|
|
- XENOYÊ
ETAR
-
-
-
-
- SALIHÊ
KEVIRBIRÎ
-
-
-
-
-
- Mirov çawa dizane ku
bajarekî kurdan kurdbûna xwe, kurdewarîbûna xwe parastiye? Dema we
serdana bajarekî kurdan kir, di kêliyên destpêkê de hûn dêhn û
bala xwe didin nîþaneyên çawa?
-
- Ji
bo we diyardeya herî berbiçav çi ye nizanim lê ji bo min diyarde û
nîþaneya herî berbiçav ‘etar’ û ‘firoþkar’ ên wî bajarî
ne. Ev çendek e, ji hestên xwe pê dihesim ku min bêriya dengê
‘etarên kurdîaxêv’ kiriye!
-
- Di
sala 1991’an de, bi malbatî me terka Batmanê kir.
- 16-17
salî bûm. 16 sal in ku dengê ‘etarên kurd’ nayê min. Lê dengê
wan ên 15-20 sal berê, wekî ku niha hatibe qêrîn di guhên min de
ne:
-
- Min
dil heye çend dîmen ji firoþkar û etarên Batmana zarokatiya min pêþkêþî
we bikim...
-
- Fermo
ji ber ‘Pasaja Hacî Necmo’ û ‘Japon Pasajî’ çend deng;
-
- -
Pelê Cixarê-Kevirê Çeqmaqan!
- -
Werinê dendikê zebeþan!
- -
Ava bûzê ava heyatêêê!
- -
Titûna Mûþê ye xalooo!
- -
Kent heye, Marlboro heye!
-
- Lê
‘Sûka Mast’, ‘Garaja Mezin’ û ‘Garaja Midyadê?’;
-
- -
Mastê miyan e xalet!
- -
Îþlikê zarokan erzan û belaþ e ha!
- -
Ava sûsêêê!
- -
Werinê Dimsa Entabê-Penîrê Koçeran wey maþelah!
- -
Qurtelan-Biþêrî-Qozlux, dolmîþ radibeee!
-
- Jixwe
dengên zarokên xerzî-torî-botî, ligel ku kesereke kûr jê difûriyan,
dengê herî þekirî û melodîk bûn ji bo min:
-
- -
Xalo boyax bikim?, neberiqe pere nede!
- -
Dondirme qaymaxxx!
- -
Eskîmooo!
- -
Xalo erebok lazim e!?
- -
Teksas–Tommiksss!
- -
Nokên kelandî abêêê!...
-
- ***
-
- Sala
1982-1983 bû ne þaþ bim.
- Xenoyek
hebû, etar...
- ‘Xenoyê
Etar’ jê re digotin. Li dora 40-45 sal kiribû...
- 7-8
salî bûm. Mala me li taxa ’19 Mayisê’ bû. Gava di sikaka navbera
mala me û Mala Hacî Bacet de derbas dibû, dengê wî dihat. Dengekî
xenokî, çawa ku di pozên wî de nîv-kîlo goþt hebe, vin-vina wî bû!
Kêm kesan ji bangkirin û gazîkirina wî fêhm dikir. Jixwe min tu tiþtî
ji gotinên wî fêm nedikir. Lê hema hewesa min ji dengê wî re
dihat. Ligel ku tiþtên difirotin; ne li gorî min bûn jî, gava di
ber mala me re derbas dibû, ji malê dipekiyam. Min xwe diavêt ser dîwarên
hewþê û temaþeyî deng û þemalê wî dikir!
-
- Pa
þemal çi þemal bû, pehhh!
- Bejna
wî, ji metroyek û nîv -santîmek jî- ne zêdetir bû. Mirovekî
devbeþ û nelihevhatî bû. Gava mijûl dibû an jî dibiþirî, sî û
du diranên wî yên ji ber dûmana cixareya ‘Birincî’ zerbûyî,
derdiketin derve! Kûmekî spî li seran bû, salewext êlekek lê bû
ku aliyekî wê her dirêj bû. Paniya qondereya wî ya qetiyayî, her
þikestî bû...
-
- Nizanim
çima lê, qîz û keçên taxên dorhêlê çawa ku evîndarê wî bin,
li derdora wî diciviyan. Gelo henekên xwe pê dikirin yan jî wî di
bazarê de dixapandin baþ nizanim lê, her ku dihat li ser serê wî û
ereboka wî ya sê-teker top dibûn. Ya rast ne tenê ji bo jinan, ji bo
min jî bibû îdolekî wekî ‘Mîrze Mihemed’... Nebêjin çima, ez
jî nizanim...
-
- Di
ereboka xwe de xiþirfiroþiyê dikir. Xiþir-miþirên jinan. Guhar,
gustîl, bazin, destmal, çarik, fîlkete, piþkok, morîkên qaçax ku
ji binxetê dihatin, dermanê lêv, rû û birûyên jinan difirot.
‘Qaþqelem’ ên wî têra jin û keçan nedikir!
-
- Xeno,
kêm caran van tiþtan bi peran difirot. Tiþtên kevin dikirî mesela.
Ji demir bigire heta naylonên qetiyayî bi hesabê kîloyan dikirî, ji
dêvla wan ve amûrên jinan berdêlî dikir...
-
- Min
got ez evîndarê bangkirina wî ya vinokî bibûm. Bangkirina ku min jê
salên dirêj jî fêm nedikir çi dibêje. Di 12-13 saliya xwe de; bi
alîkarîxwestina diya xwe Fatima Elî, hîn bûm ku di dema etariya xwe
de çi dibêje...
-
- Heger
sax be, Xwedê Teala temenekî dirêjtir bidê, heger mirî be rehma
Xwedê lê be... Xwestina min –heger sax be- careke din wî bibînim
û dengê wî yê etariyê qeyd bikim! Bawer im hûn jî meraq dikin, bê
ka Xenoyê me bi salan çi digot ku min fêm nedikir:
-
- ‘Demirrrr,
- baqirrrr,
- naylooonnnn
- elemiyooonnn
- sifirê
kevinnn
- elemiyonên
þikestîîî...!
-
-
- salihkevirbiri@hotmail.com
-
-
-
-
|
|
|