SÛKA SÊRTIYAN* Û PENÎRÊ SÎRIKIRÎ

 

Ji bo destebirakê min Îkram Balekanî

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com

 

Saet yek û bîstê nîvro

Li ‘Sûka Sêrtiyan’

Li ber Çayxaneya Remezan

Ango li gorî bilêvkirina te ‘Dostlar Çayevî’

Ez, Seîpê Titûnî, Ednanê Gozelderî

Piþta me li dikana Hecî Mihyedînê Qesab

Guhên me li dengê azana Mele Þikriyê Zoqeydî

Berê me li Aþxaneya Hacî Bedroyê Ziyaretî

Çavên me li riya te ye ‘biracan!’

 

Mezlûmê bira li têlê xist çendeke berê

Bavê wî ji mirinê filitî ye

Piþta xwe daye Elbîstanê

Berê wî li Çiyayên Dêrsimê

Ava Mûnzûrê

Festîval li bendê ye

Pirsa te ji min dike

 

Wa ye Mamê Elî jî hat!

Þewqeya Diyarbekrî li ser çavan

Biþirîna zirav li ser rûyan

Ji firûnê tê

Nanê zirav ê germ di destan de

 

Li ser maseya biçûk

Xwarina me ya her car

Tirî, bacanê sor, xiyar

Nanê germ û penîrê sîrikirî

Kursiya te vala

Çavên me tije

Netirse me para te hêla ye

 

Kemalê Qasetfiroþ kêm bû

Ew jî hat, ji gotinan nayê xwar;

‘Min goyê xwe da Îkram...

Li vê derê distra,

çavê min di radyoyê de jî îro heland!’

Ji dikana wî dengê Þivan Perwer

Strana ‘Zembîlfiroþ’ ligel Gulîstan

Çendek paþê ji ber ‘tan û niç’ Mamê Elî

Vedigûhêze bi ‘Lawikê Metînî’ ya Karapetê Xaço

‘Hekîmo’ ya Þeroyê Biro

Ligel ‘Fîq’ û ‘Bilûra’ Egîdê Cimo

‘Rizgan û Nûrê’ ya Delîlê Dîlanar

Paþê jî bi ‘Yan Mirin ya Diyarbekir’a Beyto Can

 

Çaya Qaçax jî li ber penîrê sîrikirî xweþ e bira!

Serpêhatiyên Mamê Elî destpê bûn dîsa

Rebî Meazelah!

Dezgehên Bazarê yên Seîp

Desteser kiriye belediye

‘Dê û weledên xwe diavêje!’

 

Em li bendê ne

‘Mîrê Kela Belîsê’ Mulazim;

Mamê Mahþûk, Mamê Esker

Qasek paþê dê bibêjin ‘Selamûneleykûm!’

Feyselê Botî û Dîlawerê Dihî

Ji ‘Komeleya Erûhiyan’ derketin tên

Civat þên e îro

 

Me qirar e biçin

Binê Pira Galatayê

Bo kêþana nargîleyê

‘Xwe gîro neke’ biracan

Xwe dereng nexe

Zû were..!

 

27.07.2004 / Stenbol

 

* Sûka Sêrtiyan: Li Fatîha Stenbolê ji ber zêdebûna niþtecihên Sêrtî, çarþiya ku bi navê ‘Sûka Sêrtiyan’ ango ‘Kadýnlar Pazarý-Bazara Jinan’ tê naskirin.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org