Nimûneyeke
Çêjdar ji Edebiyata Devkî ya Gelê Kurd:
Bi qasî ku dizanim,
li seranserê cîhanê edebiyata kêm gel û neteweyî bi qasî edebiyata
devkî ya gelê kurd ‘bedewî-delalî’ya qîz û jinê bîne zimên. Bêguman,
bes çend nimûneyên sereke ji zargotina kurdî li zimanên biyanî bê
wergerandin û nasandina van nimûne-belgeyan baþ bê kirin dê bê dîtin
ku ne kêmî ‘Hamlet’a William Sheakspearê ne. Ev çi delaliya jinê ye
ku di wan hevokan de tê kirin? Bi rastî jî delalî-xweþikahiyeke bi vî
awayî heye?
‘Çav û birûyê
reþ ê leglegî’ çawa ne? We keç û qîzên xwedî ‘Lêvên tenikî
kaxetî’ li ku dîtine? ‘Diranê sîmê hûrê mircanî’ tê çi wateyê?
‘Serê memikan sor in, qoratên memikan spî ne, mîna ‘Qazocaxê
Ceryanlî’ ne!’ çi tîne bîra we!? Helbet, di van gotinan de
edebiyateke ‘qirase’ heye. Ne tenê ‘bedewî’; carinan ‘karesatekî’
sosret, carinan ‘bextreþiyekî’ malkambax, carinan jî ‘mêrxasiyekî’
bêhempa heye.
Her wekî, bi sedan
nimûneyên ji edebiyata me ya devkî, kilama ku bi navê ‘Têlî’ an jî
‘Têliya Qîza Mîrze Axa’ hatiye naskirin û binavkirin nimûneyeke
çêjdar e ku ji devê ‘dengbêj’ ango ‘goyende’yan heta îro
hatiye. Min bixwe ev kilam, bi zaravayê kurmancî ji dengbêjên Serhed,
Xerzan, Botan û Êrîvanê bi guherto (versiyon) yên hemû ji hev xweþtir!
Guhdarî kiriye. Hêviya min ew e ku kilama navborî li seranserê welêt,
bi zimanê kurdî û bi zaravayên kurmancî, soranî û zazakî hatibe bilêvkirin.
Heger bi vî awayî be kirmancaxêv (zaza) û soranîaxêv ji vê nimûneya
‘çak’ a edebî haydar in. Ev bixwe þansek e!
Welhasilî kelam!
Wekî min eþkere kir, min kilama ‘Têlî’ di heft salên dawî de, ji
devê çend dengbêjî guhdarî kir. Ne þaþ bim di sala 1998-1999’an de,
min yek ji van guhertoyan di Rojnameya Azadiya Welat de neþir kir. Kilama
li jêr ku hûnê niha li jêr bixwînin, min ji devê Dengbêj Salihê Qubînî
ku ji Herêma Xerzan e berhev û tomar kir, paþê jî bêyî ku dest bidim
naveroka wê darêþt ser kaxezê!
Kerem bikin! Hûn û
Kilama ‘Têliya Qîza Mîrze Axa’...
Wey Têlî Têlî Têlî
Têlî
Têlî Têlî Têlî
Têlî Têlî...
Ezê serê sibê ji
xewka þêrîn rabim bêjim Têlî
Bi nava rojê bibêjim
Têlî
Bi êvarê, bi saetê,
bi deqê, bi saniyê
Ji axîn û kedera
dilê xwe re wezê bang bikim
Rabim bibêjim Wey Têlî...
Na na Weleh heya
bikeve çavê min kefa vê sabûnê
Wezê bêjim Têlî
Heta li ser singê
min bibe ‘çîrîna’ kefen, ta û derzî
Ezê rabim bibêjim
Wey Têlî
Heya li ber piyê
min, li ber serê min
Cotikê kêlên
keviran hebe
Wezê bêjim Têlî
Heta li ser singê
min peya bin
Cotek ‘Melekê
Muqerem’ ‘Qasidê Xwedê’
Le gava ji min sûala
qebrê bikin
Yeqîna we ji Xwedê
bê
Ezê cewaba van
melekan nadim
Ezê piþta xwe
bidim van melekan
Dîsa ezê bêjim
Wey Têlî Têlî Têlî Têlî
Le min got; Tu hûr
î, boz î, beyaz î,
Xalis î, kihêl î,
mûxlis î,
Ne ad û ne îmze li
ber navê te ne
Wele li ber dilê
min tu kihêl î
Ez vê sibê hatime
mala bavê te
Nizanim çima wisa sûretê
sor ji min diveþêrî
Heft birakê te hene
Heft heb xwiþkê
min hene
Sedema çavê te yê
reþ û belek
Ezê ji wan re bikim
berdêlî
Wey Têlî Têlî Têlî
Têlî...
