Hunermend
Xalid Sofî:
‘Huner
û muzîk kaniyên jiyanê ne!’
Hunermend
Xalid Sofî, di sala 1966’an de li Baþûrê Rojavayê Welêt,
bajarê Kobanê ji dayîk bûye. Di 15 saliya xwe de dest bi karê
muzîkê kiriye. Ji malbateke alim ango teqwa tê. Bi awaz û dengên
tesawûfî mezin bûye. Li gorî gotina wî, li ber destê bavê
xwe ku Miftiyê Kobanê bûye hînî xwendina Qurênê bûye.
Xalid Sofî,
birayê Hunermendê Mezin Reþîd Sofî ye ku bi strana ‘Xweziya
Hêvî pêk bihatana’ di nava muzîka kurdî de navekî zêrîn
ji xwe re terxan kiriye.
Çendek
berê, li paytexta Swêd Stockholmê deriyê mala xwe ji me re
vekir. Li ser muzîk, enstrûman, tesawûf, plan û proje û
mamoste û birayê wî Rêþîd Sofî me pirsî Xalid Sofî bi þanazî
bersiva me da...

******
Kekê
Xalid dixwazim bi pirsekî klasîk dest bi gotûbêja me bikim; Ji
bo her hunermend, dengbêj û stranbêjek hosteyek heye ku feyza
xwe jê wergirtiye. Ji bo te kesê seyda ango mamoste kî bû? Her
wiha di zarokatiya te de kesên ku bi hunera xwe tesîr li te
kirine kî ne?
Helbet
mamosteyê min, birayê min ê mezin Reþîd Sofî ye. Di biçûkahiya
xwe de min her lê guhdarî dikir...
Ku
niha li bajarê Kobanê jiyana xwe berdewam dike ne wisa?
Belê
rast e, niha li Kobanê dijî. Min li wî guhdarî dikir. Hunera wî
ya ûdê, hunereke gewre ye. Her
wiha meyla min li ser tembûrvanên folklorî hebû. Bo nimûne
min li Adîk guhdarî
dikir. Gelek caran Adîk dibû mêvanê dîwana bavê min. Tesîra
wî li ser min çêbûye. Mislimê Çîbo hebû, min gelek lê jî
guhdarî dikir....
Ez
bala xwe didim taq û sergoþeyên mala te, dibînim ku gelek amûrên
muzîkê cihên pak ji xwe re terxan kirine! Ango diyar dibe ku
navbera te û alavên muzîkê gelek baþ e. Heger em bixwazin tu
navên wan ji me re rave bikî dê gelek baþ bibe. Çi ne enstrûmentalên
muzîkê ku tu lê dixî? Meyla te zêdetir li ser çi ye?
Ji
bo min ûd û tembûr delalên ber dilan in. Nikarim xwe ji wan biþom!
Di stranên folklorî de helbet tembûr e dosta min! Wê gavê pê
dilxweþ û dilgeþ im. Ûd dosta min a þevên reþ û hicranî
ye. Bêhtir di wan þevan de bi ûda xwe re dikevim fikr û
xeyalan, dikevim...! tu bibêje!?
Dikevî
zikrê!
Hey rehmet li gora miriyên te! Belê bes bi ûdê dikevim zikrê. Gava helbestên Melayê Cizîrî dibêjim, pê dihesim ku bi eþq min qevdikên ûda xwe zeft kiriye! Ji bilî van her du amûrên sereke, ji amûrên din re jî xwe xerîb nabînim, li piraniya amûrên bitêl dixim...
Ji
bo vê yekê te perwerdehiyeke taybet dît an na? Te dibistan
xwendiye ji bo vê yekê?
Belê
min xwend. Min li bajarê Helebê xwend mixabin min ne bir serî.
Mamosteyên min ên notayê bixwe jî hebûn. Lê bêhtir min
xwest pêþketina xwe bi destê xwe bikim. Li gorî baweriya min,
her muzîsyenek tiþtek di hundirê wî de heye ew bi xwe dikare vî
tiþtî bide der. Bes heger bixwaze û hewl bide ew dikare bide
der. Jêhatibûnek ji mirovan re pêwîst e ku bikaribe xwe bi pêþ
bixe.
