ZAROKÊN LI BER ZIYARETÊ

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com

 

Tê bîra te!?

Li ‘Ziyareta Badayê’

Li ber ‘Merqeda Þêx Hesen’

Roja ‘Piskivît’ û ‘Þekirên Qulqulî’

 

Dizanim tê bîra te

Zarokên bajarî

Xwedî ‘Qondereyên Beriqî’

Bi çavên matmayî

Li þimikên me yên sor û zer

Ên qetiyayî dinihêrîn

 

Kûla me her ‘Þekirê Ziyaretê’ bû

Helbet em ‘Zarokên li ber Ziyaretê’

Dema ‘firotina nîsk û genim’

Carinan jî ji bo dîtina trênê

Diçûn Misircê*!

Ango salê carek-du car

Bajêr dibû para me

 

Te didît

Me dixwar ‘Nan û Helaw!’

Paþê, þekirê Misircê

Wey Xwedê!

Ne wekî ya li ser Ziyaretê bû lo..!

Þîrîntir bû bi dîn!

Tu dizanî ji bo çi?

Ji ber ku çavên ‘zarokên bajarî’ li þekirên me bû

 

Te jî wekî min

Qet ji wan hez nedikir

‘Pozbilind’ bûn

‘Qure’ bûn zarokên bajarî

‘Tirkî’ ya wan jî,

Ji ‘tirkî’ ya me ‘tirkîtir’ bû!

 

Ne tenê li bajêr, li ser ziyaretê jî

Henekên xwe bi me dikirin

Bi me dikeniyan!

 

Me çi dikir?

Di birê û sêgavê de,

Me hetka wan dibir

Diçûn ber helakê!

Her çî ‘qeb û gulaþ’ bû,

Her li bin me bûn!

 

Dibêjin niha li ber ziyaretê

Bes zarokên li gund hene

Êdî kes nayê ser ziyaretê

Zarokên bajarî li bajêr

Zarokên gundî li gund

 

Ne ‘Þekirê Qul’

Ne ‘Nan û Helawê’ li bajêr

Ne jî ‘sêgav û gulaþa’ zarokan

 

Na heyran me navê!

Bi ‘qesem û navê Xwedê’

Me tu þekir û piskivît navê

Me bes zarokên bajarî divê

 

Ji dê-bavên zarokên bajarî re bibêjin

Bila dîsa þekirên xwe bikirin

Tevî xêr û gunehên xwe werin ser Ziyaretê

Nebî nebî ji bîr bikin ha..!

Bila zarokên xwe jî bînin!

 

Bibêjin zarokên bajarî,

Êdî zarokên gundî ji we hez dikin...!

 

* Misirc: Bi naveke din Kurtalan. Li Bakurê Welêt di navbera Batman û Sêrtê, navçeyeke bi ser bajarê Sêrtê ve ye.

 

Bihar 2004 Stenbol

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org