XWARINA SEREKE YA SÊRTÎ Û BELÎSIYAN: “WERINE PARÊVÊ..!” *
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com
‘Sûka Sêrtiyan’ ango ‘Kadinlar Pazari (Bazara Jinan)’ bêguman
yek ji koþeyên cihêreng ê Stenbolê ye. Li vê derê hûn dikarin ‘Sabûna
Bitimê’ ku çakiyên wê bi ceribandinên klînîkî hatiye çespandin; ‘Penîrê
Sîrikirî’, ‘qeli’, ‘Hingivê Perwariyê’, ‘Çaya Seylanê’ ya
bibêhn ku li piyasê wekî ‘Çaya Qaçax’ tê zanîn bi bûhayên
jêrî piyaseyê peyda bikin.
Ji esnafên çarþiyê bigirin heta kirêdar (miþterî) û piraniya rûniþtvanên
derdorê ji kesên kurd û ereb ku ji Sêrtê, Batmanê û Diyarbekirê
terka cih û warên xwe kirine bi xwe pêk tê. Lê mirov dikare bibêje ku rêjeya
Sêrtiyan, rêjeya herî bilind e û ji sedî 80’yî zêdetir e li gorî
hembajariyên din. Jixwe ev rastî ji navê çarþiyê jî xwe dide der: ‘Sûka
Sêrtiyan’. Heger em bibêjin li vî deverî sîlûeta Sêrtê pêk hatiye
û ‘Sêrta Biçûk’ ava bûye bêguman dê zêde mûbalaxa di vê
gotinê de neyê dîtin.
Piþtî van agahiyan em bên ser mijara xwe. Ez bawer nakim ku kesek hatibe ‘Kadinlar
Pazari’ û ‘Parêv’ ango ‘Bûryan’ nexwaribe. Esnafên
sûkê bi xwe jî wisa difikirin.
Bûryan çî ye? Çawa
tê çêkirin? Taybetiyên wê çi ne? Pêwîst e ji bo xwarineke wiha goþteke
çawa bê bikaranîn? Heta ev cûre xwarin tê ser sifreya me, di merhaleyên çawa
re derbas dibe? Ji bo ku ez bersivên van pirsan
peyda bikim, serê sibê ligel wênekêþ û teyîba xwe ya dengirtinê min berê
xwe da ‘Kadinlar Pazari’ ya li Fatihê. Piþtî kurtedemek dikevim ‘Osman
Bûryan Salonu’yê. Ezê li benda Osman Varola bim. Xebatkarên aþxaneyê
diyar dikin ku Osman Varola 25 sal in karê çêkirin û firotina parêvê dike.
Salih Aksu û Can Nayman du xebatkarên aþxaneyê ne. Bi kesên ku tên xwarin
dixwin û diçin re yek bi yek aleqadar dibin. Heta Osman Hoste tê, ez ji wan
daxwaza dîtina ‘Bîra Parêvê’ ku di bin aþxaneyê de ye, dikim.
Ev xwesteka min tê pejirandin û em bi hev re diçin ser bîra ku ji êgir sor
bûye. Li ser bîrê ji wan dixwazim ku ew behsa naveroka navê ‘Bûryan’
û ‘Parêvê bikin. Ev nav ji ku tên. Salih û Can diyar dikin ku wan
heta niha li ser wateya navê ‘Parêv’ û ‘Bûryanê’ tu lêkolîn
nekirine, ji ber vê yekê jî ewê nikaribin der barê vê yekê de agahî
bidin. Bi tenê ew diyar dikin ku ‘Parêv’ bilêvkirina kurdan; ‘Bûryan’
jî bilêvkirina ereban e.
Gava ku ez bi Salih û
Can re di nava nîqaþeke germ de me, Osman Hoste dibêje ‘Selamûneleykûm!’
û dikeve hûndirê aþxaneyê. Diyar e behsa min jê re kirine, ber bi min ve tê
û xêrhatina min dike. Ligel hatina çayê ji hêla çayger, em dest bi sohbeta
xwe ya bi Osman Hoste re dikin.
