Xwediyê kilama "Lîdero"
Dengbêj Mehmûd Qizil *
 
 
SALIHÊ KEVIRBIRÎ
 
 
 
Dengbêjî û zargotina devkî, ji ber ku canda nivîsînê di nav gelê kurd de bi pêþ neketiye, li car aliyên welêt; bi taybetî li herêmên wekî Serhed, Xerzan, Soran, Behdînan, Mêrdîn û Diyarbekirê xwe gihandiye hawara çand, huner û dîrokê. Dengbêjî û folklor carinan bûye qêrîn, êþ û jana hezarsalan, wekî tovê hebûnê li çarmedoran belav bûye, carinan bûye sergovendê dîlanan; di kelepora þahiyan de govend gerandiye, carinan jî di devê dengbêj û goyendeyan de bûye dîrok û gotiye: 'Ez jî heme!....'
 
Bêguman Herêma Diyarbekirê, her wekî ji aliyê dîroka xwe ya kevnare û qedîm ve li seranserê Rojhilata Navîn û Mezrabotan xwedî risteke hêja ye; ji aliyê  çand, huner û folklora xwe ve jî zor çak û dewlemend e. Lewre jî qalkirina girîngiya vê mijarê bi serê xwe lêkolîn û lêgerîneke berfireh dixwaze.
 
Ev kilamên ku me li jêr pêþkêþî dêhn û bala we kirine, ji dengbêjî ango folklor û zargotina herêma Diyarbekirê bi xwe ne. Xwediyê saz û awazên van kilaman ku mijarên wan ji hev cihê ne, lê her yek ji wan di nava xwe de gelek tiþtan dihewîne, dengbêjê bi nav û deng Mehmûd Qizil e.
 
Mehmûd Qizil, di sala 1939'an de li Diyarbekirê hatiye dinê û vê gavê jî jiyana xwe li wê derê didomîne. Li gorî ku ew dibêje, di sala 1965'an de bi awayekî profesyonelî, ji bo dengbêjiyê dest bi xebatê kiriye û di heman salê de plaq ango sêlika xwe ya 45'î derxistiye. Dengbêj Qizil, heta sala 1974'an bi rêk û pêk karê xwe yê dengbêjiyê domandiye û heta wê mêjûyê 53 heb sêlikên 45'î derxistiye. Li hêla din þayanî gotinê ye ku Mehmûd Qizil, li bakurê welêt yekem kes e ku plaqa bi kurdî çêkiriye. Dîsa li gorî gotina wî, Eyþana Elî (Eyþe Þan) ya dengzêrîn, piþtî wî bi salekê plaqa xwe
derxistiye.
 
Ew, ji sala 1974'an heta 1999'an ji ber hin sedemên ku naxwaze vebêje, dest ji kar û barê dengbêjiyê berdide. Qizil, di dawiya sala 1999'an de,
'rojiya xwe! ya strandinê diþikîne û bi navê "Ax Ciwaniyê" kaseteke nû derdixe.
 
Mehmûd Qizil, di dengbêjiya Diyarbekirê de bi serê xwe ekolek e. Di nav kilam û gotinên Mehmûd Qizil de ligel xemgînî, evîndarî û hesreta welêt; dijberî ango muxalefeteke xurt jî tê dîtin. Ev muxalefet û dijberî, ne bi tenê ji bo bindestiya hezar salan e; her wiha wî her daîm tîrên xwe arasteyî beg, þêx û axayên herêmê ku xwîna gel mijandine, kiriye. Tu car nebûye stûxwar û bendewarê van mijokan. Jixwe cudatiya di navbera Mehmûd Qizil
û dengbêjên herêmê de jî ev e.
 