Lê heylê zalimê...
Min got Têliya min
lê hayê
Bejinbilinda min lê
hayê
Bila qeda heftê
bela bikeve
Zewacîka dilketinê
Her çar rokê
dinyayê
Çiqasî malê bavê
min zehf be
Bavêjim Banqê
Tirkiyayê
Nizanim çima qelenê
bavê te dernayê
Îsal beriya heft
salan
Min ramûsanek bi
tenê
Ji Têliya malikþewitî
standiye
Îsal heft salê min
qediya ye
Ji xwe re digerim li
der û li dinyayê
Ezê rojê pênç
ferza destmêj digirim, limêj dikim
Devê xwe diþom bi
sabûnê, bi firçê
Ez dikim nakim
Tama ramûsana vê
telesê
Ji binê koka diranê
minê kursî dernayê
Wey Têlî Têlî Têlî
Têlî...
Lê heylê zalimê...
Min got de rabe Têliya
min lê hayê
Sed caran bi min hayê
Vê sibê rabûye vê
sibê
Ji derd û kulê
dinyayê
Bi tayê Derwêþî
xwe girê daye
Ji xwe re digere li
ser rûkê vê dinyayê
Min got Xaliqo,
Rebiyo
Sibê ye ezê diçûm
Mala Têliya xwe bi mêvanî
Sibe bû diçûm
Mala Têliya xwe bi mêvanî
Minê li ber qûlikan
û pacan
Stû xwar kiriye, ji
xwe re kir gohdarî
Min dêhn û bala
xwe dayê
Têliya Qîza Mîrze
Axa
Destê xwe yê terî-tazî
ye
Daniya ber serê
kalekî heftê û heþtê salî
Min dît stêrên çavên
min hatine xwarê
Mînanî çem û kanî
Min got, Xaliqo
Rebiyo
Mirin ji min xweþtir
e gelo ji vî halî
Min dî bilbilekî
ji asîmanê heft qatî
Ji ser çok û çengê
min danî
Bi min re xeber da
Bi tirkî, bi
kurmancî, bi zazakî, bi romanî
Bi çil û çar
zimanî
Digot lo lo kuro
lawiko marûmo
Mexset û miradê te
çi ye?
Min digot, mexred û
miradê dilê min Têlî ye
Digot, na na weleh
qesem dikim bi navê Xwedê
Mexsed û miradê
dilê te û Têliyê
Li vê dinyayê nabe
‘Cineta Baqî’
gelo ‘Erþê Alî’
Na na weleh kor poþman
ez im
Ezê careka dinê
dageriyam
Li ber qûlikan û
li ber pacan
Minê stû xwar kir,
ji xwe re kir gohdarî
Minê dêhn û bala
xwe dayê
Têliya Qîza Mîrze
Axa
Serê xwe rakiriye
ji ser cih û ser balgiya
Digot, kuro lawiko,
marûmo, vireko
Rûreþo, derewîno
Zozanê Bîngol û
Þerefdîna Þewitî biþewite
Salek û duwanzdeh
meh e
Bi ser me de bi çem
û bi kanî
Na na weleh em hê
heft salî bûn
Çardeh û panzdeh
salê me bi hev re qediyan e
Em ji xwe re
digeriyan lawo
Bi qîzanî bi
xortanî
Belê kuliya serê
zimanê te nexwaribû
‘Ava Reþ’ bi çavê
te de nehatibû
Tiliya min bi çavê
te re neçûbû
Te rojekî ji nava
rojan
Ji heval hogirê
dora xwe re bigota
Dilê min di Têliyê
de ye
Wê gavê me yê bi
destê hev bigirta, birevanda
Biavêta zozanê me
yê jorîn e
Na na weleh tû yê
ji min re bibûyayî malxwe
Ezê ji te re bibûma
bermalî, kebanî
Îro çima tu yê li
hal û demê min napirsî
Ezê ketime tora vî
kalê heftê û heþtê salî
Rojê carek mirin ji
min re xweþtir e ji vî halî
Wey Têlî Têlî Têlî
Têlî...