Osman Varola erebekî
sêrtî yê 43 salî ye. Ev 20 sal in ku terka axa ku çavên xwe lê vekiriye,
kiriye. Ji gava ku hatiye Stenbolê heta niha ji bo tama devê hembajariyên xwe
têdikoþe! Ango xwrina parêvê çêdike û difiroþe. Li heman sûkê 10 sal
li ‘Gul Lokantasi’; ev 10 sal in jî li ‘Osman Bûryan Salonû’
yê karê bûryanfiroþiyê dike. Yekser dixwazim ku Osman Varola bersivên pirsên
ku me çendek berê kirî, bibersivîne. Bêyî ku navberê bixe nav mijûlahiya
me dest bi axaftinê dike: ‘Serê pêþîn, em goþt û hestî ji hev
vediqetînin. Þert e ku goþt bi kêmasî rojek di cemedankê (buzdolabi) de
bimîne. Dotira rojê em darên ku bi qasî metroyek û nîv in davêjin bîra
êgir û heta ku ev dar dibin pizot, diþewitînin. Pêwîst e ku bîr bi qasî
du metroyan kûr be. Piþtî ku bîr sor dibe, em goþtê ku me berê ji hestî
‘spî’ kiribûn, bi qenceyên hesinî ve dadileqînin û diavêjin bîra ji
êgir sorbûyî. Piþtî ku em devê bîrê bi sacên hesinî digirin, bi heriyê
jî diseyînin da ku qet hewa nestîne. Piþtî du saetan em devê bîrê
vedikin. Êdî parêva me ji xwarinê re hazir û amade ye.’
Li gorî Osman Varola,
her cûre goþt ji bo parêvê nabe. Li ser vê yekê ew diyar dike ku ev 25 sal
in ew ji heman goþtfiroþî goþtê berxikan dikire.
Ji Osman Hoste dipirsim; ‘Parêv, ji bo Sêrtiyan tê çi wateyê?, Sêrtiyê
ku parêv nexwariye heye gelo? Di bin simbêlan re dikene û bersiva min
dide: ‘Ji bo Rihayiyan îsot çiqas biqedr û qîmet be, ji bo
Diyarbekiriyan ciger çiqas biqedr be; ji bo Sêrtiyan jî parêv wisa biqedr û
qîmet e. Bi tenê yek Sêrtiyek jî ku parêv nexwaribe, tuneye. Heger li Sêrtê
kesekî wisa hebe, ew ne Sêrtî ye! Em Sêrtiyên li Stenbolê saet li yanzdehê
nîvro parêv dixwin, lê Sêrtiyên li Sêrtê serê sibê û nîvro, rojê du
caran parêv dixwin. Li Stenbolê parêv rojê carek tê çêkirin.’
Her wekî Sêrtiyan,
Belîsî jî xwedîtî li vê xwarina navdar dikin û diyar dikin ku yekem car bûryan
ango parêv ji hêla wan ve hatiye çêkirin. Her çiqas Sêrtî be jî, Osman
Hoste diyar dike ku yekem car parêv ji hêla Belîsiyan ve hatiye çêkirin û
ji hêla wan ve parêv hatiye Sêrtê. Lê ew nikare bersiva pirsa me ya bi rengê;
‘yekem car parêv ji hêla kê ve û kîjan demê hatiye çêkirin?’
bide. Lê ew dibêje ku di dema bapîrê wî de jî li Sêrtê parêv dihate
çêkirin.
‘Li aþxaneyê
roja çiqas goþt tê serfkirin? Bersiva vê pirsê jî
Osman Hoste dide: ‘Rojê 60 kîlo goþtê bi hestî em dikirin û xerc
dikin.’
Ji çermedorê Stenbolê
mirov tên vê derê ji bo xwarina parêvê. Her çiqas di nav miþteriyên ‘Osman
Bûryan Salonû’ de kesên dorhêlê û esnafên bazarê bi piranî bin jî,
gelek siyasetmedar, rojnameger, nivîskar û hunermend jî tên û parêv
dixwin. Em navên çendan bidin: Kenan Pars, Ûnsal Artan, Aydan Þener,
Ferhat Guzel, Reyhan Ayyuzlu û gelek parlamenter û þaredar...
* Ev nivîsar di 25’ê Adara 2001’î de di paþgoya Rojnameya
Radikal, ‘Radikal Ýki’yê de bi zimanê tirkî hate weþandin. (S.K)