Tu
dibêjî divê ew cewher di nav yekî bi xwe de hebe …
Belê
belê! Pêwîst e ew cewher ji zayînê pê re hebe.
Dibistana
muzîkê ku te lê xwend çi nav lê hatibû kirin?
Konservatûara
Helebê ya Muzîkê.
Di
muzîk û strangotina ku tu pêk tînî de, awayê tesewûfî
serdest e. Gelo ev yek ji ku tê, çima tesawûf?
Bi
ya min muzîk bi þexsiyet ango kesayetiya mirovan ve girêdahî
ye. Gava tesawifek di þexsiyeta min de tunebe, ezê nikaribim muzîka
tesawif berdewam bikim. Helbet teqwabûn ango alimiya malbata min
bixwe jî tesîrek li hunera min kiriye, ez vê yekê înkar
nakim. Lê ev nayê wê wateyê ku tevahiya muzîka min li ser
tesawifê bihgeha xwe girtiye. Gelek cureyên serbest û folklorî
jî min hunera xwe de pêk aniye.
Li
ser van gotinan pirsekî wisa bikim; Xalid Sofî çi navî li
hunera xwe dike?
Ez
bi xwe naxwazim tu navî li hunera xwe bikim. Ji ber ku kesên
guhdar nav lê dikin.
Lê
cureya muzîka ku ez dikim, ew cûre ye ku ereb ‘Tereb’ jê re
dibêjin. Ango ew muzîka ku ji reqsê dûr e, muzîka ku mejiyan
dagir dike, bes mirov lê guhdar dike û mest dibe bixwe ye muzîka
Xalid Sofî.
Bi
awayekî zelaltir bibêjim; muzîka te tesawûf e, klasîk e?
Keko
di muzîka tirkî de heye, te bihîstiye. Jê re ‘Sanat
Muzigi’ (Muzîka Hunerî) dibêjim, a ha terza min ew muzîk
bixwe ye.
Terzekî
rojhelatî…
Terzekî
bihtir klasîk e..
Tu
ji malbateke alim têyî. Bavê te di dewra xwe de Miftiyê Kobanê
bûye. Stran, ûd, tembûr û malbateke alim çawa tênê cem hev?
Rast
e girêdaneke xerîb e. Ji dewra berê ve teqwatî û beþin ji
muzîkê li hev nekirine. Lewre jî bes çend amûrên muzîkê ne
tê de, gelek caran lêxistina enstrûmentan ‘mekrûh’ hatiye
hesibandin.
Lê
rastiyek jî heye ku di xwendina Qûran-a Pîroz bixwe de musîqa
heye. Di xwendina mewlûdê de mûsîqa heye. Di azana mele bixwe
de eþqek heye. Di xwendina her beþê Qûranê de meqamek heye.
Wekî stranbêj me çi kiriye? Me melodî aniye, li têlê
xistiye. Dibe ku ev melodî beþin ji ‘Kelamê Qedîm’ bixwe
be jî. Lewre
jî li gorî min hevgirêdaneke pir normal heye di navbera enstrûmental
û teqwatiyê de.
Di
vî warî de qet astengî derketin pêþberî te?
Belê
rastî gelek astengiyan hatim. Lê hêdî hêdî ev astengî bi
riya modernîzmê ji holê radibin. Wekî tu jî dizanî, li
mizgeftan li erbanê tê xistin. Niha merhaleyekî nû destpê bûye.
Li hinek herêman di mewlûdan de ûd û erbane bi hev re têne
bikaranîn.
Demek wisa bûbû ku dihat gotin; ‘di nava enstrûmentalê de þeytan heye!’ Ev tiþtên gelek þaþ in. Ew enstrûmental rûh dide mirovan, xwîna mirovan zelal dike. Niha ne wekî berê be jî, di vî warî de astengî berdewam in. Lê berê ji ber hinek astengiyan em diçûn ‘qaqa reþ!’... Di vî warî de zehmetiyên ku min bixwe ditine, bêhesab in...
Wekî
mînak? Mesela ez meraq dikim, bavê te ku miftî bû li ser tembûr
û ûda te çi difikirî?
Tembûra
min diþkand, dida ber êgir! didan ber agir. Bavê min gelek tembûrên
min û yên kekê min Reþîd Sofî þikandine heta tu bibêjî
bes!
