demê Tewratê dixwînim. Tewrat bala min kiþandiye. Hemû çîrokên
wê li Kurdistanê derbas dibin. Di axa pîroz de heger naletê bandora xwe heta
niha berdewam kiriye, ez dibêjim sedema vê yekê heye. Çawa ji bo Xristiyanan
Quds, ji bo misilmanan Meke û Medîne pîroz e, ji bo min jî axa Kurdistanê pîroz
e. Ew der heca min e.
Salihê
Kevirbirî: Berî ez
bixwazim ku tu behsa projeyên xwe yên pêþerojê bikî, ez dixwazim bipirsim
24 saetên te çawa derbas dibe?
Gulistan
Perwer: 24 saetê min çawa
derbas dibe. Ez li penaberiyê me, ez li xerîbiyê me. Ez li pir welatên
Ewropayê geriya me, min mal çêkirine û min mal vala kirine. Cara pêþî
hatime Almanya, ji Almanya hatime Swêd, ji Swêd çûme Londonê û niha jî ji
Londinê çûme Brûkselê. Heta niha jî ne diyar e ku ezê li ku bi cî bibim.
Jiyana min jiyaneke wisa koçberî ye. Ev yek jî bandora xwe li ser mirovan
çêdike. Li gor þert û mercan wexta min derbas dibe. Bêtir caran di riya de,
di teyaran de, di trênan de derbas dibe wexta min. Gava li mal bim jî wext
hebe dixwînim, wext hebe li ser stranan disekinim, stranan dibêjim, wext hebe
bi Serxwebûn re wexta xwe derbas dikim. Li gor þerta ye. Jiyanekî gelek
dijwar e welhasil. Mesela jiyana te li derekê ye, karê te li dereke din e.
Meseleya konseran heye, li hemû welatan tu mecbûrî bigerî. Ez vêga li
Stockholmê me. Mesela vê heftê li Almanyayê konser heye, ezê herim wir, dîsa
vegerim. Ji vir biçim Londonê, ji Londonê ezê biçim Danîmarkayê, ji Danîmarkayê
jî ezê biçim Belçîkayê. Wekî min got rojên min gelek caran di rêyan de;
di trên û balafiran de derbas dibe...
Salihê
Kevirbirî: Plan û
proje...
Gulistan
Perwer: Plana min a pêþî
niha Serxwebûn e. Serxwebûn kurê min e. Bû 22 salî. Ew jî di dijwariyeke
giran de mezin bû. Min hem karê xwe, hem jî di nava karê dijwar de wî mezin
kir. Serxwebûn dibistan xilas kiriye, niha biryar nedaye wê li ku bi cî bibe.
Ez jî li dûv wî me niha digerim. Ez dibêjim kurê min emê li ku bi cî
bibin? Ew jî nizane. Ew xortekî kurd e, dilê wî ji bo welatê wî davêje.
Ew jî ez jî dixwazim plan û projeyên wî li ser bingeha neteweyî bin. Ya
duduyan, ez kasetek amade dikim. Kaset hatiye nîvî, li Tirkiyeyê bingeha wê
çêdibe. Li Dussedorfê stûdyo li benda min e, ez bawer im ji îro û pêve ezê
hemû wexta xwe bidim kasetê.
Salihê Kevirbirî:
Gulistan Xan, mala te ava. Zor spas ji bo ku te wexta xwe bi me re parve kir û
em bûn þirîkê hestên te yên kurdewar...
Gulistan
Perwer: Spasî û malavahî
ji min Salihê bira....
* Beþek ji vê hevpeyvînê di Hejmara 2’emîn a Kovara Rewþennameyê de hate weþandin ku li Stenbolê xwerû bi kurdî weþana xwe dike. (S.K)