Lê heylê zalimê...
Ezê aþiq û
sewdaliya bejn û bala Têliya xwe me
Va ye bi derwêþî
min xwe girê daye
Ji xwe re digerim li
ser rûkê vê dinyayê
Ez dikim û nakim
Sebr û hewas û
qinyata dilê min li vir nayê
Min xwe berda Þamê,
Helebê, Himûsê, Hemayê
Hamûdê, Kerkûk û
Kerbelayê
Derketime serê Meka
Minawer, Kevirê Tûbayê
Hingî erdekî, temîzê
miqades bû
Dikim û nakim
Sebr û hewas û
qinyata dilê min li wir nayê
Min xwe avêtiye Girê
Erefa yê
Ciyê hêvî û dûayê
Na na weleh minê
xwe berda Þarê Îraqê
Serê kûçe û
mehelê vê Bexdayê
Minê dêhn û bala
xwe daye
Qîzikek rûniþti
ye, li binê dara darçinarê
Sûretê Cizûyê,
Yasînê
Mane dike rûpela
mibarik a vê Emayê
Digot lo lo kuro,
lawiko, marûmo
Çima wisa li min
dinêrî
Navê min e, ji min
re dibêjin ‘Meyremayê’
Belê were di kêleka
min de rûnê
Wezê wê gavê
deynim Sûretê Cizûyê, Yasînê
Rûpela mibarik a vê
Emayê
Digot, sed û yek
salan
Tu di kêleka min de
bî
Tu car û tu car
mirina malikþewitî
Her çar rokê
dinyayê
Li bîra te nayê
Wey Têlî Têlî Têlî
Têlî...
Min got lê lê
zalima qîza zaliman
Qesem dikim bi navê
Xwedê
Sed û bîst hebê
weka te hebin li dinyayê
Neynûkeka Qiza Mîrze
Axa pê nayê
Le lê lê zalimê
min got bihar e
Bihara me rengîn e
Li ser riya me Zozanê
Bîngol e
Nemrûd e, Serhed e,
Þerefdîn e
Birek malê bavê Têliya
min bar kirine
Danîne li Zozanê
Xazovîzo
Li Qûntarê Sîpanê
Xelatê danîne
Hespê binê min kihêl
e, rewan e
Þopê malê vedigerîne
Min dêhn û bala
xwe daye
Sê konî li Beriya
Jêrî danîne
Ma cotê konê pêþî
kes tê tunîne
Min ajote konê navîn
e
Min bala xwe dayê sê
zerî ne
Bi çav û birûyê
reþ ê leglegî ne
Bi dev û lêvên
tenikî kaxetî ne
Bi diranê sîmê hûrê
gelo mircanî ne
Weleh serê memikên
wan sor in
Qoratên memikên
wan spî ne
Mîna ‘Qazocaxê
Ceryanlî’ ne
Li ser masên zêrî
û zîvî ne
Zincîrên dorên
wan xalis û mûxlisên Reþadî ne
Belê ji hikmê nîvê
þevan û pê de
Ji xwe re çay û
qehwê dikelîne
Ez evdala ya ortê
me
Navê wê Têlî ye
Qey mîna ev her duyên
din
Jê re bûne kole û
xizmetçî ne
Weleh yek jê çay
û qehwê dikelîne
Ya din rahiþtiye
destmalê
Li serê dike bayê
baweþîn e
Weka qaz û qûlingê
Beriya Jorîn e
Belê salê carekî
Serê xwe li Zozanê
Bingol û Serhed û Þerefdînê dertîne
Yeqîna we hebe ji
Xaliq Rebê Alemê
De çiqas jinê çê
hene
Temamî qismetê mêrê
kotî ne
Wey Têlî Têlî Têlî
Têlî...
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org