Baþ
e Kekê Xalid yekem cara ku te rahiþt qevdika tembûrê tê bîra
te?
Tê
bîra min! Min bixwe çêkiribû. Ez biçûk bûm, birayê min Reþîd
nedihiþt ez dest bidim ûd û tembûrên wî. Tirsa wî hebû ku
ez akorda tembûran xerab bikim. Min tenekeyek anî, darekî xwe lê
siwar kir, hinek têl jî min lê badan. Çûm ber Kekê xwe Reþîd
Sofî sekinîm û min got: ‘Va ye tembûra min jî heye!’ Min
ji xwe re têra dilê xwe lêxist û li ber leyîstim. Wê rojê
min kêfa gurê pîr kiribû!
Wê
gavê tu çend salî bûyî?
Biçûk
bûm. Temenê min li dora 8-9 salî bû. Birayê min Reþîd Sofî
bala xwe dayê ku meyla min li ser hunerê heye. Hêdî hêdî
destûr dida ku enstrûmentan hildim destên xwe. Carinan ji bajêr
derdiket, diçû deverên din. Bi mehan, bi salan nedihat malê. Wê
çaxê ûd dibû hesreta ber dilê min. Min nedidît da ku ji xwe
re lê bixim. Dîsa vedigeriyam têlikên xwe ku min berê bi
derfetên zarokatî ji xwe re çêkiribûn.
Carcaran
ji xwe re diçûm deverên ku dawet û þahî lê hebûn. Min ji
xwe re li tembûrê guhdarî dikir. Ûdiyek li ku hebûya diçûm
wir da ku bibînim çawa lê dixe. Hinek car dihatim qewirantin,
digotin; ‘biqeþte here ji vir!’
Lê Xwedê heye! Min xwe bi pêþ xist. Demek hat, ew kesên ku di zarokatiya min de, dema min li têlikên bi tenekê ve dixist, xwedî ûd û tembûr bûn deh sal li pey min man. Ji ber ku di hûndirê min de hebû, ji wan borîm...
Siheta
te xweþ be! Gelo piþtî wê teneka bi têl ku te ji xwe re çêkiribû
bi çend salan tembûr an jî enstrûmentalekî te çûbû?
Piþtî
wê bi deh salan! Gava emrê min bû 19-20 bûm xwedî enstrûman.
Wê demê peydakirina enstrûmentan gelek zor bû. Amûrên muzîkê
kêm bûn. Li cem
herkesî tunebû. Mala ku ûdek, tembûrek lê hebûya, çawa
ku terextorek li ber deriyê wê malê be, her kes bi tiliyan ew
mal destnîþan dikir.
Bawer
im hestên te wê rojê gelek bilind bûne ne wisa? Dibe ku heta
sibê xew neketiye çavên te!?
Eynî
wisa bû. Ma tenê hestên bilind û hew? Mala te, Weleh çawa ku
keçikek li ber min raketî be, bi min hatibû. Di razanê de jî
li ber serê min bû. Eriya ku serê xwe deynim, dest û tiliyên
min jixweber diçûn ser têlan, min digot; ‘hela ev çi deng
e?’ Eþq û evîn e lo...
Di
wê serdema zarokatî û destpêka ciwaniya xwe de te guhên xwe
dida ser çi? Bo nimûne radyoyên kurdî bo te çi îfade
dikirin, te li wan guhdarî dikir?
Ez
bipirsim, gelo tu dikarî hunermendekî kurd nîþanî min bidî
ku guhên xwe nedabe radyoyên kurdî? Bawer im dê tu nikaribî.
Radyoya Bexdayê hebû, min gelek lê guhdarî dikir. Guhên min
tim li ser stranên Tehsîn Teha, Kawîs Axa û Mihemed Arifê
Cizrawî bûn. Rehma Xwedê li wan be, cihên wan cenet be...
Min
gelek jî li erebî guhdarî dikir.
Te
li kîjan dengên erebî guhdarî dikir Kek Xalid?
Min
li Evdilhelîm Hafiz guhdarî dikir. Min li Ferîd Etreþ guharî
dikir. Her wiha min li Um Kelsûm û Feyrûz guhdarî dikir.
Ev
demek e ku tu li derveyî welat, li Swêdê jiyanekî penaber dijî.