Her wiha þayanê gotinê ye ku kilama "Lîdero" ku ji devê Mehmûd Qizil belav bûye, bi taybetî li herêma Diyarbekir û Xerzan di nava gel de bûye beniþt û geriyaye. Wekî tê zanîn kilama "Lîdero" piþtî mirina parlamenter û Wezîrê Tendirûstiyê Dr. Yusuf Azîzoglu ji hêla vî dengbêjê dengxweþ ve hatiye
çêkirin û gotin, ku çend gotinên vê kilamê wiha ne:
 
"Lîdero
Lîdero lîdero lîdero
Lîdero qurban li me dabû stêrka salê
Stêrka sibê
Lîdero qurban li me dabû stêrka salê
Stêrka xurbetê
Ezîzoxlî mehkî berê îstîfa dîlekca xwe da Enqerê
Li Reîsiya Cimhûriyetê
Heyfa min nayê li wê yekê
Heyfa min tê bi wê yekê
Di welatê serê de bila piþtî Babê Murado
Kesek ranebe neke dawa siyasetê
Lîdero lîdero
Bê lîdero ez nemînim li dinyayê
Heta sax bim li dewrana dinyayê
Lîderekî mîna Ezîzoxlî
Babê Murado tucarî nayê Turkiyayê
 
..."
 
Bi rastî jî, dengbêjên neteweyî ku ji bo derd û kesera gel û welatê xwe stirîne ne di nav de, bi sedan sal in ku dengbêj ne ji bo gel, lê ji bo ku dil û ruhên begler û axaleran rehet bikin, kilam rêstine û gotine. Her dem bûne mêvanê wan û li dîwanxane û odeyên gundan begler, axaler û sêxleran, bi qasî heft qatên asîmanan bilind kirine.
 
Dengbêj Mehmûd Qizil, carinan berê xwe daye, wekîl ango parlamanterên gel (!). Ew di kilama xwe ya bi navê "Wekîlên Me" de wiha davêje ser
wekîlên gel
(!):
 
"Gelî xwiþk û bira derdê me pir e
Derdê me giran e, çavê me kor e
Hiþ û aqil li serê me nemane
Welehî em nas nakin însan e
Me dixapînin, em rayê xwe didin wan e
 
Dibên emê bibin miletwekîlî herin Enqerê
Ji boyî daw û dozên giran e
We bikin xwediyê febrîqe, av û elektrîk
Rê û cadê, doxtor û xestexanan e
Vekin deriyê hepsan e
Bînin efûya firar û mehkûm û qesxûran e
We xilas kin ji îþê alman e
 
Diherin li Enqerê rûdinên li qoltixan
Enîþkên xwe didin ser masan e
Dibên gel û hevalan hetanî car salan
Tu kar û îþê me bi gundiyan û feqîran nemane
Emê îþev herin kîjan saz û bar û pavyonan e
 
Gunê me temaman di stûyê miletwekîlan e
Omîda feqîran li jor maye Rebê Rehman e
Nalîna dilê min gelî xwiþk û bira
Kesera dilê min xelqê gunda ne.."
 
........
 
Mahmud Qizil, carinan jî, bûye heval û hogirên lawir û heywanên bê zar û ziman. Qizil di kilama xwe ya bi navê "Embargoya Heywanan" de jî wiha qîr kiriye:
 
"Axx lo dilo eywane xweþ eywane
Îro roja begler û þêx û axan e
Temamî bûne xwediyê bîna û dayîran e
Bûne xwediyê motor û texsiyê Mersedesan
Erdan û milkan e
Dixebitînin feqîr û gundiyan weka hêsîran û kolan e
Semedê xatirê welcekekî zekatê malê xwe dane
Emborgo danîne ser heywanên bê zar û bê ziman e
Ay dilo hey wayê hey wayê hey wayê
Lo dilo hey wayê dilo hey wayê hûnê temamî werin..."
 
.........
 
* Berê ev nivîsar di Çapemeniya Kurd de hatibû weþandin, lê niha hin agahî ji bo baldariya xwendevanan lê hatine zêdekirin. (S.K)
 
salihkevirbiri@hotmail.com
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org