Gava tu hunera li welat û ya li derveyî welêt bidî berhev, dê
tu ferq û meyliyekî çawa bibînî. Ango terkeseriya ji welêt,
hunerê dikuje an na?
Helbet
tu nikarî li Stockholmê, li Osloyê, li Kopenhagenê an jî li
Parîs û Berlînê xweza, þert û þirûtên li Kobanê, li Efrînê,
li Qamîþloyê, li Batman, Mehabad û Zaxoyê peyda bikî. Gelek
caran piyên te li hewa dimîne.
Lê
gava di dil de hebe, bedena mirov li derveyî welat be lê dil û
mejî li welatê bav û kalan be, belkî wê demê tu bikarî
hesret, evîn û kesera welêt vebêjî, li têlên tembûrê
siwar bikî, naxwe zehmet e tu hunerekî kurdewar pêk bînî.
Ji
ber vê hindê gava mirov ji xwe ne piþtras be, þert û mercên
welatê xwe baþ nenase, li derve huner dimire û diçe.
Ligel
ku
bi salan e Xalid Sofî di nav hunera kurdî de ye, ji bo çi
heta niha mohra xwe li bin sêlik (CD) an jî kasetan nexistiye ?
(Axînekî
kûr dikiþîne) Mafê min heye bersiva vê pirsa te nedim? Ji ber
ku êþek
tê de heye.
Ev
bi xwe jî bersivek e. Mirov dikare bi þert û þirûtên aborî
ve girê bide, mirov dikare bi gelek tiþtên din ve girê bide,
ne wisa?
Bersiva
min li cem gel e Kekê Salih...
Plan
û projeyên te yên demên pêþ çi ne?
Dîsa em hatin ser eynî niqtê. Plan û projeyên min bi rewþa min ve girêdayî ne.
Bi
qasî dizanim tu dixwazî albomeke notayan amade bikî...
Rast
e. Xebata min li ser CD û kasetê bixwe jî heye. Lê girîngtirîn
xebat ji bo min pirtûka li ser notayan bixwe ye. Dê bikeve pirtûkxaneyan.
Ev karekî pîroz e ji bo min. Bila zarokên kurd fêrî notayan
bibin.
Li
gorî Xalid Sofî muzîk tê çi wateyê? Gava muzîk tê gotin çi
tê bîra te?
Li gorî min muzîk ji hezkirina mirovan ne cihê ye. Muzîk bo min felsefe ye, kîmya ye, biyolojî ye, fîzîk û matematîk e. Ango muzîk zanist bixwe ye. Dermanê dilan e muzîk. Hekîmê Loqman e! Huner û muzîk kaniyên jiyanê bixwe ne.
Diyar
e ji bo te her tiþt e muzîk. Ji te re bibêjin; ‘mehekê emê
te bixin odeyekî, tê guhên xwe nedî muzîkê û enstrûman hemû
li te qedexe ne!’ tê çi bikî?
Ew
kes çawa ku mirina min bixwazin! Bila bikujin baþtir e. Nikarim
rojekê jî bêyî muzîk dabar bikim.
Ez
bixwe yek ji bengiyê dengê wî me! Behsa mamoste û birayê te
Reþîd Sofî dikim. Dixwazim ku tu hinek behsa wî ji me re bikî.
Ne
ji bo ku birayê min e dibêjim. Bi rastî jî hunermendekî mezin
e. Bandoreke mezin li ser min hiþtiye. Mamosteyê min e. Reþîd
Sofî hunermendekî mîzacî ye. Hunermendekî wisa ye ku gava
bixwaze, dinya jî xerab bibe dê rahije ûda xwe û bibêje. Lê
gava nexwaze, malê dinyayê tev bidine wî nabêje. Ev jî xisûsiyetekî
wî ye.
Bêhtir
bi kilama ‘Xweziya hêvî pêk bihatana’ hatiye naskirin Reþîd
Sofî. Ev kilama wî bixwe ya an?
Na!
Gotinên kilamê ji hêla Salih Kobanî ve hatine nivîsîn. Reþîd
Sofî kilama ‘Meyrem’ jî gelek xweþ dibêje ku ew jî ya Cizîrî
ye.
Kekê
Xalid Sofî gelek spas ji bo ku te dema xwe terxan kir...
Spasxweþ
keko...
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org